Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

Tu Dikarî Bigihîjî Hedefên Xwe

Tu Dikarî Bigihîjî Hedefên Xwe

“Em ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn” (GALATÎ 6:9).

KILAM 84 Bi Xîret Kar Bike

PÊŞGOTIN a

1. Gelek ji me rastî çi zehmetiyan tên?

 GELO ji bo te zehmet e ku tu bigihîjî hedefeke xwe ya ruhî? b Eger wisa be, tu ne bi tena serê xwe yî. Mesela, Philip dixwest baştir û zêdetir dua bikira, lê wî ji bo duayê wext nedidît. Hedefa Erikayê ew bû ku di wextê de bigihîje civînên xizmetê; lê dîsa jî ew tim bi derengî diket. Tomáš çend caran xîret dikir ku Kitêba Pîroz ji serî heta dawiyê bixwîne. Ew dibêje: “Kêfa min ji xwendina Kitêba Pîroz re nedihat. Min sê caran dest pê kir, lê her carekê ez tenê gihîştim heta 3. Mûsa.”

2. Eger ji bo me zehmet be ku em bigihîjin hedefa xwe, çima gerek em li ber xwe nekevin?

2 Eger ji bo te zehmet be ku tu bigihîjî hedefa xwe, li ber xwe nekeve. Heta ji bo ku mirov bigihîje hedefeke hêsan, gelek caran pir wext û xîret lazim e. Bi eslê xwe, tu hê jî dixwazî bigihîjî hedefa xwe. Ev yek nîşan dide ku tu qîmetê didî dostaniya xwe ya bi Yehowa re û dixwazî bi awayê herî baş jê re xizmetê bikî. Yehowa qîmetê dide xîreta te. Helbet, ew tiştekî ji qeweta te zêdetir naxwaze (Zebûr 103:14; Mîka 6:8). Loma li gor hal û rewşa xwe hedefeke maqûl ji xwe re deyne. Gelo tu çawa dikarî bigihîjî hedefa xwe? Ka em bala xwe bidin çend fikrên baş.

RIYA SERKEFTINÊ XWESTIN Û XÎRET E

Dua bike, da ku xwestina te zêde bibe (Li paragrafên 3 û 4an binêre)

3. Çima muhîm e ku xwestina me hebe?

3 Ji bo ku em bigihîjin hedefên ruhî, xwestin pir muhîm e. Xwestin alî me dike ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe. Xwestina dilê me dişibe bayekî ku qeyîkekê ber bi armancê ve diherikîne. Eger ba bi dewamî hebe, jixwe qeyîkvan wê bigihîje hedefa xwe. Û eger ba xurttir bibe, ewê zûtir bigihîje armanca xwe. Mîna vê yekê, xwestina dilê me çi qas mezin be, îhtimala ku em bigihîjin hedefa xwe jî ew qas mezin dibe. David, birayekî ji El Salvadorê, dibêje: “Eger xwestina dil hebe, mirov zêdetir xîret dike. Mirov hewl dide ku tiştek nebe sebeb ku negihîje hedefa xwe.” Îcar tu çawa dikarî xwestina xwe zêde bikî?

4. Em dikarin ji bo çi dua bikin? (Filîpî 2:13). (Li resim jî binêre.)

4 Ji bo xwestinê dua bike. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa dikare dilê te xurt bike ku tu bigihîjî hedefa xwe (Filîpî 2:13 bixwîne). Car caran em hedefekê datînin pêşiya xwe, çimkî em dizanin ku gerek em wisa bikin. Lê dibe ku daxwaza me tune be ku em bigihîjin vê hedefê. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Norina, ya ku ji Ugandayê ye. Wê dixwest tevî kesekî kursa Kitêba Pîroz derbas bike, lê ji ber ku ew difikirî ku ew mamosteyeke baş nîne, xwestina wê kêm bû. Çi alî wê kir? Ew dibêje: “Min her roj ji Yehowa lava dikir ku ew xwestina min a ji bo îdarekirina kursa Kitêba Pîroz zêde bike. Di eynî wextê de, min xîret dikir ku hunerên xwe yên hînkirinê bi pêş bixim. Piştî çend mehan, min dît ku xwestina min zêde bûye. Hema di eynî salê de, min dest bi du kursên Kitêba Pîroz kir.”

