Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22

Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Bin Av Bibin

Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Bin Av Bibin

“Bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad [bin av] bibe” (KARÊN ŞANDIYAN 2:38).

KILAM 72 Em Padîşahiyê Îlan Dikin

PÊŞGOTIN a

1. Petrûsê şandî ji elaleteke mezin re çi got?

 LI ROJA Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., tiştekî ecêb qewimî. Gelek mirovên ji cure cure welat û miletan ji bo cejnekê hatibûn Orşelîmê. Ji nişka ve, çend Cihûyan dest pê kir ku bi zimanên wan xeber bidin. Tiştên ku wan digot pir balkêş bûn. Wan digot ku eger ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin, ewê karibin xelas bibin. Vê xeberê dilê wan girt, û wan pirsî: “Ma em çi bikin?” Petrûsê şandî wisa bersiv da: “Bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad [bin av] bibe” (Karên Şandiyan 2:37, 38).

Birayek û jina wî bi zilamekî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikin. Ew kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi kar tînin (Li paragrafa 2yan binêre)

2. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

2 Wê rojê, weke 3.000 kes hatin binavkirin û bi vî awayî bûn şagirtên Îsa Mesîh. Îşê belavkirina mizgînê, yê ku Îsa Mesîh dabû şagirtên xwe, wê rojê dest pê kir. Ev îş heta niha jî berdewam dike. Em helbet nikarin alî kesekî bikin ku ew di hundirê çend saetan de ji bo binavbûnê hazir be. Heta ku kesek ji bo binavbûnê hazir be carinan çend meh yan jî çend sal derbas dibin. Eger tu bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz îdare dikî, tu rind dizanî ku ev yek çi qas wext û qewetê dixwe. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin.

ALÎ XWENDEKARÊ XWE BIKE KU EW GAV BI GAV BI PÊŞ VE HERE

3. Li gor Metta 28:19, 20, gerek xwendekarên me çi bikin, da ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin?

3 Berî ku xwendekarekî Kitêba Pîroz bin av bibe, gerek ew tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibe, pêk bîne (Metta 28:19, 20 bixwîne). Gava xwendekarek vêya dike, ew dibe mîna “mirovê aqilmend” ê ji mîsala Îsa Mesîh. Vî mirovî “kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî” (Metta 7:24, 25; Lûqa 6:47, 48). Gelo em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew tiştên ku ew hîn dibin, pêk bînin? Niha emê bala xwe bidin sê tewsiyeyan.

4. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin (Li çarçoveya “ Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew ji Xwe re Hedefan Deyne û Bigihîje Wan” jî binêre.)

4 Alî xwendekarê xwe bike ku ew ji xwe re hedefan deyne. Gelo ev yek çima muhîm e? Mirovên ku hildikişin çiyayên pir bilind bi gelemperî rasterast nagihîjin serê çiyê, lê ji xwe re çend hedefên biçûk datînin. Bi vî awayî, ew gav bi gav nêziktirî serê çiyê dibin. Mîna vê, eger xwendekarekî Kitêba Pîroz ji xwe re hin hedefên biçûk deyne û bigihîje wan, ewê bibîne ku ew dikare bigihîje hedefa binavbûnê. Para bi navê “Hedef” a li kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! dikare alî xwendekar bike ku ew bi pêş ve here. Li dawiya her dersê, nîşan bide ku hedefa nîşankirî çawa bi dersê ve girêdayî ye. Eger tu difikirî ku hedefeke din wê ji bo xwendekarê te bifeyde be, vê hedefê li para “Tiştekî din” binivîse. Bi alîkariya vê para kursê, hedefên biçûk û mezin ên xwendekarê te bi dewamî di ber çavan re derbas bike.

5. Li gor Marqos 10:17-22, Îsa Mesîh ji zilamekî dewlemend re çi got, û çima?

5 Alî xwendekarê xwe bike ku ew hal û hereketên xwe biguherîne (Marqos 10:17-22 bixwîne). Îsa Mesîh dizanibû ku ji bo mirovekî dewlemend çi qas zor e ku hemû mal û milkê xwe bifiroşe (Marqos 10:23). Dîsa jî, Îsa Mesîh ji vî zilamî re got ku bila ew jiyana xwe biguherîne. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh xema wî dixwar. Carinan, em belkî xwe paş digirin û hin şîretan nadin xwendekarê xwe, çimkî em difikirin ku ew hê ne hazir e ku xwe biguherîne. Helbet wext lazim e ku mirov dev ji adetên xwe yên berê berdin û “şexsiyeta nû li xwe bikin” (Kolosî 3:9, 10, NWT). Lê belê, tu vê meseleyê çi qas zû vekî, xwendekarê te wê guhertinên lazim ew qas zû bike. Ev yek ku tu behsa van tiştan dikî nîşan dide ku tu xema xwendekarê xwe dixwî (Zebûr 141:5; Methelokên Silêman 27:17).

