MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28
Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
“Yê ku di rêya rast de dimeşe, ji XUDAN ditirse” (METHELOKÊN SILÊMAN 14:2).
KILAM 122 Sebat Bike
PÊŞGOTIN a
1-2. Wek Lût, em rastî çi zehmetiyan tên?
LI VÊ dinyayê, bêexlaqiya însanan her ku diçe zêde dibe. Loma, em jî wek Lût hîs dikin. Ew “bi jiyana nepak a neheqan xemgîn bûbû”, çimkî wî dizanibû ku Xwedê ji xerabiya wan nefret dike (2. Petrûs 2:7, 8). Ji tirs û hezkirina Xwedê, Lût nediket ber bayê kesên bêexlaq. Îro jî, gelek însan qedrê qanûnên Xwedê yên li ser exlaqê nagirin. Dîsa jî, eger tirs û hezkirina Xwedê di dilê me de hebe, emê bikarin ji aliyê exlaqê ve pak bimînin (Methelokên Silêman 14:2).
2 Yehowa bi destê kitêba Methelokên Silêman alî me dike ku em hem ji Xwedê bitirsin hem jî ji wî hez bikin. Em çend salî bin jî, em gişt dikarin ji şîretên vê kitêbê feydeyê bibînin.
TIRSA XWEDÊ ME DIPARÊZE
3. Li gor 1. Dîrokan 28:9, çima gerek em dilê xwe biparêzin? (Li resim jî binêre.)
3 Yehowa Xwedê dibîne ku di dilê me de çi heye. Ji ber vê yekê, gerek em dilê xweyî mecazî rind biparêzin. Yanî, tiştê herî muhîm ne ew e ku em ji derve çawa xuya dikin, lê ev e ku di kûrahiya dilê me de bi rastî çi heye (1. Dîrokan 28:9 bixwîne). Eger hîkmeta Xwedê di hiş û dilê me de cih bigire, ewê ji me hez bike (Yûhenna 4:14). Bi vî awayî, emê ji jehra exlaqî û derewên Îblîs û însanên xerab bên parastin (1. Yûhenna 5:18, 19). Her ku em nêzîktirî Yehowa bibin, emê zêdetir qedrê wî bigirin û jê hez bikin. Ji ber ku em naxwazin dilê Bavê xweyî ezmanî biêşînin, emê ji fikrên ku dikarin bibin sebebê gunehkirinê birevin. Îcar, gava em bên ceribandin, emê ji xwe bipirsin: “Ma ez çawa dikarim dilê kesekî ku ji min ew qas hez dike bi qesdî biêşînim?” (1. Yûhenna 4:9, 10).
4. Tirsa Xwedê çawa alî Martayê kir ku ew guneh neke?
4 Carekê, hindik mabû ku xwişka me Marta, ya ku li Kroatyayê dijî, bêexlaqiya cinsî bike. Wê nivîsand: “Li min zor hat ku ez bi zelalî bifikirim û daxwaza gunehkirinê bin dest bikim. Lê tirsa Yehowa ez parastim.” b Gelo tirsa Xwedê çawa alî wê kir? Martayê got ku ew li ser netîceyên bêexlaqiya cinsî kûr fikirî. Em jî dikarin wisa bikin. Yek ji netîceyên herî xerab ew e ku emê Yehowa xemgîn bikin û bi ser de jî hêviya jiyana herheyî winda bikin (1. Mûsa 6:5, 6).
5. Tu ji serpêhatiya birayê me Leo çi dielimî?
5 Eger em ji Yehowa Xwedê bitirsin, emê nebin hevalê kesên ku tiştên xerab dikin. Birayê me Leo, yê ku li Kongoyê dijî, çar salan piştî binavbûna xwe ket ber bayê hevalên xerab. Ew difikirî ku heta ku ew bi xwe li hemberî Yehowa guneh neke, zerar tune. Lê piştî demeke kin, hevalên wî yên xerab bandor li wî dikir ku ew pir zêde alkolê vexwe û bêexlaqiya cinsî bike. Dû re, ew li ser tiştên ku ji dê û bavê xwe hîn bûbû kûr fikirî û anî bîra xwe ku ew berê çi qas dilxweş bû. Bi vî awayî, hişê wî hat serê wî. Bi alîkariya rîspiyan, ew li Yehowa vegeriya. Îro ew bi dilxweşî wek rîspî û pêşengê xisûsî xizmetê dike.
