Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

Rîspîno – ji Mîsala Gîdeon Bielimin

Rîspîno – ji Mîsala Gîdeon Bielimin

“Eger ez tiştên li ser Gîdeyon … bêjim, dema min têrê nake” (ÎBRANÎ 11:32).

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

PÊŞGOTIN a

1. Li gor 1. Petrûs 5:2, Yehowa çi wezîfe daye rîspiyan?

 YEHOWA miyên xwe yên giranbiha emanetî rîspiyên civatê kirine. Ev zilamên sadiq bi dil û can ji xwişk û birayan re xizmetê dikin, û ew xîret dikin ku bibin şivanên “li gor dilê” Yehowa (Yêremya 3:15; 1. Petrûs 5:2 bixwîne). Em pir şikirdar in ku di civatên me de şivanên wisa hene!

2. Hinek rîspî rastî çi tengasiyan tên?

2 Wexta ku rîspî mesûliyetên xwe tînin cih, ew rastî gelek tengasiyan tên. Mesela, xwedîderketina li civatê îşekî pir zehmet e. Ka bala xwe bide serpêhatiya Tony, rîspiyekî ji Amerîkayê. Lazim bû ku Tony hedê xwe baştir bizanibe û her îşê ku ji wî re dihat teklîfkirin, qebûl neke. Ew dibêje: “Wexta ku pandemiya koronavîrûsê dest pê kir, min ji bo derbaskirina xizmet û civînan her ku diçû zêdetir wezîfe qebûl dikirin. Lê min çi qas dikir jî, îş xelas nedibû. Di netîceyê de, min duakirin, xwendina Kitêba Pîroz û lêkolîna şexsî îhmal dikirin.” Rîspiyekî ji Kosovoyê yê bi navê Ilir rastî tengasiyeke din hat. Gava li herêma wî şer dest pê kir, li wî zor dihat ku guh bide rêberiya teşkîlatê. Ew dibêje: “Gava buroyê ji min xwest ku ez alîkariya xwişk û birayên li mintiqeyeke bitalûke bikim, ziravê min qetiya. Ez difikirîm ku ev rêberiya teşkîlatê ne baş e.” Ji bo birayê me Tim, ê ku li Asyayê mizgînvanê wezîfedar e, zehmet bû ku wezîfeyên xwe roj bi roj bîne cih. Ew dibêje: “Hin caran, ez ew qas diwestiyam ku min nikaribû li xwişk û birayan xwedî derkevim.” Di rewşên wisa de, gelo çi dikare alî rîspiyan bike?

3. Em gişt dikarin ji mîsala Gîdeonê hakim çi dersan bistînin?

3 Rîspî dikarin ji mîsala Gîdeonê hakim gelek tiştan bielimin (Îbranî 6:12; 11:32). Wî xizmetkarên Xwedê hem diparastin hem jî şivantiya wan dikir (Serweran 2:16; 1. Dîrokan 17:6). Îro, rewşa dinyayê pir xerab e. Loma pir muhîm e ku rîspî li xizmetkarên Xwedê xwedî derkevin (Karên Şandiyan 20:28; 2. Tîmotêyos 3:1). Em gişt dikarin ji maqûlî, dilnizmî û îtaeta Gîdeon dersan bistînin. Wexta ku wî wezîfeyên xwe dianîn cih, lazim bû ku ew gelekî sebir bike. Eger em ne rîspî bin jî, em dikarin ked û xîreta rîspiyan zêdetir teqdîr bikin û destekê bidin wan (Îbranî 13:17).

GAVA ZEHMET BE KU MIROV MAQÛL Û DILNIZM BE

4. Gîdeon çawa maqûlî û dilnizmiya xwe nîşan da?

4 Gîdeon yekî maqûl û dilnizm b bû. Gava melekê Yehowa ji Gîdeon re got ku ewê gelê Îsraêlê ji zilma Midyaniyan xelas bike, wî got: “Malbata min li Manaşşê, yên herî xizan in û ez di mala bavê xwe de yê herî biçûk im” (Serweran 6:15). Ew difikirî ku ew bi kêrî vê wezîfeyê nayê, lê Yehowa wisa nedifikirî. Bi alîkariya Yehowa, Gîdeon di wezîfeya xwe de serkeftî bû.

