Here Naverokê

Here naverokê

Aliyê Serweriya Yehowa bigire!

Aliyê Serweriya Yehowa bigire!

“Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin” (PEY. 4:11).

KILAM: 12, 150

1, 2. Gerek em ji çi emîn bin? (Li resmê ewilî binêre.)

DI MEQALEYA berê de, me dîtibû ku Îblîs îdîa dike ku heqê Yehowa tune ku ew serwer be. Li gor Şeytan, eger însan li ser xwe bi xwe hikumdarî bikin, ewê hê dilşadtir bibin. Gelo ev rast e? Eger mirovên ku xwest li ser xwe bi xwe hikum biajon bikaribûya heta bi hetayê bijiyana, gelo ewê hê dilşadtir bibûna? Eger tu bi temamî bi destê xwe bibûyayî û heta bi hetayê bijiyayî, gelo tu hê dilşadtir bibûyayî?

2 Tu kes nikare li dewsa te cewabên van pirsan bide. Gerek her kes xwe bi xwe li ser vê bifikire. Bi vî awayî wê bê fehmkirin ku serweriya Xwedê rast e. Hikumdariya wî, hikumdariya herî baş e, û gerek em wê bi dil û can destek bikin. Kitêba Pîroz rêyî me dide ku em çima dikarin ji vê emîn bin. Mesela, bila em bibînin ku Kitêba Pîroz der heqê meşrûtiya serweriya Yehowa de çi dibêje.

HEQÊ HIKUMAJOTINÊ AÎDÎ YEHOWA YE

3. Serwerê meşrû çima tenê Yehowa ye?

3 Yehowa Serwerê meşrû yê kaînatê ye, çimkî ew karîndarê her tiştî û Afirandêr e (1. Dîr. 29:11; Kar. 4:24). Li Peyxam 4:11, 144.000 hevhikumdarên ezmanî yên Mesîh wisa dibêjin: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene.” Belê, ji ber ku Yehowa her tişt afirandin, heqê wî heye ku ew li ser însan û melekan hikum bajo.

4. Serhildana li ber serweriya Xwedê çima îstismara îradeya azad e?

4 Şeytan tiştek neafirandiye. Ji ber vê yekê, heqê wî tune ku ew serwerê kaînatê be. Gava wî û mirovên pêşîn serê xwe li ber serweriya Yehowa hilda, wan kustehî kir (Yêr. 10:23). Rast e ku ji ber ku ew bi îradeya azad hatibûn afirandin, wan karibû riya serxwebûnê hilbijêrin. Lê gelo heqê wan hebû ku ew wisa bikin? Na. Bi îradeya azad, em dikarin gelek qerarên rojane bidin. Lê îradeya azad heq nade me ku em serê xwe li ber Afirandêr hildin. Aşkera ye ku serhildana li ber Yehowa, îstismara îradeya azad e. Lazim e ku em di bin hikumdariya adil a Yehowa de bimînin.

5. Em çima dikarin bawer bin ku qerarên Xwedê adil in?

5 Sebebeke din jî heye ku Yehowa çima Serwerê meşrû ye. Yehowa selahiyeta xwe bi edaleta bêkêmahî tîne cih. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji edaletê ‘hez dike’ (Yêr. 9:24). Ji bo ku ew fehm bike ku çi adil û heq e, îhtiyaca wî tune ku ew li qanûnên însanên qisûrdar binêre. Wî li gor edaleta xwe ya bêqisûr qanûnên nivîsî dane însanan. Kitêba Pîroz ji bo Xwedê wisa dibêje: “Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye.” Loma em dikarin bawer bin ku hemû qanûn, qaîde û qerarên wî rast in (Zeb. 89:14; 119:128). Şeytan îma dike ku serweriya Yehowa ne baş e, lê wî jî bi xwe heta niha edalet neaniye dinyayê.

6. Çima heqê Yehowa heye ku ew li ser dinyayê hikum bajo?

