Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

Xwe ji bo Roja Yehowa Hazir Bike

Xwe ji bo Roja Yehowa Hazir Bike

“Diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê” (1. SELANÎKÎ 5:2).

KILAM 143 Bi Îşê Xwedê Mijûl Be, bi Sebir li Hêviyê Be

PÊŞGOTIN a

1. Ji bo ku em di roja Yehowa de sax bimînin, gerek em çi bikin?

 LI GOR Kitêba Pîroz, roja Yehowa tê maneya dema ku Yehowa wê dijminên xwe helak bike û qewmê xwe xelas bike. Di demên berê de, Yehowa car caran dijminên xwe ceza dikirin (Îşaya 13:1, 6; Hêzekîêl 13:5; Tsêfanya 1:8). Di dema me de, roja Yehowa wê bi hicûma li ser Babîla Mezin dest pê bike û bi şerê Harmegedonê xelas bibe. Ji bo ku em di roja Yehowa de sax bimînin, gerek em xwe ji niha ve hazir bikin. Îsa Mesîh bi eşkereyî gotibû ku gerek em her tim ji bo tengahiya mezin “amade bin” (Metta 24:21; Lûqa 12:40).

2. Nameya 1. Selanîkî ji bo me çima bifeyde ye?

2 Pawlosê şandî di nameya 1. Selanîkî de bi rêya mîsalan zelal kiribû ku xizmetkarên Xwedê çawa dikarin xwe ji bo roja hukmê Xwedê hazir bikin. Wê demê, Pawlos dizanibû ku roja Yehowa hê dûr e (2. Selanîkî 2:1-3). Lê dîsa jî, wî xwişk û bira teşwîq dikirin ku bila ew xwe hazir bikin wek ku ew roj wê sibê bê. Bila em jî li gor vê şîretê tevbigerin! Niha, emê bala xwe bidin şîroveyên ku Pawlosê şandî dabûn: (1) Roja Yehowa wê çawa bê? (2) Kî wê helak bibe? (3) Em çawa dikarin xwe amade bikin, da ku em sax bimînin?

ROJA YEHOWA WÊ ÇAWA BÊ?

Di nameya 1. Selanîkî de, Pawlosê şandî çend mîsalên balkêş bi kar anîn (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Roja Yehowa wê çima wek ku diz bi şev tê ji nişka ve bê? (Li resim jî binêre.)

3 Wek ku diz bi şev tê (1. Selanîkî 5:2). Ev mîsal yek ji sê mîsalan e, yên ku Pawlosê şandî ji bo tarîfkirina roja Yehowa bi kar anîn. Diz zû hereket dike û bi şev, gava ku mirov ne li hêviyê be, ji nişka ve tê. Roja Yehowa jî wê wisa bê, û piraniya mirovan wê pê şaş û ecêbmayî bimînin. Gava em bibînin ku her tişt çi qas zû diqewime, dibe ku em jî ecêbmayî bimînin. Lê ferqî ev e ku emê bi yên xerab re neyên helakkirin.

4. Roja Yehowa çima dişibe “êşa jina bizaro”?

4 “Wek êşa jina bizaro” (1. Selanîkî 5:3). Jineke bihemle nizane ku sancî wê tam kengê dest pê bike, lê ew rind dizane ku rojekê, ev yek wê biqewime. Bi îhtimaleke mezin, ev êş wê ji nişka ve dest pê bike, û kes nikare vê yekê bide sekinandin. Roja Yehowa jî mîna vê yekê ye. Em ne roj ne jî saetê dizanin. Lê em emîn in ku roja hukmê Xwedê wê ji nişka ve bê.

5. Tengahiya mezin çawa dişibe destpêka rojeke nû?

5 Wek destpêka rojeke nû. Pawlosê şandî di mîsala xwe ya sisêyan de dîsa behsa dizan kiribû, yên ku bi şev diziyê dikin. Lê di vê mîsalê de, Pawlos roja Yehowa şiband ronahiya rojê (1. Selanîkî 5:4, NWT). Dizên ku bi şev dikevin malekê carinan ji bîr dikin ku zeman çi qas zû derbas bûye. Roja nû dikare ji nişka ve dest pê bike û îşên wan eşkere bike. Bi eynî şeklî, tengahiya mezin wê kesên ku mîna dizan di tariyê de dimînin û xerabiyê dikin eşkere bike. Ji bo ku em neşibin wan, lê ji bo roja Yehowa hazir bin, gerek em dev ji tiştên ku li Yehowa xweş nayên berdin û bidin pey “qencî, rastî û rastdariyê” (Efesî 5:8-12). Di ayetên din de, Pawlos bi destê du mîsalên din kesên ku wê bên helakkirin tarîf dike.

