Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

Em Çawa Dikarin Baştir Dua Bikin?

Em Çawa Dikarin Baştir Dua Bikin?

“Ez dilê xwe li ber Xudan vedikim” (1. SAMÛYÊL 1:15, Mizgînî).

KILAM 45 Fikrên Dilê Min

PÊŞGOTIN a

Em dikarin her roj ji Yehowa re dua bikin û ji bo hemû warên jiyana xwe rêberiyê ji wî bixwazin (Li paragrafa 1ê binêre)

1. Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî çi bikin? (Li resim jî binêre.)

 GAVA em hewceyî şîret û teseliyê dibin, gelo em dikarin dilê xwe ji kê re vekin? Em cewaba vê pirsê dizanin: Em dikarin ji Yehowa Xwedê re dua bikin. Yehowa dixwaze ku em gelek caran “bê rawestin dua bikin” (1. Selanîkî 5:17). Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û ji wî bixwazin ku ew rêberiya me bike (Methelokên Silêman 3:5, 6). Ji ber ku Xwedê comerd e, em kengê û çi qas bixwazin dikarin ji wî re dua bikin.

2. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?

2 Ji bo îmtiyaza duayê, em ji Xwedê re pir şikirdar in. Lê ji ber ku gelek ji me mijûl in, belkî ji bo me zehmet e ku em ji bo duakirinê wextê bibînin. Belkî jî em dixwazin bi awayekî baştir dua bikin. Di van waran de, Kitêba Pîroz dikare alî me bike. Di vê meqaleyê de, emê bielimin ku em çawa dikarin wek Îsa Mesîh ji bo duakirinê ji xwe re wextê veqetînin. Wekî din, emê bala xwe bidin pênc nuqteyên muhîm, ên ku dikarin alî me bikin ku em baştir dua bikin.

ÎSA MESÎH JI BO DUAKIRINÊ WEXT VEDIQETAND

3. Îsa Mesîh di heqê duayan de çi dizanibû?

3 Îsa Mesîh dizanibû ku Yehowa gelek qîmetê dide duayên me. Berî ku ew hat dinyayê, wî li ezmanan didît ku Bavê wî Yehowa çawa cewabê dide duayên jin û mêrên dilsoz. Mesela, gava Îsa Mesîh li cem Bavê xweyî ezmanî bû, wî didît ku ew çawa cewabê dide duayên jidil ên Hanna, Dawid û Êlyas (1. Samûyêl 1:10, 11, 20; 1. Qiralan 19:4-6; Zebûr 32:5). Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew tim dua bikin û bawer bikin ku Xwedê dengê wan dibihîze! (Metta 7:7-11).

4. Em ji duayên Îsa Mesîh çi dielimin?

4 Bi destê duayên xwe yên ji Yehowa re, Îsa Mesîh mîsaleke baş ji şagirtên xwe re hişt. Wî gelek caran dua dikir. Ji ber ku ew pir mijûl bû û gelek mirov dihatin cem wî û diçûn, lazim bû ku ew ji bo duakirinê wextê veqetîne (Marqos 6:31, 45, 46). Mesela, ew serê sibehê zû radibû, da ku bi tena serê xwe dua bike (Marqos 1:35). Carekê, berî ku wî qerareke muhîm da, wî temamiya şevê bi duakirinê derbas kir (Lûqa 6:12, 13). Wekî din, di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji bo ku bikaribe qismê herî zehmet ê wezîfeya xwe bîne cih, gelek caran dua dikir (Metta 26:39, 42, 44).

5. Gava em dua dikin, em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?

5 Mîsala Îsa Mesîh nîşan dide ku çi qas karên me hebin jî, gerek em ji bo duakirinê demê veqetînin. Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji bo duakirinê fersendan peyda bikin. Mesela, em dikarin serê sibehê hinekî zûtir rabin yan jî berî razanê hinekî zêdetir hişyar bimînin. Bi van awayan, em dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmeta duayê dizanin. Xwişkeke bi navê Lynne gava fehm kir ku dua îmtiyazeke çi qas mezin e gelekî şa bû. Ew dibêje: “Gava ez elimîm ku ez dikarim her gav ji Yehowa re dua bikim, min ew wek dostê xweyî nêzîk dît û xwest baştir dua bikim.” Bê şik, daxwaza dilê me hemûyan wisa ye. Niha emê bala xwe bidin pênc tiştên ku em dikarin di duayan de bibêjin.