6 Ji xeynî vê, Yehowa Serwerê meşrû ye ji bo ku ew xwediyê zanîn û hîkmetê ye, yên ku ji bo xwedîkirina kaînatê lazim in. Mesela, Xwedê qudret dida Kurê xwe ku ew nexweşiyên bêçare tedawî bike (Met. 4:23, 24; Mar. 5:25-29). Di çavê Yehowa de, ew ne mucîze ye, çimkî ew dizane ku beden çawa dixebite û ew dikare her nexweşiyê qenc bike. Wekî din, ew dikare miriyan rake û felaketên tebietê rawestîne.

7. Hîkmeta Yehowa ji hîkmeta dinyaya li bin destê Şeytan çima bilindtir e?

7 Dinyaya li bin bandora Şeytan nikare di nav milet û welatan de selamet bîne. Tenê Yehowa dikare bi hîkmeta xwe li hemû dinyayê selamet bîne (Îşa. 2:3, 4; 54:13). Her ku em der heqê zanîn û hîkmeta Yehowa de dielimin, dilê me bicoş dibe. Pawlosê şandî bi îlhama Xwedê wisa nivîsand: “Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!” (Rom. 11:33).

YEHOWA HIKUMDARÊ HERÎ BAŞ E

8. Hikumdariya Yehowa çima ji te re xweş tê?

8 Kitêba Pîroz hem meşrûtiya hikumdariya Yehowa teyîd dike hem jî nîşan dide ku serweriya wî çima serweriya herî baş e. Yek ji sebeban ev e ku ew bi hezkirinê hikum diajo. Gava em dibînin ku ew serweriya xwe çawa tîne cih, em jê zêdetir hez dikin. Ew “Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e” (2. Mû. 34:6). Xwedê hurmet û rûmet dide xizmetkarên xwe. Ew ji me rindtir dizane ku çi ji bo me baş e. Tersî îdîaya Îblîs, Yehowa tiştên baş ji me venaşêre. Bi ser de, wî Kurê xweyî hêja feda kir ku em karibin heta bi hetayê bijîn! (Zebûr 84:11; Romayî 8:32 bixwîne).

9. Em ji ku dizanin ku Xwedê bi her kesî ve eleqedar dibe?

9 Yehowa ne tenê bi civaka xwe ve, lê yek bi yek bi her kesî ve eleqedar dibe. Mesela, di hundirê sê sed salî de, Yehowa miletê Îsraêl bi navgîniya hakiman ji destê zaliman difilitand. Di wê dema geremoliyê de, Yehowa dîsa jî bala xwe da jinikeke xerîb a bi navê Rût. Wê gelek tişt feda kir ku ew bibe xizmetkara Yehowa. Ji bo vê, Yehowa ew bibereket kir û zilam û kurek da wê. Bi ser de, gava Rût wê ji miriyan bê rakirin, ewê bibihîze ku kurê xwe yekî ji bavikên Îsa Mesîh bû. Wekî din, ewê bibîne ku serpêhatiya xwe di kitêbeke Kitêba Pîroz de hatibû qeyd kirin û ev kitêb, bi navê wê hatibû bi nav kirin! (Rût 4:13; Met. 1:5, 16).

10. Serweriya Yehowa çawa ye?

10 Hikumdariya Yehowa ne sert e ne jî zalim e. Ew azadiyê tîne û mirovan bextewar dike (2. Kor. 3:17). Dawid der heqê Yehowa de wisa got: “Bilindayî û mezinayî li ber wî ne; qudret û kêfxweşî li cîhê ku ew lê rûdinê ne” (1. Dîr. 16:7, 27). Zebûrbêj Eytan jî wisa nivîsî: “Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre! Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan. Tevahiya rojê bi navê te şa dibin, û bi rastdariya te bilind dibin” (Zeb. 89:15, 16).

