Here Naverokê

Here naverokê

“Bi Dil Be û Bike”

“Bi Dil Be û Bike”

“Bi dil be û bike; metirse û nekeve bêzariyê! Ji ber ku XUDAN Xwedê ... bi te re ye” (1. DÎR. 28:20).

KILAM: 38, 34

1, 2. (a) Silêman çi wezîfeya muhîm stand? (b) Dawid çima der heqê Silêman de endîşe dikir?

SILÊMAN Padîşah wezîfeyeke pir muhîm stand: Yehowa xwest ku ew li Orşalîmê perestgehekê ava bike. Bavê wî Dawid wisa got: “Hewce dike ku [perestgeh] di hemû welatan de bi nav û mezin bibe.” Yehowa emir da ku ev perestgeh – yanî mala Yehowa Xwedê – di bin nezareta Silêman de bê ava kirin (1. Dîr. 22:1, 5, 9-11).

2 Dawid Padîşah bawer bû ku Xwedê wê alîkariyê bike, lê Silêman hê “ciwan” û “cahil” bû. Loma ji bo îşê avakirina perestgehê jê re cesaret lazim bû. Silêman ciwan û bêtecrûbe bû, û ji bo ku ew serkeftî be, lazim bû ku ew cesûr be û dest bi îşê xwe bike.

3. Silêman ji aliyê cesaretê ve çawa dikaribû ji bavê xwe Dawid ders bigire?

3 Bi îhtimaleke mezin, Silêman cesareta bavê xwe dizanibû. Di ciwantiya xwe de, Dawid şêr û hirçekî ku pezên bavê wî revandibûn kuştin (1. Sam. 17:34, 35). Bi cesareta mezin, wî li hemberî şervanekî dêw derket. Belê, bi alîkariya Yehowa û bi kevirekî biçûk, Dawid Golyat mexlûb kir (1. Sam. 17:45, 49, 50).

4. Ji Silêman re çima cesaret lazim bû?

4 Ji bo ku ew perestgehê ava bike, bi rastî jî ji Silêman re cesaret lazim bû (1. Dîrokan 28:20 bixwîne). Eger Silêman cesûr nebûya, dibe ku tirs wê biketa dilê wî û wiyê dest bi avakirinê nekira – û ev yek wê ji sernekeftîbûnê xerabtir bibûya.

5. Ji me re çima cesaret lazim e?

5 Wek Silêman, em jî hewceyî alîkariya Yehowa ne ku em karibin cesûr bin û wezîfeya xwe bînin cih. Ji bo vê, bila em li ser çend emsalên cesaretê şêwir bikin. Wê baş be ku em bifikirin ku em çawa dikarin cesûr bin û wezîfeya xwe bînin cih.

EMSALÊN CESARETÊ

6. Em çima ji cesareta Ûsiv re heyran dimînin?

6 Bîne ber çavê xwe ku Ûsiv çi qas cesûr bû gava pîreka Potîfar dixwest pê re bêexlaqiyê bike. Wî bêguman zanibû ku eger ew teklîfa wê red bike, dibe ku netîceyên xerab bên serê wî. Dîsa jî, wî bi cesaret hereket kir (1. Mû. 39:10, 12).

7. Rehab çawa cesûr bû? (Li resmê ewilî binêre.)

7 Rehab jî ji aliyê cesaretê ve emsaleke mezin e. Gava casûsên Îsraêlî li Erîhayê hatin mala wê, li şûna ku ew bitirse û wan bişîne, wê baweriya xwe bi Yehowa anî. Bi awayekî cesûr, wê du casûs veşartin û alî wan kir ku ew bi saxî û selamet herin (Yêşû 2:4, 5, 9, 12-16). Rehabê qebûl kir ku Yehowa Xwedayê rast e. Wê zanibû ku Xwedê wê wî welatî bide Îsraêliyan. Rehabê îzin neda ku tirsa padîşahê Êrîhayê û kesên din wê bisekinîne. Na, Rehabê wisa hereket kir ku ew paşê tevî malbata xwe sax ma (Yêşû 6:22, 23).

8. Şandiyan ji cesareta Îsa çawa tesîr girt?