PÊNC NUQTEYÊN MUHÎM

6. Li gor Peyxam 4:10, 11, Yehowa hêja ye ku çi bistîne?

6 Pesnê Yehowa bide. Di dîtiniyeke balkêş de, Yûhennayê şandî dît ku 24 rîspî li ezmanan ji Yehowa re îbadetê dikin. Wan pesnê Xwedê dida û digot ku tenê Xwedê hêja ye ku “rûmet, hurmet û hêzê” bistîne (Peyxam 4:10, 11 bixwîne). Gelek sebebên melekên dilsoz jî hene ku pesn û rûmetê bidin Yehowa. Ew li ezmanan li cem wî ne û wî baş nas dikin. Ew dibînin ku hemû kirinên wî sifetên wî nîşan didin. Gava ew karên Yehowa dibînin, ew dixwazin pesnê wî bidin (Eyûb 38:4-7).

7. Em dikarin ji bo çi pesnê Yehowa bidin?

7 Gerek em jî bi riya duayên xwe pesnê Yehowa bidin û ji wî re bibêjin ku em çima ji wî hez dikin û qedrê wî digirin. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî û li ser gotinên wê difikirî, bala xwe bide sifetên Yehowa yên ku tu ji wan hez dikî (Eyûb 37:23; Romayî 11:33). Paşê ji Yehowa re bibêje ku ev sifet çawa tesîrê li hiş û dilê te dikin. Wekî din, em dikarin pesnê Yehowa bidin, çimkî ew alîkariya me û xwişk û birayan dike. Ew her tim dixwaze li me xwedî derkeve û me biparêze (1. Samûyêl 1:27; 2:1, 2).

8. Em dikarin ji bo çi ji Yehowa re şikir bikin? (1. Selanîkî 5:18).

8 Ji Yehowa re şikir bike. Di duayên xwe de, em dikarin ji bo gelek tiştan ji Yehowa re şikir bikin (1. Selanîkî 5:18 bixwîne). Her tiştê qenc ji wî tê, loma pir sebeb hene ku em ji wî re şikir bikin (Aqûb 1:17). Mesela, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo xweşikiya dinyayê û her tiştê li dinyayê bînin zimên. Wekî din, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo jiyana xwe, malbata xwe, dostên xwe û hêviya ku Xwedê daye me bînin zimên. Û em dixwazin ji Yehowa re şikir bikin ku wî îzin daye me ku em bi wî re dostaniyeke biqîmet ava bikin.

9. Çima gerek em şikirdariya xwe ya ji Yehowa re zêde bikin?

9 Gerek em kûr bifikirin ku em ji bo çi ji Yehowa re şikirdar in. Îro, gelek mirov ne şikirdar in. Mirov gelek caran bala xwe didin tiştên ku ew dixwazin bi dest bixin, ne ku ew çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin. Eger em bikevin ber vî aqlê xelkê, duayên me wê bişibin rêzeke daxwazan. Ji bo ku ev yek neyê serê me, gerek em şikirdariya xwe ya ji bo hemû tiştên ku Yehowa ji bo me kirine zêde bikin û bînin zimên (Lûqa 6:45).

Eger em şikirdariya xwe ji Yehowa re bînin zimên, ev yek wê alî me bike ku em sebir bikin (Li paragrafa 10an binêre)

10. Çi alî xwişkeke me dikir ku ew sebir bike? (Li resim jî binêre.)

10 Eger em şikirdar bin, emê bikaribin li hemberî tengasiyan sebir bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Kyûng-Sûkê b, ya ku bi kansera pişikê ketibû. Ew dibêje: “Ew nexweşî pir giran bû. Min wisa hîs dikir ku tu dibêjî qey min her tişt winda kiribû, û ez pir ditirsiyam.” Gelo çi alî wê dikir ku ew sebir bike? Wê got ku her şev berî raketinê, ew diçû ser baniyê xênî û bi dengê bilind ji bo pênc tiştên ku ew di wê rojê de ji bo wan şikirdar bû dua dikir. Bi vî awayî, dilê wê rihet dibû, û wê ji Yehowa re digot ku ew çi qas ji wî hez dike. Wê fehm kir ku Yehowa di rojên zehmet de alîkariya xizmetkarên xwe dike. Wekî din, wê fehm kir ku qenciyên jiyanê ji derdên jiyanê bêtir in. Wek xwişka me Kyûng-Sûkê, heta di tengasiyan de jî, gelek sebebên me hene ku em ji Yehowa re şikirdar bin. Eger em bi destê duayê şikirdariya xwe ji Xwedê re bibêjin, emê bikaribin sebir bikin û dilxweş bimînin.

