Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21

Yehowa Çawa Cewabê Dide Duayên Me?

Yehowa Çawa Cewabê Dide Duayên Me?

“Eger em bizanin ku em her çi bixwazin [Xwedê] guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine” (1. YÛHENNA 5:15).

KILAM 41 Bavo, Guh Bide Me

PÊŞGOTIN a

1-2. Belkî em carinan di heqê duayên xwe de çi meraq dikin?

 TE QET meraq kiriye ka Yehowa cewabê dide duayên te yan na? Eger wisa be, ne tenê tu, lê gelek xwişk û bira vê yekê meraq dikin, bi xisûsî gava ew rojên zehmet derbas dikin. Dema ku em kul û derdan dikişînin, belkî em bi zelalî nabînin ka Yehowa bi rastî guh dide duayên me.

2 Emê niha bibînin ku em çima dikarin emîn bin ku Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe (1. Yûhenna 5:15). Wekî din, emê bala xwe bidin van pirsan: Çima carinan wisa xuya dike ku tu dibêjî qey Yehowa cewabê nade duayên me? Gelo Yehowa çawa cewabê dide duayên me?

YEHOWA CARINAN NE WEK KU EM DIXWAZIN CEWABÊ DIDE DUAYÊN ME

3. Yehowa çima dixwaze ku em ji wî re dua bikin?

3 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji dil ji me hez dike û em li ber çavê wî pir biqîmet in (Hagay 2:7; 1. Yûhenna 4:10). Ji ber vê yekê, ew dilê me xurt dike ku em bi riya duayê alîkariyê ji wî bixwazin (1. Petrûs 5:6, 7). Ew dixwaze ku em nêzîkî wî bimînin û li hemberî zehmetiyên xwe bi ser bikevin.

Gava Yehowa Dawid ji destê dijminan xelas kir, wî cewaba duayên wî da (Li paragrafa 4an binêre)

4. Em ji ku dizanin ku Yehowa cewaba duayên xizmetkarên xwe dide? (Li resim jî binêre.)

4 Di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Yehowa gelek caran cewaba duayên xizmetkarên xwe dabû. Ka bala xwe bide mîsala Dawid Padîşah. Di temamiya emrê wî de, tim dijminên wî hebûn, û wî gelek caran alîkarî ji Yehowa dixwest. Carekê, wî ji dil got: “Duaya min bibihîze, ya Xudan, goh bide lavakirina min! Bi dilsoziya xwe, bi rastdariya xwe min bibersivîne!” (Zebûr 143:1). Yehowa duaya Dawid bihîst û ew xelas kir (1. Samûyêl 19:10, 18-20; 2. Samûyêl 5:17-25). Dawid bi baweriyeke qewî got: “Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê.” Em jî dikarin bi rastiya van gotinan bawer bin (Zebûr 145:18).

Gava Yehowa qewet da Pawlosê sandî ku sebir bike, wî cewaba duayên wî da (Li paragrafa 5an binêre)

5. Di demên berê de, gelo Yehowa her tim li gor xwestina xizmetkarên xwe cewab dida duayên wan? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.)

5 Yehowa carinan ne wek ku em dixwazin, lê bi awayekî din cewabê dide duayên me. Ka bala xwe bide mîsala Pawlosê şandî. Wî ji Xwedê rica dikir ku bila ew ‘striyê’ ku di bedena wî de hebû, jê derxe. Pawlosê şandî sê caran bi xisûsî di heqê vî derdê xwe de dua kir. Gelo Yehowa cewab da van duayan? Erê, lê ne wek ku Pawlos hêvî dikir. Li şûna ku ew wî ji vî derdî xelas bike, Yehowa qewet da wî, da ku ew tim bikare bi dilsozî ji wî re xizmetê bike (2. Korîntî 12:7-10).

6. Hin caran, çima wisa xuya dike ku tu dibêjî qey Yehowa cewabê nade duayên me?

6 Hin caran, dibe ku em cewaba duayên xwe ne wek ku em dixwazin, lê bi awayekî din bistînin. Em dikarin emîn bin ku Yehowa rind dizane ku çawa alî me bike. Ew dikare “ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike” (Efesî 3:20). Ji ber vê yekê, ew dikare ne wek ku em dixwazin û difikirin, lê di demeke cuda de yan jî bi awayekî din cewabê bide duayên me.

