Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

“Dilekî Yekpare Bide Min, da ku Ez Bitirsim ji Te”

“Dilekî Yekpare Bide Min, da ku Ez Bitirsim ji Te”

“Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te. Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re” (ZEB. 86:11, 12).

KILAM 7 Yehowa Qewata Me ye

PÊŞGOTIN *

1. Tirsa Xwedê çi ye û çima bifeyde ye?

ŞAGIRTÊN ÎSA hem ji Xwedê hez dikin hem jî ji wî ditirsin. Gelo çawa? Tirsa Xwedê nayê maneya tirsa ji tiştekî bitalûke. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin tirseke din. Ev tirs alî mirovan dike ku ew hurmetê bidin Xwedê. Kesên ku ji Xwedê ditirsin dîqat dikin ku dilê wî neêşînin, çimkî ew naxwazin dostaniya wî winda bikin (Zeb. 111:10; Mtl. 8:13).

2. Li vê meqaleyê, emê di heqê kîjan du tiştan de xeber bidin?

2 Zebûr 86:11 bixwîne. Gotinên Dawid Padîşah eşkere dikin ku wî fehm dikir ku tirsa Xwedê çi qas muhîm e. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin van gotinên îlhamkirî tetbîq bikin. A yekê, emê bibînin ku çima lazim e ku em hurmetê bidin Xwedê û navê wî. A diduyan, emê hîn bibin ku em çawa dikarin bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku tirsa Xwedê di dilê me de heye.

ÇIMA LAZIM E KU EM HURMETÊ BIDIN XWEDÊ Û NAVÊ WÎ?

3. Dibe ku çi alî Mûsa kir ku ew hurmetê bide navê Xwedê?

3 Li çiyayê Horebê, Yehowa qismekî mezinahiya xwe nîşanî Mûsa da. Bîne ber çavê xwe ku vê yekê ser Mûsa çawa tesîr kir! Bi îhtimaleke mezin, tu kesê din tiştekî wisa nedît heta ku Îsa Mesîh hat dinyayê. Mûsa ev gotin bihîstin: “XUDAN, XUDAN, Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e, yê ku ji hezaran re qenciyê dike, li neheqî, guneh û sûcê diborîne” (2. Mû. 33:17-23; 34:5-7). Her cara ku Mûsa navê Yehowa dianî zimên, dibe ku ev bûyer dihat bîra wî. Loma em şaş namînin ku Mûsa paşê ji miletê Îsraêl re wisa got: “Ji navê Xwedanê xwe XUDAN bi mezintî û hêbet e bitirse” (5. Mû. 28:58).

4. Ji bo ku em zêdetir hurmetê bidin Yehowa, wê baş be ku em çi bikin?

4 Gava em di heqê navê Yehowa de difikirin, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku ew yekî çawa ye. Gerek em sifatên wî – mesela qudret, hîkmet, edalet û hezkirina wî – bînin bîra xwe. Ev yek wê alî me bike ku em zêdetir hurmetê bidin wî (Zeb. 77:11-15).

5-6. (a) Maneya navê Xwedê çi ye? (b) Li gor 2. Mûsa 3:13, 14 û Îşaya 64:8, Yehowa armanca xwe çawa pêk tîne?

5 Maneya navê Xwedê çi ye? Gelek zanyar dibêjin ku navê Yehowa tê maneya “Ew Pêk Tîne”. Ev mane nîşan dide ku tu tişt nikare ji pêkhatina daxwaza Yehowa re bibe asteng, û ew dikare her tiştî bîne cih. Gelo çawa?

6 Ji bo pêkanîna armanca Yehowa çi lazim be jî, Yehowa dikare bibe ew (2. Mûsa 3:13, 14 bixwîne *). Weşanên teşkîlatê me gelek caran teşwîq dikin ku em li ser vê taybetiya şexsiyeta Xwedê kûr bifikirin. Wekî din, çi lazim be ku xizmetkarên Xwedê yên qisûrdar karibin armanca wî bînin cih, Yehowa dikare wan bike ew (Îşaya 64:8 bixwîne). Bi vî awayî, Yehowa daxwaza xwe pêk tîne. Çi dibe bila bibe, tu tişt nikare riya wî bigire (Îşa. 46:10, 11).

