Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22

Li ser “Riya Pîroz” Bimîne

Li ser “Riya Pîroz” Bimîne

“Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re ‘Riya Pîroz’ bêjin” (ÎŞAYA 35:8, Mizgînî).

KILAM 31 Bi Xwedê re Bimeşe

PÊŞGOTIN a

1-2. Cihûyên ku li Babîlê diman, gerek kîjan qerara muhîm bidaya? (Esra 1:2-4)

 DAWIYA dawîn, roja azadiyê hat: Piştî êsîriya 70 salî ya li Babîlê, padîşah îzin da Cihûyan ku ew vegerin welatê xwe (Esra 1:2-4 bixwîne). Tenê Yehowa dikaribû tiştekî ew qas mezin bike. Em çima wisa dibêjin? Împaratoriya Babîlê êsîrên xwe bernedidan (Îşaya 14:4, 17). Lê rojekê, bajarê Babîlê ji aliyê hukimdarekî din ve hat bindestkirin. Wî îzin da Cihûyan ku ew vegerin welatê xwe. Îcar lazim bû ku her Cihûyek, bi xisûsî jî serên malbatan, qerarê bidin ka ew ji Babîlê derkevin yan li wê derê bimînin. Bi eslê xwe, ev qerar ne ew qas hêsan bû. Gelo çima?

2 Ji bo kesên kal û pîr, ev riya dûr û dirêj gelekî zehmet bû. Û ji ber ku piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, wan welatekî din nas nedikir. Ji bo wan, Îsraêl welatê bav û kalên wan bû. Hinek Cihû li Babîlê pir zengîn bûbûn. Loma, belkî ji bo wan zor û zehmet bû ku terka mal û milk û dikanên xwe bidin û li welatekî xerîb cihwar bibin.

3. Cihûyên bawermend, ên ku dixwest vegerin Îsraêlê, çi bereket li hêviya wan bû?

3 Ji bo Cihûyên bawermend, vegera bo welatê Îsraêlê hêjayî her fedakariyekê bû. Bereketa herî mezin bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bû. Li Babîlê bêtirî 50 îbadetgehên îlahên sexte hebûn, lê ji bo Yehowa qet îbadetgehek tune bû. Li wê derê, ji bo pêşkêşkirina qurbanên li gor Qanûna Mûsa ne qurbangeh ne jî xizmeta kahînan a nîzamî hebû. Wekî din, nifûsa pûtperestên ku qedrê qanûnên Yehowa nedigirt ji nifûsa xizmetkarên Yehowa zêdetir bû. Loma bi hezaran Cihûyên xwedênas bi hesreta wê rojê bûn ku vegerin welatê xwe û li wê derê îbadeta Yehowa ji nû ve ava bikin.

4. Yehowa çi soz dabû Cihûyên ku berê xwe dabû Îsraêlê?

4 Rêwîtiya li ser riya herfî ya ji Babîlê heta Îsraêlê rêwîtiyeke zehmet bû û nêzîkî çar mehan dikişand. Lê Yehowa soz dabû ku ewê hemû astengên li ser riya wan ji holê rake. Wî bi destê Îşaya pêxember got: “Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin. … Wê dera xwar rast bibe. Û derên asê bibin deşt” (Îşaya 40:3, 4, Mizgînî). Ka riyeke ku di nav çol, newal û çiyayan re derbas dibe bîne ber çavê xwe. Çûyîna li ser vê riyê ji bo rêwiyan pir xweş û hêsan e! Li şûna ku ew li ser riyeke zehmet hilkişin çiyayan û dakevin newalan û di ser giran re bimeşin, wan dikaribû li ser riyeke dûz û fireh zû û bi hêsanî bimeşin.

5. Navê riya mecazî ya ku ji Babîlê diçû Îsraêlê çi bû?

5 Îro, gelek riyên herfî bi nav yan hejmaran tên tarîfkirin. Riya mecazî, ya ku Îşaya pêxember behsa wê kiribû, navê wê jî heye. Wî gotibû: “Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re ‘Riya Pîroz’ bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe” (Îşaya 35:8, Mizgînî). Maneya vê sozê ji bo Îsraêliyên wê demê çi bû? Û maneya vê sozê ji bo me çi ye?

