Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

Ji Dafikên Îblîs Bireve!

Ji Dafikên Îblîs Bireve!

“Ji xefika [dafika] Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin” (2. TÎMOTÊYOS 2:26).

KILAM 36 Dilê Xwe Biparêze

PÊŞGOTIN a

1. Îblîs çawa dişibe nêçîrvanekî?

 HEDEFA nêçîrvan ev e ku heywanan bigire yan bikuje. Wek Kitêba Pîroz jî nîşan dide, nêçîrvan cure cure dafikan bi kar tîne ku bigihîje hedefa xwe (Eyûb 18:8-10). Gelo nêçîrvan çi dike ku heywanekî bixe dafikê? Serê pêşîn, ew bala xwe dide xisûsiyetên heywanê ku ew dixwaze bigire. Mesela, heywan ku ve diçe? Ew ji çi hez dike? Ew çawa dikare ji nişka ve bê girtin? Îblîs mîna vî nêçîrvanî ye. Ew jî bala xwe dide xisûsiyetên me. Îblîs dibîne ku em ku ve diçin û ji çi hez dikin. Paşê, ew dafikekê datîne û li bendê disekine ku em bikevin vê dafikê. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku eger em bên girtin jî, em dikarin bifilitin. Wekî din, Kitêba Pîroz rêyî me dide ku em çawa dikarin xwe ji van dafikan dûr bigirin.

Quretî û çavbirçîtî du dafikên tesîrdar ên Îblîs in (Li paragrafa 2yan binêre) e

2. Du dafikên tesîrdar ên Îblîs çi ne?

2 Di nav dafikên Îblîs de, quretî û çavbirçîtî b du dafikên pir tesîrdar in. Bi hezaran salan, Îblîs ev sifetên xerab bi kar anîne. Ew dişibe nêçîrvanekî ku çivîkan bi destê dafik yan torekê digire (Zebûr 91:3). Lê belê, em dikarin xwe ji van dafikan biparêzin, çimkî Yehowa ji me re eşkere kiriye ku taktîkên Îblîs çi ne (2. Korîntî 2:11).

Serpêhatiyên ku li Kitêba Pîroz hatine qeydkirin rêyî me didin ku em çawa dikarin xwe ji dafikên Îblîs dûr bigirin yan ji wan bifilitin (Li paragrafa 3yan binêre) f

3. Çi dikare alî me bike ku em ji dafikên Îblîs bifilitin yan dûr bimînin?

3 Bi destê serpêhatiyên kesên din, Yehowa me di heqê quretî û çavbirçîtiyê de hişyar dike. Li serpêhatiyên ku emê bala xwe bidin wan, emê bibînin ku Îblîs hin xizmetkarên Yehowa yên gihîştî jî xistin dafikê. Gelo ev yek tê maneya ku em nikarin bi ser bikevin? Helbet na. Kitêba Pîroz dibêje ku “ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn” (1. Korîntî 10:11). Yehowa dizane ku em dikarin ji serpêhatiyên berê dersan bistînin û bi vî awayî ji dafikên Îblîs bifilitin yan dûr bimînin.

DAFIKA QURETIYÊ

Li paragrafa 4an binêre

4. Netîceya quretiyê çi ye?

4 Îblîs dixwaze ku quretî bikeve dilê me. Ew dizane ku eger em mîna wî qure bin, emê nikaribin jiyana herheyî bistînin (Methelokên Silêman 16:18). Loma, Pawlosê şandî got ku kesekî qure wê wek Îblîs bê dîwankirin (1. Tîmotêyos 3:6, 7). Ferq nake ku em di riya rastiyê de nû ne yan bi gelek salan ji Yehowa re xizmet dikin, lazim e ku em gişt hay ji xwe hebin ku em nekevin vê dafikê.

5. Li gor Waiz 7:16, 20, gerek em çi nekin?

5 Însanên qure herî zêde ji xwe hez dikin. Îblîs dixwaze ku em herî zêde ne ji Yehowa, lê ji xwe hez bikin – bi xisûsî gava em rastî tengasiyan tên. Mesela, gelo tu qet bi neheqî hatibûyî sûcdarkirin? Gelo tu qet rastî bêedaletiyê hatibûyî? Îblîs dixwaze ku tu seba tiştên wisa ji Yehowa yan ji xwişk û birayan bixeyidî. Wekî din, Îblîs dixwaze ku tu bifikirî ku lazim e ku tu vê problemê ne li gor rêberiya Kitêba Pîroz, lê li gor aqlê xwe safî bikî (Waiz 7:16, 20 bixwîne).