11. Piştî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, şagirtên wî çima hewceyî cesaretê bûn?

11 Ji bo belavkirina xebera xêrê, cesaretê ji Yehowa bixwaze. Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, wî ji şagirtên xwe re dîsa got ku bila ew “li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” behsa mizgîna di heqê wî de bikin (Karên Şandiyan 1:8; Lûqa 24:46-48). Wexteke kin bi şûn de, rêberên dînî ên Cihûyan Petrûsê şandî û Yûhennayê şandî girtin û birin ber mehkemeya herî bilind a Cihûyan. Wan ew tehdîd kirin û ji wan re got ku bila ew dev ji belavkirina xebera xêrê berdin (Karên Şandiyan 4:18, 21). Gelo cewaba Petrûsê şandî û Yûhennayê şandî çi bû?

12. Li gor Karên Şandiyan 4:29, 31, şagirtan çi kir?

12 Gava Petrûsê şandî û Yûhennayê şandî cewab da rêberên dînî ên Cihûyan, wan got: “Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin. Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:19, 20). Piştî ku Petrûs û Yûhenna hatin berdan, şagirtên din wisa dua kir: “Vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin.” Belê, wan dixwest li gor daxwaza Yehowa bimeşin. Loma Yehowa cewab da vê duaya jidil (Karên Şandiyan 4:29, 31 bixwîne).

13. Em dikarin ji serpêhatiya birayê Jîn-Hyûk çi bielimin?

13 Eger dewlet bixwaze karê belavkirina xebera xêrê bide sekinandin, gerek em wek şagirtên di sedsala yekê de vî karî bidomînin. Ka bala xwe bide serpêhatiya birayê me Jîn-Hyûk. Ew ji ber redkirina xizmeta leşkeriyê ket hebsê. Li wê derê, ew bi hewcedariyên girtiyên din re eleqedar dibû, ên ku bi tena serê xwe di hucreyekê de bûn. Lê ji xeynî tiştên ku bi wezîfeya wî ve girêdayî bûn, îzna wî tune bû ku bi wan re li ser Kitêba Pîroz bipeyive. Ji bo ku ew bikare di her fersendekê de bi awayekî minasib ji girtiyan re behsa Kitêba Pîroz bike, wî ji Yehowa re dua dikir û cesaret jê dixwest (Karên Şandiyan 5:29). Ew dibêje: “Yehowa cewab da duayên min. Wî cesaret û hîkmet da min, da ku ez bikarim li ber deriyê hucreyan dest bi gelek kursên Kitêba Pîroz ên pênc deqeyî bikim. Paşê, êvaran min name dinivîsandin û bi roj didan girtiyên din.” Em jî dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike ku em xizmeta xwe bibin serî. Mîna Jîn-Hyûk, em jî dikarin ji bo cesaret û hîkmetê dua bikin.

14. Çi dikare alî me bike ku em li hemberî problemên xwe sebir bikin? (1. Petrûs 5:6, 7)

14 Ji bo ku tu li hemberî probleman sebir bikî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Gelek kes ji me van derdan dikişînin: nexweşî, diltengî, mirina kesekî delal, derdên malbatî, zilm û zordarî yan jî kul û derdên din. Û felaketên wek pandemî û şer barê jiyanê hê jî girantir dikin. Eger rewşa te wisa be, ji Yehowa re dua bike û dilê xwe ji wî re veke. Çawa ku tu ji dostekî xwe re behsa xem û derdên xwe dikî, eynî wisa ji Xwedê re jî behsa xem û derdên xwe bike. Tu dikarî emîn bî ku Yehowa Xwedê ‘xema te dixwe’ (1. Petrûs 5:6, 7 bixwîne).