7. Çima gerek em carinan duayên xwe li gor daxwaza Xwedê serrast bikin? Mîsalekê bide.

7 Gava em bi zelalî fehm bikin ku daxwaza Yehowa çi ye, gerek em duayên xwe li gor daxwaza wî serrast bikin. Ka bala xwe bide mîsala birayê me Martin Pötzinger. Wexteke kin piştî ku ew zewicî, ew ket kampa Naziyan. Di serî de, wî ji Yehowa rica dikir ku bila ew ji kampê derkeve, da ku ew pîreka xwe xwedî bike û xebera xêrê belav bike. Lê piştî du heftiyan, wî qet nîşanek nedît ku Yehowa wê wî ji kampê derxe. Loma wî ji wê demê û pê ve wisa dua dikir: “Yehowa, ji kerema xwe re ka nîşanî min bide ku tu dixwazî ez çi bikim.” Paşê, wî bala xwe dida halê birayên din ên di kampê de. Gelekan ji wan xema malbatên xwe dixwar. Paşê jî, birayê Pötzinger wisa dua dikir: “Yehowa, şikir ji te re ji bo vê wezîfeya nû. Alî min bike ku ez dilê birayên xwe xurt bikim û cesaretê bidim wan.” Wî neh salên din ên di kampê de bi vî awayî derbas kirin!

8. Gava em dua dikin, gerek em çi ji bîr nekin?

8 Gerek em ji bîr nekin ku Yehowa wê mexseda xwe li gor plana xwe bîne cih. Mexseda wî ev e ku hemû problemên ku dibin sebebê kul û derdan ji holê rake – wek felaketên tebîetê, nexweşî û mirinê. Yehowa wê mexseda xwe bi destê hukimdariya xwe bîne cih (Danîêl 2:44; Peyxam 21:3, 4). Lê heta hingê, Yehowa dihêle ku Îblîs li ser vê dinyayê hukim bajo b (Yûhenna 12:31; Peyxam 12:9). Eger Yehowa problemên dinyayê niha çareser bikira, wê wisa xuya bikira ku tu dibêjî qey hukimdariya Îblîs serkeftî ye. Rast e, em li bendê ne ku sozên Yehowa Xwedê bên cih, lê ew me bê alîkarî nahêle. Niha emê bibînin ku Yehowa çawa alîkariya me dike.

YEHOWA BI GELEK AWAYAN CEWABÊ DIDE DUAYÊN ME

9. Yehowa çawa dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin? Mîsalekê bide.

9 Ew hîkmetê dide me. Yehowa soz dide ku ewê hîkmeta xwe bide me, da ku em qerarên baş bidin. Hîkmeta Xwedê bi xisûsî ji bo qerarên ku li ser temamiya jiyana me tesîr dikin ji me re lazim e, mesela gava em difikirin ka em bizewicin yan na (Aqûb 1:5). Ka bala xwe bide mîsala xwişka me Mariayê c. Wê bi dilxweşî wek pêşenga daîmî xizmet dikir. Lê rojekê, wê birayek nas kir. Ew dibêje: “Her ku hevaltiya me bi pêş ve diçû, me zêdetir ji hevdû hez dikir. Min dizanibû ku gerek ez qerarekê bidim. Loma min ji bo vê meseleyê pir dua dikir. Ez hewceyî rêberiya Yehowa bûm, lê min dizanibû ku Yehowa wê li şûna min qerarê nede.” Mariayê ji Yehowa hîkmet dixwest, û wê hîs dikir ku Yehowa dengê wê dibihîst. Gelo çawa? Gava ku wê di weşanên me de lêkolîn dikir, wê meqaleyên baş ji bo pirsên xwe dîtin. Wekî din, şîreta dayika wê alî wê kir ku ew li ser hîsên xwe kûr bifikire. Dawiya dawîn, wê qerareke baş da.

Yehowa çawa qewetê dide me ku em sebir bikin? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Li gor Filîpî 4:13, Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.)