5. Çima carinan ne ew qas hêsan e ku rîspî maqûl û dilnizm bin?

5 Rîspî çi ji destê wan tê dikin ku maqûl û dilnizm bin (Mîka 6:8; Karên Şandiyan 20:18, 19). Ji aliyekî ve, ew bi huner û serkeftinên xwe pesnê xwe nadin. Ji aliyê din ve, ew ji ber qisûr û kêmasiyên xwe nafikirin ku ew bêqîmet in. Lê carinan ne ew qas hêsan e ku rîspiyek maqûl û dilnizm bimîne. Mesela, belkî ew çend wezîfeyan qebûl bike û dû re, li wî zor bê ku wan hemûyan bîne cih. Yan dibe ku rîspiyek ji bo wezîfeyekê bê rexnekirin, lê ji bo wezîfeyeke din pesnan bistîne. Îcar, gelo rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin?

Mîna Gîdeon, rîspiyekî maqûl hazir e ku alîkariyê bixwaze, mesela ji bo plankirina xizmeta bi erebeya weşanan (Li paragrafa 6an binêre)

6. Rîspî dikarin di heqê maqûliyê de ji Gîdeon çi bielimin? (Li resim jî binêre.)

6 Alîkariyê bixwaze. Kesekî maqûl hedê xwe dizane û jê derbas nabe. Gîdeon dizanibû ku bi tena serê xwe, ew nikare her tiştî bike û loma, wî alîkarî ji kesên din dixwest (Serweran 6:27, 35; 7:24). Rîspiyên bihîkmet bi eynî awayî hereket dikin. Birayê me Tony dibêje: “Ji ber ku ez wisa hatibûm mezinkirin, min ji qeweta xwe zêdetir kar qebûl dikir. Loma, me di îbadeta malbatê de li ser maqûliyê xeber da, û min ji xanima xwe pirsî ka ew min çawa dibîne. Wekî din, min di heqê vê mijarê de li ser jw.org li vîdeoyekê c temaşe kir.” Ji xeynî vê, Tony ji kesên din alîkarî dixwest. Netîce bû çi? Tony dibêje: “Îşê civatê rind dimeşe, û zêdetir wexta min heye ku ez dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikim.”

7. Wexta ku rîspiyek bê rexnekirin, ew çawa dikare Gîdeon ji xwe re mîsal bigire? (Aqûb 3:13)

7 Li hemberî rexneyan bi nermî cewabê bide. Carinan dibe ku hinek kes rîspiyan rexne bikin. Di vî warî de jî, mîsala Gîdeon bifeyde ye. Wî dizanibû ku ew însanekî nekamil e. Loma, gava Efrayîmiyan ew rexne kir, Gîdeon ne bi hêrs, lê bi nermî cewab da wan (Serweran 8:1-3). Wî bi dilnizmî guh da derd û xemên wan û bi xweşikahî cewaba wan da. Îro jî, rîspiyekî bihîkmet wê mîna Gîdeon rind guh bide kesekî ku wî rexne dike û bi nermî cewabê bide wî (Aqûb 3:13 bixwîne). Bi vî şeklî, ew dikare piştgiriya aştiya civatê bike.