5. Ji bo ku xwestina me zêde bibe ku em bigihîjin hedefa xwe, em dikarin li ser çi bifikirin?

5 Kûr bifikire ku Yehowa ji bo te çi kiriye (Zebûr 143:5). Pawlosê şandî li ser kerema Yehowa kûr difikirî. Vê yekê ew teşwîq dikir ku bi awayekî jîr û jêhatî ji Yehowa re xizmetê bike (1. Korîntî 15:9, 10; 1. Tîmotêyos 1:12-14). Bi eynî awayî, her ku tu kûr bifikirî ku Yehowa ji bo te çi kiriye, xwestina te wê zêdetir bibe ku tu bixwazî bigihîjî hedefa xwe (Zebûr 116:12). Bala xwe bidê ku çi alîkariya xwişkeke li Hondûrasê kiriye ku ew bigihîje hedefa xwe û bibe pêşenga daîmî. Ew dibêje: “Min dianî bîra xwe ku Yehowa çi qas ji min hez dike. Wî alî min kiriye ku ez bibim yek ji xizmetkarên wî. Ew li min xwedî derdikeve û min diparêze. Gava ez li ser van tiştan difikirîm, hezkirina min a ji Yehowa qewîtir dibû û xwestina min zêde dibû ku ez bibim pêşeng.”

6. Çi dikare alî me bike ku em xwestina xwe qewîtir bikin?

6 Bala xwe bide feydeyên gihîştina hedefa xwe. Gelo çi alîkariya Erikayê kiriye ku ew bi derengî nekeve. Ew dibêje: “Min ev yek fehm kir: Ji ber ku ez bi derengî diçûm civînên xizmetê, gelek fersendên baş ji destê min diçûn. Lê eger ez zûtir bihatama, minê bikaribûya silav bidaya xwişk û birayan û wextê bi wan re derbas bikim. Minê fikrên baş bibihîstana, yên ku wê alî min bikira ku ez xizmeta xwe baştir bikim û kêfê jê bistînim.” Ji ber ku Erikayê bala xwe dida feydeyên hatina di wextê de, ew gihîşt hedefa xwe. Gelo tu dikarî bala xwe bidî kîjan feydeyan? Eger hedefa te bi xwendina Kitêba Pîroz yan duayê ve girêdayî be, bifikire ku ewê çawa dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bike (Zebûr 145:18, 19). Eger hedefa te ev be ku tu li ser sifetekî xwe bişixulî, bala xwe bidê ku ev sifet çawa alî te dike ku eleqeya te ya bi kesên din re baştir bibe (Kolosî 3:14). Ji xwe re di lîsteyekê de binivîse ku çi feydeyên gihîştina hedefa te heye. Her roj li vê lîsteyê mêze bike. Tomáš dibêje: “Eger gelek sebebên min hebin ku ez bigihîjim hedefa xwe, ez zêdetir xîret dikim.”

7. Çi alîkariya birayê me Julio û xanima wî kiriye ku bigihîjin hedefa xwe?

7 Kesên ku dilê te xurt dikin, wexta xwe bi wan re derbas bike (Methelokên Silêman 13:20). Bala xwe bidê ku çi alîkariya birayê me Julio û xanima wî kiriye ku ew xizmeta xwe berfirehtir bikin. Ew dibêje: “Me dostên ku destek dida hedefa me ji xwe re hilbijartin, û me ji wan re behsa hedefa xwe dikir. Gelek ji wan gihîştine hedefên wisa, loma jî wan dikaribû fikrên baş ji me re bibêjin. Dostên me gelek caran ji me dipirsîn ka rewş çawa ye, û eger hewce bû, wan dilê me xurttir dikir.”