6. Çima muhîm e ku em ji xwendekarên xwe bipirsin ka ew li ser mijarekê çi difikirin?

6 Pir muhîm e ku em car caran ji xwendekar bipirsin ka ew li ser mijarekê çi difikire. Bi alîkariya pirsên wisa, tu dikarî tê derxî ka xwendekar çi fehm kiriye û bi çi bawer dike. Bi vî awayî, wê li te hêsantir bê ku li ser meseleyên kûr sohbetê bikî. Li kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! gelek pirsên wisa hene. Mesela, li dersa 4an ev pirs derbas dibe: “Tu çi dibêjî, gelo bi Yehowa xweş tê gava ku tu navê wî dibêjî?” Li dersa 9an, ev pirs heye: “Tu dixwazî di duayên xwe de ji Xwedê re çi bibêjî?” Di serî de, dibe ku li xwendekarê te hebekî zor bê ku cewabên pirsên wisa bide. Eger wisa be, wê belkî baş be ku tu bala wî bikişînî ser hin ayetan yan ser resmên li kitêbê.

7. Em çawa dikarin serpêhatiyên xwişk û birayan bi kar bînin?

7 Gava xwendekar fehm dike ku gerek ew çi bike, bi alîkariya serpêhatiyan dil bide wî ku ew van tiştan bike. Mesela, eger xwendekarê te bi dewamî nayê civînan, tu dikarî vîdeoya bi navê Yehowa li Min Xwedî Derket, ya ku li qismê “Zêdetir Hîn Bibe” ya dersa 14an derbas dibe, nîşanî wî bidî. Li gelek dersên kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be!, serpêhatiyên wisa li qismên “Hûr û Kûr Bifikire” û “Zêdetir Hîn Bibe” hene. b Xwendekarê xwe bi kesên din muqayese neke û nebêje: “Madem ew bi ser ket, tu jî dikarî vêya bikî!” Bila xwendekar xwe bi xwe bigihîje vê netîceyê. Ji bo vê, bala xwendekar bikişîne ser hin nuqteyên sereke, yên ku alî mirovê li vîdeoyê kir ku li gor Kitêba Pîroz hereket bike. Mesela, tu dikarî bala wî bikişînî ser ayeteke muhîm yan ser hin gavên bifeyde. Eger mumkin be, nîşan bide ku Yehowa çawa alî vî kesî kir.

8. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin?

8 Alî xwendekarê xwe bike ku ew ji Yehowa hez bike. Gelo çawa? Bala xwendekar bikişîne ser sifetên Yehowa. Rêyî wî bide ku Yehowa “Xwedayê dilşad” e, yê ku piştgiriya xizmetkarên xwe dike (1. Tîmotêyos 1:11, NWT; Îbranî 11:6). Wekî din, bala xwendekar bikişîne ser feydeyên prensîpên Kitêba Pîroz û nîşanî wî bide ku Kitêba Pîroz hezkirina Yehowa çawa eyan dike (Îşaya 48:17, 18). Her ku xwendekar ji Yehowa zêdetir hez bike, ewê zêdetir bixwaze jiyana xwe biguherîne (1. Yûhenna 5:3).

XWENDEKARÊ XWE JI XWIŞK Û BIRAYAN RE BIDE NASKIRIN

9. Wek Marqos 10:29, 30 nîşan dide, çi dikare alî kesekî bike ku ew fedakariyan bike û xwe ji bo binavbûnê hazir bike?

9 Ji bo ku xwendekarên Kitêba Pîroz ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin, lazim e ku ew hin fedakariyan bikin. Mîna vî zilamê dewlemend ê li rojên Îsa Mesîh, lazim e ku hin xwendekar fedakariyên madî bikin. Mesela, eger îşê wan li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e, wê lazim be ku ew ji xwe re îşekî din bibînin. Yan jî, wê belkî lazim be ku ew dev ji hevalên xwe berdin, ên ku ji Yehowa hez nakin. Wekî din, hin xwendekar ji aliyê merivên xwe ve tên terk kirin, ên ku ji Şahidên Yehowa nefret dikin. Îsa Mesîh dizanibû ku li hinekan zor tê ku fedakariyên wisa bikin. Lê belê, wî soz dabû ku yên ku li pey wî diçin wê bên bibereketkirin û wê bibin para malbateke ruhî (Marqos 10:29, 30 bixwîne). Gelo tu çawa dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew vê bereketê bistîne?