8 Şandiyên Îsa yên dilsoz jî ji aliyê cesaretê ve ji me re bûn emsal. Wan dîtibû ku Îsa çi qas cesûr e (Met. 8:28-32; Yûh. 2:13-17; 18:3-5). Bi saya cesareta Îsa, ew jî bûn xwediyê cesaretê. Gava Sadûkiyan li hemberî şandiyan muxalefet dikir, wan dev ji elimandina bi navê Îsa berneda (Kar. 5:17, 18, 27-29).

9. Li gor 2. Tîmotêyos 1:7, çavkaniya cesaretê kî ye?

9 Ûsiv, Rehab, Îsa û şandiyên Îsa bi hêza dilê xwe tiştên baş dikir. Cesareta wan ne ji xwebaweriyê, lê ji baweriya wan bi Yehowa dihat meydanê. Ji me re jî carinan cesaret lazim dibe. Eger wisa be, gerek em baweriya xwe bi Yehowa bînin û nefikirin ku em dikarin her tiştî xwe bi xwe bikin (2. Tîmotêyos 1:7 bixwîne). Niha emê şêwir bikin ku çima lazim e ku ferdên malbatê û ferdên civatê cesûr bin.

JI FERDÊN MALBATÊ RE CESARET LAZIM E

10. Ji ciwanan re çima cesaret lazim e?

10 Ji ciwanên ku dixwazin ji Yehowa re xizmet dikin re pir caran lazim dibe ku ew cesûr bin. Ew dikarin ji kirinên Silêman dersan bigirin, ê ku ji bo avakirina perestgehê cesûr bû û qerarên aqilmend dan. Ciwanên ku şagirtên Îsa ne her çi qas ji dê û bavê xwe rêberiyê distînin jî, gerek ew xwe bi xwe hin qerarên muhîm bidin (Mtl. 27:11). Gerek ew cesûr bin ji bo ku ew der heqê hevalên baş, kêf û şahiya bifeyde, pakiya exlaqî û bin av bûnê de qerarên aqilmend bidin. Bi vî awayî, ew dikarin daxwazên Şeytan red bikin û dilê Xwedê kêfxweş bikin.

11, 12. (a) Mûsa ji aliyê cesaretê ve çawa bû nimûne? (b) Ciwan çawa dikarin wek Mûsa bikin?

11 Mesela, lazim e ku ciwan qerar bidin ku armancên wan çi ne. Li hin welatan, li ciwanan pir zor tê dayîn ku ew xwendina li zanîngehê û îşekî biqazanc ji xwe re bikin armanc. Li welatên din jî, ji ber ku rewşa ekonomîk xerab e, ciwan difikirin ku gerek ew ji bo debarkirina malbatên xwe bixebitin. Eger halê te wisa ye, kirinên Mûsa bîne ber çavê xwe. Ji ber ku qîza Fîrawûn ew mezin kiribû, îmkana Mûsa hebû ku ew meşhûr û dewlemend bibe. Malbata wî ya Misrî, mamosteyên wî û şêwirmendên wî bêguman li wî zor dida ku ew tiştên wisa ji xwe re bike armanc. Lê li şûna ku ew li gor gotinên wan bike, Mûsa bi cesaret aliyê îbadeta pak girt. Piştî ku ew dev ji dewlemendiya Misrê berda, Mûsa êdî baweriya xwe bi Yehowa dianî (Îbr. 11:24-26). Ji ber vê yekê, Mûsa ji Yehowa bereket standin, û li dinyaya nû ewê bêguman zêdetir bereketan bistîne.

12 Mîna vê, Yehowa wê ciwanên ku bi cesaret diçin pey armancên ruhî û ji her tiştî zêdetir li menfaetên Padîşahiyê digerin bibereket bike. Ewê alî wan bike ku ew karibin hewcedariyên malbatên xwe tedarek bikin. Li sedsala yekemîn, wexta ku Tîmotêos ciwan bû, ew diçû pey armancên ruhî, û tu jî dikarî wisa bikî * (Filîpî 2:19-22 bixwîne).

