Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

“Van Biçûkan” Neterpilîne

“Van Biçûkan” Neterpilîne

“Yekî ji van biçûkan kêm nebînin” (METTA 18:10).

KILAM 113 Aştiya Me

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa ji bo me çi kiriye?

 YEHOWA her yek ji me kişandiye ba xwe (Yûhenna 6:44). Ka bifikire ku maneya vê çi ye: Bi milyaran însan li ber çavê Yehowa ne, û ew dilê wan lêkolîn dike. Wî dît ku tu yekî dilpak î û hazir î ku wî nas bikî û ji wî hez bikî (1. Dîrokan 28:9). Belê, Yehowa te nas dike, fehm dike û ji te hez dike. Ma ev yek dilê te germ nake?

2. Îsa Mesîh çawa zelal kir ku Yehowa xema her yekî ji miyên xwe dixwe?

2 Çawa ku Yehowa xema te dixwe, ew xema hemû xizmetkarên xwe yên din jî dixwe. Îsa Mesîh ev yek bi destê mîsalekê zelal kir. Wî got ku Yehowa dişibe şivanekî. Eger 100 mî hebin û yek ji wan winda bibe, gelo şivan wê çi bike? Ewê 99 miyên xwe li zozanê bihêle û li miya windabûyî bigere. Wexta ku ewê vê miyê bibîne, ewê li wê hêrs nebe, lê şa bibe. Ev mîsal çi rêyî me dide? Yehowa qîmetê dide hemû miyan. Îsa Mesîh wisa got: “Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe” (Metta 18:12-14).

3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de bipeyivin?

3 Em helbet naxwazin cesareta xwişk û birayan bişikînin. Ji bo ku em kesekî neterpilînin, gerek em çi bikin? Ji aliyê din ve, eger kesek dilê me biêşîne, îcar gerek em çi bikin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin. Lê serê pêşîn, emê bibînin ku yên “biçûk”, ên ku beşa 18an a kitêba Metta behsa wan dike, kî ne.

YÊN “BIÇÛK” KÎ NE?

4. Yên “biçûk” kî ne?

4 Yên “biçûk”, hemû şagirtên Îsa Mesîh in. Saliya wan her çi be jî, ew “wek zarokan” in, çimkî ew hazir in ku bi dilnizmî ji Îsa Mesîh perwerdeyê bistînin (Metta 18:3). Wekî din, ew her çi qas ji cure cure kok û miletan bin û nêrîn û şexsiyetên wan ji hev cuda bin jî, ew gişt baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, û Îsa ji wan pir hez dike (Metta 18:6; Yûhenna 1:12).

5. Gava kesek yekî ji xizmetkarên Xwedê diterpilîne yan diêşîne, ew çi hîs dike?

5 Yehowa Xwedê pir qîmetê dide “van biçûkan”. Ji bo ku em fehm bikin ku ew wan çawa dibîne, bîne ber çavê xwe ku em zarokan çawa dibînin. Ew ji bo me pir biqîmet in. Em dixwazin wan biparêzin, çimkî qewet, tecrûbe û hîkmeta wan hê kêm e. Gava tiştekî xerab tê serê mirovekî, em helbet xemgîn dibin, lê gava kesek zarokekî diêşîne, em hê jî xemgîntir dibin. Mîna vê, Yehowa jî dixwaze me biparêze, û gava kesek xizmetkarekî wî diterpilîne yan diêşîne, ew xemgîn û hêrs dibe (Îşaya 63:9; Marqos 9:42).

6. Li gor 1. Korîntî 1:26-29, dinya şagirtên Îsa Mesîh çawa dibîne?

6 Şagirtên Îsa Mesîh ji kîjan aliyê din ve dişibin “biçûkan”? Însanên vê dinyayê herî zêde qîmetê didin kesên dewlemend û bi nav û deng, lê şagirtên Îsa Mesîh ji wan re wek kesên “biçûk” û bêqîmet xuya dikin (1. Korîntî 1:26-29 bixwîne). Lê belê, Yehowa wan wisa nabîne.

7. Yehowa dixwaze ku em xwişk û birayan çawa bibînin?

7 Yehowa ji hemû xizmetkarên xwe hez dike, hem ji yên ku bi gelek salan ji wî re xizmet kiriye hem jî ji yên ku nû hatin ser riya rastiyê. Madem ku Yehowa qîmetê dide hemû xwişk û birayên me, gerek em jî qîmetê bidin wan. Em “yek beden in û em hemû endamên hev in”, loma gerek em ji hemû xwişk û birayan hez bikin (Romayî 12:5). Gerek em çi ji destê me tê bikin ku wan biparêzin û xwedî bikin. Eger em têderxin ku me dilê kesekî êşandiye, gerek em nefikirin ku ev yek tiştekî biçûk e yan ku ev kes bi zêdeyî xeydok e. Gelo hin kes çima zû dixeyîdin? Hin xwişk û birayên me xwe seba kok û kultura xwe nizm dibînin. Hin kes jî li ser riya rastiyê nû ne û nizanin ku gerek ew li kêmasiyên xwişk û birayan çawa binêrin. Problem her çi be jî, gerek em xîret bikin ku li hev bên. Helbet lazim e ku kesekî ku zû dixeyîde hîn bibe ku gerek ew vê xisûsiyeta xwe biguherîne. Ev yek wê alî wî bike ku ew dilxweşiya xwe winda neke û ku ew dostaniya bi xwişk û birayan re xwedî bike.