10. Serpêhatiya Manuel çi rêyî me dide?

10 Bi xwendekarê xwe re hevaltiyê bike. Pir muhîm e ku tu nîşanî xwendekarê xwe bidî ku tu xema wî dixwî. Gelo çima? Birayekî bi navê Manuel, ê ku li Meksîkê dijî, wexta ku ew hê xwendekar bû tîne bîra xwe: “Berî her dersê, mamosteyê min dipirsî ka ez çawa me. Wî alî min dikir ku ez xwe rihet hîs bikim, û wî fersend dida ku ez behsa tiştên din jî bikim. Wî ji dil xema min dixwar.”

11. Wê çima baş be ku em bi xwendekarên xwe re wext derbas bikin?

11 Çawa ku Îsa Mesîh bi şagirtên xwe re wext derbas dikir, tu jî bi xwendekarê xwe re wext derbas bike (Yûhenna 3:22). Eger minasib be, xwendekarê xwe gazî mala xwe bike. Hûn dikarin çayekê vexwin, xwarinê bixwin yan jî bi hev re li bernameyeke JW Broadcastingê temaşe bikin. Bi xisûsî li dema cejnan, gava ku ew xwe tenê hîs dike, desteka te pir bifeyde ye. Birayekî ji Ûgandayê yê bi navê Kazibwe wisa dibêje: “Dostaniya mamosteyê min bi qasî kursê alî min kir ku ez Yehowa baştir nas bikim. Min dît ku Yehowa bi rastî jî xema xizmetkarên xwe dixwe û ku ew mirovên dilşad in. Min jî dixwest mîna wan dilşad bibûma.”

Mizgînvanên cuda bi xwe re bibe kursê. Ev yek wê alî xwendekar bike ku ew bê civînan (Li paragrafa 12an binêre) c

12. Wê çima baş be ku em mizgînvanên cuda bi xwe re bibin kursa Kitêba Pîroz?

12 Mizgînvanên cuda bi xwe re bibe kursê. Carinan em belkî difikirin ku wê hêsantir be ku em kursê bi tena serê xwe îdare bikin yan jî her tim bi eynî xwişk yan birayî re herin kursê. Belkî ev yek bi rastî jî hêsantir e, lê belê, eger em mizgînvanên cuda bi xwe re bibin, xwendekar wê ji vê yekê zêdetir feydeyê bistîne. Birayê me Dmîtrî, yê ku li Moldovayê dijî, dibêje: “Her mizgînvanê ku dihat kursa min gotinên Kitêba Pîroz bi şiklekî din ve ji min re zelal dikirin. Vê yekê alî min dikir ku ez malzemeyê baştir fehm bikim. Wekî din, gava ez cara pêşîn çûm civînê, min fedî nekir, çimkî min piraniya xwişk û birayan jixwe nas dikirin.”

13. Çima gerek em alî xwendekarên xwe bikin ku ew bên civînan?

13 Alî xwendekarê xwe bike ku ew bê civînan. Ev yek muhîm e, çimkî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî li hev top bibin. Civînên me pareke muhîm a îbadeta me ne (Îbranî 10:24, 25). Wekî din, xwişk û birayên me malbata me ya ruhî ne. Gava em li civînan bi wan re li hev top dibin, ev yek wek xwarineke xweş e, ya ku em li malê bi hev re dixwin. Gava ku tu alî xwendekarê xwe dikî ku ew bê civînan, ev yek wê pir alî wî bike ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve here. Lê belê, ev yek ji bo wî belkî hêsan nîne. Gelo kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! çawa dikare alî xwendekarê te bike ku ew serî bi astengan re derxîne û bê civînan?

14. Em çawa dikarin dil bidin xwendekarên xwe ku ew bên civînan?

14 Dersa 10an a kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! dikare alî te bike ku tu dil bidî xwendekarê xwe. Berî ku ev kitêb hat weşandin, ew ji aliyê çend mizgînvanên bitecrûbe ve hatibû ceribandin, û ew dibêjin ku dersa 10an pir alî xwendekarên wan kir ku ew bên civînan. Helbet gerek em heta dersa 10an li bendê nesekinin ku xwendekarên xwe gazî civînan bikin. Çi qas zû em xwendekaran dawet bikin, wê ew qas baş be. Helbet lazim e ku em ji bîr nekin ku hal û rewşa her kesî ji hev cuda ye. Loma bala xwe bide hewcedariyên xwendekarê xwe, û bifikire ku tu çawa dikarî alî wî bikî. Eger ew hemen neyê civînan, xemgîn nebe û bi sebir wî dîsa û dîsa dawet bike.