6. Tu ji serpêhatiya xwişka ku paragraf behsa wê dike, çi hîn bûyî?

6 Serpêhatiya xwişkeka me, ya ku li Holendayê dijî, bîne ber çavê xwe. Ew seba kêmasiyên hin xwişk û birayan hêrs bû, û wê xwe ji wan dûr digirt. Ew dibêje: “Min xwe tenê hîs dikir, û min nikaribû ew efû bikirana. Loma, min ji zilamê xwe re got ku bila em derbasî civateke din bibin.” Lê paşê, wê li bernameyeke JW Broadcastingê c temaşe kir, a ku nîşan dida ku gerek em li kêmasiyên kesên din çawa binêrin. Xwişka me wisa dibêje: “Li şûna ku ez hewl bidim ku xwişk û birayan biguherînim, min fehm kir ku gerek ez bi duristî û dilnizmî li ser şaşiyên xwe bixebitim. Vê bernameyê alî min kir ku ez ji her tiştî zêdetir bala xwe bidim Yehowa û serweriya wî.” Belê, gava tu rastî tengasiyan têyî, bala xwe bide Yehowa. Ew şaşiyên mirovan dibîne, lê ew hazir e ku wan efû bike. Loma, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu jî karibî wisa bikî (1. Yûhenna 4:20).

Li paragrafa 7an binêre

7. Çi hat serê Ûzziya Padîşah?

7 Seba quretiyê, Ûzziya Padîşah şîret qebûl nekir û li dijî Yehowa serî hilda. Bi eslê xwe, Ûzziya mirovekî pir jîr û jêhatî bû. Ew di şeran de serkeftî bû, wî gelek bajar ava kirin û wî îşê cotkariyê bi pêş dixist. Belê, “Xwedê karê wî serfiraz kir” (2. Dîrokan 26:3-7, 10). Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku wexta ku ew serkeftî bû, quretî ket dilê wî. Li gor qanûna Yehowa, tenê kahînan dikaribû li perestgehê bixûrê bişewitînin. Lê Ûzziya Padîşah dîsa jî li gor daxwaza xwe ket perestgehê ku bixûrê bişewitîne. Ev yek li Yehowa xweş nehat, loma wî ev zilamê qure bi cuzamê ceza kir. Ûzziya heta dawiya emrê xwe bicuzam ma (2. Dîrokan 26:16-21).

8. Li gor 1. Korîntî 4:6, 7, gerek em çi ji bîr nekin?

8 Gelo em jî dikarin seba quretiyê wek Ûzziya bikevin dafikê? Bala xwe bide serpêhatiya birayekî bi navê José. Ew hem di tîcaretê de pir serkeftî bû hem jî di civatê de rîspiyekî baş bû. Wî li civînên mezin gotar pêşkêş dikirin, û hin nazirên herêman ji wî şîret dixwestin. Lê belê, José wisa dibêje: “Çi heyf e ku min xwe dispart aqil û tecrûbeya xwe. Min xwe êdî nedispart Yehowa. Ez difikirîm ku ez qewî me, loma min guh nedida şîretên Yehowa.” José gunehekî giran kir û ji civatê hat derxistin. Çend sal berê, ew vegeriya civatê. José dibêje: “Yehowa rêyî min daye ku tiştê herî muhîm ne ev e ku sernavên me yên mezin hebin, lê ev e ku em guh bidin wî.” Bila em tu caran ji bîr nekin ku hemû hunerên me û îmtiyazên ku em li civatê distînin ji Yehowa tên (1. Korîntî 4:6, 7 bixwîne). Eger em qure bin, Yehowa wê me di îşê xwe de nexebitîne.

DAFIKA ÇAVBIRÇÎTIYÊ

Li paragrafa 9an binêre

9. Îblîs û Hewayê seba çavbirçîtiyê çi kir?

9 Di warê çavbirçîtiyê de, emsala pêşîn Îblîs e. Ew yek ji melekên Yehowa bû, û bê guman gelek îmtiyazên wî yên xweş hebûn. Lê belê, ew bi tiştên ku di destê wî de hebûn, ne razî bû. Wî dixwest ku melek û însan ne ji Yehowa re, lê ji wî re îbadetê bikin. Îblîs dixwaze ku em jî mîna wî bin, loma ew xîret dike ku çavbirçîtiyê bixe dilê me. Li baxçeyê Adenê, wî ev metod cara pêşîn bi kar anî. Yehowa têr û tije xwarin dabû Adem û Hewayê. Îzna wan hebû ku ji hemû darên li baxçe bixwin; tenê yek dar hatibû qedexekirin (1. Mûsa 2:16). Dîsa jî, Îblîs Hewa xapand ku ew mêweya qedexekirî bixwaze û bixwe. Hewayê bi tiştên ku di destê wê de hebûn, ne razî bû. Seba çavbirçîtiyê, Hewayê guneh kir û di dawiyê de mir (1. Mûsa 3:6, 19).