10 Xwedê qewetê dide me ku em sebir bikin. Çawa ku Yehowa qewet dabû Pawlosê şandî, ewê qewetê bide me jî ku em li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin (Filîpî 4:13 bixwîne). Ka bala xwe bidê ku Yehowa çawa alî birayekî bi navê Benjamin kiriye. Di ciwaniya xwe de, Benjamin û malbata wî bi gelek salan li Afrîkayê di kampên penaberan de diman. Benjamin dibêje: “Min tim ji Yehowa re dua dikir û jê dixwest ku qewetê bide min, da ku ez bikarim dilê wî xweş bikim. Îcar Yehowa hiş û dilê min rihet dikir, qewet dida min ku ez xebera xêrê bi dewamî belav bikim, û wî bi riya weşanan alî min dikir ku ez di baweriyê de qewî bimînim.” Wekî din, ew dibêje: “Min ji xwendina serpêhatiyên xwişk û birayan fehm dikir ku Yehowa çawa qewet dida wan ku ew sebir bikin. Vê yekê dilê min xurt dikir ku ez bi Xwedê re sadiq bimînim.”

Gelo Yehowa bi destê xwişk û birayan qet alîkariya te kiriye? (Li paragrafên 11 û 12an binêre) d

11-12. Yehowa çawa dikare bi destê xwişk û birayan cewaba duayên me bide? (Li resim jî binêre.)

11 Xwedê bi destê xwişk û birayan alîkariya me dike. Di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji dil ji Yehowa re dua kir. Wî ji Yehowa lava dikir ku bila ew li ber çavê xelkê wek yekî kafir neyê hesibandin. Yehowa yek ji birayên wî, yanî melekek şand ku dilê Îsa Mesîh xurt bike (Lûqa 22:42, 43). Îro jî, Yehowa dikare bi destê xwişk û birayan, mesela yên ku telefonî me dikin yan jî tên ziyareta me, alîkariya me bike. Em gişt dikarin li fersendan bigerin û hevdû bi gotinên xweş ava bikin (Methelokên Silêman 12:25).

12 Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Miriamê. Piştî mirina zilamê wê bi çend heftiyan, Miriam bi tena serê xwe li malê bû. Ew xemgîn bû, û dilê wê pir diêşiya. Ew tim digiriya, û lazim bû ku ew dilê xwe ji kesekî re veke. Ew dibêje: “Qeweta min tune bû ku telefonî kesekî bikim, loma min ji Yehowa re dua kir. Hîn ku ez digiriyam û min dua dikir, zengilê telefona min lêda. Ew rîspiyek bû, dostekî qenc.” Wî û xanima wî bi gotinên xweş dilê Miriamê rihet kir. Miriam bawer dike ku Yehowa bi destê vî birayî alîkariya wê kiriye.

Yehowa çawa dikare li ser kesên din tesîr bike, da ku ew alî me bikin? (Li paragrafên 13 û 14an binêre)

13. Yehowa çawa dikare bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne cewabê bide duayên me? Mîsalekê bide.

13 Xwedê dikare bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne jî alîkariya me bike (Methelokên Silêman 21:1). Hin caran, Yehowa bi destê kesên ku ji wî re îbadetê nakin cewaba duayên xizmetkarên xwe dide. Mesela, ji bo ku Nehemya vegere Orşelîmê û bajêr ji nû ve ava bike, Yehowa li ser Artahşasta Padîşah tesîr kir ku ew îzna çûyînê bide wî (Nehemya 2:3-6). Îro jî, Yehowa dikare bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne alîkariya me bike.

14. Serpêhatiya xwişka me Sû Hîngê çawa dilê te xurt dike? (Li resim jî binêre.)

14 Xwişkeke bi navê Sû Hîng bawer dike ku Yehowa bi destê doktorekî alî wê kiriye. Kurê wê ji gelek nexweşiyên psîkolojîk êş dikişand. Piştî ku wî qezayeke giran derbas kir, dê û bavê wî ji bo ku wî xwedî bikin dev ji karên xwe berda. Di netîceyê de, rewşa wan ji aliyê madî ve nebaş bû. Xwişka me got ku derdê wê ew qas giran bû ku wê nema dikaribû sebir bikira. Wê ji Yehowa re dua kir, dilê xwe ji wî re vekir û alîkarî jê xwest. Doktorê kurê wê qerar da ku çareyekê ji wan re bibîne. Bi alîkariya wî, wan ji dewletê destek stand û ji xwe re maleke erzan dît. Paşê, xwişka me got: “Me dît ku destê Yehowa Xwedê li ser me ye. Ew bi rastî ‘duayan dibihîze’” (Zebûr 65:2).