KÎ WÊ HELAK BIBE?

6. Piraniya însanan ji çi aliyî ve di xewê de ne? (1. Selanîkî 5:6, 7)

6 “Ên ku radizin” (1. Selanîkî 5:6, 7 bixwîne). Pawlosê şandî kesên ku wê helak bibin şibandin kesên ku di xewê de ne. Ew nizanin ku li derdora wan çi çêdibe û wext çawa derbas dibe. Ji ber vê yekê, gava tiştekî muhîm çêdibe, ew pê nahesin û nikarin gavên lazim bavêjin. Îro, piraniya însanan bi awayekî mecazî di xewê de ne (Romayî 11:8). Ew naxwazin îsbatên ku em di rojên dawîn de dijîn û ku tengahiya mezin nêzîk e qebûl bikin. Gava li dinyayê tiştekî ecêb diqewime, hinek kes ji xewa mecazî hişyar dibin û xebera xêrê meraq dikin. Lê belê, gelek ji wan hişyar namînin û dîsa radikevin. Heta, hin kesên ku bawer dikin ku roja hukim wê bê, difikirin ku ev roj pir dûr e (2. Petrûs 3:3, 4). Em ne mîna wan in. Em fehm dikin ku tembîha Xwedê ku gerek em hişyar bimînin her ku diçe muhîmtir dibe.

7. Kesên ku wê rastî xezeba Xwedê bên çima dişibin serxweşan?

7 “Ên ku serxweş dibin.” Pawlosê şandî kesên ku wê rastî xezeba Xwedê bên şibandin serxweşan. Kesên ku di bin tesîra alkolê de ne, giran giran û bê hiş hereket dikin. Bi eynî awayî, kesên xerab guh nadin tembîhên Xwedê. Rêya ku ew li ser dimeşin dibe helakê. Lê xizmetkarên Xwedê gerek li ser hişê xwe bin (1. Selanîkî 5:6). Li gor zanyarekî Kitêba Pîroz, kesekî ku li ser hişê xwe ye sakîn dimîne û berî ku qeraran dide, rind difikire. Çima gerek em sakîn bimînin û hişvekirî bin? Ji bo ku em nekevin nav meseleyên siyasî yan civakî. Roja Yehowa her ku nêzîktir dibe, zehmettir dibe ku em bêteref bimînin. Dîsa jî, ne lazim e ku em xeman bixwin. Xwedê wê bi destê ruhê pîroz alî me bike ku em sakîn bimînin, da ku em qerarên baş bidin (Lûqa 12:11, 12).

EM ÇAWA DIKARIN XWE AMADE BIKIN?

Em naxwazin bişibin kesên ku xema tu tiştî naxwin. Ji bo ku em ji bo roja Yehowa hazir bin, em zirxê bawerî û hezkirinê û kumzirxê hêviyê li xwe dikin (Li paragrafa 8 û 12an binêre)

8. Li gor 1. Selanîkî 5:8, çi wê alî me bike ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin? (Li resim jî binêre.)

8 Zirx û kumzirx li xwe bikin. Pawlos em şibandin leşkerên ku çekên xwe li xwe kirine û ji bo şer hazir in (1. Selanîkî 5:8 bixwîne). Di dema şer de, ji leşkeran tê xwestin ku ew her gav ji bo şer hazir bin. Rewşa me jî mîna vê yekê ye. Gava em zirxê bawerî û hezkirinê li xwe dikin û kumzirxê hêviya xelasiyê didin serê xwe, em xwe ji bo roja Yehowa amade dikin. Ev çekên ruhî wê alî me bikin ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin.