11. Em çawa dikarin zêdetir bawer bin ku serweriya Yehowa, serweriya herî baş e?

11 Eger em her tim kûr bifikirin ku Yehowa çi qas qenc e, emê zêdetir bawer bin ku hikumdariya wî, hikumdariya herî baş e. Wek zebûrbêj, emê jî wisa bibêjin: “Rojeke li hewşên te, ji hezar rojan çêtir e” (Zeb. 84:10). Ji ber ku Yehova em ji hezkirinê afirandine, ew dizane ku ji me re çi lazim e ku em bi rastî dilşad bin, û ew hewcedariyên me bi zêdehî tedarek dike. Yehowa ji me çi bixwaze jî, ji bo xêra me ye. Eger em daxwazên wî bi fedakarî bînin cih, emê di netîceyê de pir bextewar bibin (Îşaya 48:17 bixwîne).

12. Em herî zêde ji bo çi dixwazin aliyê serweriya Yehowa bigirin?

12 Kitêba Pîroz dibêje ku piştî Hikumdariya Hezar Salî ya Îsa Mesîh, hinek wê serê xwe li ber serweriya Yehowa hildin (Pey. 20:7, 8). Gelo sebeb wê çi be? Piştî ku Îblîs wê ji zindanê bê berdan, ewê bixwaze însanan bixapîne. Wek wî her tim kiriye, ewê bêguman dîsa xweperestiyê bixebitîne. Dibe ku Şeytan wê mirovan bide bawer kirin ku ji bo ku ew karibin heta bi hetayê bijîn, ne lazim e ku ew guh bidin Yehowa. Helbet ev ne rast e. Lê pirsa muhîm ev e: Gelo îdîayeke wisa wê ji me re cazîb bê? Eger em ji Yehowa hez dikin û jê re xizmet dikin ji bo ku ew qenc e û Serwerê meşrû yê kaînatê ye, emê dereweke wisa red bikin. Emê bixwazin tenê di bin serweriya Yehowa ya meşrû û dilovan de bijîn.

BI DILSOZÎ ALIYÊ SERWERIYA XWEDÊ BIGIRE

13. Em çawa dikarin nîşan bidin ku me aliyê Xwedê girtiye?

13 Bêguman lazim e ku em pişta serweriya Yehowa bi dil û can bigirin. Wek me dîtiye, heqê hikumajotinê aîdî wî ye, û hikumdariya wî hikumdariya herî baş e. Eger em dixwazin aliyê serweriya Yehowa bigirin, gerek em bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bikin. Wekî din, em dikarin çi bikin? Em dikarin di hemû hal û hereketên xwe de Yehowa ji xwe re bikin nimûne. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku me aliyê hikumdariya wî girtiye û em jê hez dikin (Efesî 5:1, 2 bixwîne).

14. Kalên civatê û serên malbatê çawa dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

14 Em ji Kitêba Pîroz elimîne ku Yehowa selahiyeta xwe bi hezkirinê tîne cih. Li gor vê, serên malbatê û kalên civatê, yên ku ji serweriya wî hez dikin, daxwazkar nabin – wekî ku serweriya wane biçûk heye. Li şûna vê, ewê her tim wek Yehowa bikin. Pawlos jî Xwedê û Kurê wî ji xwe re kiribû nimûne (1. Kor. 11:1). Pawlos kesên din şermezar nedikir û zor li wan nedida ku ew li gor daxwaza wî hereket bikin. Na, wî ji wan rîca dikir (Rom. 12:1; Ef. 4:1; Flm. 8-10). Yehowa jî wisa dike. Ji ber vê yekê, lazim e ku her kesê ku ji hikumdariya wî hez dike û aliyê vê hikumdariyê digire wisa bike.

15. Gerek em çima hurmet bidin kesên ku ji aliyê Yehowa ve selahiyet standiye?

15 Em li kesên ku ji Xwedê selahiyet standiye çawa dinêrin? Hurmet û hevkarîkirina me wê nîşan bide ku me aliyê serweriya Yehowa girtiye. Eger em fehm nekin ku qerarek çima hatiye dayîn an eger em ji qerarekî razî nebin jî, em dîsa jî dixwazin nîzama teokratîk destek bikin. Însanên vê dinyayê wisa nakin, lê eger em dixwazin di bin serweriya Yehowa de bijîn, gerek em wisa bikin (Ef. 5:22, 23; 6:1-3; Îbr. 13:17). Eger em wisa bikin, emê feyde bibînin, çimkî Xwedê xêra me dixwaze.

16. Gerek em qerarên xwe çawa bidin?

16 Ji xeynî vê, em dikarin bi qerarên xwe nîşan bidin ku em pişta serweriya Xwedê digirin. Yehowa ji bo her tiştî qanûnan nade, lê ew fikrên xwe ji me re eyan dike û wisa ji me re rê nîşan dide. Mesela, ew bi teferûat nabêje ku gerek şagirtên Îsa çi cure kincan li xwe bikin. Ew tenê dibêje ku gerek şagirtên Îsa bi şekil û şemala xwe bi edeb û mutewazî bin (1. Tîm. 2:9, 10). Wekî din, ew dixwaze ku em wijdana kesên din bi qerarên xwe neêşînin (1. Kor. 10:31-33). Eger em qerarên ne tenê li gor tercîhên xwe, lê herî zêde li gor fikrên Yehowa bidin, emê wisa nîşan bidin ku em pişta hikumdariya wî digirin û jê hez dikin.

Di hemû qerarên xwe de û di faeliyetên malbatê de nîşan bide ku te aliyê serweriya Yehowa girtiye (Li paragrafên 16 heta 18an binêre)

17, 18. Jin û mêr çawa dikarin nîşan bidin ku ew pişta serweriya Yehowa digirin?

17 Di zewacê de, şagirtên Îsa dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne û wisa aliyê serweriya wî bigirin. Di zewacê de carinan problem derdikevin. Dibe ku jin û mêr bifikirin ku zewaca wan ne li gor dilê wan e. Bîne ber çavê xwe ku li nav Yehowa û miletê Îsraêl çi çêbûbû. Yehowa xwe wek “zilamê” vî miletî bi nav kiribû (Îşa. 54:5; 62:4). Lê “zewaca” wan çi qas zor bû! Dîsa jî, Yehowa ew zû berneda. Wî pir caran ji wan re merhamet dikir û peymana xwe ya bi wan xwedî dikir (Zebûr 106:43-45 bixwîne). Ma em li ber mezinahiya hezkirina Yehowa heyran namînin?

18 Eger jin û mêr ji Yehowa hez dikin, ewê wî ji xwe re bikin nimûne. Gava di zewacê de tengahî derdikevin, ew hewl nadin ku ew hev berdin. Ew rind fehm dikin ku Yehowa wan kiriye yek û ew dixwaze ku ew cihê nebin. Li gor Kitêba Pîroz, ancax eger jin an mêr zine kiriye, aliyê mesûm dikare wî (an wê) berde û ji nû ve bizewice (Met. 19:5, 6, 9). Gava jin û mêr xîret dikin ku ew serî bi problemên xwe re derxînin, ew nîşan didin ku ew pişta hikumdariya adil a Yehowa digirin.

19. Çaxa em şaşiyan dikin, gerek em çi bikin?

19 Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan bi şaşiyên xwe dilê Yehowa diêşînin. Yehowa vê dizane û fîdyeya Îsa Mesîh ji bo me tedarek kiriye. Loma çaxa em şaşiyan dikin, gerek em ji Yehowa bixwazin ku ew me efû bike (1. Yûh. 2:1, 2). Li dewsa ku em xwe bixwin, gerek em ji şaşiyên xwe dersan bistînin. Eger em nêzikî Yehowa bimînin, ewê me efû bike û alî me bike ku dilê me qenc bibe û em êdî di rewşên wisa de tiştên rast bikin (Zeb. 103:3).

20. Gerek em çima niha pişta serweriya Yehowa bigirin?

20 Di dinyaya nû de, her kes wê di bin serweriya Yehowa de bijî û rastiya wî bielime (Îşa. 11:9). Lê niha jî em dikarin van tiştan bielimin. Çareserkirina doza serweriyê zû pêş ve diçe. Bi dilsoziya me, xizmeta me û xîreta me ku em Xwedê ji xwe bikin nimûne, bila em her tim aliyê serweriya Xwedê bigirin!