Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo “berê Ruh” tenê ji sifatên ku li Galatî 5:22, 23 derbas dibin, pêk tê?

Galatî 5:22, 23 behsa 9 sifatên “berê Ruh” dike: hezkirin, dilxweşî, aştî, sebir, dilovanî, qencî, bawerî, sernermî û xwegirtin. Lê belê, gerek em nefikirin ku ruhê Xwedê dikare alî me bike ku em tenê van sifatan bînin meydanê.

Em vêya ji ku dizanin? Berî ku Pawlos behsa “berê Ruh” kir, wî wisa got: “Kirinên nefsê ... eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet, pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî, zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in” (Gal. 5:19-21). Ji gotina “tiştên wek van”, em fehm dikin ku “kirinên nefsê” ne tenê ew in (Kol. 3:5). Mîna vê, piştî ku Pawlos sifatên “berê Ruh” nivîsandin, wî wisa got: “Li hember tiştên weha Şerîet tune.” Belê, sifatên ku em dikarin bi saya ruhê pîroz bînin meydanê, ne tenê ew in.

Mesela, bala xwe bide gotinên Pawlos, ên ku wî ji civata Efesî re nivîsîn: “Berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye” (Ef. 5:8, 9). Belê, “qencî, rastî û rastdarî” wek “berê ronahiyê” tên bi nav kirin, lê ew jî para “berê Ruh” in.

Pawlos ji Tîmotêyos re got ku bila ew “bikeve pey rastdariyê, jiyana xwedayî, bawerî, hezkirin, ragirtin û nermiyê” (1. Tîm. 6:11). Ji van 6 sifatan, tenê 3 sifat (bawerî, hezkirin û sernermî) di lîsteya sifatên “berê Ruh” de derbas dibin. Lê belê, ji Tîmotêyos re helbet ruhê pîroz lazim bû ku sifatên wek rastdarî, dilsozî û sebir jî bi pêş ve bîne (li Kolosî 3:12 û 2. Petrûs 1:5-7 jî binêre).

Loma, sifatên ku li Galatî 5:22, 23 nivîsî ne, ne hemû sifat in, ên ku ji bo şagirtên Îsa muhîm in. Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em 9 sifatên “berê Ruh” bînin meydanê. Lê belê, gelek sifatên din jî hene, ên ku gerek em peyda bikin ji bo ku em ji aliyê ruhî ve bibin şagirtên gihîştî û şexsiyeta nû li xwe bikin (Ef. 4:24).