8. Eger pesnê rîspiyekî bê dayîn, ew çawa dikare cewabê bide? Mîsalekê bide.

8 Rûmetê bide Yehowa. Gava xelkê ji bo serkeftina li hemberî Midyanê rûmet da Gîdeon, wî bala wan kişand ser Yehowa Xwedê (Serweran 8:22, 23). Gelo rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin? Gerek ew ji bo serkeftinên xwe pesnê Yehowa bidin (1. Korîntî 4:6, 7). Mesela, rîspiyekî ku baş dielimîne bîne ber çavê xwe. Gava xwişk û bira pesnê wî bidin, ew dikare bala wan bikişîne ser çavkaniya vê merîfetê, yanî ser Peyva Xwedê yan ser perwerdeya ku em ji teşkîlata Yehowa distînin. Ka bala xwe bide serpêhatiya rîspiyekî bi navê Timothy. Gava ew bû rîspî, wî ji pêşkêşkirina gotaran pir hez dikir. Ew dibêje: “Min hem destpêka gotaran hem jî mîsalên xwe pir giran û dirêj dikirin. Loma, kesên din gelek caran pesnê min dida. Bi eslê xwe, min bala guhdaran dikişand ser xwe, ne ser Kitêba Pîroz yan ser Yehowa.” Bi zeman re, Timothy fehm kir ku gerek ew bi awayekî din bielimîne û bala kesên din zêde nekişîne ser xwe (Methelokên Silêman 27:21). Netîce bû çi? Ew dibêje: “Niha kesên din ji min re dibêjin ku gotara min çawa alî wan kiriye ku ew ji heqê problemekê derkevin, li hemberî ceribandinekê sebir bikin yan nêzîktirî Yehowa bibin. Ev gotinên xwişk û birayan ji pesnên wan ên berê zêdetir dilê min xweş dikin.”

GAVA ZEHMET BE KU MIROV GUH BIDE RÊBERIYÊ YAN DILXURT BE

Li gor rêberiya Xwedê, Gîdeon hejmara ordiya xwe daxist heta 300î (Li paragrafa 9an binêre)

9. Çima ne ew qas hêsan bû ku Gîdeon guh bide rêberiya Yehowa û dilxurt be? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

9 Piştî ku Gîdeon bû rêberê gelê Îsraêlê, lazim bû ku ew guh bide rêberiyê û yekî dilxurt be. Xwedê ji wî re got ku bila ew qurbangeha Baal a bavê xwe wêran bike (Serweran 6:25, 26). Paşê, Xwedê du caran jê re got ku bila ew leşkerên ordiya xwe kêmtir bike (Serweran 7:2-7). Dawiya dawî, Xwedê emir da wî ku bila ew bi şev hicûmî ordîgeha dijminan bike (Serweran 7:9-11).

10. Dibe ku kengê ne ew qas hêsan be ku rîspiyek guh bide rêberiya teşkîlatê?

10 Rîspî gerek “hazir bin ku îtaet bikin” (Aqûb 3:17, NWT). Loma, ew bi dil û can guh didin gotinên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîlata Xwedê. Bi vî awayî, ew ji kesên din re dibin mîsalên baş. Lê carinan ne ew qas hêsan e ku rîspiyek guh bide rêberiyê. Mesela, dibe ku li rîspiyekî zor bê ku ew rêberiya herî nû di hişê xwe de bihêle. Yan dibe ku ew ji xwe bipirse ka ew rêberî bi rastî baş e. Yan jî, dibe ku ji wî bê xwestin ku ew wezîfeyekê bîne cih, a ku dikare bibe sebeb ku ew bikeve girtîgehê. Di rewşên wisa de, rîspî çawa dikarin îtaeta Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin?

11. Çi dikare alî rîspiyan bike ku ew guh bidin rêberiya teşkîlatê?

11 Bi dîqat guh bide rêberiya teşkîlatê û li gor wê bimeşe. Xwedê ji Gîdeon re gotibû ku gerek ew qurbangeha bavê xwe çawa hilweşîne, li wê derê qurbangeheke nû ji bo îbadeta Yehowa ava bike, û kîjan heywanan qurban bike. Gîdeon bê pirs û sual li gor vê rêberiyê hereket kir. Îro, teşkîlata Yehowa bi destê nameyan, bi rêya îlanan û bi awayên din rêberiya rîspiyan dike. Ev rêberî ji bo saxî û selametiya me û ji bo xurtkirina baweriya me pir lazim e. Em ji rîspiyên xwe pir hez dikin, çimkî ew bi dilsozî li gor rêberiya teşkîlatê tevdigerin. Ev yek ji bo xêra temamiya civatê ye (Zebûr 119:112).