KESÊN DIN JI XWE BILINDTIR HESAB BIKE

8. Şagirtên Îsa Mesîh di bin bandora çi nêrînê de mabûn?

8 Gelo Îsa Mesîh çima behsa “van biçûkan” kir? Şagirtên wî pirsîbû: “Di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?” (Metta 18:1). Gelo şagirtên Îsa Mesîh çima wisa pirsîn? Li wan rojan, gelek Cihû difikirîn ku şan û şohret pir muhîm e. Lêkolînerek wisa dibêje: “Mirovên wê demê ji bo xatirê şan û şohretê dijiyan û dimirin.”

9. Lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh çi bikin?

9 Îsa Mesîh rind dizanibû ku ji bo şagirtên wî hêsan nîne ku ew xwe ji bandora kultura Cihûyan xelas bikin û dev ji reqabeta di nav hev de berdin. Wî ji wan re got: “Bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serek wek yê xulam be” (Lûqa 22:26). Gava em “yên din di ser xwe re” digirin, em dibin wek “yê herî biçûk” (Filîpî 2:3). Eger nêrîna me wisa be, emê dilê kesên din neêşînin.

10. Gerek em kîjan şîreta Pawlosê şandî ji bîr nekin?

10 Hemû xwişk û birayên me helbet li warekî ‘di ser me re’ ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê vêya bi hêsanî fehm bikin. Wê baş be ku em vê şîreta Pawlosê şandî ji bîr nekin: “Ma kî te ji yê din ferq dike? Ma çiyê te heye ku te ji Xwedê nestandiye? Madem te standiye, nexwe çima wek ku te nestandiye tu pesnê xwe didî?” (1. Korîntî 4:7). Gerek em nefikirin ku em ji kesên din çêtir in. Eger kesek pesnê me bide ji ber ku gotarên me xweş in yan ji ber ku em bi hêsanî dest bi kursên Kitêba Pîroz dikin, gerek em rûmetê bidin Yehowa.

“JI DIL” EFÛ BIKE

11. Mîsala Îsa Mesîh a padîşah û xulamê deyndar çi rêyî me dide?

11 Piştî ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew kesên din neterpilînin, wî mîsala padîşah û xulamê deyndar da. Padîşah deynê mezin ê xulam bexşand, lê paşê, vî xulamî deynê biçûk ê xulamekî din nebexşand. Di netîceyê de, padîşah xulamê bêrehm avêt zindanê. Ev yek çi rêyî me dide? Îsa Mesîh wisa got: “Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike” (Metta 18:21-35).

12. Gava em kesekî efû nakin, netîceya vê çi ye?

12 Xulamê bêrehm bi kirinên xwe zerar da xwe û kesên din. Pêşî, wî xulamê din “avêt zîndanê heta ku [ew] deynê xwe bide”. Bi vî awayî, wî zerar da xulamên din jî, çimkî “gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn”. Gerek em ji bîr nekin ku kirinên me li ser kesên din jî tesîr dikin. Eger kesek dilê me êşandiye û em wî efû nekin, çi dikare biqewime? A yekê, gava em wî efû nakin û ji wî re dilsar in, em zerarê didin wî. A diduyan, ev yek ku di nav me û vî kesî de aştî tune dikare xwişk û birayên din jî aciz bike.

Gelo tuyê kînê bajoyî yan ji dil efû bikî? (Li paragrafên 13 û 14an binêre) e

13. Serpêhatiya pêşengekê çi rêyî me dide?

13 Gava em xwişk û birayan efû dikin, ev yek hem ji bo me hem jî ji bo kesên din bifeyde ye. Serpêhatiya pêşengeke bi navê Leyla b vêya rind eşkere dike. Xwişkeke din dilê wê êşandibû. Leyla wisa dibêje: “Gotinên wê ez birîndar kirim. Gava ez diçûm xizmetê, min nedixwest tevî wê li eynî erebeyê siwar bim. Min xîret û dilxweşiya xwe êdî winda dikir.” Leyla her çi qas xemgîn bû jî, wê ev mesele dirêj nekir û li ber xwe neket, lê bi dilnizmî li gor şîreta ji meqaleyeke bi navê “Ji Dil Efû Bike c hereket kir û ev xwişk efû kir. Leyla dibêje: “Ez niha fehm dikim ku em gişt xîret dikin ku şexsiyeta nû li xwe bikin, û Yehowa me roj bi roj ji dil efû dike. Barekî giran ji stûyê min ketiye, û ez dîsa dilxweş bûme.”