9. Bawerî çawa me diparêze?

9 Çawa ku zirx dilê leşkerekî diparast, bawerî û hezkirin jî dilê meyî mecazî diparêzin. Ew alî me dikin ku em her gav ji Xwedê re xizmetê bikin û li ser rêya Îsa Mesîh bimeşin. Bi saya baweriyê, em dizanin ku Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bibin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me xurt dike ku em di rojên dijwar de ji rêberê xwe Îsa Mesîh re sadiq bimînin. Gelek xwişk û birayên me li hemberî zilmê û problemên madî dilrast dimînin. Mîsalên wan dikarin alî me bikin ku em baweriya xwe ava bikin, da ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê bi ser bikevin. Wekî din, hinek xwişk û birayan jiyana xwe wisa eyar kiriye ku ew bikarin berî her tiştî bala xwe bidin îşên Padîşahiya Xwedê. Em dikarin wan ji xwe re mîsal bigirin, da ku em nekevin dafika hezkirina mal û milk. b

10. Hezkirina ji Xwedê û ji însanan çawa alî me dike ku em sebir bikin?

10 Ji bo ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin, lazim e ku em hem ji Xwedê hem ji însanan hez bikin (Metta 22:37-39). Hezkirina ji Xwedê alî me dike ku em tevî zehmetiyan jî dev ji belavkirina mizgînê bernedin (2. Tîmotêyos 1:7, 8). Wekî din, ji ber ku em ji hemû însanan hez dikin, em bi rêya xizmeta mal bi mal, telefon yan nameyan bi dewamî ji wan re behsa xebera xêrê dikin. Em hêvî dikin ku rojekê, ewê jiyana xwe ber bi başiyê ve biguherînin û li ser rêya rast bimeşin (Hêzekîêl 18:27, 28).

11. Hezkirina ji xwişk û birayan me teşwîqî çi dike? (1. Selanîkî 5:11)

11 Em ji xwişk û birayan jî hez dikin. Loma, gerek em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11 bixwîne). Wek leşkerên ku milê xwe didin hev û bi hev re li dijî dijminan şer dikin, em cesaretê didin hevdû. Di şer de, dibe ku leşkerek bê hemdî hevalekî xwe birîndar bike. Mîna vê yekê, em jî dilê xwişk û birayan bi qesdî naêşînin û heyfa xwe ji wan nastînin (1. Selanîkî 5:13, 15). Wekî din, em di civata xwe de qedrê birayên mesûl digirin û bi vî şeklî hezkirina xwe nîşan didin (1. Selanîkî 5:12). Gava Pawlosê şandî ev name ji Selanîkiyan re nivîsand, di ser avabûna civatê re hê salek derbas nebûbû. Bi îhtimaleke mezin, birayên tayînkirî hê bêtecrûbe bûn û şaşî dikirin. Dîsa jî, ew layiqî hurmetê bûn. Her ku tengahiya mezin nêzîktir dibe, lazim e ku em hê jî zêdetir xwe bispêrin rêberiya rîspiyên xwe. Belkî îrtibata me ya bi merkeza cîhanî yan buroyê re biqete. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em ji niha ve ji rîspiyan hez bikin û qedrê wan bigirin. Çi dibe bila bibe, bila em li ser hişê xwe bin û bala xwe nedin kêmasiyên rîspiyan. Bila em tu carî ji bîr nekin ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh rêberiya van zilamên sadiq dike.

12. Hêviya me çawa hişê me diparêze?

12 Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze, hêviya xelasiyê jî hişê me diparêze. Eger hêviya me qewî be, emê tiştên ku dinya pêşkêşî me dike wek tiştên bêqîmet bibînin (Filîpî 3:8). Hêviya me alî me dike ku em sakîn bimînin û ser hişê xwe bin. Ka bala xwe bide serpêhatiya Wallace û Laurindayê, yên ku li Afrîkayê xizmetê dikin. Di nav sê heftiyan de, Wallace bavê xwe û Laurindayê jî diya xwe winda kir. Ji ber pandemiya koronavîrûsê, wan nikaribû ji bo şînê vegerin welatê xwe. Wallace dibêje: “Hêviya rabûna miriyan alî min dike ku ez xeyal bikim ku piştî rabûna ji mirinê, halê wan wê çawa be. Bi saya vê yekê, halê wan ê berî mirinê bi zêdeyî nayê ber çavê min, û ez di nav xemgîniyê de nafetisim.”

13. Ji bo ku Xwedê ruhê pîroz bide me, gerek em çi bikin?

13 “Ruhê Pîroz netemirînin” (1. Selanîkî 5:19). Pawlos ruhê pîroz şiband agirekî di hundirê dilê me de. Ruhê pîroz xîreta me zêde dike, da ku em ya rast bikin û xwestina Yehowa bînin cih (Romayî 12:11). Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, gerek em dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û nêzîkî teşkîlata wî bimînin, a ku bi rêberiya ruhê pîroz hereket dike. Bi vî awayî, emê bikarin “berê Ruh” bi pêş bixin (Galatî 5:22, 23).