Li paragrafa 10an binêre

10. Dawid Padîşah çawa ket dafika çavbirçîtiyê?

10 Seba çavbirçîtiyê, Dawid Padîşah ji bîr kir ku Yehowa çi qas mal û milk û şan û şohret dabû wî. Jixwe, Dawid bi şikurdarî gotibû ku hediyeyên Yehowa pir in (Zebûr 40:5). Lê carekê, Dawid bi tiştên ku di destê wî de hebûn, ne razî bû. Her çi qas çend pîrekên Dawid hebûn jî, dilê wî ket pîreka zilamekî din – Bat-Şeba, pîreka Ûriyayê Hîttî. Dawid bi Bat-Şebayê re zîna kir, û Bat-Şeba bihemle ma. Bi ser de, Dawid Ûriya da kuştin! (2. Samûyêl 11:2-15). Gelo Dawid çima wisa kir? Gelo ew difikirî ku Yehowa wî nabîne? Dawid bi eslê xwe ji Yehowa pir hez dikir, lê îcar, wî seba çavbirçîtiyê gunehên giran kirin. Di netîceyê de, tiştên pir xerab hatin serê wî. Bi zeman re, Dawid seba şaşiya xwe poşman bû û tobe kir, û Yehowa ew efû kir (2. Samûyêl 12:7-13).

11. Li gor Efesî 5:3, 4, çi dikare alî me bike ku çavbirçîtî nekeve dilê me?

11 Gelo em ji serpêhatiya Dawid Padîşah çi hîn dibin? Em hîn dibin ku eger em ji bo tiştên ku Yehowa dane me, şikurdar bin, çavbirçîtî wê nekeve dilê me (Efesî 5:3, 4 bixwîne). Belê, gerek em bi tiştên ku di destê me de hene, razî bin. Gava tu bi kesekî re dest bi kursa Kitêba Pîroz dikî, wî hîn bike ku ew ji bo tiştekî ku Yehowa daye wî şikur bike. Eger ew her roj ji bo tiştekî şikur bike, ewê di hundirê heftiyekê de ji bo heft tiştan şikur bike (1. Selanîkî 5:18). Wê baş be ku tu jî kûr bifikirî ku te ji Yehowa çi bereket standine û ji bo van tiştan şikurdar bî. Bi vî awayî, tuyê bi tiştên ku di destê te de hene, razî bî, û çavbirçîtî wê nekeve dilê te.

Li paragrafa 12an binêre

12. Seba çavbirçîtiyê, Cihûda çi kir?

12 Gava Îsa Mesîh Cihûdayê Îsxeryotî wek şandiyê xwe hilbijart, ew mirovekî baş bû (Lûqa 6:13, 16). Eşkere ye ku ew mirovekî jîr û jêhatî bû, çimkî Îsa Mesîh qutiya pereyan emanetî wî kir. Mîna bexşên ku îro ji bo îşê belavkirina mizgînê tên dayîn, Îsa Mesîh û şandiyên wî ev pere ji bo mesrefên xizmetê bi kar dianîn. Lê çi heyf e ku bi zeman re, Cihûda şîretên Îsa Mesîh ên di heqê çavbirçîtiyê de avêt pişt guhê xwe û dest bi diziyê kir (Marqos 7:22, 23; Lûqa 11:39; 12:15).

13. Çavbirçîtiya Cihûda kengê eşkere bû?

13 Çendek berî mirina Îsa Mesîh, çavbirçîtiya Cihûda êdî eşkere bû. Îsa Mesîh, Merta, xwişka wê Meryem û çend şagirtên din li mala mirovekî bi navê Şimûn mêvan bûn. Li wexta xwarinê, Meryemê rûnekî bêhnxweş û biha li serê Îsa rijand. Hingê şagirtên wî hêrs bûn, çimkî ew difikirîn ku ev rûn dikaribû ji bo armanceke baştir bihata bikaranîn. Lê belê, niyeta Cihûda cuda bû. “Ji ber ku ew diz bû”, wî dixwest ev pere bidiziya. Paşê, çavbirçîtiya Cihûda bû sebeb ku ew Îsa Mesîh bi heqê koleyekî bide dest (Yûhenna 12:2-6; Metta 26:6-16; Lûqa 22:3-6).

