Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

KILAM 7 Yehowa Hêza Me ye

Yehowa Xwedayê Zindî ye

Yehowa Xwedayê Zindî ye

“Xudan dijî” (ZEBÛR 18:46).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku eger em ji bîr nekin ku Yehowa Xwedayê zindî ye, emê pir feydeyê bistînin.

1. Çi dikare alî xizmetkarên Yehowa bike ku ew li hemberî zehmetiyan dev ji îbadeta wî bernedin?

 KITÊBA PÎROZ dibêje ku rojên me, “wextên dijwar” in (2. Tîmotêyos 3:1). Ji xeynî zehmetiyên ku hemû însan rastî wan tên, xizmetkarên Yehowa rastî zilm û muxalefetê jî tên. Gelo çi dikare alî me bike ku em li hemberî van zehmetiyan dev ji îbadeta Yehowa bernedin? Tiştekî pir muhîm ev e ku em ji bîr nekin ku Yehowa ‘Xwedayê zindî’ ye (Yêremya 10:10; 2. Tîmotêyos 1:12).

2. Em di heqê Yehowa de çi dizanin, û çima muhîm e ku em vêya ji bîr nekin?

2 Yehowa hemû tengasiyên me dibîne û hazir e ku alî me bike (2. Dîrokan 16:9; Zebûr 23:4). Eger em ji bîr nekin ku ew “dijî”, emê bikarin li hemberî hemû tengasiyan sebir bikin. Ka em bibînin ku zanîna vê yekê çawa alî Dawid Padîşah dikir.

3. Dawid gotibû ku “Xudan dijî”. Maneya vê çi ye?

3 Dawid Yehowa nas dikir û xwe dispart wî. Gava Saûl Padîşah û dijminên din ên Dawid ketin pey wî, Dawid ji Yehowa alîkarî xwest (Zebûr 18:6). Piştî ku Xwedê cewab da duaya wî û ew xelas kir, Dawid got: “Xudan dijî” (Zebûr 18:46). Bi van gotinan, Dawid ne tenê qebûl dikir ku Xwedê heye. Li gor çavkaniyekê, Dawid Yehowa “wek xwedayekî zindî didît, ê ku bi dewamî alî xizmetkarên xwe dike”. Belê, Dawid ji serpêhatiyên xwe dizanibû ku Xwedê zindî ye, yanî dijî. Zanîna vê yekê alî wî dikir ku ew dev ji xizmeta Yehowa bernede (Zebûr 18:28, 29, 49).

4. Ji bo me çima bifeyde ye ku em Yehowa wek Xwedayê zindî bibînin?

4 Zanîna vê yekê ku Yehowa Xwedayê zindî ye dikare alî me jî bike ku em bi dil û can jê re xizmet bikin. Baweriya me wê qewetê bide me ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin û daxwaza me zêde bike ku em nêzîkî Yehowa bimînin û dev ji xizmetê bernedin.

XWEDAYÊ ZINDÎ WÊ QEWETÊ BIDE TE

5. Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin bi çi bawer bin? (Filîpî 4:13)

5 Eger em ji bîr nekin ku Yehowa zindî ye û hazir e ku destekê bide me, emê bikarin li hemberî hemû tengasiyan sebir bikin. Tengasiya me her çi be jî, Xwedê dikare alî me bike. Ew Qadirê Mutleq e, û ew dikare qewetê bide me ku em sebir bikin (Filîpî 4:13 bixwîne). Loma eger em rastî tengasiyan werin, bila em cesareta xwe winda nekin. Madem ku me di tengasiyên xwe yên biçûk de desteka Yehowa dîtibû, em dikarin bawer bin ku ewê di tengasiyên mezin de jî alî me bike.

6. Serpêhatiyên Dawid çawa baweriya wî ya bi Yehowa xurttir kir?

6 Ka em bala xwe bidin du serpêhatiyên Dawid, ên ku baweriya wî ya bi Yehowa xurttir kir. Carekê, gava Dawid di ciwaniya xwe de şivantî dikir, hirçek hat û yek ji miyên bavê wî bi xwe re bir, lê Dawid ket pey hirç û mî xelas kir. Careke din jî, şêrek hat û dîsa yek ji miyan bi xwe re bir, lê Dawid îcar jî bi cesaret ket pey şêr û mî ji devê wî xelas kir. Lê belê, Dawid pesnê xwe neda, çimkî wî dizanibû ku ew ancax bi alîkariya Yehowa serkeftî bû (1. Samûyêl 17:34-37). Van serpêhatiyan paşê jî alî Dawid dikir ku ew baweriya xwe bi qeweta Xwedayê zindî bîne.

