Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

Yehowa li Miyên Xwe Digere

Yehowa li Miyên Xwe Digere

“Ez ê mîhên xwe bipirsim û lêkolînê li wan bikim” (HÊZ. 34:11).

KILAM 105 “Xwedê Hizkirin e”

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa çawa dişibe dayikekê?

LI ROJÊN Îşaya pêxember, Yehowa wisa pirsî: “Ma pîrek dikare ku lawê xwe yî bimemik ve ji bîr bike?” Yehowa cewab da: “Belê, ew dikarin ji bîr bikin, lê belê ez te ji bîr nakim!” (Îşa. 49:15). Li vê ayetê, Xwedê xwe dişibîne dayikekê. Çawa ku dayikek gelek nêzikî zarokê xwe ye, Yehowa jî ji xizmetkarên xwe pir hez dike. Piraniya dayikan bi van gotinên xwişka me Jasmin hemfikir in: “Gava tu zarokê xwe dimejînî, di nav we de hezkirineke xisûsî çêdibe, ya ku temamiya emir berdewam dike.”

2. Gava yek ji zarokên Yehowa ji wî dûr dikeve, ew çi hîs dike?

2 Yehowa qîmetê dide hemû zarokên xwe. Gava yek ji wan ji civatê dûr dikeve û dev ji belavkirina mizgînê berdide, Yehowa xemgîn dibe. Bîne ber çavê xwe ku ew çi qas xemgîn e ji ber ku her sal, bi hezaran xizmetkarên wî neaktîf dibin! *

3. Yehowa dixwaze ku kesên neaktîf çi bikin?

3 Em çi qas şa ne ku gelek ji van xwişk û birayên ku neaktîf bûne, bi zeman re vedigerin civatê. Yehowa dixwaze ku ew vegerin, û em jî vêya dixwazin (1. Ptr. 2:25). Em çawa dikarin alî wan bikin? Berî ku em cewaba vê pirsê bidin, gerek em bizanibin ku hin kes çima dev ji xizmet û civînan berdidin.

HIN KES ÇIMA DEV JI XIZMETA YEHOWA BERDIDIN?

4. Îş li ser hin kesan çawa bandor dike?

4 Hin kes bi îşê xwe pir mijûl in. Birayekî bi navê Hung *, ê ku li Asyayê dijî, wisa dibêje: “Min îzin da ku îşê min bi zêdeyî wexta min bixwe. Ez difikirîm ku eger rewşa min a madî baştir be, ezê karibim zêdetir ji Yehowa re xizmet bikim. Loma ez zêdetir dixebitîm û nediçûm hin civînan. Bi zeman re, min bi temamî dev ji civînan berda. Xuya ye ku dinya dike ku me hêdî hêdî ji Xwedê dûr bixe.”

5. Xwişkeke me rastî kîjan tengasiyan hat?

5 Hin xwişk û bira di nav probleman de difetisin. Xwişkeke bi navê Mary, ya ku pênc zarokên wê hene, wisa dibêje: “Yek ji zarokên min seqet e. Bi zeman re, keçikeke min ji civatê hat derxistin, û kurekî min ji aliyê psîkolojîk ve nexweş ket. Loma ez ketim depresyonê û min dev ji xizmet û civînan berda. Di netîceyê de, ez neaktîf bûm.” Dilê me ser Mary û malbata wê û ser kesên din, ên ku di nav tengasiyê de ne, dişewite.

6. Eger kesek li gor Kolosî 3:13 hereket neke, ew çawa dikare ji civatê dûr bikeve?

6 Kolosî 3:13 bixwîne. Hin kes seba gotin yan kirinên xwişk yan birayekî bihêrs in. Pawlosê şandî got ku carinan, dibe ku “gazina yekî ji yê din hebe”. Xwişk yan birayekî belkî li me neheqî kiriye. Eger em hay ji xwe nebin, em dikarin bixeyidin û hêdî hêdî ji Yehowa dûr bikevin. Tiştekî wisa hatibû serê birayekî bi navê Pablo, yê ku li Amerîkaya Başûr dijî. Yekî di heqê wî de derew gotibûn, û di netîceyê de, Pablo îmtiyazeke xwe winda kir. Ew wisa dibêje: “Ez bihêrs bûm û hêdî hêdî ji civatê dûr ketim.”