14. Jin û mêrekî çawa guh da dersa ji Lûqa 16:13?

14 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa got: “Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Lûqa 16:13 bixwîne). Bi rastî jî wisa ye. Bîne ber çavê xwe ku li Romanyayê, jin û mêrekî çawa îzin da ku gotinên Îsa Mesîh li ser wan tesîr bikin. Carekê, ji wan re îşekî li welatekî dewlemend hat teklîfkirin. Ew dibêjin: “Di serî de, em difikirîn ku ev teklîf bereketeke ji Yehowa ye, çimkî me krediyeke mezin ji bankayê kişandibû û lazim bû ku em deynê xwe bidin.” Lê belê, problemek hebû. Ev îş wê ji xizmeta wan re bibûya asteng. Piştî ku wan meqaleyeke bi navê “Bi Dilekî Tam Dilsoz Bimîne d xwend, wan qerara xwe da. Ew wisa dibêjin: “Em difikirîn ku eger em ji bo xatirê îşekî baştir derbasî welatekî din bibin, emê dostaniya xwe ya bi Yehowa re bixin cihê diduyan. Me dizanibû ku eger em vêya bikin, ev yek wê li ser siheta me ya ruhî xerab bandor bike.” Loma, wan ev teklîf red kir. Gelo paşê çi qewimî? Birayê me li welatê xwe ji xwe re îşek dît, ê ku hewcedariya wan têr dikir. Xwişka me wisa dibêje: “Destê Yehowa ne kin e.” Ev jin û mêr şa ne ku ew ne ji pere re, lê ji Yehowa re xulamtiyê dikin.

XWE JI DAFIKÊN ÎBLÎS DÛR BIGIRE

15. Em ji ku dizanin ku em dikarin ji dafikên Îblîs bifilitin?

15 Eger em tê derxin ku em ketine dafika quretî yan çavbirçîtiyê, gerek em çi bikin? Gerek em jê birevin! Pawlosê şandî gotibû ku yên ku ji aliyê Îblîs ve hatine girtin dikarin ji dafikê bifilitin (2. Tîmotêyos 2:26). Mesela, piştî ku Dawid Padîşah ketibû dafika çavbirçîtiyê, wî guh da şîreta Natan pêxember û tobe kir. Bi vî awayî, Dawid dîsa bû dostê Yehowa. Ji bîr neke ku Yehowa ji Îblîs qewîtir e. Loma, eger em alîkariya Yehowa qebûl bikin, em dikarin ji dafikên Îblîs bifilitin.

16. Ji bo ku em xwe ji dafikên Îblîs dûr bigirin, gerek em çi bikin?

16 Li şûna ku em bikevin dafikên Îblîs û paşê ji wan bifilitin, wê helbet baştir be ku em xwe ji dafikên Îblîs bi temamî dûr bigirin. Ji bo vê, em hewceyî alîkariya Yehowa ne. Gerek em bi zêdeyî xwebawer nebin û nefikirin ku emê tu caran nekevin van dafikan. Wek me dîtiye, hin xizmetkarên Yehowa, yên ku bi gelek salan ji wî re xizmet kiribû, ketin van dafikan. Loma, her roj ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu tê derxî ka ev sifetên xerab li ser fikir û hereketên te tesîr kiriye yan na (Zebûr 139:23, 24). Tu caran îznê nede ku quretî yan çavbirçîtî li ser te bandor bikin!

17. Di demeke nêzîk de, çi wê bê serê Îblîs?

17 Îblîs nêçîrvanekî bitecrûbe ye, û wî bi hezaran salan xîret kiriye ku xizmetkarên Yehowa bixe dafikên xwe. Lê belê, di demeke nêzîk de, ewê bê girtin, û li dawiyê, ewê bê helakkirin (Peyxam 20:1-3, 10). Em hesreta wê rojê ne! Lê heta wê demê, li dijî dafikên Îblîs hişyar bimîne. Îznê nede ku quretî yan çavbirçîtî te bin dest bike. Belê, “li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?

a Îblîs wek nêçîrvanekî hoste ye. Ferq nake ku em çend sal ji Yehowa re xizmet dikin, Îblîs hewl dide ku me bixe dafikê. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îblîs çawa xîret dike ku quretî û çavbirçîtiyê bixe dilê me, da ku em dostaniya xwe ya bi Xwedê re winda bikin. Wekî din, emê li serpêhatiyên hin kesên ku ketin dafikên quretî û çavbirçîtiyê binêrin, û emê bibînin ku em çawa dikarin xwe ji van dafikan dûr bigirin.

b NOT: Ev meqale bala me dikişîne ser quretiyê, yanî ev yek ku kesek xwe ji ser kesên din re digire, û ser çavbirçîtiya ji bo zêdetir pere, qudret, cinsîtî yan jî tiştên din.

d The Watchtower, 15 Tebax 2008

e RESIM: Birayekî qure şîretê red dike. Xwişkeke ku gelek tiştên wê hene dixwaze hê jî zêdetir tiştan bikire.

f RESIM: Quretî ketibû dilê Îblîs û dilê Ûzziya Padîşah. Seba çavbirçîtiyê, Hewayê mêweya qedexekirî xwar, Dawid bi Bat-Şebayê re zîna kir û Cihûda pere didizî.