“RIYA PÎROZ”: BERÊ Û ÎRO

6. Çima ji vê riyê re “pîroz” dihat gotin?

6 “Riya Pîroz” – navekî çi qas xweş e! Çima ji vê riyê re “pîroz” dihat gotin? Çimkî li Îsraêla ku ji nû ve hatibû avakirin cih ji bo ‘kesên nepak’ tune bû – yanî ji bo her Cihûyekî ku bêexlaqî dikir, ji pûtan re îbadet dikir yan jî gunehên giran dikirin. Gerek Cihûyên ku vegeriyabûn welatê xwe bibin “miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz” (5. Mûsa 7:6, Mizgînî). Lê ji bo ku Yehowa ji wan razî bûya, hewce bû ku ew jiyana xwe biguherînin.

7. Gerek hinek Cihûyan kîjan guhertin bikirana? Mîsalekê bide.

7 Çawa ku berê hatibû gotin, piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, û gelek ji wan hînî adet û fikrên Babîliyan bûbûn. Gelek sal piştî ku Cihûyên pêşîn vegeriyabûn Îsraêlê, Esra dît ku hinek Cihû bi jinên pûtperest re zewicîbûn (2. Mûsa 34:15, 16; Esra 9:1, 2). Paşê, Nehemyayê Walî dît ku zarokên ku li Îsraêlê hatibûn dinyayê bi zimanê Îbranî nizanin (5. Mûsa 6:6, 7; Nehemya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çima ew qas muhîm bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke yê Peyva Xwedê bû. Loma, ji bo ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re îbadetê bikin, hewce bû ku ew ji vî zimanî rind fehm bikin (Esra 10:3, 44). Ji ber vê yekê, lazim bû ku wan Cihûyan guhertinên mezin bikirana. Ev yek wê li welatê Îsraêlê hêsantir bûya, çimkî li wê derê, îbadeta Yehowa gav bi gav dihat avakirin (Nehemya 8:8, 9).

Ji sala 1919an ve, bi milyonan jin, mêr û zarok ji Babîla Mezin derketine û derbasî “Riya Pîroz” bûne (Li paragrafa 8an binêre)

8. Tiştên ku gelek wext berê qewimîbûn çima îro ji bo me bifeyde ne? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

8 Belkî hinek wisa difikirin: “Her tişt pir balkêş e, lê tiştên ku gelek wext berê hatibûn serê Cihûyan çi maneya wan îro ji bo me heye?” Tiştên ku em îro dikin dişibin rêwîtiya li ser “Riya Pîroz”. Gerek em gişt – hem kesên hilbijartî hem jî ‘miyên din’ – li ser “Riya Pîroz” bimeşin. Rêveçûna li ser vê riyê alî me dike ku em tim ji Yehowa re îbadetê bikin û bigihîjin bereketên ku Xwedê wê bi destê hukimdariya xwe bide me b (Yûhenna 10:16). Ji sala 1919an ve, bi milyonan jin, mêr û zarok ji Babîla Mezin, yanî ji dînên sexte, derketine û derbasî vê riya mecazî bûne. Bi îhtimaleke mezin, tu jî di vê riyê de dimeşî. Ev rê her çi qas nêzîkî 100 sal berê hatibû vekirin jî, xebatên ji bo hazirkirina vê riyê bi sedsalan berê dest pê kiribû.

HAZIRKIRINA “RIYA PÎROZ”

9. Li gor Îşaya 57:14, “Riya Pîroz” çawa hatibû hazirkirin?

9 Yehowa soz dabû Cihûyên ku ji Babîlê derketibûn ku ewê hemû astengan ji ser riya wan rake (Îşaya 57:14 bixwîne). Di dem û dewrana me de, em dikarin di heqê “Riya Pîroz” de çi bibêjin? Di sedsalên berî sala 1919an de, Yehowa bi destê zilamên dilsoz dest bi haziriya ji bo derketina ji Babîla Mezin kiribû (li Îşaya 40:3 jî binêre). Bi saya van xebatên ruhî, bingeh hatibû danîn ku mirovên dilpak paşê ji Babîla Mezin derkevin û tevî xizmetkarên Xwedê ji Yehowa re îbadetê bikin. Xebatên ji bo vê riyê çawa hatibûn kirin?

Di sedsalên berî sala 1919an de, zilamên xwedênas riya derketina ji Babîla Mezin hazir kiribû (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10-11. Çapkirin û tercûmekirina Kitêba Pîroz çawa rê vekir ku Peyva Xwedê baştir bê fehmkirin? (Li resim jî binêre.)

10 Çapkirina Kitêba Pîroz. Heta dora sala 1450yî, Kitêba Pîroz bi destan dihat kopîkirin. Vî karî gelek wext distand û nisxeyên Kitêba Pîroz hem kêm bûn hem jî pir biha bûn. Lê bi xêra îcada herfên herikbar, Kitêba Pîroz dikaribû hêsantir bê çapkirin û belavkirin.

11 Tercûmekirina Kitêba Pîroz. Bi sedsalan, Kitêba Pîroz bi gelemperî bi zimanê Latînî hebû, zimanekî ku tenê kesên xwendî jê fehm dikir. Dema ku karê çapkirinê zêdetir belav bû, mirovên xwedênas xîret dikir ku Kitêba Pîroz bi zimanê xelkê tercûme bikin. Îcar kesên ku Kitêba Pîroz dixwend dikaribû gotinên dînê xwe û gotinên Kitêba Pîroz bidin ber hev. Bi vî awayî, wan dikaribû fehm bikin ku Peyva Xwedê bi rastî çi dielimîne.

Zilamên xwedênas riya derketina ji Babîla Mezin hazir kiribû (Li paragrafên 12 heta 14an binêre) c

12-13. Di sedsala 19an de, kesên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikir çawa derxist holê ku alimên dêran tiştên şaş dielimînin? Mîsalekê bide.

12 Hacetên ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz. Kesên ku bi awayekî jêhatî Peyva Xwedê dixwend jê dielimîn gelek tiştên nû. Gava wan tiştên ku hîn dibûn bi kesên din re parve dikirin, alimên dînî pir aciz dibûn. Mesela, di sedsala 19an de, hinek zilamên niyetqenc dest bi belavkirina belavokên li ser elimandinên şaş ên dêran kir.

13 Teqrîben di sala 1835an de, Henry Grew belavokeke li ser halê miriyan weşand. Di vê belavokê de, vî zilamê xwedênas bi destê Nivîsarên Pîroz îsbat kir ku jiyana bêdawî xelateke ji Xwedê ye, ne ku em – çawa ku piraniya dêran hîn dikir – bi ruhekî nemir tên dinyayê. Di sala 1837an de, keşîşekî bi navê George Storrs gava bi trênê di rê de bû, nisxeyeke wê belavokê ket destê wî. Piştî xwendina wê, ew îqna bû ku wî rastiyeke pir muhîm keşf kiriye. Wî qerar da ku vê zanînê bi kesên din re jî parve bike. Di sala 1842an de, wî çend gotarên li ser halê miriyan pêşkêş kirin. Nivîsên George Storrs tesîreke baş li zilamekî bi navê Charles Taze Russell kir.

14. Birayê Russell û hevalên wî çawa ji xebatên ruhî, yên ku berê hatibûn kirin, îstifade kir? (Li resim jî binêre.)

14 Birayê Russell û hevalên wî çawa ji xebatên ruhî, yên ku berê hatibûn kirin, îstifade kir? Di lêkolînên xwe de, wan dikaribû ferheng û gelek wergerên Kitêba Pîroz, ên ku berî dema wan hatibûn hazirkirin, bi kar bînin. Wekî din, lêkolînên li ser Kitêba Pîroz ên Henry Grew, George Storrs û kesên din ji bo wan bifeyde bûn. Birayê Russell û hevalên wî jî ev xebatên ruhî dimeşandin. Mesela, wan gelek kitêb û belavokên li ser mijarên di heqê Kitêba Pîroz de weşandin.