7. Wijdan çawa dikare li ser kesekî tesîr bike?

7 Kesekî ku gunehekî giran kiriye dikare xwe sûcdar hîs bike û bifikire ku Xwedê ji wî êdî hez nake. Wî her çi qas tobe kiribe û dilrehmî dîtibe jî, ew belkî difikire ku ew êdî ne hêja ye ku di civatê de bimîne. Birayekî bi navê Francisco wisa hîs dikir. Ew dibêje: “Ez seba bêexlaqiya cinsî hatim edeb kirin. Di serî de, min dev ji civînan berneda, lê paşê, ez ketim depresyonê û difikirîm ku ez ne hêja me ku di nav xizmetkarên Yehowa de bimînim. Wijdanê min ez sûcdar dikirim, û ez difikirîm ku Yehowa ez efû nekirime. Bi zeman re, min dev ji xizmet û civînan berda.” Tu li xwişk û birayên ku ketine halekî wisa, çawa dinêrî? Gelo tu derdê wan fehm dikî? Gelo Yehowa li wan çawa dinêre?

YEHOWA JI XIZMETKARÊN XWE HEZ DIKE

Di demên berê de, şivanan xema miyên windabûyî dixwar (Li paragrafên 8 û 9an binêre) *

8. Em ji ku dizanin ku Yehowa kesên ku ji wî dûr ketine, ji bîr nake?

8 Yehowa xizmetkarên xwe, yên ku ji bo demekê ji wî dûr ketine, ji bîr nake. Wekî din, ew xizmeta wan a berê ji bîr nake (Îbr. 6:10). Îşaya pêxember di heqê Yehowa de wisa got: “Dê mîna şivanekî pezê xwe bajo, bi baskê xwe dê berxikan bicivîne” (Îşa. 40:11). Gava yek ji miyên wî ji kerî dûr dikeve, Şivanê Mezin çi hîs dike? Îsa Mesîh hîsên Yehowa bi van gotinan eşkere kirin: “Eger sed miyên mirovekî hebin û yek ji wan riya xwe winda bike, ma ew not û nehan li çiyê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere? Û eger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê ji wan not û nehên ku riya xwe winda nekirine bêtir bi wê şa bibe” (Met. 18:12, 13).

9. Di demên berê de, şivanan li miyên xwe çawa dinêrî? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

9 Yehowa çawa dişibe şivanekî? Di demên berê de, şivanekî baş li miyên xwe rind dinêrî. Mesela, Dawid padîşah di ciwantiya xwe de bi şêrekî û bi hirçekî re şer kiribû ku keriyê xwe biparêze (1. Sam. 17:34, 35). Şivanekî baş ferq dikir gava yek ji miyên wî winda dibû (Yûh. 10:3, 14). Wî 99 miyên din yan li cihekî emîn dihiştin yan ew emanetî şivanên din dikirin û paşê diket pey miya windabûyî. Bi vê meselê, Îsa derseke muhîm hînî me kir: “Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe” (Met. 18:14).

Li demên berê, şivanek li miyeke windabûyî dinêre (Li paragrafa 9an binêre)