6. Emê niha li ser kîjan du pîrekên mecazî sohbet bikin?
6 Niha, emê bala xwe bidin beşa 9an a kitêba Methelokên Silêman. Di vê beşê de, hîkmet û bêaqilî tên şibandin du pîrekan (li Romayî 5:14 jî binêre; Galatî 4:24). Gava em vê beşê bixwînin, ji bîr neke ku dinyaya Îblîs bi bêexlaqiya cinsî û pornografiyê ve tije ye (Efesî 4:19). Loma, ya esas ew e ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de bi dewamî ava bikin û berê xwe ji tiştên xerab bizivirînin (Methelokên Silêman 16:6). Em gişt dikarin ji şîretên di vê beşê de gelek tiştan hîn bibin. Her du pîrek jî kesên “hişsivik” dawetî mala xwe dikin û bang dikin: “Werin, ji xwarinên min bixwin!” (Methelokên Silêman 9:1, 5, 6, 13, 16, 17). Gelo netîce bû çi?
TEKLÎFA “PÎREKA BÊAQIL” RED BIKE
7. Li gor Methelokên Silêman 9:13-18, çi wê bê serê kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin? (Li resim jî binêre.)
7 Ka bala xwe bide teklîfa “pîreka bêaqil” (Methelokên Silêman 9:13-18 bixwîne). Ew bê şerm û bê fedî bang dike: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Paşê çi hat serê mêvanan? “Yên dikevin mala wê, nizanin ku diçin mirinê.” Di beşa 2yan de jî mîsala pîrekekê heye. Li wê derê tembîh li me tê kirin ku bila em ji “pîreka bêwefa” û “bêexlaq” dûr bisekinin. Di heqê wê de wisa tê gotin: “Mala wê pîreka mirovan dibe mirinê” (Methelokên Silêman 2:11-19). Wekî din, Methelokên Silêman 5:3-10 di heqê “pîreka ku zinê dike” de dibêje ku “lingên wê diçin mirinê.”
8. Gerek em qerara çi bidin?
8 Kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” dibihîzin, dikarin vê teklîfê yan qebûl bikin yan red bikin. Belkî gerek em jî qerareke wisa bidin. Eger em di înternetê de yan li cihên din rastî bêexlaqiya cinsî yan pornografiyê bên, emê çi bikin?
9-10. Çima gerek em bêexlaqiya cinsî nekin?
9 Ji ber gelek sebebên muhîm, gerek em bêexlaqiya cinsî nekin. “Pîreka bêaqil” dibêje: ‘Ava diziyê şîrîn e!’ Gelo “ava diziyê” çi ye? Kitêba Pîroz eleqeya cinsî ya di navbera jin û mêrekî zewicî de dişibîne ava sar, a ku di rojeke germ de dilê mirov xweş dike (Methelokên Silêman 5:15-18). Jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne dikarin bi hev şa bibin. Lê belê, “ava diziyê” pir cuda ye. Ev gotin balê dikişîne ser bêexlaqiya cinsî, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin vê yekê bi dizîka dikin. Gava ew difikirin ku tu kes wê wan negire û ewê bêceza bimînin, wê çaxê “ava diziyê” li ber dilê wan pir şîrîn dibe. Çi eybeke mezin! Ew dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî dibîne. Kesê ku dostaniya xwe ya bi Xwedê re winda dike, her tiştê xwe winda dike. Ji vê yekê tiştekî tehltir tune ye û qet ne şîrîn e (1. Korîntî 6:9, 10). Lê zerarên din jî hene.