12. Eger rêberiya teşkîlatê bê guhertin, rîspî çawa dikarin li gor şîreta ji Îbranî 13:17 bimeşin?

12 Bi dilxwazî guhertinan pêk bîne. Li gor fermana Yehowa, Gîdeon piraniya leşkerên xwe şandin malê (Serweran 7:8). Dibe ku wî meraq dikir: “Ma ev guhertin bi rastî lazim e û bi kêrî tiştekî tê?” Lê dîsa jî, Gîdeon li gor rêberiya Xwedê hereket kir. Îro jî, rîspî hazir in ku mîna Gîdeon li gor rêberiya teşkîlatê guhertinan pêk bînin (Îbranî 13:17 bixwîne). Mesela, di sala 2014an de Koma Rêberiyê awayê fînansekirina projeyên avakirina Salonên Îbadetê û Salonên Komcivînan guhert (2. Korîntî 8:12-14). Di demên berê de, teşkîlatê ji bo projeyên avakirinê pere bi deyn dida civatan, û civatan gav bi gav deynê xwe dida. Lê niha, teşkîlat bexşên hemû civatên li seranserê dinyayê di hewzekî de top dike û li ku derê lazim be ji bo projeyên avakirinê bi kar tîne – heta eger bexşên civatekê hindik bin jî. Gava José bi vê guhertinê hesiya, şikên wî hebûn. Wî got: “Bi vî awayî qet Saloneke Îbadetê ava nabe. Ev yek li welatê me ne mumkin e.” Çi alîkariya José kir ku ew piştgiriya vê rêberiyê bike? Ew dibêje: “Gotinên ji Methelokên Silêman 3:5, 6 anî bîra min ku gerek ez xwe bispêrim Yehowa. Û netîce pir baş bû! Hem zêdetir Salonên Îbadetê tên avakirin hem jî bexşên me dikarin bi awayê herî baş li her derê bên bikaranîn.”

Di bin qedexeyan de jî, em dikarin bi dilxurtî behsa baweriya xwe bikin (Li paragrafa 13an binêre)

13. (a) Gîdeon bi çi bawer bû? (b) Rîspî çawa dikarin wî ji xwe re mîsal bigirin? (Li resim jî binêre.)

13 Bi dilxurtî daxwaza Yehowa bîne cih. Gava tirs, xof û talûke hebûn jî, Gîdeon guhdariya Yehowa dikir (Serweran 9:17). Piştî ku Yehowa dilê Gîdeon xurt kir, qet şika wî nema ku ew dikare xelkê Xwedê biparêze. Rîspiyên li welatên ku fealiyetên me hatine qedexekirin Gîdeon ji xwe re mîsal digirin. Her çi qas talûke hebe ku ew bên girtin, îşê xwe winda bikin yan zilm li wan bê kirin jî, ew bi dilxurtî rêberiya civatê û karê belavkirina mizgînê dikin. d Di dema tengahiya mezin de, cesaret ji rîspiyan re lazim e, da ku ew bikarin li hemberî talûkeyan li gor rêberiya teşkîlatê bimeşin. Mesela, belkî rêberî ji me re bê dayîn ku em çawa xebereke mîna ‘zîpikên mezin’ belav bikin û çawa dikarin ji hicûma Gogê ji Magogê bifilitin (Hêzekîêl 38:18; Peyxam 16:21, KP).

GAVA ZEHMET BE KU MIROV LI BER XWE BIDE

14. Çima ne ew qas hêsan bû ku Gîdeon li ber xwe bide?

14 Gîdeon hakimê miletê Îsraêlê bû, û wezîfeya wî ked û xîreteke mezin dixwest. Gava leşkerên Midyanî bi şev reviyan, Gîdeon ji newala Yîzreêlê heta çemê Urdunê – ya ku bi îhtimaleke mezin bidar û devî bû – da pey wan (Serweran 7:22). Gelo Gîdeon li ber çemê Urdunê dev ji peyketina wan berda? Na! Ew û 300 zilamên wî her çi qas westiyayî bûn jî, ew derbasî aliyê din ê çemê Urdunê bûn. Dawiya dawî, wan xwe gihand Midyaniyan û ew bin dest kirin (Serweran 8:4-12).

15. Çima carinan ne ew qas hêsan e ku rîspî li ber xwe bidin?

15 Rîspî ji ber ku li civatê û malbatên xwe xwedî derdikevin her tim qeweta xwe xerc dikin. Ji ber vê yekê, ew carinan gelekî diwestin û ji taqetê dikevin. Gelo mîsala Gîdeon çawa dikare alîkariya rîspiyan bike?