14. Li gor Metta 18:21, 22, eşkere ye ku li Petrûs zor dihat ku çi bike, û em ji cewaba Îsa Mesîh çi hîn dibin?

14 Em helbet dizanin ku gerek em kesên din efû bikin. Dîsa jî, ev yek belkî carinan li me zor tê. Bi îhtimaleke mezin, li Petrûsê şandî jî carinan zor dihat ku kesên din efû bike (Metta 18:21, 22 bixwîne). Gelo çi dikare alî me bike ku em kesên din efû bikin? A yekê, bîne ber çavê xwe ku Yehowa tu çend caran efû kiriye (Metta 18:32, 33). Em hêjayî efûkirina wî nînin, lê ew me dîsa jî ji dil efû dike (Zebûr 103:8-10). Madem ku Yehowa ji me ew qas hez dike, “divê em jî ji hevdû hez bikin”. Belê, em mecbûr in ku xwişk û birayan efû bikin (1. Yûhenna 4:11). A diduyan, bîne ber çavê xwe ku efûkirin çi qas bifeyde ye. Bi saya efûkirinê, em belkî dikarin alî kesê ku dilê me êşandiye bikin, dostaniya xwe ya bi Yehowa re xwedî bikin û ji barekî giran bifilitin (2. Korîntî 2:7; Kolosî 3:14). Yehowa, yê ku dixwaze ku em hevdû efû bikin, hazir e ku alî me bike. Loma, ji wî re dua bike. Îznê nede ku Îblîs aştiya di nav me de xera bike (Efesî 4:26, 27). Ji bo ku em xwe ji dafika Îblîs dûr bigirin, em hewceyî alîkariya Yehowa ne.

ÎZNÊ NEDE KU TIŞTEK TE BITERPILÎNE

15. Li gor Kolosî 3:13, eger em seba gotin yan kirinên xwişk yan birayekî aciz bûne, em dikarin çi bikin?

15 Eger xwişk yan birayekî tu pir aciz kiriye, gerek tu çi bikî? Xîret bike ku aştiyê biparêzî. Dilê xwe ji Yehowa re veke. Ji Yehowa rica bike ku bila ew kesê ku dilê te êşandiye, bibereket bike û alî te bike ku tu sifetên wî yên baş bibînî. Jixwe, Yehowa jî seba van sifetên baş ji vî kesî hez dike (Lûqa 6:28). Eger tu nikarî çavê xwe li ser qisûra wî bigirî, rind bifikire ku tu çawa dikarî bi wî re bipeyivî. Nefikire ku wî dilê te bi qesdî êşandiye (Metta 5:23, 24; 1. Korîntî 13:7). Gava hûn sohbetê dikin, bawer be ku niyeta wî baş e. Lê eger ew naxwaze bi te re li hev bê, gerek tu çi bikî? ‘Li hember wî bîhnfireh be’ û hêviya xwe ji wî nebire (Kolosî 3:13 bixwîne). Ya herî muhîm, kînê neajo, çimkî kîn dikare dostaniya te ya bi Yehowa re xera bike. Îznê nede ku tiştek te biterpilîne. Bi vî awayî, tu dikarî îsbat bikî ku tu ji her tiştî zêdetir ji Yehowa hez dikî (Zebûr 119:165).

16. Mesûliyeta her yekî ji me çi ye?

16 Em serbilind in ji ber ku em bi yekîtî ji Yehowa re xizmet dikin. Em yek kerî ne, û şivanê me yek e (Yûhenna 10:16). Kitêbeke d me wisa dibêje: “Madem ku tu ji vê yekîtiyê feydeyê distînî, gerek tu hevkariyê bikî ku wê biparêzî.” Loma, gerek em “xwe hîn bikin ku em wek Yehowa li xwişk û birayan binêrin”. Yehowa me hemûyan wek zarokên “biçûk” dibîne. Gelo tu jî xwişk û birayan wisa dibînî? Yehowa qîmetê dide hemû tiştên ku tu ji bo alîkarî û xwedîkirina wan dikî (Metta 10:42).

17. Wê baş be ku em çi bikin?

17 Em ji xwişk û birayan hez dikin, loma gerek em “astengekê daneynin pêşiya birayekî ku biterpile an ji rê derkeve” (Romayî 14:13). Em xwişk û birayan ji xwe bilindtir hesab dikin, û em hazir in ku wan ji dil efû bikin. Bila em seba kirinên kesên din neterpilin, lê “bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne” (Romayî 14:19).

KILAM 130 Hevdû Efû Bikin

a Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan dilê xwişk û birayan bi gotin yan kirinên xwe diêşînin. Eger tiştekî wisa qewimiye, gelo em xîret dikin ku vê problemê hel bikin? Gelo em zû efû dixwazin? Yan jî, gelo em difikirin ku eger kesek ji me xeyîdiye, eva problema wî ye? Gelo em seba gotin yan kirinên kesên din zû dixeyîdin? Gelo em dibêjin ku ev yek ne di destê me de ye, yan jî gelo em qebûl dikin ku gerek em xwe biguherînin?

b Nav hatiye guherandin.

c The Watchtower, 15 Cotmeh 1999

e RESIM: Xwişkek ji xwişkeke din xeyîdiye. Paşê, ew problema xwe safî dikin û bi dilşadî bi hev re xizmet dikin.