10 Bêexlaqiya cinsî dikare bibe sebebê şermeke giran, hîsên bêqîmetbûnê, ducanîbûna nexwestî û xerakirina malbatan. Loma, a bixêr ew e ku mirov teklîfa “pîreka bêaqil” red bike û neçe mala wê. Bêexlaqiya cinsî dikare yekî ji aliyê ruhî ve bikuje û bi ser de jî bibe sebebê mirina herfî (Methelokên Silêman 7:23, 26). Methelokên Silêman 9:18 dibêje: “Yên dibin mêvanê wê, nizanin ku dadikevin binê qebrê.” Madem ku wisa ye, çima gelek kes dikevin vê faqê? (Methelokên Silêman 9:13-18).
11. Temaşekirina li pornografiyê çima pir bizerar e?
11 Gelek caran pornografî dibe sebebê bêexlaqiya cinsî. Hinek difikirin ku pornografî tiştekî bêzerar e. Lê belê, ev yek ne rast e. Pornografî bizerar e û eybeke giran e. Bi ser de, ne hêsan e ku însan dev jê berde. Sûretên bêexlaq mîna jehrê di hişê mirov de belav dibin. Wekî din, pornografî daxwazên xerab ji dil dernaxe, lê mîna agir gur dike (Kolosî 3:5; Aqûb 1:14, 15). Belê, gelek kesên ku li pornografiyê temaşe kiriye di netîceyê de bêexlaqiya cinsî kiriye.
12. Em çawa dikarin xwe ji sûretên ku şehweta cinsî hişyar dikin biparêzin?
12 Eger li ser cîhaza me ji nişka ve sûretekî pornografîk vebe, gerek em çi bikin? Gerek em bi lez û bez berê xwe bizivirînin û lê mêze nekin. Eger em bînin bîra xwe ku qîmeta dostaniya me ya bi Yehowa re çi qas mezin e, ev yek wê li me hêsantir bê. Hin sûretên ku di esasê xwe de wek pornografî nayên hesibandin jî dikarin şehweta cinsî hişyar bikin. Çima lazim e ku em ji sûretên wisa jî birevin? Çimkî wek Îsa Mesîh gotibû, “her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye” (Metta 5:28, 29). Rîspiyekî bi navê David, ê ku li Taylandê dijî, dibêje: “Ez her tim ji xwe dipirsim: ‘Sûretek her çi qas wek pornografî neyê hesibandin jî, eger ez lê mêze bikim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikrên wisa alî min dikin ku ez qerarên baş bidim.”
13. Çi alî me dike ku em qerarên baş bidin?
13 Gelo çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku tirsa Xwedê destpêka hîkmeta rastîn e (Methelokên Silêman 9:10). Ev yek di ayetên ewilî yên Methelokên Silêman beşa 9an de tê zelalkirin. Li wê derê, hîkmeta rastîn tê şibandin pîrekeke din.
TEKLÎFA HÎKMETA RASTÎN QEBÛL BIKE
14. Li gor Methelokên Silêman 9:1-6, Xwedê me teklîfî çi dike?
14 Methelokên Silêman 9:1-6 bixwîne. Teklîfa ku di van ayetan de derbas dibe bi eslê xwe ji Xwedê tê. Ew Çavkaniya hîkmeta rastîn e (Methelokên Silêman 2:6; Romayî 16:27). Ev beş behsa xaniyekî mezin ê heftstûnî dike. Ji vê mîsalê em fehm dikin ku Yehowa yekî comerd e û her kesê ku dixwaze li gor hîkmeta wî bimeşe, qebûl dike.