GAVA XWESTINA TE TUNE BE

Xîret bike ku tu bigihîjî hedefa xwe (Li paragrafa 8an binêre)

8. Eger em tenê gava daxwaza me hebe xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe, çi dikare biqewime? (Li resim jî binêre.)

8 Di hin rojan de xwestina me nîne ku em tiştekî bikin. Ma ev tê maneya ku em nikarin li ser hedefa xwe bişixulin? Na. Vê mîsalê dîsa bîne ber çavê xwe: Ba dikare hêzeke xurt be, ya ku qeyîkê ber bi hedefê ve dehf dide. Lê, hêza ba her roj ne wek hev e û di hin rojan de ba tune ye. Ma ev yek tê maneya ku qeyîkvan nikare bi pêş ve here? Na, ne şert e ku wisa be! Mesela, hin qeyîk bi bêrik in û hin jî bi motor in. Bi alîkariya van tiştan, qeyîk dikare ber bi hedefa xwe ve bê herikandin. Xwestina me dişibe bayekî wisa; hin rojan xurt e û hin rojan kêm e. Û di hin rojan de, dilê me tune ye ku em li ser armanca xwe bişixulin. Loma eger em tenê gava ku daxwaza me hebe xîret bikin, dibe ku em qet negihîjin hedefa xwe. Lê çawa ku qeyîkvan li riyên din digere ku bigihîje armanca xwe, em jî dikarin li riyên din bigerin ku bigihîjin armanca xwe – heta gava daxwaza me tune be jî. Helbet, ev yek ne hêsan e. Lê gava em bigihîjin hedefa xwe, emê pir dilxweş bibin. Niha emê bala xwe bidin pirseke ku bi vê mijarê ve girêdayî ye.

9. Gava xwestina me tune be, ma hewce ye ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe? Zelal bike.

9 Yehowa dixwaze ku em bi dilxweşî û bi dilxwazî ji wî re xizmetê bikin (Zebûr 100:2; 2. Korîntî 9:7). Gava xwestina me tune be, ma hewce ye ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe? Ka bala xwe bide mîsala Pawlosê şandî. Wî got: “Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim” (1. Korîntî 9:25-27). Pawlosê şandî, heta gava ne bi daxwaza dilê wî bûya jî, xwe mecbûr dikir ku ya rast bike. Gelo Yehowa ji xizmeta Pawlos razî bû? Bê şik, erê! Yehowa xîreta wî bibereket kir (2. Tîmotêyos 4:7, 8).

10. Gava daxwaza me tune be jî, çima hêja ye ku em xîret bikin ku bigihîjin hedefa xwe?

10 Bi eynî awayî, eger daxwaza me tune be, lê em dîsa jî xîret bikin ku li ser hedefa xwe bixebitin, Yehowa wê ji me razî be. Ew dizane ku em ji hin îşan hez nakin, lê dîsa jî, ji ber ku em ji wî hez dikin, em van îşan dikin. Çawa ku Yehowa Pawlosê şandî bibereket kiribû, ewê xîreta me jî bibereket bike (Zebûr 126:5). Gava em dibînin ku Yehowa me bibereket dike, xwestina me zêde dibe. Xwişka me Lucyna, ji Polonyayê, dibêje: “Hin caran, kêfa min tune bû derkevim xizmetê, bi xisûsî gava ez westiyayî bûm. Lê piştî xizmetê dilê min xweş dibû. Ev yek bereketa Xwedê bû!” Îcar gava xwestina me kêm be yan tune be, em dikarin çi bikin?

