Here Naverokê

Here naverokê

Meqaleyên Zêde yên Birca Çavdêriyê

Meqaleyên Zêde yên Birca Çavdêriyê

Gelek mizgînvan xwe bi alîkariya JW Library® ji bo civînan hazir dikin, û li wan xweş tê ku ew dikarin meqaleyên lêkolînê yên Birca Çavdêriyê bi hêsanî vekin. Lê belê, ji xeynî van meqaleyan, di Birca Çavdêriyê de gelek caran meqaleyên din jî hene. Gelo tu çawa dikarî van meqaleyan di JW Library de bibînî û ji wan feydeyê bistînî?

  • Li dawiya her meqaleya lêkolînê ya Birca Çavdêriyê, sernivîsa “Malzemeyên Zêde” xuya dike. Di bin vê sernivîsê de li ser lînka “Meqaleyên din ên vê kovarê” bitikîne. Di naverokê de, meqaleyên lêkolînê û numreyên wan bi zelalî tên nîşandayîn. Li wê derê, li ser navê meqaleyeke zêde bitikîne.

  • Di rûpela sereke ya JW Library de, li qismê “Tiştên Nû”, tu dikarî kovarên nû yên Birca Çavdêriyê daxî. Ji bo ku tu ji hemû meqaleyan feydeyê bistînî, kovarên daxistî veke û li naverokê binêre.