15. Xwedê dixwaze ku em çi bikin?
15 Yehowa bi comerdî li me xwedî derdikeve. Ev xisûsiyet bi hîkmeta rastîn ve girêdayî ye, ya ku di Methelokên Silêman beşa 9an de bi pîrekekê tê temsîlkirin. Wê goşt û şerab hazir kirine û sifre daniye (Methelokên Silêman 9:2). Paşê, ayetên 4 û 5an dibêjin ku hîkmet gazî kesên “hişsivik” dike û ji wan re dibêje: “Werin, ji xwarinên min bixwin.” Gelo çima muhîm e ku em herin mala hîkmeta rastîn û li ser sifreyê rûnin? Çimkî Yehowa dixwaze ku zarokên wî qerarên baş bidin. Ew naxwaze ku em serê xwe bixin belayê û paşê poşman bibin. Loma, ew bi destê hîkmeta rastîn “kesên rast digihîne serfiraziyê” (Methelokên Silêman 2:7). Eger tirsa Xwedê di dilê me de hebe, emê bixwazin dilê wî şa bikin. Emê guh bidin şîretên wî û li gor wan bimeşin (Aqûb 1:25).
16. Tirsa Xwedê çawa alî birayekî kir ku ew qerareke baş bide, û netîce bû çi?
16 Ka bala xwe bide serpêhatiya rîspiyekî bi navê Alain, ê ku li mektebekê mamoste bû. Ew wisa dibêje: “Gelek hevalkarên min fîlmên pornografîk wek perwerdeya cinsî didîtin.” Lê Alain nediket ber bayê wan. Ew dibêje: “Ji tirsa Xwedê, min li fîlmên wisa qet temaşe nedikir. Wekî din, min ji hevalkarên xwe re şîrove dikir ku sebebê qerara min çi ye.” Alain guh dida vê şîreta hîkmeta rastîn: “Li pêy rêya aqil herin!” (Methelokên Silêman 9:6). Sekna Alain tesîreke mezin li çend mamosteyan kir, û niha ew jî Kitêba Pîroz lêkolîn dikin û diçin civînên Şahidên Yehowa.
17-18. Hemû kesên ku diçin mala hîkmeta rastîn çi bereketan distînin? (Li resim jî binêre.)
17 Bi destê van du mîsalan, Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Ew bala xwe didin zewqên îro û nafikirin ku sibê çi wê bê serê wan. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18).
18 Halê kesên ku teklîfa hîkmeta rastîn qebûl dikin bi temamî cuda ye. Mêvanên hîkmeta rastîn li ser sifreyeke têr û tije ya xwarina ruhî rûniştî ne (Îşaya 65:13). Yehowa bi destê Îşaya pêxember wisa dibêje: “Min baş guhdarî bikin û tiştê qenc bixwin” (Îşaya 55:1, 2). Bi saya vê yekê, em dielimin ku çawa ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Wekî din, em bi dilxweşî kesên din jî teklîfî mala hîkmeta rastîn dikin. Tu dibêjî qey em li meydana bajêr wisa bang dikin: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Hemû kesên ku guh didin vê bangê dikarin ne tenê îro, lê her û her “li pêy rêya aqil herin” (Methelokên Silêman 9:3, 4, 6).
19. Li gor Waiz 12:13, 14, gerek em çi bikin? (Li çarçoveya “ Tirsa Xwedê Bifeyde ye” jî binêre.)
19 Waiz 12:13, 14 bixwîne. Bila tirsa Xwedê her tim di dilê me de hebe û alî me bike ku em di vê dinyaya bêexlaq de ji aliyê exlaqê ve pak bimînin û li ser rêya Xwedê bimeşin. Bi saya tirsa Xwedê, emê bi dil û can kesên din teşwîq bikin ku bila ew jî werin mala hîkmeta rastîn.
KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?
a Xizmetkarên Xwedê dixwazin tirsa Xwedê di dilê xwe de ava bikin. Tirseke bi vî rengî dikare dilê me biparêze û me ji bêexlaqiya cinsî û ji pornografiyê hîmaye bike. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin beşa 9an a kitêba Methelokên Silêman. Ev beş bi mîsalên du pîrekên mecazî ferqiya di navbera hîkmet û bêaqiliyê de derdixe pêş. Em dikarin ji vê beşê gelek tiştên muhîm bielimin.
b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.