Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Bereketên Mezin û Dersên ji Xizmeta Yehowa

Bereketên Mezin û Dersên ji Xizmeta Yehowa

DI ZAROKTIYA XWE DE, gava min teyareyên li ezmanan didîtin, min pir dixwest ku ez biçûma welatekî dûr. Ji min re, ev yek wek xeyal bû.

Dê û bavê min li dema Şerê Cîhanê yê Duyem ji Estonyayê derketin û çûn Almanyayê, û ez li wê derê hatim dinyayê. Paşê, wan qerar da ku mala xwe bar bikin û herin Kanadayê. Di serî de, em di qismekî koxa mirîşkan de diman. Em pir feqîr bûn, lê qet nebe ji bo taştiyê her roj hêkên teze hebûn.

Rojekê, Şahidên Yehowa gotinên ji Peyxam 21:3, 4 ji diya min re xwendin. Tiştên ku wê bihîstin ew qas dilê wê girt ku hêstir ji çavên wê hatin. Toximê rastiyê di dilê wan de şîn bû, û dê û bavê min bi pêş ve çûn û hatin binavkirin.

Dê û bavê min bi zimanê Îngilîzî rind nizanibû, lê dîsa jî, wan rastiya Kitêba Pîroz cidî digirt. Bi şev, bavê min li fabrîkaya helandina nîkelê kar dikir. Ew her çi qas westiyayî bû jî, roja Şemiyê wî ez û xwişka min Sylvia dibirin xizmetê. Wekî din, me her hefte Birca Çavdêriyê bi malbatî lêkolîn dikir. Dê û bavê min alî min dikir ku ez ji Xwedê hez bikim. Bi alîkariya wan, di sala 1956an de, gava ez 10 salî bûm, ez hatim binavkirin. Ev yek ku dê û bavê min ji Yehowa çi qas hez dikir heta niha dilê min xurt dike ku ez bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bikim.

Piştî ku min lîse xelas kiribû, min êdî pir bala xwe nedida xizmeta Yehowa. Ez difikirîm ku eger ez bibim pêşeng, pereyê ku ezê qezenc bikim wê tu carî têra vê yekê neke ku ez li teyareyê siwar bim û li dinyayê bigerim. Min li îstasyoneke radyoyê ji xwe re îşek dît. Kêfa min ji vî îşî re dihat. Ji ber ku min êvarê kar dikir, ez gelek caran nediçûm civînan, û min tevî kesên ku ji Xwedê hez nedikir wext derbas dikir. Lê paşê, wijdanê min nerihet bû, û min fehm kir ku gerek ez jiyana xwe biguherînim.

Min mala xwe bar kir û ez çûm bajarê Oshawayê (Ontario, Kanada). Li wê derê, min Ray Norman, xwişka wî Lesli û pêşengên din nas kirin. Ew gişt bi min re eleqedar dibûn. Gava min dilxweşiya wan dît, min dîsa bala xwe da hedefên xwe yên berê. Wan ez teşwîq dikirim ku ez dest bi xizmeta pêşengiyê bikim, û di Îlona sala 1966an de, ez bûm pêşeng. Jiyana min pir xweş bû, û min nizanibû ku hin guhertinên mezin li pêş min in.

GAVA YEHOWA WEZÎFEYEKÊ DIDE TE, XÎRET BIKE KU WÊ BÎNÎ CIH

Gava ez hê diçûm lîseyê, min ji bo xizmeta li Beytela Torontoyê (Kanada) mureceet kiribû. Paşê, gava min wek pêşeng xizmet dikir, ez hatim dawetkirin ku ji bo çar salan li Beytelê xizmetê bikim. Lê belê, dilê min ketibû Lesliyê, û ez ditirsiyam ku eger ez vê teklîfê qebûl bikim, ezê wê winda bikim. Lê piştî ku min dirêj dirêj dua dikir, min teklîfa ji bo xizmeta li Beytelê qebûl kir, û min bi xemgînî ji Lesliyê re got “bi xatirê te”.

Li Beytelê, min di serî de li cihê kincşûştinê kar dikir, û paşê, ez bûm sekreter. Wê demê, Lesli wek pêşenga xisûsî hat şandin bajarê Gatineauyê (Quebec, Kanada). Min gelek caran meraq dikir ka ew niha çi dike û ka min qerareke baş daye yan na. Paşê, tiştekî pir xweş çêbû: Birayê Lesliyê Ray ji bo xizmeta li Beytelê hat dawetkirin, û em ketin eynî odeyê! Bi vî awayî, hevaltiya min a bi Lesliyê re ji nû ve dest pê kir, û di roja dawîn a xizmeta çarsalî de, yanî di 27ê Sibata 1971ê de, em zewicîn.

1975: Destpêka xizmeta wek çavdêrê herêmê

Ez û Lesli, em hatin tayînkirin ku li Quebecê li civateke bi zimanê Fransî xizmetê bikin. Çend sal bi şûn de, gava ez hê 28 salî bûm, ez hatim dawetkirin ku wek çavdêrê herêmê xizmetê bikim. Ez difikirîm ku ez bi zêdeyî ciwan im û nikarim vî îşî bikim, lê gotinên ji Yêremya 1:7, 8 dilê min xurt kir. Lê belê, ji ber ku Lesliyê çend caran qezayên trafîkê derbas kiribûn, li wê zor dihat ku bi şev razê. Min ji xwe dipirsî: Eger ez bibim çavdêrê herêmê, gelo ev îş wê ji bo wê ne pir giran be? Dîsa jî, wê got: “Eger Yehowa wezîfeyekê bide me, ma ne lazim e ku em xîret bikim ku vê wezîfeyê bînin cih?” Hingê me ev wezîfe qebûl kir, û me ev îş bi 17 salan berdewam kir.

Gava ez çavdêrê herêmê bûm, ez pir mijûl bûm, û carinan, ji bo Lesliyê wext nedima. Lazim bû ku ez tiştekî muhîm hîn bibim. Carekê, roja Duşemê sibê zû, yekî li zengil xist. Lê gava min derî vekir, li ber derî kes tune bû, tenê selikek hebû. Tê de mêwe, penîr, nan, şerab, kas û nivîsek hebû: “Xanima xwe bibe pîknîkê!” Wê rojê dinya xweş bû. Min ji Lesliyê re got ku gerek ez hin gotaran hazir bikim û ez nikarim herim pîknîkê. Ew hebekî xemgîn bû, lê wê ji halê min fehm kir. Wexta ku ez li ber maseyê rûniştî bûm, wijdanê min nerihet bû. Gotinên ji Efesî 5:25, 28 hatin bîra min. Gelo Yehowa ji min re digot ku gerek ez bala xwe bidim hîsên xanima xwe? Min dua kir û paşê ji Lesliyê re got: “Were, bila em herin!” Lesli pir kêfxweş bû! Em bi erebeyê çûn cihekî xweş ê li kêleka çemekî, me sifre danî erdê, û me bi hev re rojeke pir xweş derbas kir. Û dîsa jî têra xwe wext ma ku ez gotarên xwe hazir bikim.

Gava min wek çavdêrê herêmê xizmet dikir, em diçûn civatên li Kolombiyaya Brîtanî heta Newfoundlandê. Bi vî şeklî, xeyala min ku ez rêwîtiyê bikim hat cih. Min meraq dikir ka Mekteba Gîleadê wê ji bo min baş be yan na, lê min nedixwest wek mizgînvanekî wezîfedar li welatekî xerîb xizmet bikira. Li ber çavê min, mizgînvanên wezîfedar mirovên xisûsî bûn, û ez difikirîm ku ez ne hêjayî îmtiyazeke wisa me. Wekî din, ez ditirsiyam ku teşkîlat me bişîne welatekî li Afrîkayê ku li wê derê nexweşî û şer hene. Loma, ez bi halê xwe razî bûm.

TAYÎNEKE NÛ: ESTONYA Û WELATÊN BALTÎKÊ

Rêwîtiya li welatên Baltîkê

Di sala 1992yan de, gava dewletê îzin da Şahidên Yehowa ku ew li welatên ku berê aîdî Yekîtiya Komarên Sovyetê bûn, xizmetê bikin, teşkîlatê ji me pirsî ka em dixwazin wek mizgînvanên wezîfedar derbasî Estonyayê bibin. Em ecêbmayî man, lê me li ser vê meseleyê dua kir. Dîsa, em fikirîn: “Madem ku Yehowa dixwaze ku em tiştekî bikin, ma ne lazim e ku em vêya biceribînin?” Loma, me wezîfeya nû qebûl kir, û min ji xwe re got: “Çi baş e ku em naçin Afrîkayê.”

Me yek ser dest bi hînbûna zimanê Estonî kir. Piştî çend mehan, ez wek çavdêrê herêmê hatim tayînkirin. Teşkîlatê xwest ku em herin 46 civatan û komên li sê welatên Baltîkê û li Kalînîngradê (Rûsya). Ji bo vê, lazim bû em hebekî zimanê Letonî, Lîtvanî û Rûsî hîn bibin. Pir zehmet bû. Lê belê, xwişk û birayên me qîmet dida xîreta me û alî me dikir. Di sala 1999an de, li Estonyayê buroyek hat vekirin, û ez, Toomas Edur, Lembit Reile û Tommi Kauko, em wek endamên Komîteya Buroyê hatin tayînkirin.

Çep: Ez li Lîtvanyayê li komcivînekê gotarekê pêşkêş dikim

Rast: Komîteya Buroya Estonyayê, di sala 1999an hat avakirin

Me gelek xwişk û birayên ku gelek sal berê hatibûn şandin Sîbîryayê nas kirin. Her çi qas jiyana li hebsê pir zor bû û ew ji malbata xwe dûr diman jî, ew tu carî nebûn mirovên sert û bihêrs. Wan her tim bi kêfxweşî û bi xîret xizmet dikir. Mîsala wan nîşanî me da ku mirov dikare li hemberî tengasiyan jî sebir bike û dilxweş bimîne.

Sal zû derbas bûn, û rojên tatîlê kêm bûn. Bi zeman re, Lesli pir diwestiya. Di serî de, me fehm nedikir ku bêhalbûna wê bi nexweşiya fîbromîaljiyê ve girêdayî bû. Em cidî difikirîn ka baştir e ku em vegerin Kanadayê yan na. Gava em ji bo kursa ji bo endamên komîteyên buroyan, a ku wê li Pattersonê (New York, DYA) bihata derbaskirin, hatin dawetkirin, em difikirîn ku belkî em nikarin beşdarî kursê bibin. Lê belê, piştî ku me ji dil dua kiribû, me qebûl kir. Yehowa qerara me bibereket kir. Bi saya tedawiya ku Lesliyê li dema kursê distand, me dîsa dikaribû jiyaneke normal derbas bikira.

DÎSA TAYÎNEKE NÛ: AFRÎKA

Di sala 2008an de, gava em dîsa li Estonyayê bûn, merkeza cîhanî ji min re telefon kir û pirsî ka em hazir in ku herin Kongoyê yan na. Ez ecêbmayî mam, bi xisûsî ji ber ku lazim bû ku ez rojekê bi şûn de bersivê bidim. Pêşî, min ji Lesliyê re tiştek negot, çimkî min dizanibû ku eger ez behsa vê yekê bikim, xew wê nekeve çavê wê. Lê wê şevê xew neket çavê min, û min di heqê tirs û xemên xwe de dua kir.

Roja din, piştî ku min ji Lesliyê re behsa teklîfa teşkîlatê kir, me ji xwe re got: “Yehowa dixwaze ku em herin Afrîkayê. Heta ku em neceribînin, emê ji ku bizanibin ka xizmeta li wê derê wê li xweşa me bê yan na?” Ji ber vê yekê, piştî ku me 16 sal li Estonyayê derbas kiribûn, em êdî li teyareyê siwar bûn û çûn Kongoyê, bajarê Kinshasayê. Buroya Kongoyê cihekî pir xweşik, bihizûr û di nav tebîetê de bû. Piştî ku em ji Kanadayê derketibûn, me her tim karteke bi gotinên “Tu li ku derê têyî çandin, li wê derê şîn bibe!” bi xwe re dibir. Gava em gihîştin Kongoyê, Lesliyê ev kart di odeya me de bi dîwêr ve kir. Wexta ku me bi xwişk û birayan re wext derbas dikir, kursên Kitêba Pîroz îdare dikirin û bereketên ji xizmeta mizgînvanên wezîfedar tehm dikirin, em pir kêfxweş bûn. Bi zeman re, em çûn ziyareta buroyên li 13 welatên din ên Afrîkayê, û me dît ku xelkên wan welatan çi qas rengîn û xweşik in. Tirsên me yên berê winda bûn, û me ji Yehowa re spas kir ku wî em şandine Afrîkayê.

Li Kongoyê, lazim bû ku em hînî xwarinên nû bibin. Mesela, li wê derê cureyekî kêzikan tê xwarin. Di serî de, em difikirîn ku em nikarin tiştên wisa bixwin, lê gava me dît ku xwişk û bira ji wan çi qas hez dikin, me jî tehm kir. Bi rastî jî li me xweş hatin!

Wekî din, me alîkariya ruhî û madî dibir rojhilata Kongoyê. Li wê derê, gerîlayan hicûmî gundan dikir û zerar dida jin û zarokan jî. Piraniya xwişk û birayan ji aliyê madî ve pir feqîr bûn, lê hêviya wan a bi rabûna miriyan qewî bû. Wan ji Yehowa pir hez dikir, û ew ji teşkîlata wî re dilsoz bûn. Baweriya wan dilê me digirt û tesîr li me dikir ku em baweriya xwe xurttir bikin. Hin xwişk û birayan hem malên xwe hem mehsûlên xwe winda kiribûn. Min fehm kir ku tiştên madî çi qas zû dikarin winda bibin, û qîmeta tiştên ruhî çi qas mezin e. Halê xwişk û birayên me çi qas zor bû jî, wan şikayet nedikir. Nêrîna wan dilê me xurt dikir ku em li hemberî pirsgirêk û nexweşiyên xwe dilxurt bin.

Çep: Ez gotarekê pêşkêşî penaberan dikim

Rast: Em alîkariya însanî û tibî dibin bajarê Dunguyê (Kongo)

Û DÎSA TAYÎNEKE NÛ: ASYA

Paşê, dîsa surprîzek çêbû: Teşkîlatê ji me re telefon kir û got ku bila em derbasî buroya Hongkongê bibin. Me tu carî xeyal nekiribû ku rojekê, emê li Rojhilata Dûr bijîn! Lê ji ber ku me di hemû tayînên xwe de dîtibû ku Yehowa bi me re ye, me ev tayîn jî qebûl kir. Di sala 2013an de, gava roj hat ku em dev ji dostên xwe yên ezîz û Afrîkaya bedew berdin û herin, çavên me tijî hêstir bûn.

Hongkong bajarekî mezin e. Jiyana li wê derê pir cuda bû, û hînbûna zimanê Kantonî zehmet bû. Lê belê, xwişk û bira pir dilgerm bûn, û xwarinên Hongkongê tehmxweş bûn. Fealiyetên me zû bi pêş ve diçûn, lê erd û xanî bi zêdeyî biha bûn. Loma, Koma Rêberiyê bi hîkmet qerar da ku piraniya milkên buroyê bifiroşe. Demeke kin bi şûn de, em derbasî Koreya Başûr bûn, û îro, em hê li wê derê dijîn. Hînbûna zimanê Koreyî ne hêsan e, lê em şa ne ku em êdî dikarin bi hevalên xwe re bi vî zimanî hinekî sohbetê bikin.

Çep: Em ji bo jiyana li Hongkongê hazir in

Rast: Buroya Koreyê

DERSÊN KU ME STANDINE

Carinan zor e ku însan ji xwe re dost û hevalên nû bibîne, lê me fehm kiriye ku eger em gava pêşîn bavêjin ku kesên din bikin mêvan, em dikarin wan zûtir nas bikin. Me dîtiye ku xwişk û bira pir dişibin hev, û ferqiyên di nav wan de ne ew qas mezin in. Belê, Yehowa em wisa çêkirine ku em dikarin dilê xwe fireh bikin û bi gelek kesan re bibin dost (2. Korîntî 6:11).

Me fehm kiriye ku gerek em wek Yehowa li însanan binêrin û çavên xwe vekirî bihêlin, da ku em hezkirin û rêberiya Yehowa di jiyana xwe de ferq bikin. Wexta ku me cesareta xwe winda dikir û meraq dikir ka kesên din me qebûl dikin yan na, me kart û nameyên teşwîqkar ên dost û hevalên xwe dîsa dixwendin. Yehowa her tim bersiva duayên me daye, û wî hêz daye me û dilê me xurt kiriye.

Di nav gelek salan de, em hîn bûne ku em her çi qas mijûl bin jî, pir muhîm e ku em ji bo hev wextê veqetînin. Wekî din, me fehm kiriye ku gerek em carinan li ser şaşiyên xwe bikenin, bi xisûsî gava em hewl didin ku zimanekî nû hîn bibin. Û her şev, em ji bo qenciyên jiyanê ji Yehowa re spas dikin.

Rast bêjim, ez difikirîm ku ez tu carî nikarim bibim mizgînvanekî wezîfedar yan li welatên din bijîm. Lê belê, ez hîn bûme ku bi saya desteka Yehowa, her tişt mumkin e. Gotinên Yêremya pêxember tên bîra min: “Te ez îqna kirim, ey Yehowa!” (Yêremya 20:7, NWT). Belê, Yehowa gelek bereketên mezin dane me – heta, wî xeyala min ku bi teyareyê rêwîtiyê bikim aniye cih. Gava ez hê zarok bûm, min texmîn nedikir ku ezê bi teyareyê herim ew qas welatên cur bi cur. Heta niha, ez çûme ziyareta buroyên li pênc parzemînan. Di hemû tayînan de, Lesliyê her tim bi dil û can destek daye min.

Em her tim tînin ber çavê xwe ku em vî îşî çima û ji bo kê dikin. Bereketên ku em niha distînin tînin bîra me ku di siberojê de, Yehowa wê jiyana bêdawî bide me û hemû daxwazên dilê me bîne cih (Zebûr 145:16).