PROJEYA LÊKOLÎNÊ
Em Çawa Dikarin li hemberî Neheqiyê Sebir Bikin?
1. Mûsa 37:23-28; 39:17–23 bixwîne. Bibîne ku Ûsiv li hemberî neheqiyê çawa sebir dikir.
Li ayetên berê û paşê binêre. Çima neheqî li wî hat kirin? (1. Mûsa 37:3-11; 39:1, 6-10). Ûsiv çi qas wext li hemberî neheqiyê tehemul dikir? (1. Mûsa 37:2; 41:46). Yehowa çawa alî Ûsiv dikir, lê Yehowa çi nekir? (1. Mûsa 39:2, 21; w23.01 17 par. 13)
Lêkolîn bike. Kitêba Pîroz nabêje ku Ûsiv derxist meydanê ku gotinên pîreka Potîfar îftira ne. Ayetên jêrîn çawa dikarin nîşanî me bidin ku Ûsiv belkî çima dengê xwe nekir û Kitêba Pîroz çima bi eşkereyî behsa her tiştî nake? (Methelokên Silêman 20:2; Yûhena 21:25; Karên Şandiyan 21:37). Dibe ku kîjan sifetan alî Ûsiv dikir ku ew li hemberî neheqiyê sebir bike? (Mîka 7:7; Lûqa 14:11; Aqûb 1:2, 3)
Dersên ji bo te. Ji xwe wisa bipirse:
-
“Ji ber ku ez şagirtekî Îsa Mesîh im, ez dikarim rastî çi neheqiyê bêm?” (Lûqa 21:12, 16, 17; Îbranî 10:33, 34)
-
“Ez çawa dikarim xwe hazir bikim, da ku ez li hemberî neheqiyê sebir bikim?” (Zebûr 62:7, 8; 105:17-19; w19.07 2-7)