Ji xwe bipirse: “Ma kirinên min nîşan didin ku ez dixwazim ruhê pîroz her tim bistînim?” (Li paragrafa 14an binêre)

14. Ji bo ku em ruhê Xwedê bi dewamî bistînin, lazim e ku em xwe ji çi dûr bigirin? (Li resim jî binêre.)

14 Piştî ku Xwedê ruhê pîroz dide me, gerek em hay ji xwe hebin ku em agirê “Ruhê Pîroz netemirînin”. Xwedê ruhê pîroz dide tenê kesên ku ji aliyê fikir û kirinên xwe ve pak dimînin. Eger em bi dewamî li ser tiştên nepak bifikirin yan eger em li gor fikrên nepak hereket bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1. Selanîkî 4:7, 8). Ji xeynî vê, ji bo ku em ruhê pîroz bi dewamî bistînin, gerek em “pêxemberîtiyan kêm nebînin” (1. Selanîkî 5:20). Di vê ayetê de, peyva “pêxemberîtî” tê maneya xeberên ku Xwedê bi tesîra ruhê pîroz dane me. Mesela, hin ji van xeberan behsa roja Yehowa dikin û tînin bîra me ku ev roj çi qas nêzîk e. Gerek em nefikirin ku emê di emrê xwe de roja Harmegedonê nebînin. Li şûna vê yekê, ji bo ku em ji bîr nekin ku roja Xwedê çi qas nêzîk e, em ya rast dikin û xwestina wî her roj tînin cih (2. Petrûs 3:11, 12).

“HER TIŞTÎ JI HEV DERXIN”

15. Em çawa dikarin xwe ji xeberên derewîn û propagandaya cinan biparêzin? (1. Selanîkî 5:21)

15 Bi awayekî ji awayan, dijminên Xwedê wê di demeke nêzîk de îlana ‘aştî û ewledariyê’ bikin (1. Selanîkî 5:3). Piraniya însanan wê bi propagandaya cinan bên xapandin (Peyxam 16:13, 14). Lê halê me wê çawa be? Eger em “her tiştî ji hev derxin”, emê neyên xapandin (1. Selanîkî 5:21 bixwîne). Peyva Yûnanî, ya ku wek “ji hev derxin” hatiye tercûmekirin, ji bo tesbîtkirina madenên biqîmet dihat bikaranîn. Yanî, lazim e ku em rastiya tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin, tesbît bikin. Ev yek ji bo Selanîkiyan muhîm bû û ji bo me hê jî muhîmtir e, çimkî tengahiya mezin her ku diçe nêzîktir dibe. Li şûna ku em safik bin û baweriya xwe bi her tiştî bînin, gerek em rind bifikirin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin li gor gotinên Kitêba Pîroz û gotinên teşkîlata Yehowa rast in yan na. Eger em wisa bikin, emê bi dek û dolabên cinan neyên xapandin (Methelokên Silêman 14:15; 1. Tîmotêyos 4:1).

16. Hêviya me çi ye, û em dixwazin çi bikin?

16 Wek qewm, xizmetkarên Xwedê wê ji tengahiya mezin sax derbas bibin. Lê wek ferd, em nizanin ku sibê çi wê biqewime (Aqûb 4:14). Lê çi dibe bila bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em dilsoz bimînin. Eger em berî tengahiya mezin bimirin jî, emê jiyana herheyî bistînin. Yên hilbijartî wê bi Îsa Mesîh re li ezmanan bijîn, û miyên din wê her û her li dinyayê bijîn. Bila em her tim bala xwe bidin hêviya xwe ya bêemsal û ji bo roja Yehowa hazir bin!

KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike

a Beşa 5an a nameya 1. Selanîkî bi rêya mîsalan behsa roja Yehowa dike. Ev “roj” tê çi maneyê, û ewê bi çi awayî bê? Wê rojê, gelo kî wê sax bimîne û kî na? Em çawa dikarin xwe ji bo wê rojê hazir bikin? Ka em gotinên Pawlosê şandî lêkolîn bikin û cewabên van pirsan bistînin.

b Li rêzemeqaleya “Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin” binêre.