YEHOWA LI MIYÊN WINDABÛYÎ DIGERE

10. Li gor Hêzekîêl 34:11-16, Yehowa soz daye ku ewê ji bo miyên xwe yên windabûyî çi bike?

10 Yehowa ji her miya xwe hez dike. Eger yek ji “van biçûkan” ji kerî dûr ketibe, Yehowa dîsa jî jê hez dike. Bi navgîniya Hêzekîêl pêxember, Xwedê soz daye ku ewê li miyên xwe yên windabûyî bigere û alî wan bike ku ew ji nû ve bibin dostên wî. Wekî din, Xwedê got ku ewê çi bike ku wan bifilitîne. Kirinên Xwedê dişibin kirinên şivanekî ku alî miyeke windabûyî dike (Hêzekîêl 34:11-16 bixwîne). Gava miyek winda dibû, gelo şivan çi dikir? A yekê, wî li miya windabûyî digeriya. Ji bo vê pir wext û qewet lazim dibû. A diduyan, gava şivan miya windabûyî didît, wî ew dibir ba kerî. A sisêyan jî, eger mî birçî yan birîndar bû, wî ew hildida, birînên wê dipêçandin û ew têr dikir. Madem ku kalên civatê şivanên “keriyê Xwedê” ne, lazim e ku ew jî van sê tiştan bikin ku alîkariyê bidin kesên ku ji civatê dûr ketine (1. Ptr. 5:2, 3). Kalên civatê li wan digerin, alî wan dikin ku ew vegerin ba kerî û bi dilovanî piştgiriya wan dikin ku ew dostaniya Xwedê bi dest bixin. *

11. Şivanekî baş çi dizanibû?

11 Şivanekî baş helbet dizanibû ku mî dikarin winda bibin. Gava miyek ji kerî dûr diket, şivan ew ceza nedikir. Niha emê bibînin ku Xwedê çawa alîkarî da hin xizmetkarên xwe, yên ku ji bo demekê ji wî dûr ketibûn.

12. Yehowa çawa alî Ûnis kir?

12 Ûnis pêxember ji wezîfeya xwe reviya. Dîsa jî, Yehowa ew red nekir. Wek şivanekî baş, Yehowa ew xelas kir û qewet da wî ku ew karibe wezîfeya xwe bîne cih (Yns. 2:7; 3:1, 2). Paşê, Xwedê bi mîsala kundirekê alî Ûnis kir ku ew qîmeta jiyanê fehm bike (Yns. 4:10, 11). Em ji vê serpêhatiyê çi dersê distînin? Wexta ku kesek neaktîf dibe, gerek kalên civatê zû dev jê bernedin, lê xîret bikin ku fehm bikin ka ew çima ji kerî dûr ketiye. Gava ev mî vedigere ba Yehowa, gerek kalên civatê bi dewamî pê eleqedar bibin.

13. Yehowa li nivîskarê Zebûra 73an çawa dinêrî, û ji vê em dikarin çi dersê bistînin?

13 Gava nivîskarê Zebûra 73an kêfa xeraban dît, wî cesareta xwe winda kir. Wî ji xwe pirs kir ka bi rastî hêja ye ku mirov daxwaza Xwedê bîne cih (Zeb. 73:12, 13, 16). Yehowa li wî çawa dinêrî? Wî ew mehkûm nekir. Bi ser de, Xwedê gotinên wî di Kitêba Pîroz de da nivîsandin. Bi zeman re, zebûrbêj fehm kir ku di jiyanê de, dostaniya Yehowa ji her tiştî biqîmettir e (Zeb. 73:23, 24, 26, 28). Em ji vê serpêhatiyê çi dersê distînin? Eger yekî şik bibe ka xizmeta Yehowa ji bo wî bifeyde ye yan na, gerek kalên civatê wî zû mehkûm nekin, lê xîret bikin ku fehm bikin ka ew çima wisa difikire. Bi vî awayî, kalên civatê wê karibin wî bi destê Kitêba Pîroz teşwîq bikin.

14. Êlyas çima hewceyî alîkariyê bû, û Yehowa çawa alî wî kir?