7. Nêrîneke rast çawa alî Dawid kir ku ew li hemberî Golyat derkeve?

7 Rojekê, bi îhtimaleke mezin, gava Dawid hê ji 20 salî biçûktir bû, ew çû ordîgeha Îsraîliyan. Halê eskeran qet ne baş bû. Ji ber eskerekî Filîstî yê bi navê Golyat, ê ku ji ordiya Îsraîlê re meydan dixwest, tirseke mezin ketibû dilê wan, çimkî bejna wî pir bilind bû (1. Samûyêl 17:10, 11). Sebebê tirsa wan ev bû ku wan bala xwe dida bejn û gotinên Golyat (1. Samûyêl 17:24, 25). Lê Dawid bala xwe dida tiştekî din. Wî fehm dikir ku Golyat ne tenê ji ordiya Îsraîlê re, lê ji ordiya ‘Xwedayê zindî’ re meydan dixwest (1. Samûyêl 17:26). Belê, Dawid ji her tiştî zêdetir li ser Yehowa difikirî. Ew bawer bû ku Xwedayê ku berê alî wî kiribû wê îcar jî alî wî bike. Loma, ew li hemberî Golyat derket û helbet bi ser ket! (1. Samûyêl 17:45-51).

8. Gava em rastî tengasiyan tên, em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa? (Li resim jî binêre.)

8 Gava tu rastî tengasiyan têyî, bîne bîra xwe ku Xwedayê zindî hazir e ku pişta te bigire. Ev yek wê alî te bike ku tu li hemberî tengasiyên xwe bi ser bikevî (Zebûr 118:6). Ji bo ku baweriya te xurttir bibe, bîne ber çavê xwe ku Yehowa heta niha çawa alî xizmetkarên xwe kiriye. Mesela, bala xwe bide serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku di demên berê de, Xwedê xizmetkarên xwe çawa xelas kirin (Îşaya 37:17, 33-37). Wekî din, bala xwe bide serpêhatiyên li ser malpera jw.org, ên ku nîşan didin ku îro, Yehowa çawa destekê dide xwişk û birayên me. Ji xeynî vê, bîne bîra xwe ku Yehowa ji bo te çi kiriye. Yehowa tu belkî ji devê hirç yan şêrekî xelas nekiriye, lê dîsa jî, wî bê şik ser jiyana te tesîr kiriye. Ji her tiştî muhîmtir, Xwedê tu kişandiyî ba xwe (Yûhena 6:44). Niha jî, bi saya alîkariya wî, tu hê di rêya rastiyê de yî. Ji wî rica bike ku ew bîne bîra te ku wî çawa cewab daye duayên te, ku wî çawa di wexta rast de alî te kiriye yan ku wî çawa di halekî zor de li te xwedî derketiye. Fikirîna li ser serpêhatiyên wisa wê baweriya te xurttir bike ku Yehowa wê dîsa alî te bike.

Di dema tengasiyan de, em dikarin dilê Yehowa şa bikin (Li paragrafên 8 û 9an binêre)


9. Gerek em li tengasiyên xwe çawa binêrin? (Methelokên Silêman 27:11)

9 Eger em Yehowa wek Xwedayê zindî bibînin, emê fehm bikin ku tengasiyên me bi doza mezin ve girêdayî ne, ya ku di nav Xwedê û dijminê wî Îblîs de derketiye meydanê. Îblîs îdîa dike ku eger em bikevin tengasiyê, emê dev ji rêya Yehowa berdin (Eyûb 1:10, 11; Methelokên Silêman 27:11 bixwîne). Lê belê, gava em li hemberî tengasiyên xwe bi ser dikevin, em nîşan didin ku em ji Yehowa hez dikin, û em îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Loma, wexta ku tu ji aliyê dewletê ve rastî muxalefetê têyî, ji aliyê madî ve tengasiyê dikişînî yan piraniya mirovan guh nadin mizgîniyê, ji bîr neke ku ev yek fersendê dide te ku tu dilê Yehowa xweş bikî. Wekî din, ji bîr neke ku ewê tu caran îznê nede ku tu ji qeweta xwe zêdetir bêyî ceribandin (1. Korîntî 10:13). Ewê qewetê bide te, da ku tu bikarî sebir bikî.