11. Yehowa çawa dikare alî me bike ku em ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin?

11 Ji bo xwegirtinê dua bike. Xwegirtin tê maneya ku kesek hîs û kirinên xwe kontrol dike. Ev gotin nîşan dide ku gerek em xwe ji kirinên xerab dûr bigirin. Ji xeynî vê yekê, ji bo ku em tiştên qenc bikin – bi xisûsî eger wezîfeyek zehmet be yan jî eger xwestina me tune be – ji me re xwegirtin lazim e. Ji bîr neke, xwegirtin yek ji sifetên berê ruhê pîroz e. Loma ji bo ruhê pîroz dua bike, da ku tu bikarî vî sifetê muhîm bi pêş bixî (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23). David, ê ku me berê behsa wî kiribû, dibêje ku duayê çawa alî wî kiriye. Wî dixwest ku lêkolîna şexsî bi dewamî derbas bike. Ew dibêje: “Min ji Yehowa re dua dikir ku bila ew xwegirtinê bide min. Bi alîkariya wî, min dest bi bernameyeke baş a lêkolînê kiriye, û min ev yek bi dewamî dikir.”

12. Waiz 11:4 çawa alî me dike ku em bigihîjin hedefa xwe?

12 Li benda şert û mercên bêqisûr nemîne. Di vê dinyayê de, dibe ku şert û mercên bêqisûr tu caran çênebin. Eger em li hêviya wan bimînin, belkî em qet negihîjin hedefa xwe (Waiz 11:4 bixwîne). Birayekî bi navê Dayniel dibêje: “Şert û mercên bêqisûr çênabin. Lê gava em dest pê dikin, deriyên nû vedibin.” Paul, birayekî ji Ûgandayê, qala sebebekî din dike ku çima gerek em hedefên xwe bi derengî nexin: “Çi qas zehmet be jî, gava em dest pê dikin, em fersendê didin Yehowa ku me bibereket bike” (Maleyaxî 3:10).

13. Destpêkirina bi gavên biçûk çima bifeyde ye?

13 Bi gavên biçûk dest pê bike. Hin caran xwestina me tune ye, çimkî dibe ku gihîştina hedefa me zehmet xuya dike. Eger halê te wisa be, ma tu nikarî bi gavên biçûk dest pê bikî? Eger hedefa te ev be ku tu sifetekî xwe bi pêş bixî, xîret bike ku tu di tiştên biçûk de jî vî sifetî nîşan bidî. Eger hedefa te ev be ku tu temamiya Kitêba Pîroz bixwînî, tu dikarî bi qismên biçûk dest pê bikî. Birayê me Tomáš tîne zimên ku ji bo wî gelek zehmet bû ku Kitêba Pîroz di salekê de bixwîne: “Min fehm kir ku min pir zû dixwend. Loma min qerar da ku dîsa dest pê bikim, lê îcar, min her roj tenê çend ayet dixwendin û li ser wan kûr difikirîm. Bi vî awayî, min ji xwendinê kêf distand.” Ji ber ku Tomáš ji xwendinê kêf distand, wî dixwest zêdetir bixwîne. Dawiya dawî, wî temamiya Kitêba Pîroz xwend. c

CESARETA XWE WINDA NEKE

14. Kîjan zehmetî dikarin derkevin pêşiya me?

14 Xwestina me çi qas hebe yan em çi qas xîret bikin jî, dibe ku hinek zehmetî derkevin pêşiya me. Mesela, hin tiştên ku ji nişka ve diqewimin dikarin wexta ku ji bo gihîştina hedefa me lazim e ji me bistîne (Waiz 9:11, NWT). Carinan em dikarin ji ber problemên xwe qewet û cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 24:10). Yan dibe ku qisûrdariya me li ser me tesîr bike ku em ji armanca xwe dûr bikevin (Romayî 7:23). Yan jî, dibe ku em xwe westiyayî hîs dikin (Metta 26:43). Çi dikare alî me bike ku em van rojên dijwar derbas bikin?

