Here Naverokê

Here naverokê

Xwegirtin Muhîm e ku Yehowa ji Me Razî Be

Xwegirtin Muhîm e ku Yehowa ji Me Razî Be

“Gava kurê xalê min bi min re şer kir, min qirika wî girt û hindik mabû minê ew bikuşta.” – Paul.

“Ez gelek zû hêrs diketim. Li malê, min her tişt ku diket ber destê min diavêt û dişikênand.” – Marco.

Dibe ku em tiştên wisa nakin, lê belê, belkî li me jî carinan zor tê ku em xwe bigirin. Sebeba vê yekê ev e ku me gunehê Adem mîras stend (Rom. 5:12). Wek gotinên Paul û Marco nîşan didin, li hin kesan zor tê ku hêrsa xwe kontrol bikin. Li hin kesan jî zor tê ku fikrên xwe kontrol bikin. Ew her tim li ser tiştên negatîf difikirin û ji ber vê yekê dilteng dibin. Wekî din, li hin kesan zor tê ku ew xwe ji bêexlaqiyê, ji serxweşiyê yan jî ji bikaranîna narkotîkan dûr bigirin.

Eger em fikir, xwestek û hereketên xwe kontrol nekin, jiyana me wê tev li hev bibe. Ji bo ku ev yek neyê serê me, gerek em xwegirtinê pêk bînin. Gelo çawa? Bila em niha bala xwe bidin van sê pirsan: (1) Xwegirtin çi ye? (2) Ev sifat çima muhîm e? (3) Em çawa dikarin vî sifatî, yê ku pareke “berê Ruh” e, pêk bînin? (Gal. 5:22, 23). Paşê, emê bibînin ku eger carinan li me zor tê ku xwegirtinê eyan bikin, em dikarin çi bikin.

XWEGIRTIN ÇI YE?

Kesekî ku xwegirtinê eyan dike her tim li gor dilê xwe hereket nake, lê xwe ji gotin û kirinên ku li dilê Xwedê xweş nayên, dûr digire.

Îsa xwe her tim digirt

Îsa di warê xwegirtinê de ji bo me emsaleke baş e. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike” (1. Ptr. 2:23). Gava dijminên Îsa qerfên xwe bi wî dikirin çaxa ew li ser dîrekê hatibû darde kirin, wî xwe girt (Met. 27:39-44). Berî vê, gava alimên dînî dixwest wî bi pirsan biceribînin, Îsa xwe girt (Met. 22:15-22). Wekî din, çaxa hin Cihûyên bihêrs dixwest wî bidin ber keviran, Îsa xwe girt û “xwe veşart û ji Perestgehê derket derve” (Yûh. 8:57-59).

Di warê xwegirtinê de, gelo em dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne? Helbet! Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Mesîh ... ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin” (1. Ptr. 2:21). Em her çi qas qisûrdar in jî, em jî dikarin wek Îsa xwegirtinê eyan bikin. Lê gelo ev sifat çima muhîm e?

XWEGIRTIN ÇIMA MUHÎM E?

Xwegirtin muhîm e ji bo ku Yehowa ji me razî be. Ferq nake ku em çend sal bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin, eger em gotin yan hereketên xwe kontrol nekin, emê dostaniya wî winda bikin.

Bala xwe bide serpêhatiya Mûsa, yê ku mirovekî pir sernerm bû (4. Mû. 12:3). Mûsa bi dehan salan li hemberî gilî û gazinên Îsraêliyan sebir kiribû. Lê rojekê, wî sebra xwe winda kir. Gava Îsraêliyan dîsa gilî kir ji ber ku av tune, Mûsa kontrola xwe winda kir. Wî bi awayekî sert ji mirovan re wisa got: “Ya asêno, niha guhdarî bikin; gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxînin?” (4. Mû. 20:2-11).

Mûsa gotinên xwe kontrol nekir. Wî rûmet neda Yehowa, yê ku bi mucîzeyekê av dabû wan (Zeb. 106:32, 33). Seba vê, Yehowa îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî (4. Mû. 20:12). Bi îhtimaleke mezin, Mûsa heta roja mirina xwe poşman bû ku wê rojê, wî xwe negirt (5. Mû. 3:23-27).