7. Em çawa dikarin hê jî zêdetir qedrê Bavê xweyî ezmanî bigirin?

7 Ji bo ku em ji Bavê xweyî ezmanî re zêdetir şikurdar bin, wê baş be ku em li ser kirinên wî kûr bifikirin. Mesela, gava em li tebîetê dinêrin, em ji karên Yehowa re heyran dimînin (Zeb. 8:3, 4). Wekî din, gava em kûr difikirin ku Yehowa çawa alî me kiriye ku em daxwaza wî bînin cih, hurmeta me ya ji Yehowa re zêde dibe. Belê, navê Yehowa bi rastî jî qedirgiran e! Navê wî hemû taybetiyên şexsiyeta wî, hemû kirinên wî yên berê û hemû tiştên ku ewê bike temsîl dike (Zeb. 89:7, 8).

NAVÊ YEHOWA ÎLAN BIKE

Tiştên ku Mûsa di heqê nav û şexsiyeta Yehowa de hîn dikirin, dilrihetî dida mirovan (Li paragrafa 8an binêre) *

8. Li gor 5. Mûsa 32:2, 3, Yehowa li navê xwe çawa dinêre?

8 Berî ku miletê Îsraêl ket Welatê Sozdayî, Yehowa kilameke nû da Mûsa (5. Mû. 31:19). Xwedê ji Mûsa re got ku bila ew vê kilamê hînî xelkê bike (5. Mûsa 32:2, 3 bixwîne). Ev ayet eşkere dikin ku Yehowa naxwaze ku navê wî bê veşartin. Belê, navê wî pîroz e, lê ev yek nayê maneya ku gerek em navê wî neynin zimên. Yehowa dixwaze ku her kes navê wî bizanibe. Ji bo miletê Îsraêl îmtiyazeke mezin bû ku di heqê Yehowa û navê wî de bibihîzin. Çawa ku baraneke sivik gul û daran mezin dike, gotinên Mûsa baweriya Îsraêliyan xurttir dikir û dilrihetî dida wan. Gava em mirovan hîn dikin, gelo em çawa dikarin Mûsa ji xwe re bikin emsal?

9. Em çawa dikarin navê Yehowa pîroz bikin?

9 Gava em mal bi mal yan li cihên umûmî xizmet dikin, em dikarin rasterast ji Kitêba Pîroz nîşanî mirovan bidin ku navê Xwedê Yehowa ye. Em dikarin weşan û vîdeoyên ku hurmet û rûmetê didin Yehowa, pêşkêşî wan bikin. Wexta ku li cihê îş, li mektebê yan li ser rê fersend derdikeve ku em behsa Yehowa û sifatên wî bikin, wê baş be ku em ji mirovan re li ser mexseda Yehowa ya ji bo me û ji bo dinyayê xeber bidin. Wexta ku mirov van tiştan bibihîzin, dibe ku ew cara pêşîn fehm bikin ku Yehowa ji însanan çi qas hez dike. Bi vê yekê ku em behsa Bavê xweyî dilovan dikin, em navê Xwedê pîroz dikin. Em rêyî mirovan didin ku gelek tiştên ku wan di heqê Xwedê de bihîstibûn, derew in. Belê, tiştên ku em ji Kitêba Pîroz hîn dikin dikarin dilrihetiyê bidin mirovan (Îşa. 65:13, 14).

10. Gava em kursên Kitêba Pîroz îdare dikin, çima ne bes e ku em tenê qanûnên Xwedê hîn bikin?

10 Gava em kursên Kitêba Pîroz îdare dikin, gerek em alî xwendekarên xwe bikin ku ew navê Yehowa bielimin û bi kar bînin. Wekî din, gerek em alî wan bikin ku ew Yehowa rind nas bikin. Eger em tenê qanûnên Xwedê hînî wan bikin, gelo emê bigihîjin van hedefan? Xwendekar wê belkî qanûnên Xwedê hîn bibin û fehm bikin ku ew çi qas baş in. Lê belê, gelo ewê guh bidin Yehowa ji ber ku ew ji wî hez dikin? Adem û Hewayê qanûna Xwedê dizanibû, lê wan ji wî bi rastî hez nedikir (1. Mû. 3:1-6). Loma ne bes e ku em tenê qanûnên Xwedê hînî mirovan bikin.

11. Gava em qanûnên Xwedê hîn dikin, em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ji Xwedê hez bikin?

11 Qanûnên Yehowa helbet baş in û pir bifeyde ne (Zeb. 119:97, 111, 112). Lê belê, ji bo ku xwendekarên me vêya qebûl bikin, gerek ew fehm bikin ku Yehowa ev qanûn dane ji ber ku ew ji me hez dike. Belkî em dikarin ji xwendekarên xwe wisa bipirsin: “Bi dîtina te, Xwedê ev qanûn çima daye? Ev yek di heqê şexsiyeta wî de çi rêyî me dide?” Ji bo ku em bigihîjin dilê xwendekarên xwe, wê baş be ku em alî wan bikin ku ew di heqê Yehowa de bifikirin û ji navê wî hez bikin. Eger em wisa bikin, xwendekarên me wê ne tenê ji qanûnên Xwedê hez bikin, lê ewê ji Xwedê jî hez bikin (Zeb. 119:68). Baweriya wan wê xurttir bibe, û ewê hazir bin ku li gel ceribandinan dilsoz bimînin (1. Kor. 3:12-15).

BI NAVÊ YEHOWA BIMEŞE

Dawid carekê îzin da ku xwestekên nerast bikevin dilê wî (Li paragrafa 12an binêre)

12. Dawid çawa îzin da ku xwesteke nerast bikeve dilê wî, û netîce bû çi?

12 Ev gotinên li Zebûr 86:11 pir muhîm in: “Dilekî yekpare bide min.” Dawid Padîşah ev gotin bi îlhama Xwedê nivîsîn. Dawid rind dizanibû ku çi qas hêsan e ku xwestekên nerast bikevin dilê me. Êvarekê, gava ew li ser xaniyê xwe digeriya, wî dît ku pîreka zilamekî din serê xwe dişo. Wê gavê, gelo dilê Dawid “yekpare” bû? Wî ev qanûna Yehowa helbet dizanibû: “Çav bernede ... jina cîranê xwe” (2. Mû. 20:17). Dîsa jî, eşkere ye ku wî çavê xwe ji Bat-Şebayê neqetand. Dawid ji Yehowa hez dikir û ditirsiya, lê wê gavê, xwesteka dilê wî hê xurttir bû, û ew teslîmî vê xwesteka nerast bû. Dawid gunehekî giran kir û leke anî ser navê Yehowa. Ji xeynî vê, wî zerar da çend mirovên bêsûc û malbata xwe jî (2. Sam. 11:1-5, 14-17; 12:7-12).

13. Em ji ku dizanin ku dilê Dawid paşê dîsa bû “yekpare”?

13 Dawid ji aliyê Yehowa ve hat terbiye kirin û dîsa bû dostê wî (2. Sam. 12:13; Zeb. 51:2-4, 17). Dawid dizanibû ku netîceyên guneh çi qas xerab in. Gelo Yehowa alî Dawid kir ku ew bibe xwediyê “dilekî yekpare”? Belê, çimkî di Kitêba Pîroz de paşê tê gotin ku dilê wî bi Yehowa re “yek bû” (1. Qra. 11:4; 15:3).

14. Gerek em ji xwe çi bipirsin, û çima?

14 Serpêhatiya Dawid me hem hişyar dike hem jî teşwîq dike. Di xizmeta Yehowa de çend sal derbas bin jî, gerek em ji xwe bipirsin: “Gava Îblîs dixwaze xwestekên nerast bixe dilê min, gelo ez li hember disekinim?”

Îznê nede ku Îblîs xwestekên nerast bixe dilê te (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Gava em resmên erotîk dibînin, tirsa Xwedê çawa dikare me biparêze?

15 Mesela, gava tu li televîzyonê yan li Înternetê resmekî erotîk dibînî, tu çi dikî? Belkî tu difikirî ku ev resim yan fîlm pornografî nîne. Lê gelo Îblîs dixwaze bi vê metodê xwestekên nepak bixe dilê te? (2. Kor. 2:11). Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Mirov bi bivirekî êzingan hûr dike. Gava ew cara pêşîn li êzingekî dixe, dibe ku êzing hûr nebe. Lê eger ew dîsa û dîsa lê bixe, êzing wê zû dereng hûr bibe. Resmên erotîk dikarin wek bivirekî bibin. Eger em li resmên wisa binêrin ji ber ku em difikirin ku ew bêzerar in, dibe ku em bi zeman re li ber Yehowa guneh bikin. Loma îznê nede ku tiştekî nepak bikeve dilê te! Bila dilê te “yekpare” be, da ku tu ji navê Yehowa bitirsî!