14 Êlyas pêxember ji Îzebelê reviya (1. Qra. 19:1-3). Êlyas difikirî ku ji xeynî wî, qet pêxemberên Yehowa nemane, û ku îşê wî pûç e. Êlyas ew qas xemgîn bû ku wî dixwest bimire (1. Qra. 19:4, 10). Yehowa ew mehkûm nekir, lê jê re got ku ew ne tenê ye, ku ew dikare xwe bispêre qudreta Xwedê, û ku ji bo wî gelek îş heye. Gava Êlyas behsa derdên xwe kir, Yehowa bi dilovanî guh da wî. Paşê Yehowa hin wezîfeyên nû dan wî (1. Qra. 19:11-16, 18). Em ji vê serpêhatiyê çi dersê distînin? Gerek em li hemberî miyên Yehowa dilovan bin. Bi xisûsî muhîm e ku kalên civatê dilovan bin. Hin kes seba tiştekî bihêrs in yan xwe hêjayî rehma Yehowa nabînin. Gava kesek dilê xwe vedike, gerek kalên civatê rind guh bidin wî. Paşê, gerek ew wî bidin bawer kirin ku Yehowa ji wî hez dike.

GEREK EM LI MIYÊN WINDABÛYÎ ÇAWA BINÊRIN?

15. Li gor Yûhenna 6:39, Îsa li miyên Bavê xwe çawa dinêrî?

15 Yehowa dixwaze ku em li miyên windabûyî çawa binêrin? Di vî warî de, Îsa ji me re bûye emsal. Wî dizanibû ku di çavê Xwedê de, hemû mî biqîmet in, loma wî bi dil û can alî “miyên windabûyî yên mala Îsraêl” kir ku ew vegerin ba Yehowa (Met. 15:24; Lûqa 19:9, 10). Wekî din, “şivanê qenc” Îsa çi ji destê wî dihat dikir ku miyên Yehowa winda nebin (Yûhenna 6:39 bixwîne).

16-17. Çima muhîm e ku kalên civatê alî miyên windabûyî bikin? (Li çarçoveya “ Hin Miyên Windabûyî Çi Hîs Dikin?” binêre.)

16 Pawlosê şandî ji kalên civata Efesê re got ku bila ew Îsa ji xwe re emsal bigirin: “Divê ... alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‘Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e’” (Kar. 20:17, 35). Li gor vê ayetê, mesûliyeta kalên civatê ev e ku miyên Yehowa xwedî bikin. Kalekî civatê yê bi navê Salvador, ê ku li Spanyayê dijî, wisa dibêje: “Gava ez tînim bîra xwe ku Yehowa çi qas xema miyên xwe yên windabûyî dixwe, daxwaza min zêde dibe ku bi dil û can alî wan bikim. Madem ku ez şivanekî ruhî me, Yehowa bê guman dixwaze ku ez bi wan eleqedar bim.”

17 Hemû miyên windabûyî, yên ku ev meqale behsa wan dike, bi alîkariya xwişk û birayan vegeriyane ba Yehowa. Gelek kesên din jî hene, yên ku ji civatê dûr ketine lê dixwazin vegerin ba Yehowa. Li meqaleya din, emê lêkolîn bikin ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew vegerin ba Yehowa.

KILAM 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

^ par. 5 Hin kesên ku bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye çima ji civatê dûr dikevin? Xwedê li wan çawa dinêre? Ev meqale cewabên van pirsan dide. Wekî din, ev meqale nîşan dide ku li demên berê, Yehowa çawa alî hin kesan kir, ên ku ji bo demekê ji wî dûr ketibûn.

^ par. 2 NOT: Mizgînvanên ku bi şeş mehan yan zêdetir wext rapora xizmetê nadin, êdî neaktîf in. Dîsa jî, ew xwişk û birayên me ne, û em ji wan hez dikin.

^ par. 4 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 10 Meqaleya din wê nîşan bide ku kalên civatê çawa dikarin van sê tiştan bikin.

^ par. 60 RESIM: Li demên berê, şivanan li miyên windabûyî digeriyan û alî wan dikir ku ew vegerin ba kerî. Îro, şivanên ruhî jî aliyê miyên windabûyî dikin.

^ par. 64 RESIM: Xwişkeke neaktîf ji otobûsê li mizgînvanan dinêre, yên ku bi erebeya weşanan xizmet dikin.