Ev serpêhatî çi rêyî me dide? Em çi qas bitecrûbe bin jî, eger kesek me aciz bike yan eger lazim be ku em şîretê bidin kesekî, gerek em bi hurmetdarî xeber bidin (Ef. 4:32; Kol. 3:12). Gava em kal û pîr dibin, dibe ku sebra me carinan kêm be. Li demên wisa, Mûsa bîne ber çavê xwe. Em helbet naxwazin rizaya Yehowa seba kêmasiya xwegirtinê winda bikin. Lê belê, em çawa dikarin xwegirtinê bi pêş bixin?

XWEGIRTINÊ BI PÊŞ BIXE

Ji bo ruhê pîroz dua bike. Çima? Çimkî xwegirtin pareke berê ruhê Xwedê ye, û Yehowa ruhê xwe dide kesên ku ji wî dixwazin (Lûqa 11:13). Bi navgîniya ruhê pîroz, Yehowa wê têra xwe qewetê bide me ku em karibin xwegirtinê eyan bikin (Flp. 4:13). Wekî din, ew dikare alî me bike ku em sifatên din ên berê ruh eyan bikin. Mesela, gava hezkirina me zêde dibe, wê ji bo me hêsantir be ku em xwegirtinê zêde bikin (1. Kor. 13:5).

Xwe ji tiştên ku xwegirtinê sist dikin, dûr bigire

Xwe ji tiştên ku xwegirtinê sist dikin, dûr bigire. Mesela, gava tu li Înternetê digerî, xwe ji malperên xerab dûr bigire (Ef. 5:3, 4). Gerek em xwe ji hemû tiştên ku dikarin me ber bi kirinên xerab ve bikişînin, dûr bigirin (Mtl. 22:3; 1. Kor. 6:12). Mesela, eger kesek ji aliyê cinsî ve sist e, wê belkî lazim be ku ew xwe ji kitêb û fîlmên romantîk bi temamî dûr bigire.

Dibe ku carinan li me zor bê ku vê şîretê pêk bînin. Lê belê, Yehowa wê xîreta me bibereket bike û qewetê bide me ku em karibin xwe kontrol bikin (2. Ptr. 1:5-8). Ewê alî me bike ku em fikir, gotin û hereketên xwe kontrol bikin. Mesela, Paul û Marco hîn bûne ku hêrsa xwe kontrol bikin. Bala xwe bide serpêhatiya birayekî din. Gava wî erebe diajot, wî li şoforên din zû hêrs diket û carinan bi wan re munaqeşe dikir. Gelo birayê me çawa dev ji hêrsa xwe berda? Ew wisa dibêje: “Min her roj ji dil dua dikir. Min meqaleyên li ser xwegirtinê lêkolîn dikirin û hin ayetên Kitêba Pîroz ezber dikirin. Çend sal e ku ez li ser vê nuqteyê dixebitim, lê ez dîsa jî her sibehê qerarê didim ku ezê sakîn bimînim. Wekî din, gava randevûyên min hene, ez zû ji malê derdikevim ku nekevim stresê.”

BI DEWAMÎ XWEGIRTINÊ BI PÊŞ BIXE

Em her çi qas xîret dikin jî, em carinan kontrola xwe winda dikin. Piştî vê yekê, dibe ku em şerm dikin ku ji Yehowa re dua bikin. Lê belê, pir muhîm e ku em li demên wisa ji Yehowa re dua bikin. Loma hemen ji Yehowa re dua bike. Ji wî efû bixwaze, alîkariya wî bixwaze û xîret bike ku tu eynî şaşiyê dîsa nekî (Zeb. 51:9-11). Nefikire ku Yehowa wê duayên te nebihîze (Zeb. 102:17). Wekî ku Yûhennayê şandî got, xwîna Kurê Xwedê “me ji her gunehî paqij dike” (1. Yûh. 1:7; 2:1; Zeb. 86:5). Ji bîr neke ku Yehowa ji hemû xizmetkarên xwe re dibêje ku gerek ew her tim efûkar bin. Loma em dikarin bawer bin ku Yehowa jî wê me efû bike (Met. 18:21, 22; Kol. 3:13).

Belê, gava ku Mûsa li çolê kontrola xwe winda kir, ev yek li Yehowa xweş nehat. Lê Yehowa ew efû kir. Wekî din, Peyva Xwedê dibêje ku Mûsa ji aliyê baweriyê ve emsaleke pir baş e (1. Mû. 34:10; Îbr. 11:24-28). Rast e, Yehowa îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî, lê ewê îznê bide ku Mûsa li Cenetê heta bi hetayê bijî. Eger em xîret bikin ku xwegirtinê bi pêş bixin, emê jî jiyana herheyî bi dest bixin! (1. Kor. 9:25).