16. Eger em bên ceribandin, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

16 Ji xeynî resmên nebaş, Îblîs me bi tiştên din jî diceribîne. Di halên wisa de, gelo em çi dikin? Mirov bi hêsanî dikare bifikire ku ev tişt ew qas jî xerab nînin. Mesela, mirov dikare wisa muhakeme bike: “Madem ku tu kes ji bo vê ji civatê nayê derxistin, problem tune.” Ev muhakeme bi temamî şaş e! Loma, ji xwe wisa bipirse: “Gelo Îblîs vî tiştî bi kar tîne ku xwestekên nerast bixe dilê min? Eger ez teslîmî xwestekên nerast bim, ma ezê leke neynim ser navê Yehowa? Eger ez vî tiştî bikim, gelo ez nêziktirî Xwedê bibim yan ji wî dûr bikevim?” Li ser pirsên wisa kûr bifikire. Dua bike ku Yehowa hîkmetê bide te ku tu karibî cewabên durist bidî û xwe nexapînî (Aqûb 1:5). Ev yek dikare te biparêze û alî te bike ku tu wek Îsa wisa bibêjî: “Ji min dûr keve, Îblîs!” (Met. 4:10).

17. Dilekî ku ne “yekpare” ye çima bêfeyde ye?

17 Dilekî ku ne “yekpare” ye, bêfeyde ye. Bîne ber çavê xwe ku lîstikvanên taximeke futbolê ji hevdû hez nakin. Hinek tenê li menfaetên xwe digerin, hinek naxwazin li gor qaîdeyan bilîzin û hin kes jî qedrê antrenor nagirin. Taximeke wisa çawa dikare serkeftî bibe? Ji bo serkeftina taximeke futbolê, yekîtî pir muhîm e. Mîna vê, eger fikir, xwestek û hîsên te di xizmeta Yehowa de bibin yek, dilê te wê serkeftî bibe. Ji bîr neke: Îblîs dixwaze yekparetiya dilê te xera bike. Ew dixwaze ku fikir, xwestek û hîsên te li dijî hev û li dijî qanûnên Yehowa bin. Ji bo ku tu karibî ji Yehowa re xizmet bikî, pir muhîm e ku dilê te “yekpare” be (Met. 22:36-38). Îznê nede ku Îblîs yekparetiya dilê te xera bike!

18. Li gor Mîka 4:5, tu dixwazî çi bikî?

18 Wek Dawid ji Yehowa re wisa dua bike: “Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te.” Li gor vê duayê bijî. Roj bi roj, bila qerarên te yên biçûk û mezin eşkere bikin ku tu dixwazî navê Yehowa pîroz bikî. Bi vî awayî, tuyê dilê Yehowa şa bikî (Mtl. 27:11). Wek Mîka pêxember, bila em jî wisa bibêjin: “Em jî her tim û heta bêdawîbûnê, bi navê Xwedayê xwe XUDAN ve dimeşin!” (Mîka 4:5).

KILAM 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ par. 5 Li vê meqaleyê, emê hin gotinên duaya Dawid lêkolîn bikin, ên ku li Zebûr 86:11, 12 hatine qeyd kirin. Em çawa dikarin ji Xwedê bitirsin? Çima lazim e ku em hurmetê bidin navê wî? Tirsa Xwedê çawa dikare me biparêze ku em ji riya rast dernekevin?

^ par. 6 Gotinên ji ayeta 14an “Ez, YÊ KU EZ IM” dikarin wek “Ez Dixwazim Bibim Çi, Ezê Bibim Ew” bên tercûme kirin.

^ par. 54 RESIM: Mûsa straneke ku pesnê Yehowa dide hînî mirovan kir.

^ par. 58 RESIM: Hewayê xwestekên nerast red nekirin. Gerek em resim yan mesajên ku xwestekên nerast bi pêş dixin û leke tînin ser navê Xwedê, red bikin.