15. Di sala 1919an de çi qewimî?

15 Di sala 1919an de, xizmetkarên Xwedê ji tesîra Babîla Mezin azad bûn. Wê salê, “xulamê dilsoz û şehreza” derket meydanê. Vê komê di wexta rast de alî kesên dilpak dikir ku ew bikevin “Riya Pîroz” (Metta 24:45-47). Bi xêra xebatên van zilamên bawermend, kesên ku ketibûn vê riyê dikaribû li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir bielimin (Methelokên Silêman 4:18). Wekî din, wan dikaribû jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin. Yehowa ne li bendê bû ku xizmetkarên wî hemû guhertinên lazim di carekê de bikin. Li şûna vê yekê, wî alî xizmetkarên xwe dikir ku ew xwe gav bi gav serrast bikin (li çarçoveya “ Yehowa Xizmetkarên Xwe Gav bi Gav bi Pêş Dixe” binêre). Gava em rojekê bikaribin bi hemû kirinên xwe dilê Xwedê şa bikin, emê gelekî kêfxweş bibin! (Kolosî 1:10).

“RIYA PÎROZ” HÊ VEKIRÎ YE

16. Ji sala 1919an ve, “Riya Pîroz” çawa hatiye nûkirin? (Îşaya 48:17; 60:17)

16 Her riyek gerek bi dewamî bê nûkirin. Ji sala 1919an ve, xebatên li ser “Riya Pîroz” dewam dikin. Bi vî awayî, hîn zêdetir mirovan dikaribû ji Babîla Mezin derkevin. “Xulamê dilsoz û şehreza”, yê ku nû hatibû tayînkirin, hema dest bi karê xwe kir. Di sala 1921ê de, wan kitêba bi navê Çenga Xwedê (bi zimanê Îngilîzî) weşand, a ku alî kesên nû dikir ku ew rastiyên Kitêba Pîroz hîn bibin. Nêzîkî 6 milyon nisxeyên wê kitêbê bi 36 zimanan hatibûn çapkirin. Bi saya wê kitêbê, gelek kesan riya rastiyê nas kir. Kitêba herî dawîn, a ku ji bo derbaskirina kursa Kitêba Pîroz derketiye, ev e: Heta bi Hetayê Dilşad Be! Di temamiya rojên dawîn de, Yehowa bi destê teşkîlata xwe sifreyeke têr û tije ya xwarina ruhî hazir kiriye. Ev xwarina ruhî alî me dike ku em tim li ser “Riya Pîroz” bimînin (Îşaya 48:17 û 60:17 ji wergera Mizgînî bixwîne).

17-18. “Riya Pîroz” dibe ku derê?

17 Her kesê ku dest bi kursa Kitêba Pîroz dike, fersend dikeve destê wî ku ew li ser “Riya Pîroz” bimeşe. Hinek kes tenê ji bo wexteke kin li ser vê riyê dimeşin û paşê dev jê berdidin. Hinek kes jî heta ku bigihîjin hedefa xwe bi dil û can dixwazin li ser vê riyê bimînin. Gelo hedefa wan çi ye?

18 Ji bo kesên hilbijartî, “Riya Pîroz” wan dibe “bihişta Xwedê” ya li ezmanan (Peyxam 2:7). Ji bo kesên ku hêvî dikin ku heta hetayê li dinyayê bijîn, ev rê wê wan di dawiya 1.000 salî bigihîne bêqisûriyê. Eger tu li ser vê riyê dimeşî, li paş xwe mêze neke. Heta ku tu di vê rêwîtiya xwe de bigihîjî dinyaya nû, riya xwe şaş neke! Em bi dilgermî dibêjin: “Bila riya te vekirî be!”

KILAM 24 Werin Çiyayê Yehowa!

a Yehowa riya mecazî, ya ku ji Babîlê diçû Îsraêlê, wek “Riya Pîroz” bi nav dikir. Di dem û dewrana me de jî, Yehowa ji bo xelkê xwe riyek hazir kiriye. Ji sala 1919an ve, bi milyonan mirov ji Babîla Mezin derketine û ketine “Riya Pîroz”. Heta ku em bigihîjin hedefa xwe, gerek em li ser vê riyê bimînin.

c RESIM: Birayê Russell û hevalên wî hacetên ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz, ên ku berî dema wan hatibûn hazirkirin, bi kar dianîn.