15. Eger asteng derkevin meydanê, gelo ev yek tê maneya ku emê negihîjin hedefa xwe? Zelal bike (Zebûr 145:14).

15 Eger tiştek bibe sebeb ku tu negihîjî hedefa xwe, ev yek nayê maneya ku ne lazim e ku tu xîret bikî. Kitêba Pîroz dibêje ku zor û zehmetî dikarin gelek caran derkevin pêşiya me. Lê dîsa jî, Peyva Xwedê dibêje ku bi alîkariya Yehowa, em dikarin bi ser bikevin (Zebûr 145:14 bixwîne). Birayê me Philip dibêje ku pîvana serkeftinê çi ye: “Serkeftina min ne bi vê yekê ve girêdayî ye ku ez çend caran dikevim, lê bi vê yekê ve girêdayî ye ku ez dîsa radibim ser xwe û riya xwe dewam dikim.” David dibêje: “Ez xîret dikim ku van rojên xerab ne wek asteng, lê wek fersendekê bibînim ku ji Yehowa re nîşan bidim ku ez çi qas ji wî hez dikim.” Belê, kesê ku xîret dike ku li gel astengan bigihîje hedefa xwe îsbat dike ku ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike. Gava Yehowa xîreta me dibîne, ew ji me razî dibe!

16. Em dikarin ji astengên ku derdikevin meydanê çi bielimin?

16 Ji astengên ku derdikevin meydanê bielime. Li ser sebebên astengan bifikire û ji xwe bipirse: “Ji bo ku ew asteng dîsa dernekeve meydanê, ez dikarim çi bikim?” (Methelokên Silêman 27:12). Car caran astengên ku derdikevin meydanê nîşan didin ku gihîştina vê hedefê ji bo te ne mumkin e. Loma, hedefa xwe dîsa bîne ber çavê xwe û bifikire ka ew ji bo te bi rastî minasib e yan na. d Eger tu negihîjî hedefeke nemaqûl, nefikire ku Yehowa te wek yekî neserkeftî dibîne! (2. Korîntî 8:12).

17. Çima gerek em ji bîr nekin ku me heta niha çi bi dest xistiye?

17 Ji bîr neke ku te heta niha çi bi dest xistiye. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we … ji bîr bike” (Îbranî 6:10). Van gotinan ji bîr neke! Li ser hedefên ku tu jixwe gihîştiye wan bifikire, mesela wek pêşveçûna dostaniya bi Yehowa re, belavkirina xebera xêrê yan jî binavbûna te. Çawa ku tu berê bi pêş ve çûyî û gihîştî hedefên ruhî, tu dikarî bi dewamî bi pêş ve herî û bigihîjî hedefên xwe yên nû (Filîpî 3:16).

Ji rêwîtiya xwe kêfê bistîne (Li paragrafa 18an binêre)

18. Gava em xîret dikin ku bigihîjin hedefa xwe, gerek em çi ji bîr nekin? (Li resim jî binêre.)

18 Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî hedefa xwe. Çawa ku qeyîkvanek digihîje hedefa xwe û ji rêwîtiya xwe kêfê distîne, tu jî dikarî bigihîjî hedefa xwe û jê kêfê bistînî. Gava tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa xwe, ji bîr neke ku heta niha, Yehowa çawa alîkariya te kiriye û xîreta te bibereket kiriye (2. Korîntî 4:7). Eger tu dev ji hedefa xwe bernedî, tuyê bereketên hê jî mezintir bistînî! (Galatî 6:9).

KILAM 126 Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be

a Teşkîlata Yehowa gelek caran dilê me xurt dike ku em ji xwe re hedefên ruhî deynin. Lê eger me ji xwe re hedefek danîbe û hê negihîştibin wê, em dikarin çi bikin? Fikrên ku di vê meqaleyê de derbas dibin dikarin alî me bikin ku em bigihîjin hedefa xwe.

b NOT: Hedefeke ruhî tê maneya ku em xîret dikin ku zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikin û dilê wî şa bikin. Mesela, belkî tu dixwazî li ser sifetên xwe bişixulî yan jî di warên wek xwendina Kitêba Pîroz, lêkolîna şexsî, yan belavkirina xebera xêrê de bi pêş bikevî.

d Ji bo zêdetir melûmatan, li meqaleya bi navê “Bila Hêviyên Te Maqûl Bin, û Dilxweş Be” (Birca Çavdêriyê, 15 Tîrmeh 2008, bi zimanê Îngilîzî) binêre.