ALÎ XWENDEKARÊ XWE BIKE KU EW JI TIRSÊN XWE BIFILITE

15. Hin tirsên xwendekaran çi ne?

15 Gava tu rastiyê hîn dibûyî, gelo tu hebekî ditirsiyayî ku bibî Şahidê Yehowa? Gelo te digot ku tuyê tu caran nikaribî mal bi mal xizmet bikî? Yan jî, gelo tu ji muxalefeta meriv û hevalên xwe ditirsiyayî? Eger wisa ye, tu bê guman tirsên xwendekarê xwe rind fehm dikî. Îsa Mesîh jî dizanibû ku tirsên mirovan dikarin hebin. Lê belê, wî ji şagirtên xwe re got ku bila ew seba tirsên xwe dev ji xizmeta Yehowa bernedin (Metta 10:16, 17, 27, 28). Gelo Îsa Mesîh çawa alî şagirtên xwe dikir ku ew ji tirsên xwe bifilitin? Gelo tu çawa dikarî metoda Îsa Mesîh ji xwe re bikî emsal?

16. Em çawa dikarin xwendekarên xwe perwerde bikin ku ew ji kesên din re behsa mizgînê bikin?

16 Her ku diçe alî xwendekarê xwe bike ku ew ji kesên din re behsa mizgînê bike. Gava Îsa Mesîh şagirtên xwe şandin ku ew mizgînê belav bikin, wan belkî xem dikir ku vêya çawa bikin. Lê belê, Îsa ji wan re bi zelalî got ku gerek ew mizgînê li ku derê belav bikin û çi bibêjin (Metta 10:5-7). Gelo tu çawa dikarî wek Îsa Mesîh bikî? Alî xwendekar bike ku ew tê derxe ku ew dikare mizgînê li ku derê belav bike. Mesela, bipirse ka ew kesekî nas dike, yê ku belkî bi mijareke Kitêba Pîroz eleqedar bibe. Paşê, alî wî bike ku ew xwe hazir bike û bizanibe ku ew çawa dikare vê mijarê bi awayekî hêsan zelal bike. Eger minasib be, tu dikarî bi alîkariya qismên “Hinek Wisa Dibêjin” û “Belkî Kesek ji Te Bipirse” yên kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! prova bikî. Alî xwendekar bike ku ew bi alîkariya Kitêba Pîroz cewabên besît û nazik bide.

17. Em çawa dikarin bi destê Metta 10:19, 20, 29-31 alî xwendekarên xwe bikin ku ew xwe bispêrin Yehowa?

17 Alî xwendekarê xwe bike ku ew xwe bispêre Yehowa. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku Yehowa wê alî wan bike ji ber ku ew ji wan hez dike (Metta 10:19, 20, 29-31 bixwîne). Bîne bîra xwendekarê xwe ku Yehowa wê alî wî jî bike. Ji bo ku ew xwe bispêre Yehowa, bi wî re di heqê hedefên wî de dua bike. Birayekî bi navê Franciszek, ê ku li Polonyayê dijî, wisa dibêje: “Mamosteyê min gelek caran di duayên xwe de behsa hedefên min dikir. Gava min didît ku Yehowa çawa cewabê dide duayên mamosteyê min, min jî dest bi duakirinê kir. Min dest bi xebateke nû kiribû, û her cara ku min ji patronê xwe îzin dixwest ku herim civînan û civîna mezin, min alîkariya Yehowa didît.”

18. Yehowa îşê ku em dikin, çawa dibîne?

18 Yehowa xema xwendekarên me dixwe. Gava em alî mirovan dikin ku ew nêzîktirî wî bibin, ew qîmetê dide xîreta me (Îşaya 52:7). Eger xwendekarê te tune be jî, tu dikarî bi mizgînvanên din re herî kursên wan û alî xwendekarên wan bikî ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin.

KILAM 60 Canê Wan pê ve Girêdayî ye

a Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îsa Mesîh çawa alî mirovan dikir ku ew bibin şagirtên wî, û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin. Wekî din, emê li hin xisûsiyetên kitêba nû ya bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be! binêrin. Ev kitêb wê alî xwendekarên me bike ku ew ber bi binavbûnê ve bi pêş ve herin.

b Wekî din, li JW Library®, li kategoriya “Medya > Hevpeyivîn û Serpêhatî” binêre.

c RESIM: Birayek û jina wî bi zilamekî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikin. Ew carinan birayên din jî bi xwe re dibe kursê.