Pirsên Xwendevanan
Piştî jidayikbûna Îsa, Ûsiv û Meryem çima venegeriyan Nisretê, lê li Beytlehemê man?
Kitêba Pîroz cewaba vê pirsê nade. Lê belê, Kitêba Pîroz behsa çend nuqteyên balkêş dike, yên ku belkî li ser qerara Ûsiv û malbata wî tesîr kiribû.
Melekekî ji Meryemê re gotibû ku ewê bihemle bibe û zarokekî bîne dinyayê. Wexta ku melek ev xeber dabû wê, Ûsiv û Meryem li Nisreta Celîleyê dijiyan. Ûsiv ji wî bajarî bû (Lûqa 1:26-31; 2:4). Paşê, piştî ku ew ji Misrê vegeriyan, ew dîsa li Nisretê cihwar bûn. Îsa Mesîh li wê derê mezin bû (Metta 2:19-23). Loma, gava em di heqê Îsa Mesîh, Ûsiv û Meryemê de difikirin, bajarê Nisretê tê bîra me.
Yek ji merivên Meryemê, jinikeke bi navê Elîzabet bû, ya ku li Cihûdayê dijiya. Elîzabet pîreka kahînekî bi navê Zekerya bû, û ew diya Yehya bû (Lûqa 1:5, 9, 13, 36). Meryem çûbû ziyareta Elîzabetê û ji bo sê mehan li cem wê, yanî li Cihûdayê mabû. Paşê, Meryem vegeriyabû Nisretê (Lûqa 1:39, 40, 56). Loma, herêma Cihûdayê ji wê re nas bû.
Gava ferman hat dayîn ku her kes “xwe bide nivîsin”, Ûsiv li gor vê fermanê ji Nisretê çû bajarê Beytlehemê, yê ku wek “bajarê Dawid” dihat binavkirin. Pêxember ji berê ve gotibû ku Mesîh wê li wê derê bê dinyayê (Lûqa 2:3, 4; 1. Samûyêl 17:15; 20:6; Mîka 5:2). Piştî ku Meryemê zarokê xwe Îsa li Beytlehemê anîbû dinyayê, Ûsiv bi malbata xwe re li wê derê ma. Bi vî awayî, Meryem ne mecbûr bû ku bi bebekê xwe re bikeve rê û heta Nisretê here. Wekî din, ji ber ku Beytlehem tenê weke 9 kîlometre ji bajarê Orşelîmê dûr e, ji bo wan hêsan bû ku bebekê xwe bibin îbadetgehê û qurbana xwe li gor Qanûna Mûsa pêşkêş bikin (3. Mûsa 12:2, 6-8; Lûqa 2:22-24).
Melekê Xwedê ji Meryemê re gotibû ku kurê wê Îsa wê “textê bavê wî Dawid” bi mîrasî bistîne û “padîşahiyê bike”. Belkî ji bo Ûsiv û Meryemê pir balkêş bû ku Îsa li bajarê Dawid hat dinyayê (Lûqa 1:32, 33; 2:11, 17). Dibe ku wan dixwest li wê derê bimana heta ku ew bizanibin ka xwestina Xwedê ya ji bo wan çi ye.
Em nizanin ku çi qas wext derbas bû heta ku stêrnas gihîştin Beytlehemê. Lê belê, malbata Ûsiv êdî di xaniyekî de diman, û Îsa êdî ne bebek, lê “zarok” bû (Metta 2:11). Li şûna ku ew vegerin Nisretê, ew êdî li Beytlehemê cihwar bûbûn.
Hêrodês “li Beytlehm û li hemû dora wê fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist” (Metta 2:16). Ji ber vê yekê, Xwedê ji Ûsiv re got ku bila ew bi malbata xwe re bireve Misrê û li wê derê bimîne heta ku Hêrodês bimire. Paşê, Ûsiv bi malbata xwe re çû Nisretê. Ma ew çima venegeriyan Beytlehemê? Ji bo ku ew hem ji kurê Hêrodês Arxêlayos, ê ku hukimdarekî zalim bû, dûr bin, hem jî guh bidin emrê Xwedê. Li Nisretê, wan dikaribû Îsa bi saxî û selametî wek xizmetkarekî Xwedê mezin bikin (Metta 2:19-22; 13:55; Lûqa 2:39, 52).
Wisa tê fehmkirin ku Îsa Mesîh rêya ji bo jiyana li ezmanan ancax piştî mirina Ûsiv vekiriye. Loma, Ûsiv wê ji bo jiyana li dinyayê bê rakirin. Di dinyaya nû de, emê bikarin rasterast ji wî bipirsin ka piştî jidayikbûna Îsa, ew çima bi malbata xwe re li Beytlehemê ma.