XWEDAYÊ ZINDÎ WÊ TE XELAT BIKE

10. Xwedayê zindî wê ji bo xizmetkarên xwe çi bike?

10 Yehowa xizmetkarên xwe xelat dike (Îbranî 11:6). Ew niha hizûr û dilxweşiyê dide me, û di pêşerojê de, ewê jiyana herheyî jî bide me. Em dikarin bawer bin ku Yehowa hem dixwaze hem jî dikare me xelat bike. Ev bawerî alî me dike ku em mîna xizmetkarên Xwedê yên berê bi dil û can jê re îbadetê bikin. Mesela, Tîmotêyos, ê ku di sedsala yekê de dijiya, yekî wisa bû (Îbranî 6:10-12).

11. Çi alî Tîmotêyos dikir ku ew di civatê de bi xîret kar bike? (1. Tîmotêyos 4:10)

11 1. Tîmotêyos 4:10 bixwîne. Tîmotêyos bawer bû ku Xwedê wê wî xelat bike. Ji ber vê yekê, wî hem ji bo Yehowa hem jî ji bo kesên din bi xîret kar dikir. Gelo çawa? Pawlosê şandî jê re got ku bila ew hunerên xwe yên hînkirinê bi pêş bixe. Wekî din, wî jê re got ku bila ew ji xwişk û birayên ciwan û extiyar re bibe mîsaleke baş. Ji xeynî vê, hin wezîfeyên zor jî jê re hatin dayîn. Mesela, lazim bû ku ew bi rûnermî şîretên cidî bide hin kesan (1. Tîmotêyos 4:11-16; 2. Tîmotêyos 4:1-5). Tîmotêyos emîn bû ku eger tu kes keda wî nebîne yan qîmetê nede kirinên wî jî, Yehowa wê wî xelat bike (Romayî 2:6, 7).

12. Rîspî çima îşê civatê bi dil û can dikin? (Li resim jî binêre.)

12 Îro jî, rîspî dikarin emîn bin ku Yehowa keda wan dibîne û qîmetê dide îşê wan. Ji xeynî îşên wek şivantî, hînkirin û belavkirina mizgîniyê, hin rîspî di projeyên avakirinê de dixebitin yan piştî felaketan alî xwişk û birayan dikin. Hin ji wan di Komên ji bo Ziyaretkirina Nexweşan de yan di Komîteyên ji bo Îrtibata bi Nexweşxaneyan de dixebitin. Rîspî rind dizanin ku civat aîdî Yehowa ye, ne aîdî însanekî ye. Ji ber vê yekê, ew wezîfeyên xwe bi dil û can tînin cih û bawer in ku Xwedê wê xîreta wan xelat bike (Kolosî 3:23, 24).

Xwedayê zindî wê te ji bo karê ku tu ji bo civatê dikî, xelat bike (Li paragrafên 12 û 13an binêre)


13. Yehowa li xizmeta me çawa dinêre?

13 Eger em ne rîspî bin jî, em gişt dikarin tiştekî bidin Yehowa. Gava em çi ji destê me tê dikin ku ji Xwedê re xizmet bikin, ew ji me razî dibe. Wekî din, eger em nikarin li gor dilê xwe ji bo karê cîhanî bexşan bidin jî, ew qîmetê dide bexşên me yên biçûk jî. Eger em fediyok in lê dîsa jî li civînan destê xwe hildidin ku cewabê bidin, Xwedê ji me razî dibe. Gava em qisûrên mirovan efû dikin, ew pir dilxweş dibe. Eger tu nikarî bi qasî ku tu dixwazî ji bo Yehowa kar bikî jî, bawer be ku ew qîmetê dide tiştên ku tu ji dil dikî. Ji ber xîreta te, ew ji te hez dike, û ewê te xelat bike (Lûqa 21:1-4).