Rîspiyên dilovan di rojên zehmet de alîkariya gelek kesan dikin (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16-17. Çi alîkariya Gîdeon dikir ku ew li ber xwe bide, û rîspî dikarin ji çi emîn bin? (Îşaya 40:28-31) (Li resim jî binêre.)

16 Xwe bispêre qeweta Yehowa. Gîdeon bawer dikir ku Yehowa wê qewetê bide wî, û bi rastî jî Xwedê alî wî kir (Serweran 6:14, 34). Carekê, Gîdeon û zilamên wî bi peyatî dabû pey 2 padîşahên Midyanî, yên ku belkî bi deveyan direviyan (Serweran 8:12, 21). Dîsa jî, bi alîkariya Xwedê, ew serkeftî bûn. Bi eynî awayî, rîspî dikarin xwe bispêrin Yehowa, yê ku “ne diweste, ne jî qels dibe”. Gava ew muhtacî qewetê bibin, Xwedê wê bê şik qewetê bide wan (Îşaya 40:28-31, ji wergera Mizgînî bixwîne).

17 Ka bala xwe bide serpêhatiya Matthew, yê ku endamekî Komîteyeke Îrtibata bi Nexweşxaneyan re ye. Çi alî wî dikir ku ew li ber xwe bide? Matthew dibêje: “Çawa ku Filîpî 4:13 dibêje, Yehowa bi rastî jî hêz dida min. Gelek caran, gava ez pir bêhal û westiyayî bûm, min ji Yehowa re dua dikir û dilê xwe ji wî re vedikir. Min ji wî rica dikir ku bila ew qewet û dilekî xurt bide min, da ku ez bikarim piştgiriya xwişk û birayan bikim. Di van rewşan de, Yehowa bi destê ruhê pîroz qewet dida min û alîkariya min dikir ku ez li ber xwe bidim.” Wek Gîdeon, şivanên me yên fedakar jî rastî tengasiyan tên. Helbet gerek ew hedê qeweta xwe bizanin û jê derbas nebin. Lê, ew dikarin bawer bin ku Yehowa ricayên ji bo alîkariyê dibihîze, û ewê qewetê bide wan ku ew li ber xwe bidin (Zebûr 116:1; Filîpî 2:13).

18. Rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin?

18 Rîspî dikarin ji Gîdeon gelek dersan bistînin. Gava ew qerarê didin ku çend wezîfeyan qebûl bikin û li hemberî rexne yan pesnan cewabê bidin, gerek ew maqûlî û dilnizmiya xwe nîşan bidin. Bi xisûsî niha, ji ber ku dawiya sîstema vê dinyayê nêzîk e, gerek ew guh bidin rêberiyê û bi dilxurtî hereket bikin. Û çi qas tengasî derkevin meydanê jî, gerek ew xwe bispêrin Yehowa, yê ku dikare qewetê bide wan. Belê, bila em gişt ked û xîreta rîspiyan teqdîr bikin û qedrê wan bigirin! (Filîpî 2:29).

KILAM 120 Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be

a Gîdeon ji aliyê Yehowa ve hatibû hilbijartin ku di rojên pir zehmet de rêberiya xizmetkarên Xwedê bike û wan biparêze. Gîdeon ev wezîfeya xwe weke 40 salî bi dilsozî anî cih. Lê belê, ew gelek caran rastî tengasiyan dihat. Îro jî, rîspî rastî tengasiyan tên. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku rîspî çawa dikarin ji mîsala Gîdeon bielimin.

b Peyvên “maqûlî” û “dilnizmî” ji aliyê maneyê ve pir nêzîkî hev in. Eger em maqûl bin, emê bi çavekî rast li xwe binêrin û ji hedê xwe derbas nebin. Eger em dilnizm bin, emê însanên din di ser xwe re bigirin (Filîpî 2:3). Bi gelemperî, kesekî maqûl, kesekî dilnizm e jî.

d Li meqaleya “Di bin Qedexeyan de Dev ji Xizmeta Yehowa Bernede” (Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2019, rûp. 10-11, par. 10-13) binêre.