15. Dua çawa dikare alî me bike ku em “di her cûreyê tengahiyê de” sebir bikin? Mîsalekê bide.

15 Eger em tim dua bikin, emê “di her cûreyê tengahiyê de” sebir bikin (2. Korîntî 1:4). Yehowa rind dizane ku xizmetkarên wî çi qas derdan dikişînin. Ew “qêrînên wan dibihîze” (Zebûr 145:18, 19, KP). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Kristie’yê. Ew 29 salî ye û wek pêşenga daîmî xizmetê dike. Ji nişka ve, ew gelekî nexweş ket. Di netîceyê de, ew ket depresyoneke giran. Paşê, wê bihîst ku diya wê bi nexweşiyeke bêçare ketiye. Kristie dibêje: “Ji bo ku ez her roj sebir bikim, min ji dil ji Yehowa re dua dikir û ji wî dixwest ku qewetê bide min. Min xîret dikir ku bi fealiyetên ruhî mijûl bim, herim civînan û lêkolîna şexsî derbas bikim.” Wekî din, ew wisa dibêje: “Duayan alî min dikir ku ez di rojên herî zehmet de sebir bikim. Min dizanibû ku Yehowa her gav bi min re ye û vê fikra hanê gelek qewet dida min. Her çi qas ez zû qenc nebûm jî, Yehowa hizûr û dilekî rihet da min.” Bila em van gotinan qet ji bîr nekin: “Xudan … dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike” (2. Petrûs 2:9).

Eger tu (1) ji bo alîkariyê dua bikî, (2) li gor duayên xwe hereket bikî û (3) dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikî, tuyê li hemberî ceribandinan sadiq bimînî (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16. Di ceribandinan de, çima alîkariya Yehowa ji me re lazim e?

16 Ji bo ku tu li hemberî ceribandinan sadiq bimînî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Ji ber ku em mirovên qisûrdar in, gerek em bi dewamî xîret bikin ku li hemberî ceribandinan sadiq bimînin. Dijminê me Îblîs çi ji destê wî tê dike, da ku em di bin barê ceribandinan de bifetisin. Mesela, ew hewl dide ku em wexta xwe bi tiştên bêexlaq re derbas bikin. Bi vî awayî, ew dixwaze ku hişê me bi tiştên xerab ve tije bibe û li ser me tesîr bike ku em gunehên giran bikin (Marqos 7:21-23; Aqûb 1:14, 15).

17. Piştî ku me dua kir, ji bo ku em nekevin ceribandinê, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)

17 Alîkariya Yehowa ji me re lazim e, da ku em tiştên nerast nekin. Carekê, Îsa Mesîh ji Xwedê re wisa dua kiribû: “Me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike” (Metta 6:13). Yehowa her tim hazir e ku alî me bike, lê gerek em alîkariyê ji wî bixwazin. Wekî din, gerek em li gor duayên xwe hereket bikin. Ji bo ku em nekevin bin tesîra fikrên xerab, ên ku li vê dinyaya Îblîs belav bûne, gerek em xîret bikin ku xwe biparêzin (Zebûr 97:10). Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser gotinên wê dihizirin, fikrên baş dikevin hiş û dilê me. Çûyîna civînan û belavkirina xebera xêrê jî dikarin fikrên me biparêzin. Û Yehowa soz dide ku emê ji qeweta xwe zêdetir neyên ceribandin (1. Korîntî 10:12, 13).

18. Di warê duayê de, gerek em çi bikin?

18 Di van rojên dawîn ên zehmet de, ji bo ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, gerek her yek ji me pir dua bike. Her roj ji bo duakirinê wextê veqetîne. Yehowa dixwaze ku ‘em dilê xwe li ber wî vekin’ (1. Samûyêl 1:15, Mizgînî). Pesnê Yehowa bide û ji bo hemû kirinên wî jê re şikir bike. Ji bo belavkirina xebera xêrê, cesaretê jê bixwaze. Ji bo ku tu bikarî li hemberî her problemeke xwe sebir bikî û di her cûreyê ceribandinê de dilsoz bimînî, ji Yehowa rica bike ku ew alî te bike. Bila tu tişt û tu kes rê li ber te negire ku tu her roj ji Yehowa re dua bikî. Lê gelo Yehowa çawa cewabê dide duayên me? Di meqaleya din de, emê bersiva vê pirsa muhîm bistînin.

KILAM 42 Duaya Xizmetkarê Xwedê

a Em dixwazin ku duayên me bişibin nameyên ku em ji dostekî delal re dinivîsin. Lê carinan ne ew qas hêsan e ku em ji bo duakirinê wextê bibînin. Û carinan jî em baş nizanin ka em ji bo çi dua bikin. Di vê meqaleyê de, emê li ser van her du fikrên muhîm xeber bidin.

b Li kovara Birca Çavdêriyê ya 1 Çile 2015, rûp. 10, par. 11 (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre.