MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23
Bila Hezkirina We Sar Nebe!
“Pêta [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne” (HELBESTA HELBESTAN 8:6, Mizgînî).
KILAM 131 Xwedê Ew Kirine Yek
PÊŞGOTIN a
1. Kitêba Pîroz li ser hezkirina jidil çi dibêje?
“PÊTA [hezkirinê] wekî pêta êgir dişewitîne û diqedîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin, ne jî lehî dikarin wê bi xwe re bibin” b (Helbesta Helbestan 8:6, 7, Mizgînî). Belê, hezkirina jidil tu caran xelas nabe! Ev gotin rastiyeke xweş derdixin pêş: Jin û mêr bi rastî jî dikarin her tim ji hev hez bikin.
2. Jin û mêr ji bo ku hezkirina di nav wan de sar nebe dikarin çi bikin?
2 Ji bo ku jin û mêr heta dawiya emrê xwe ji hev hez bikin, xîret lazim e. Hezkirin dişibe agirekî. Ji bo ku agir geş bimîne, lazim e ku kesek bi dewamî êzingan bide ser. Mîna vê, ji bo ku hezkirina di nav jin û mêr de qewî bimîne, lazim e ku ew eleqeya di nav xwe de bi dewamî ava bikin. Lê carinan, eger jin û mêr ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê, siheta wan ne baş be yan jî xwedîkirina zarokan ji bo wan zehmet be, hezkirina di nav wan de dikare sar bibe. Îcar ji bo ku di zewaca we de “pêta hezkirinê” netefe, gelo hûn dikarin çi bikin? Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku jin û mêr çawa dikarin eleqeya di nav xwe de xurttir bikin û jiyaneke xweş bi hev re derbas bikin. c
DOSTANIYA XWE YA BI YEHOWA RE XURTTIR BIKE
3. Dostaniyeke xurt a bi Yehowa re çawa alî jin û mêran dike ku ew zêdetir ji hev hez bikin? (Waiz 4:12) (Li resim jî binêre.)
3 Ji bo ku “pêta hezkirinê” netefe, jin û mêr gerek xîret bikin ku dostaniya wan a bi Yehowa re xurttir bibe. Dostaniya bi Yehowa re çima ji bo zewacê ew qas muhîm e? Jin û mêrên ku qîmetê didin dostaniya bi Bavê xweyî ezmanî re hazir in ku guh bidin şîretên Xwedê. Û ev yek alî wan dike ku ew ji problemên ku dikarin hezkirina wan sar bike, dûr bisekinin yan jî wan çareser bikin (Waiz 4:12 bixwîne). Kesên xwedêhez xîret dikin ku mîna Xwedê dilovan bin, sebir bikin û efû bikin (Efesî 4:32–5:1). Ev sifet alîkariya jin û mêran dikin ku ew zêdetir ji hev hez bikin. Xwişkeke bi navê Lena, ya ku zêdetirî 25 salan zewicî ye, dibêje: “Ne zehmet e ku ez qedrê yekî xwedêhez bigirim û jê hez bikim.”
4. Yehowa çima Ûsiv û Meryem hilbijartin ku bibin dê û bavê Mesîhê sozdayî?
4 Bala xwe bide mîsaleke ji Kitêba Pîroz. Gelo Yehowa çima Ûsiv û Meryem hilbijartin ku bibin dê û bavê Mesîhê sozdayî? Wan her duyan ji Yehowa hez dikir, û Yehowa dizanibû ku ewê di zewaca xwe de berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta wî. Jin û mêrno, gelo hûn dikarin ji mîsala Ûsiv û Meryemê çi bielimin?
5. Zilam dikarin ji mîsala Ûsiv çi bielimin?
5 Ûsiv tim hazir bû ku guh bide rêberiya Yehowa. Loma ew zilamekî baş bû. Qet nebe sê caran, Xwedê di heqê malbata wî de rêberî da wî. Çi qas zehmet bû jî, Ûsiv her car zû guh dida Yehowa (Metta 1:20, 24; 2:13-15, 19-21). Di netîceyê de, Ûsiv Meryem diparast û xwedî lê derdiket. Îcar xeyal bike ku Meryemê çi qas qedrê Ûsiv digirt û jê hez dikir! Zilamno, ji bo xwedîkirina malbata xwe, hûn dikarin di Kitêba Pîroz de li şîretan bigerin û bi vî rengî Ûsiv ji xwe re mîsal bigirin. d Gava hûn – çi qas zehmet be jî – guh didin van şîretan, hûn nîşan didin ku hûn ji jina xwe hez dikin û dixwazin zewaca xwe xurttir bikin. Xwişkeke li girava Vanûatûyê, ya ku zêdetirî 20 salan zewicî ye, dibêje: “Gava zilamê min li rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gor vê rêberiyê bimeşe, ez zêdetir qedrê wî digirim. Ez xwe rihet hîs dikim û dizanim ku qerarên wî pir baş in.”
6. Jin dikarin ji Meryemê çi bielimin?
6 Dostaniya Meryemê ya bi Yehowa re qewî bû. Baweriya wê bi kirinên Ûsiv ve ne girêdayî bû. Meryemê Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Wekî din, ew li ser tiştên ku dielimî kûr difikirî (Lûqa 2:19, 51). Bê guman, ji ber ku dostaniya wê ya bi Xwedê re xurt bû, ew jineke pir baş bû. Îro jî, gelek xwişk xîret dikin ku Meryemê ji xwe re mîsal bigirin. Mesela, ka binêre ku xwişka me Emîko çi dibêje: “Gava ez bi tena serê xwe bûm, min bi xwe bala xwe dida tiştên ruhî. Lê piştî ku em zewicîn, zilamê min ji bo me dua dikir û rêberiya îbadeta malbatê dikir. Ji ber vê yekê, baweriya min êdî bi kirinên wî ve girêdayî bû. Lê min fehm kir ku gerek ez bi xwe dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikim. Niha ez bi xwe wexta xwe ji bo duayê, xwendina Nivîsarên Pîroz û fikirîna li ser van tiştan vediqetînim” (Galatî 6:5). Xwişkno, gava hûn xîret dikin ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin, hûn zêdetir fersendan didin zilamên xwe ku ew ji we hez bikin û pesnê we bidin (Methelokên Silêman 31:30).
7. Jin û mêr dikarin di heqê îbadeta malbatê de ji Ûsiv û Meryemê çi bielimin?
7 Ûsiv û Meryemê bi hev re xîret dikir ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin. Wan fehm kiribû ku çi qas muhîm e ku ew bi malbatî ji Yehowa re îbadetê bikin (Lûqa 2:22-24, 41; 4:16). Bi xisûsî gava zarokên wan zêde bûn, ev yek ne ew qas hêsan bû, lê dîsa jî ew ji heqê vê yekê derdiketin. Wan mîsaleke pir baş ji jin û mêran re hiştiye! Eger zarokên we hebin, belkî car caran zehmet e ku hûn herin civînan yan jî ji bo îbadeta malbatê wextê bibînin. Wê çaxê, belkî zehmet be ku jin û mêr bi hev re dua bikin û lêkolîn bikin. Lê ji bîr nekin, gava hûn bi hev re ji Yehowa re îbadetê dikin, hûn nêzîktirî hevdû û Yehowa dibin. Loma berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta Yehowa.
8. Eger hûn di hin meseleyan de li hev nakin, hûn çawa dikarin bi saya îbadeta malbatê nêzîkî hev bibin?
8 Eger hûn di hin meseleyan de li hev nakin, hûn dikarin çi bikin? Fikra ku hûn îbadeta malbatê bi hev re derbas bikin, belkî li dilê we ew qas xweş nayê. Eger wisa be, bi tiştekî kin, ê ku ji bo we her duyan xweş e, dest pê bikin. Ev gav dikare alî we bike ku hûn zêdetir ji hev hez bikin û bi ser de jî xwestina we zêde bike ku hûn bi hev re ji Yehowa re îbadetê bikin.
BI HEV RE WEXTÊ DERBAS BIKIN
9. Jin û mêr çi bikin, wê baş be?
9 Jin û mêrno, ji bo ku hezkirina we sar nebe, bi hev re demê derbas bikin. Eger hûn wisa bikin, hûnê ji her aliyî ve nêzîkî hev bimînin (1. Mûsa 2:24). Ka bala xwe bide mîsala birayê me Rûslan û xanima wî Lîliyayê. Ew zêdetirî 15 salan bi hev re zewicî ne. Piştî ku ew zewicîbûn, wan tiştek ferq kiribû. Rûslan dibêje: “Me fehm kir ku em bi qasî ku dixwazin nikarin bi hev re wextê derbas bikin. Kar û barê me û zarokên me gelek wexta me dixwar. Min bala xwe dayê ku eger em wek jin û mêr ji bo hev demê veneqetînin, emê dûrî hev bikevin.”
10. Jin û mêr çawa dikarin li gor prensîpa ji Efesî 5:15, 16 hereket bikin?
10 Ji bo ku jin û mêr bikarin bi hev re wextê derbas bikin, belkî lazim e ku ew bi xisûsî wextê ji bo hev bihêlin (Efesî 5:15, 16 bixwîne). Ji Nîjeryayê, birayekî bi navê Uzondu dibêje: “Gava ez fealiyetên xwe plan dikim, ez wexta ku gerek em wek jin û mêr bi hev re derbas bikin vediqetînim û ez li gor plana xwe dimeşim” (Filîpî 1:10). Ka bala xwe bide mîsala xwişka me Anastasiya, ya ku zilamê wê li Moldovayê çavdêrê herêmê ye. Ew dibêje ku ew çawa wexta xwe bi awayê herî baş derbas dike: “Gava zilamê min bi wezîfeyên xwe mijûl dibe, ez hewl didim ku îşên xwe yên şexsî xelas bikim. Paşê fersend çêdibe ku em wexta xwe bi hev re derbas bikin.” Lê eger hûn bi zêdeyî mijûl bin, hûn dikarin çi bikin?
11. Em dikarin ji mîsala Akîlas û Priskîlayê çi bielimin?
11 Di sedsala yekê de, zilamekî bi navê Akîlas û xanima wî Priskîla hebûn. Xwişk û birayan pir ji wan hez dikir (Romayî 16:3, 4). Îro jî, jin û mêr dikarin ji mîsala wan bielimin. Kitêba Pîroz li ser zewaca wan gelek tiştan nabêje. Lê em dizanin ku wan bi hev re kar dikir, xizmet dikir û alîkariya kesên din dikir (Karên Şandiyan 18:2, 3, 24-26). Tiştekî balkêş: Gava Kitêba Pîroz behsa Akîlas û Priskîlayê dike, navên wan her tim bi hev re derbas dibin.
12. Jin û mêr çawa dikarin bi hev re zêdetir wextê derbas bikin? (Li resim jî binêre.)
12 Gelo hûn çawa dikarin Akîlas û Priskîlayê ji xwe re mîsal bigirin? Ka îşên xwe bînin ber çavê xwe. Li şûna ku hûn her tiştî bi tena serê xwe bikin, ma hûn nikarin hin îşan bi hev re bikin? Mesela, Akîlas û Priskîlayê xebera xêrê bi hev re belav dikir. Gelo hûn jî bi dewamî xebera xêrê bi hev re belav dikin? Wekî din, Akîlas û Priskîlayê bi hev re kar dikir. Belkî hûn li eynî cihî naşixulin, lê gelo hûn dikarin bi hev re karê malê bikin? (Waiz 4:9). Eger hûn alîkariya hev bikin, hûnê nêzîktirî hev bibin û fersendan bibînin ku bi hev re sohbetê bikin. Robert û Linda zêdetirî 50 salî zewicî ne. Robert dibêje: “Rast bêjim, gelek fersendên me tune ne ku em wexta vala bi hev re derbas bikin. Lê gava ez firaqan dişom û xanima min wan ziwa dike yan gava em bi hev re li baxçeyê xwe dişixulin, ez gelekî kêfxweş dibim. Xebatên ku em bi hev re dikin me nêzîkî hevdû dikin. Bi vî awayî, hezkirina di nav me de her ku diçe xurttir dibe.”
13. Ji bo ku jin û mêr bi rastî nêzîkî hev bibin, ew dikarin çi bikin?
13 Ji bîr nekin ku eger hûn li ber çavê hev bin jî, ev yek bi xwe nayê maneya ku hûnê nêzîktirî hev bibin. Xwişkeke ji Brezîlê dibêje: “Îro em bi gelek tiştan mijûl in. Em dikarin bi hêsanî bifikirin ku jiyana di eynî malê de tê maneya ku em wexta xwe bi hev re derbas dikin. Lê min fehm kiriye ku ev yek ne bes e. Tiştê herî muhîm ev e ku ez ji dil bala xwe bidim zilamê xwe.” Gelo çi alî birayê me Bruno û xanima wî Taysê dike ku ew bala xwe bidin hev? Bruno dibêje: “Di dema xwe ya vala de, em telefonên xwe datînin hêlekê û bi dilxweşî wextê bi hev re derbas dikin.”
14. Eger jin û mêr hez nakin ku wextê bi hev re derbas bikin, ew dikarin çi bikin?
14 Lê eger hûn hez nakin ku wextê bi hev re derbas bikin yan heta ji hevdû aciz dibin, hûn dikarin çi bikin? Mîsala êgir dîsa bînin ber çavê xwe. Ji bo ku agir pêkeve, pêşî qirşik lazim e, paşê jî êzing. Mîna vê, di serî de hûn jî dikarin çend deqeyan bi hev re derbas bikin. Tiştekî ku kêfa we her duyan jî jê re tê bikin, ne tiştekî ku dikare bibe sebebê minaqeşeyan (Aqûb 3:18). Çawa ku agir hêdî hêdî tê geşkirin, hezkirin jî dikare gav bi gav bê avakirin.
QEDRÊ HEVDÛ BIGIRIN
15. Çima muhîm e ku jin û mêr qedrê hev bigirin?
15 Çawa ku ji bo agirekî gur û xurt oksîjen şert e, ji bo zewaceke serkeftî jî qedirgirtin şert e. Agir bê oksîjen ditefe. Mîna vê, eger jin û mêr qedrê hev negirin, hezkirina di navbera wan de wê sar bibe. Ji aliyê din ve, eger jin û mêr xîret bikin ku qedrê hev bigirin, hezkirina wan wê winda nebe. Belkî tu difikirî ku tu têra xwe qedrê jin yan mêrê xwe digirî. Lê mesele ne ev e ku tu çi difikirî. Gelo jin yan mêrê te hîs dike ku tu bi rastî qedrê wê yan wî digirî? Bala xwe bide mîsala Aret û Penny’yê, yên ku zêdetirî 25 salan bi hev re zewicî ne. Penny dibêje: “Ji ber ku em qedrê hevdû digirin, mala me dişibe hêlîneke germ. Em bê tirs fikrên xwe ji hevdû re dibêjin, çimkî em dizanin ku em qîmetê didin fikrên hevdû.” Îcar, ji bo ku jin yan mêrê te hîs bike ku tu bi rastî qedrê wê yan wî digirî, tu dikarî çi bikî? Ka bala xwe bide mîsala Birahîm û Sarayê.
16. Zilam dikarin ji mîsala Birahîm çi bielimin? (1. Petrûs 3:7) (Li resim jî binêre.)
16 Birahîm qedrê Sarayê digirt. Wî qîmet dida hîs û fikrên wê. Carekê, bêhna Sarayê gelekî teng bû. Wê hîsên xwe ji Birahîm re gotin û heta ew sûcdar kir. Gelo Birahîm qehirî û tiştên nebaş jê re gotin? Na. Wî dizanibû ku Sara wî wek serê malê qebûl dike û piştgiriya qerarên wî dike. Birahîm jî guh da wê û xîret kir ku çareyekê ji derdê wê re bibîne (1. Mûsa 16:5, 6). Em dikarin ji vê mîsalê çi bielimin? Xwedê mesûliyeta qerarên malbatê emanetî zilam kiriye (1. Korîntî 11:3). Lê belê, berî ku zilam qerarekê bide û bi xisûsî eger ev qerar li ser xanima wî jî tesîr bike, wê baş be ku ew ji xanima xwe bipirse ka ew li ser vê meseleyê çi difikire (1. Korîntî 13:4, 5). Car caran, dibe ku jin xemgîn be û bixwaze derdê xwe ji zilamê xwe re bibêje. Îcar lazim e ku zilam hîsên wê cidî bigire û baş guhdariya wê bike (1. Petrûs 3:7 bixwîne). Dmîtrî û Anjêla nêzîkî 30 salî bi hev re zewicî ne. Anjêla dibêje ku zilamê wê çawa qedrê wê digire: “Gava ez pir xemgîn im yan jî tenê dixwazim pê re xeber bidim, Dmîtrî her gav hazir e ku guh bide min. Hin caran, ez bi hêrsokî pê re xeber didim, lê dîsa jî, ew li min sebir dike.”
17. Jin dikarin ji mîsala Sarayê çi bielimin? (1. Petrûs 3:5, 6)
17 Sarayê piştgiriya qerarên Birahîm dikir û bi vî awayî nîşan dida ku ew qedrê wî digire (1. Mûsa 12:5). Rojekê, ji nişka ve sê kes hatin, û Birahîm xwest wan bike mêvan. Wî ji Sarayê xwest ku bila ew îşê xwe bihêle û nên çeke (1. Mûsa 18:6). Sarayê hema zû dest bi haziriyê kir û wisa piştgiriya qerara mêrê xwe kir. Xanimno, hûn dikarin Sarayê ji xwe re mîsal bigirin û wek wê piştgiriya qerarên zilamên xwe bikin. Xanimên ku wisa dikin zewaca xwe qewîtir dikin (1. Petrûs 3:5, 6 bixwîne). Dmîtrî dibêje ku jina wî çawa nîşan dide ku ew qedrê wî digire: “Heta eger nêrînên me ji hev cuda bin jî, Anjêla xîret dike ku piştgiriya qerarên min bike. Eger netîceya qerareke min nebaş be jî, ew min sûcdar nake. Ji ber vê yekê, ez pir qîmetê didimê.” Belê, eger yek qedrê me bigire, hêsantir e ku em jê hez bikin!
18. Eger jin û mêr xîret bikin ku ji hev hez bikin, netîce wê bibe çi?
18 Îro, dijminê me Îblîs dixwaze zewacên xizmetkarên Yehowa xera bike. Ji bo vê, ew hewl dide ku agirê hezkirinê yê di nav jin û mêr de bitefîne. Ew dizane ku eger hezkirina di navbera jin û mêr de sar bibe, ewê ji Yehowa jî dûr bikevin. Lê belê, hezkirina rast qet xelas nabe! Îcar bila hezkirina we bişibe hezkirina di kitêba Helbesta Helbestan de. Xîret bikin ku hûn di zewaca xwe de berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta Yehowa. Ji hevdû re wextê veqetînin û qedrê hîs û fikrên hev bigirin. Eger hûn wisa bikin, zewaca we wê rûmetê bide Yehowa Xwedê, yê ku Çavkaniya hezkirina rast e. Bila hezkirina we tu caran sar nebe!
KILAM 132 Yehowa Em Kirine Yek
a Zewac hediyeyeke ji Yehowa ye. Ew dixwaze ku jin û mêr ji hev hez bikin. Lê çi heyf e ku ev hezkirin dikare bi zeman re sar bibe. Ev meqale wê alî jin û mêran bike ku ew tim ji hev hez bikin û jiyaneke xweş bi hev re derbas bikin.
b Di zimanê eslî de, ev ayet hezkirina rast wek “Pêta Yah” bi nav dike, çimkî Çavkaniya hezkirina daîmî, Yehowa ye.
c Jin yan mêrê te ne xizmetkarê Yehowa be jî, pêşniyarên di vê meqaleyê de dikarin ji bo qewîkirina eleqeya di navbera we de bibin alîkar (1. Korîntî 7:12-14; 1. Petrûs 3:1, 2).
d Mesela, bala xwe bide şîretên meqaleyên li ser jw.org yan di JW Library® de.