NÊZÎKÎ XWEDAYÊ ZINDÎ BIMÎNE

14. Çima muhîm e ku em nêzîkî Yehowa bimînin? (Li resim jî binêre.)

14 Eger em Yehowa wek dostê xwe bibînin, emê hewl bidin ku ji wî re dilsoz bimînin. Serpêhatiya Ûsiv bîne ber çavê xwe. Wî ji Xwedê hez dikir, û wî nedixwest dilê wî biêşîne. Loma, wî bêexlaqî nekir (1. Mûsa 39:9). Ji bo ku em nêzîkî Yehowa bin, gerek em jê re dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Bi saya van tiştan, dostaniya me ya bi wî re wê her ku diçe xurttir bibe, û emê xîret bikin ku dilê wî neêşînin (Aqûb 4:8).

Dostaniya bi Xwedayê zindî re wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî (Li paragrafên 14 û 15an binêre)


15. Em dikarin ji serpêhatiya Îsraîliyan çi dersan bistînin? (Îbranî 3:12)

15 Kesên ku ji bîr dikin ku Yehowa Xwedayê zindî ye bi hêsanî dikarin ji wî dûr bikevin. Ka bîne bîra xwe ku gava Îsraîlî li çolê bûn, çi hat serê wan. Wan dizanibû ku Yehowa heye, lê şik ket dilê wan ka ewê li wan xwedî derkeve yan na. Heta, wan pirsî: “Gelo XUDAN di nav me de ye, an jî nîne?” (2. Mûsa 17:2, 7). Piştî vê, wan li hemberî Xwedê serî hilda. Bila em tu caran mîna wan nekin! (Îbranî 3:12 bixwîne).

16. Çi dikare îmana me biceribîne?

16 Îro ne hêsan e ku em nêzîkî Yehowa bimînin. Gelek kes bawer nakin ku Xwedê heye. Carinan, wisa xuya dike qey halê kesên ku guh nadin Xwedê ji halê me baştir e. Ev yek dikare îmana me biceribîne. Em helbet înkar nakin ku Xwedê heye, lê dîsa jî, dibe ku em meraq bikin ka ewê alî me bike yan na. Nivîskarê Zebûr 73 jî ji bo demekê ev yek meraq dikir. Gava wî dît ku kesên ku guh nadin qanûnên Xwedê çi qas kêfxweş xuya dikin, wî ji xwe pirsî ka hêja ye yan na ku ew ji Xwedê re xizmet bike (Zebûr 73:11-13).

17. Çi dikare alî me bike ku em nêzîkî Yehowa bimînin?

17 Çi alî vî zebûrbêjî kir ku ew vê fikra xwe ya şaş serrast bike? A yekê, wî bala xwe da vê yekê ku çi tê serê kesên ku Yehowa ji bîr dikin (Zebûr 73:18, 19, 27). Wekî din, wî anî ber çavê xwe ku xizmetkarên Xwedê çi feydeyan dibînin (Zebûr 73:24). Em jî dikarin bala xwe bidin bereketên ku me ji Yehowa standine. Ka bifikire ku eger me ji Yehowa re xizmet nekira, jiyana me wê çawa bûya. Wek zebûrbêj, bila em jî ji Yehowa re dilsoz bimînin û wisa bibêjin: “Nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e” (Zebûr 73:28).

18. Çima ne lazim e ku em ji pêşerojê bitirsin?

18 Madem ku em ji Xwedayê zindî re xizmet dikin, em dikarin li hemberî hemû tengasiyên van rojên dawîn sebir bikin (1. Selanîkî 1:9). Xwedayê me hazir e ku alî xizmetkarên xwe bike. Di demên berê de, ew li xizmetkarên xwe xwedî derdiket, û îro jî, ew bi me re ye. Di demeke nêzîk de, tengasiya mezin wê dest pê bike. Lê belê, ne lazim e ku em bitirsin, çimkî Xwedê wê me tenê nehêle (Îşaya 41:10). Bila em bi cesaret wisa bibêjin: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbranî 13:5, 6).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî