BIRCA ÇAVDÊRIYÊ (ÇAPA LÊKOLÎNÊ) Hezîran 2020

Meqaleyên lêkolînê yên ji bo 3-30 Tebax 2020.

“Navê Te Pîroz Be”

Meqaleya lêkolînê 23 (3-9 Tebax 2020): Doza herî muhîm çi ye? Ev doz çima ew qas muhîm e, û di vê dozê de rola me çi ye? Ji bo ku dostaniya me ya bi Yehowa re xurt be, lazim e ku em cewabên van pirsan û pirsên din rind fehm bikin.

“Dilekî Yekpare Bide Min, da ku Ez Bitirsim ji Te”

Meqaleya lêkolînê 24 (10-16 Tebax 2020): Li vê meqaleyê, emê pareke duaya Dawid lêkolîn bikin, a ku li Zebûr 86:11, 12 hatiye qeyd kirin. Em çawa dikarin ji Xwedê bitirsin? Çima lazim e ku em hurmetê bidin navê wî? Tirsa Xwedê çawa dikare me biparêze ku em ji riya rast dernekevin?

Pirsên Xwendevanan

Gelo “berê Ruh” tenê ji sifatên ku li Galatî 5:22, 23 derbas dibin, pêk tê?

Yehowa li Miyên Xwe Digere

Meqaleya lêkolînê 25 (17-23 Tebax 2020): Hin kesên ku bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye çima ji civatê dûr dikevin? Xwedê li wan çawa dinêre. Ev meqale cewabên van pirsan dide. Wekî din, ev meqale nîşan dide ku li demên berê, Yehowa çawa alî hin kesan kir, ên ku ji bo demekê ji wî dûr ketibûn.

Vegerin ba Yehowa

Meqaleya lêkolînê 26 (24-30 Tebax 2020): Yehowa dixwaze ku kesên ku ji civatê dûr ketine vegerin ba wî. Ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew vê daweta Yehowa qebûl bikin: ‘Vegerin min.’