Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

Vegerin ba Yehowa

Vegerin ba Yehowa

“Vegerin min, ez ê jî vegerim we” (MALX. 3:7).

KILAM 102 “Komekê Bidine yên Sist”

PÊŞGOTIN *

1. Gava miyeke windabûyî vedigere ba Yehowa, Yehowa çi hîs dike?

WEK me li meqaleya berê dîtibû, Yehowa xwe dişibîne şivanekî baş, ê ku bi dilovanî li her yek ji miyên xwe dinêre. Wekî din, ew li miyên windabûyî digere. Yehowa ji Îsraêliyan ku ji wî dûr ketibûn re wisa got: “Vegerin min, ez ê jî vegerim we.” Em dizanin ku Yehowa hê wisa difikire, çimkî wî wisa got: “Ez naguherim” (Malx. 3:6, 7). Gava xizmetkarekî Xwedê yê windabûyî vedigere ba wî, Yehowa û melekên wî pir şa dibin (Lûqa 15:10, 32).

2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin sê meselên Îsa, yên ku nîşan didin ku em çawa dikarin alî kesên ku ji Yehowa dûr ketine, bikin. Emê bibînin ku ji bo ku em karibin alî kesên wisa bikin, em hewceyî kîjan sifatan in. Wekî din, emê bibînin ku çima hêja ye ku em bi dil û can alî kesên neaktîf bikin.

ZÎVÊ WINDABÛYÎ

3-4. Li gor Lûqa 15:8-10, jinikê çima ew qas xîret kir ku zîvê windabûyî bibîne?

3 Ji bo ku em kesên ku dixwazin vegerin ba Yehowa bibînin, pir xîret lazim e. Li meselekê ku di Încîla Lûqa de derbas dibe, Îsa Mesîh behsa jinikekê kir, a ku li zîvekî windabûyî digeriya. Ev mesel rêyî me dide ku ji bo îşê lêgerînê çi qas xîret lazim e (Lûqa 15:8-10 bixwîne).

4 Gava jinik zîvê windabûyî dibîne, ew pir şa dibe. Gelo çima? Li demên berê, gava keçik dibûn bûk, hin dayikên Cihû deh zîv didan wan. Zîvê windabûyî belkî yek ji wan zîvan bû. Jinik difikire ku zîv ketiye erdê. Loma ew qendîlekê vêdixe û li zîvê windabûyî digere, lê nabîne. Ronahiya qendîlê belkî têrê nake ku jinik zîvê biçûk bibîne. Paşê, ew temamiya malê dimale. Di nav toza berhevkirî de, zîv di ronahiya qendîlê de dibiriqe! Dilê jinikê pir xweş dibe, loma ew gazî heval û cîranên xwe dike ku xebera xêrê bide wan.

5. Carinan belkî çima zor e ku em kesên neaktîf bibînin?

5 Wek ev mesel nîşan dide, pir xîret lazim e ku mirov tiştekî windabûyî bibîne. Mîna vê, belkî pir xîret lazim e ku em kesên neaktîf bibînin. Belkî ew bi gelek salan ji civatê dûr in. Wan belkî mala xwe bar kir û çûn bajarekî din, û xwişk û birayên li wê derê wan nas nakin. Lê belê, hin ji wan bêguman dixwazin vegerin ba Yehowa. Ew dixwazin tevî civatê ji Yehowa re xizmet bikin, lê ji bo vê, ew hewceyî alîkariya me ne.

6. Her kes çawa dikare li kesên neaktîf bigere?

6 Kî dikare li kesên neaktîf bigere? Em gişt dikarin di vî îşî de hevkariyê bikin: kalên civatê, pêşeng, ferdên malbatê û mizgînvanên din. Gelo yek ji heval û merivên te neaktîf bûye? Gelo tu li xizmeta mal bi mal yan li cihekî umûmî rastî kesekî neaktîf hatî? Eger wisa ye, jê re bibêje ku tu dikarî adres yan numareya wî bidî kalên civatê.

7. Ji gotinên Thomas em dikarin çi dersan bistînin?

7 Gelo kalên civatê dikarin çi bikin ku kesên ku dixwazin vegerin ba Yehowa bibînin? Kalekî civatê yê bi navê Thomas *, ê ku li Spanyayê dijî û alî zêdetirî 40 xwişk û birayî kiriye ku ew vegerin civatê, wisa dibêje: “Ewilî, ez ji xwişk û birayan dipirsim ka ew dizanin ku kesên neaktîf niha li ku derê dijîn. Yan jî, ez ji wan dipirsim ka yekî ku êdî nayê civînan tê bîra wan. Piraniya xwişk û birayan pir şa dibin ji ber ku ew dikarin di îşê lêgerînê de hevkariyê bikin. Paşê, gava ez diçim malên xwişk û birayên neaktîf, ez hal û rewşa zarok û merivên wan dipirsim. Hin kesên neaktîf berê tevî zarokên xwe diçûn civînan, û hin ji van zarokan belkî mizgînvan bûn. Em dikarin alî wan jî bikin ku ew vegerin ba Yehowa.”

KURÊ WINDABÛYÎ

8. Li çîroka kurê windabûyî, bav çi kir?

8 Ji bo ku em karibin alîkariyê bidin kesên ku dixwazin vegerin ba Yehowa, em hewceyî kîjan sifatan in? Bala xwe bide hin dersên ku em dikarin ji çîroka kurê windabûyî bistînin (Lûqa 15:17-24 bixwîne). Îsa got ku gava aqlê wî hat serê wî, wî qerar da ku vegere malê. Bav zû ber bi wî ve çû û ew hembêz kir. Kur xwe sûcdar hîs dikir û difikirî ku ew êdî ne hêja ye ku jê re kur bê gotin. Lê belê, dilê bavê wî pê şewitî, û wî ew li mala xwe qebûl kir – ne wek karkerek, lê wek ferdekî malbatê. Ji bo ku hezkirina xwe nîşan bide, bav ji bo kurê xweyî tobedar ziyafet çêkir û kincên baş lê kir.

9. Ji bo ku em alî kesên neaktîf bikin ku ew vegerin ba Yehowa, em hewceyî kîjan sifatan in? (Li çarçoveya “ Em Çawa Dikarin Alîkariyê Bidin Kesên ku Dixwazin Vegerin?” binêre.)

9 Yehowa wek vî bavî ye. Ew ji xwişk û birayên me yên neaktîf hez dike û dixwaze ku ew vegerin ba wî. Ji bo ku em alî kesên neaktîf bikin, gerek em wek Yehowa sebir, hevdilî û hezkirina xwe ji wan re eyan bikin. Çima lazim e ku em van sifatan pêk bînin, û em çawa dikarin vêya bikin?

10. Gava em dixwazin alî kesekî bikin ku ew ji aliyê ruhî ve dîsa qenc bibe, sebir çima muhîm e?

10 Gerek em sebir bikin, çimkî wext lazim e ku kesek ji aliyê ruhî ve dîsa qenc bibe. Gelek kesên ku ji bo demekê neaktîf bûn dibêjin ku ew ancax piştî çend ziyaretên kalên civatê û xwişk û birayan ketin hereketê. Xwişkeke bi navê Nancy, ya ku li Asyayê dijî, wisa dinivîse: “Dosteke ji civata min pir alî min kir. Wê dianî bîra min ku berê, me bi hev re çi qas xweş wext derbas kiribû. Wê bi sebir guh dida gava min dilê xwe jê re vedikir, û wê hin şîret didan min. Ew dosteke rastîn bû, ya ku her tim hazir bû ku alî min bike.”

11. Hevdilî çima muhîm e?

11 Wek melhemeke pir bitesîr, hevdilî dikare dilê kesekî ku hatiye êşandin rihet bike. Hin kesên neaktîf bi gelek salan seba gotin yan kirinên xwişk yan birayekî bihêrs in. Seba vê, ew heta niha venegeriyane ba Yehowa. Hin ji wan belkî difikirin ku neheqî li wan hatiye kirin. Belkî hewcedariya wan heye ku kesek guh bide wan û hîsên wan fehm bike (Aqûb 1:19). Xwişkeke bi navê María, ya ku ji bo demekê neaktîf bû, wisa dibêje: “Hewcedariya min hebû ku kesek guh bide min, min teselî bike û alîkariya min bike.”

12. Hezkirina Yehowa çawa dişibe bendekî?

12 Kitêba Pîroz hezkirina Yehowa dişibîne bendekî. Gelo çima? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Tu ketiyî çaleke kûr, û tu nikarî xwe bi xwe ji vê çalê derkevî. Ma te nexwesta ku kesekî bendek biavêta û tu ji çalê hilkişandî? Gava Îsraêlî ji wî dûr ketin, Yehowa ew “bi bendên hezkirinê” kişandin ba xwe (Hoş. 11:4, WDN). Xwedê îro jî li kesên ku di nav diltengî û tengasiyê de difetisin, wisa dinêre. Ew ji wan hez dike, û ew dixwaze wan hilkişîne ba xwe. Yehowa dikare hezkirina xwe bi destê te ji kesên neaktîf re eyan bike.

13. Serpêhatiya Pablo çawa nîşan dide ku hezkirin pir muhîm e?

13 Pir muhîm e ku em ji kesên neaktîf re bibêjin ku Yehowa ji wan hez dike û ku em jî ji wan hez dikin. Birayekî bi navê Pablo bi zêdetirî 30 salî neaktîf mabû. Ew wisa dibêje: “Rojeke ji rojan, gava ez sibehê ji malê derketim, xwişkeke extiyar rastî min hat û bi hezkirin û germî bi min re peyivî. Ez wek zarokekî giriyam. Min jê re got qey Yehowa ew şand ku bi min re xeber bide. Wê demê min qerar da ku ezê vegerim ba Yehowa.”

MIYA WINDABÛYÎ

14. Li gor mesela ku li Lûqa 15:4, 5 derbas dibe, wexta ku şivan miya windabûyî dît, wî çi kir?

14 Lazim e ku em bi dewamî piştgiriya kesên ku neaktîf bûne bikin. Wek kurê windabûyî, dilê wan belkî birîndar e. Wekî din, seba tiştên ku di dinyaya Îblîs de hatine serê wan, ew bi îhtimaleke mezin ji aliyê ruhî ve sist bûne. Gerek em alî wan bikin ku baweriya wan xurttir bibe. Li mesela di heqê miya windabûyî de, Îsa got ku şivan mî ser milê xwe hilda û bir ba kerî. Ji xeynî vê ku şivan wext û qewet xerc kir ku miya windabûyî bibîne, lazim bû ku ew vê miyê hilde, çimkî qeweta wê nemabû ku xwe bi xwe vegere (Lûqa 15:4, 5 bixwîne).

15. Em çawa dikarin piştgiriya kesên neaktîf bikin, ên ku dixwazin vegerin ba Yehowa? (Li çarçoveya “ Hacetekî Pir Biqîmet” binêre.)

15 Belê, wext û qewet lazim e ku em alî hin kesên neaktîf bikin ku ew ji vî halî derkevin. Bi saya ruhê Yehowa, Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê, em dikarin alî wan bikin ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re dîsa xurt bikin (Rom. 15:1). Em çawa dikarin vêya bikin? Kalekî civatê wisa dibêje: “Piraniya kesên neaktîf, ên ku qerarê didin ku vegerin ba Yehowa, hewceyî kursa Kitêba Pîroz in.” * Loma, eger kalên civatê ji te bipirsin ka tu dikarî kurseke wisa îdare bikî, wê baş be ku tu vê îmtiyazê bi dilxwazî qebûl bikî. Wekî din, ev kalê bitecrûbe wisa dibêje: “Mizgînvanê ku wê kursê îdare bike gerek ji kesê neaktîf re bibe hevalekî baş, ê ku ew dikare dilê xwe jê re veke.”

DILXWEŞIYA LI ERD Û EZMÊN

16. Em ji ku dizanin ku melek wê piştgiriya me bikin?

16 Gelek serpêhatî eşkere dikin ku melek piştgiriya me dikin ku em kesên neaktîf bibînin, ên ku dixwazin vegerin ba Yehowa (Pey. 14:6). Mesela, li Ekuadorê, birayekî bi navê Silvio ji dil dua dikir ku Yehowa alî wî bike ku ew vegere civatê. Gava wî hê dua dikir, du kalên civatê li deriyê mala wî xist. Bi alîkariya wan, ew bi zeman re vegeriya ba Yehowa.

17. Eger em alî kesên neaktîf bikin, ev yek wê li ser me çawa tesîr bike?

17 Gava em alî kesên ku ji Yehowa dûr ketine dikin ku ew vegerin ba wî, em pir şa dibin. Pêşengekî bi navê Salvador, ê ku bi xîret alî kesên neaktîf dike, wisa dibêje: “Carinan, ez ew qas şa dibim ku çavên min tijî hêstiran dibin. Gava Yehowa yek ji miyên xwe ji dinyaya Îblîs difilitîne û ez dikarim di vî îşî de bi wî re hevkariyê bikim, dilê min pir xweş dibe” (Kar. 20:35).

18. Eger tu neaktîf î, tu dikarî ji çi emîn bî?

18 Eger tu ji civatê dûr ketibî jî, bawer be ku Yehowa hê ji te hez dike. Ew dixwaze ku tu vegerî ba wî. Ji bo vê, helbet lazim e ku tu hin tiştan bikî. Wek bavê li mesela Îsa, Yehowa bi hesret li benda te ye!

KILAM 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ par. 5 Yehowa dixwaze ku kesên ku dev ji xizmet û civînan berdaye vegerin ba wî. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew daweta Yehowa qebûl bikin.

^ par. 7 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 15 Ji bo hin kesên neaktîf, wê bifeyde be ku hin qismên kitêba Di Hezkirina Xwedê de Bimîne yan kitêba Draw Close to Jehovah (Nêzikî Yehowa Bibe) bên muzakere kirin. Heyeta Xizmetê ya Civatê wê qerarê bide ku kî dikare vê kursê îdare bike.

^ par. 68 RESIM: Sê birayên cuda alîkariyê didin birayekî ku dixwaze vegere ba Yehowa. Ji bo vê, ew pê eleqedar dibin, nîşanî wî didin ku ew ji wî hez dikin û rind guh didin wî.