Here Naverokê

Here naverokê

Guh Bide Banga Boriyan

Guh Bide Banga Boriyan

EM DIZANIN ku di van “rojên dawîn” de, Yehowa ji aliyê ruhî ve rêberiya xizmetkarên xwe dike (2. Tîm. 3:1) Pir muhîm e ku em guh bidin vê rêberiyê. Halê me dişibe halê Îsraêliyên ku li çolê bûn. Lazim bû ku wan guh bidaya banga boriyan.

Yehowa ji Mûsa re got ku bila ew du boriyên zîv “bona bang kirina civakê û koç kirina artêşê” çêke (4. Mû. 10:2). Kahînan bi cure cure bangên boriyan rêberiya xelkê dikir (4. Mû. 10:3-8). Îro jî, xizmetkarên Xwedê bi cure cure “bangan” rêberiyê distînin. Niha emê bala xwe bidin 3 “bangan”: banga ji bo civînên mezin, banga ji bo perwerdekirina kalên civatê û banga ji bo îlankirina rêberiya nû.

BANGA JI BO CIVÎNÊN MEZIN

Gava Yehowa dixwest ku “hemû civak” li ber deriyê konê îbadetê li hev top bibe, kahînan li du boriyan dixist (4. Mû. 10:3). Hemû eşîran dengê boriyan dibihîst. Yên ku li nêzikî deriyê kon bûn dikaribû zû herin wê derê. Lê ji bo, yên ku dûr diman zêdetir wext lazim bû û hê zor bû ku bigihîjin konê îbadetê. Ferq nake ku ew nêzik bûn yan jî dûr bûn, Yehowa dixwest ku her kes li hev top bibe û guh bide rêberiyê.

Îro em li ber konê îbadetê li hev top nabin, lê belê em li civînên mezin û civînên din li hev top dibin. Li van civînan, em rêberî û melûmata muhîm distînin. Li seranserê dinyayê, xizmetkarên Yehowa ji eynî bernameyê perwerdeyê distînin. Her kesê ku guh dide van “bangan” dibe para komeke mezin û dilxweş. Ji bo hin xwişk û birayan, rê dûr e, lê ew dizanin ku feydeyên van civînan mezin in.

Lê gelo kesên ku li cihên gelek dûr dijîn û nikarin werin van civînan çawa dikarin feydeyê bibînin? Bi saya teknolojiya modern, gelek kes dikarin guh bidin eynî bernameyê û bibin pareke van civînên mezin. Mesela, gava temsîlkarê merkezê hat buroya Bênînê, bername li bajarê Arlitê (li çola Saharayê, Nîjer) bi vîdeoyê hat nîşan dayin. Ji bo temaşekirina vê bernameyê, 21 xwişk û bira û kesên eleqedar li hev top bûn. Ew her çi qas ji cihê civînê dûr bûn jî, wan xwe di nav 44.131 kesên ku li vê civînê li hev top bûn de hîs dikir. Birayekî wisa nivîsî: “Ji bo nîşandayîna vê bernameyê em ji we re ji dil spas dikin. Ev yek nîşan dide ku hûn ji me çi qas hez dikin.”

BANGA JI BO PERWERDEKIRINA KALÊN CIVATÊ

Gava kahînan tenê li yek boriyê dixist, tenê serok gerek bihatana ber konê îbadetê (4. Mû. 10:4). Li wir, Mûsa melûmat û perwerde dida wan. Vê yekê alî wan dikir ku ew mesûliyetên xwe rind pêk bînin. Eger tu yek ji van serokan bibûyayî, ma teyê xîret nekira ku ji vê perwerdeyê feydeyê bistînî?

Îro, kalên civatê ne “serok” in ne jî li ser miyên Xwedê hikumdariyê dikin, lê ew bi dil û can “şivantiya keriyê Xwedê” dikin (1. Ptr. 5:1-3). Ew her tim hazir in ku zêdetir perwerdeyê bistînin, mesela li Kursa Xizmeta Padîşahiyê. Bi vî awayî, ew hîn dibin ku ew çawa dikarin îşê civatê hê baştir bikin. Bi saya vê perwerdeyê, hem kalên civatê hem jî hemû xwişk û bira dikarin hê nêziktirî Xwedê bibin. Bi vî awayî, her kes ji van kursan feydeyê distîne.

BANGA JI BO ÎLANKIRINA RÊBERIYA NÛ

Gava kahînan bi dengekî dirêj li boriyê dixist, Îsraêliyan fehm dikir ku gerek temamiya kampê koç bike (4. Mû. 10:5, 6). Ev yek îşekî pir mezin bû, yê ku bi awayekî organîze dihat kirin. Hin kes belkî carinan seba vî îşî hinek aciz dibûn. Gelo çima?

Ewrê Yehowa carinan tenê şevekê, carinan jî du roj, mehek yan jî gelek roj li cihê xwe disekinî (4. Mû. 9:21, 22). Hin kes belkî difikirîn ku banga ji bo koçkirinê pir zû yan bi awayekî hêvînekirî tê dayîn. Gelo kampa Îsraêliyan çend caran koç kir? Beşa 33yan a kitêba 4. Mûsa behsa 40 cihên kampê dike.

Li hin deran sî hebû, û cihên wisa li “çola mezin û tirsehêz” pir xweş bûn (5. Mû. 1:19). Hinek belkî difikirîn ku wê baş be ku ew cihê xwe neguherînin, lê li wir bimînin.

Gava koç bi rê ket, li hinekan belkî zor dihat ku li bendê bimînin. Her kesî dengê boriyê dibihîst, lê her kesî nedikaribû di eynî wextê de bi rê bikeve. Banga pêşîn dihat maneya ku eşîrên li aliyê rojhilatê – yanî Cihûda, Îsşakar û Zebûlûn – gerek herin (4. Mû. 2:3-7; 10:5, 6). Piştî çûyîna wan, kahînan bi banga diduyan nîşan dida ku sê eşîrên li aliyê başûr êdî gerek herin. Paşê, kahînan wisa dewam dikir heta ku hemû eşîr çûn.

Belkî em seba hin guhertinên teşkîlatê hebekî aciz bûn. Dibe ku me ji hin tiştan hez dikir û nedixwest ku ew bên guhertin. Sebra me belkî hatiye ceribandin, û wext lazim bû ku em hînî rewşa nû bibin. Dîsa jî, eger em hemû guhertinan ji dil qebûl bikin, Yehowa wê me bibereket bike.

Gava miletê Îsraêl li çolê bû, Yehowa rêberiya wan dikir. Bê rêberî û alîkariya Yehowa, ewê sax nemana. Di van rojên dawîn de, em jî bi saya rêberiya Yehowa ji aliyê ruhî ve tên parastin. Wek Îsraêliyên dilsoz, bila em jî guh bidin banga boriyan!