JI BO DÎTIN Û QEBÛLKIRINA CEWABA YEHOWA BAWERÎ LAZIM E

15. Xwişkekê çawa fehm kir ku Yehowa cewab daye duayên wê?

15 Yehowa bi gelemperî ne bi awayekî berbiçav cewabê dide duayên me. Lê cewabên ku em distînin alî me dikin ku em ji Bavê xweyî ezmanî re dilsoz bimînin. Loma bala xwe bidê ku Yehowa çawa cewabê dide duayên te. Xwişkeke bi navê Yoko difikirî ku Yehowa cewabê nade duayên wê. Lê paşê, wê dest bi nivîsîna tiştên ku ji Yehowa xwestibûn kir. Piştî wextekê, gava wê li deftera xwe mêze kir, wê fehm kir ku Yehowa cewaba gelek duayên wê – heta yên ku wê ji bîr kiribûn jî – daye. Hin caran, gerek em bifikirin ku Yehowa çawa cewab daye duayên me (Zebûr 66:19, 20).

16. Di warê duayê de, em çawa dikarin baweriya xwe nîşan bidin? (Îbranî 11:6)

16 Gelo em çawa dikarin baweriya xwe nîşan bidin? Ewilî, gerek em ji Yehowa re dua bikin. Dû re, cewab her çi be jî, gerek em van cewaban qebûl bikin (Îbranî 11:6 bixwîne). Ka mîsala birayê me Mike û xanima wî Chrissy’yê bîne ber çavê xwe. Hedefa wan ew bû ku li Beytelê xizmetê bikin. Mike dibêje: “Me gelek salan kaxiza ji bo xizmeta li Beytelê tije dikir û tim ji bo vê hedefê dua dikir, lê em qet nehatin dawetkirin.” Mike û Chrissy emîn bûn ku Yehowa baştir dizane ku wan çawa di xizmeta xwe de bi kar bîne. Çi ji destê wan dihat wan dikir. Wan wek pêşengên daîmî li cihên ku alîkarî lazim bû xizmet dikir, û wan piştgiriya projeyên avakirinê dikir. Îro Mike wek çavdêrê herêmê xizmetê dike. Mike dibêje: “Yehowa hin caran ne li gor daxwaza dilê me, lê bi awayên hê jî baştir cewaba duayên me dida.”

17-18. Li gor Zebûr 86:6, 7, em dikarin baweriya xwe bi çi bînin?

17 Zebûr 86:6, 7 bixwîne. Dawid Padîşah bawer dikir ku Yehowa duayên wî hem dibihîze hem jî dibersivîne. Tu jî dikarî baweriya xwe bi vê yekê bînî. Mîsalên di vê meqaleyê de nîşan didin ku Yehowa dikare hîkmet û qewetê bide me ku em sebir bikin. Dibe ku ew bi destê xwişk û birayan yan jî heta bi destê kesên ku ne xizmetkarên wî ne alîkariya me bike.

18 Em dizanin ku Yehowa cewabê dide duayên me, lê hin caran ne wek ku em dixwazin. Tiştên ku ji me re lazim in ew tam di wexta rast de dide me. Loma her gav dua bike û bawer bike ku Yehowa dengê te dibihîze. Tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê xwedî li te derkeve û di dinyaya nû de, ewê hemû “daxwazên dilê te bi cih bîne” (Zebûr 37:4).

KILAM 46 Em ji Te re Şikurdar in, Yehowa

a Yehowa soz dide me ku eger duayên me li gor daxwaza wî bin, ewê cewabê bide me. Gava em dikevin tengasiyê, em dikarin bawer bin ku Xwedê wê alî me bike ku em jê re dilsoz bimînin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çawa cewaba duayên me dide.

b Meqaleya bi navê “Bala Xwe Bide Doza Herî Mezin” şîrove dike ku Yehowa çima îznê dide ku Îblîs li ser vê dinyayê hukim bike (Birca Çavdêriyê, Hezîran 2017).

c Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

d RESIM: Dayikek û keçika wê koçberî welatekî din bûne. Li wê derê, xwişk û bira bi dilgermî bixêrhatina wan dikin û alîkariya wan dikin.