Gelo tuyê her dem cesûr bî? (Li paragrafên 13 heta 17an binêre)

13. Bi saya cesaretê, xwişkeke ciwan çawa gihîşt armancên xwe?

13 Ji xwişkeke me ya ku li Alabamayê (DYA) dijî cesaret lazim bû ku ew here pey armancên ruhî. Ew wisa dinivîse: “Gava ez ciwan bûm, ez pir şermok bûm. Ji min re pir zor dihat ku ez li Salona Îbadetê bi însanan re sohbet bikim, hele ku ez herim deriyên mirovên ku ez nas nakim!” Bi alîkariya dê û bavê xwe û xwişk û birayên din, ev xwişka ciwan gihîşt armanca xwe û bû pêşenga daîmî. Ew wisa dibêje: “Dinyaya Şeytan xwendina li zanîngehê, şan û şohret, pere û dewlemendiyê wek armancên baş nîşan dide. Lê belê gelek mirov nikarin bigihîjin van armancan û seba vê dikevin stres û diltengiyê. Ez pir dilşad im ku ez ji Yehowa re xizmet dikim, û dilê min rihet e ku ez wezîfeya xwe tînim cih.”

14. Ji dê û bavan re çima carinan cesaret lazim dibe?

14 Ji dê û bavan re jî cesaret lazim e. Mesela, dibe ku midurê te her tim bixwaze ku tu êvarê û li dawiya heftiyê – yanî li wextên ku tu ji bo îbadeta malbatê, belavkirina mizgînê û civînan veqetandine – zêdetir bixebitî. Ji bo ku tu daxwazên wisa red bikî û ji zarokên xwe re bibî nimûne, cesaret lazim e. An jî belkî hin dê û bavên li civatê îzin didin hin faeliyetan ku tu naxwazî ku zarokên te wan bike. Dibe ku ew dê û bav bipirsin ku tu çima îzin nadî ku zarokên te wan faeliyetan bike. Gelo tuyê cesûr bî û bi zarşîrînî îzah bikî ku sebebên qerarê te çi ne?

15. Gotinên Zebûr 37:25 û Îbranî 13:5 çawa dikarin alî dê û bavan bikin?

15 Ji me re cesaret lazim e ku em alî zarokên xwe bikin ku ew herin pey armancên ruhî û bigihîjin van armancan. Hin dê û bav zarokên xwe teşwîq nakin ku ew pêşengiyê bikin, herin cihekî ku li wê derê alîkarî lazim e, herin Beytelê an jî li avahiyên teşkîlatê bişixulin. Dibe ku ew ditirsin ku eger zarokên xwe tiştên wisa bikin, ew nikarin li wan binêrin wexta ku ew pîr û kal bin. Lê belê dê û bavên aqilmend cesûr dibin û baweriya xwe bi sozên Yehowa tînin (Zebûr 37:25; Îbranî 13:5 bixwîne). Wekî din, gava hûn alî zarokên xwe dikin ku ew cesûr bin û pişta xwe bidin Yehowa, hûn wisa nîşan didin ku hûn jî cesûr in û pişta xwe didin Yehowa (1. Sam. 1:27, 28; 2. Tîm. 3:14, 15).

16. Hin dê û bavan çawa alî zarokên xwe kir ku ew herin pey armancên ruhî, û feydeya vê çi ye?

16 Li Amerîkayê, dê û bavekî alî zarokên xwe kir ku ew herin pey armancên ruhî. Bav wisa dibêje: “Berî ku zarokên me dest bi meşê û bi peyvê kir, me bi wan re der heqê bextewariya xizmeta pêşengiyê û faeliyetên civatê de xeber dida. Niha ew dixwazin van tiştan bikin. Ji ber ku zarokên me diçin pey armancên ruhî û digihîjin van armancan, ew dikarin li hemberî tesîra dinyaya Şeytan bisekinin û bala xwe bidin Yehowa.” Bavekî du zarokan wisa nivîsî: “Gelek dê û bav pir wext û pere xerc dikin ji bo ku zarokên wan bigihîjin armancên xwe yên li ser spor, huner an perwerdeyê. Li şûna vê, wê baştir be ku em xîret bikin û îmkanên xwe bixebitînin ku zarokên me bigihîjin armancên ku wê alî wan bikin ku ew nêzikî Yehowa bimînin. Em pir dilşad in ku zarokên me gihîştine armancên ruhî û ku me jî alî wan kir.” Bawer be ku Xwedê wê dê û bavên ku alî zarokên xwe dikin ku ew herin pey armancên ruhî û bigihîjin van armancan, bibereket bike.

JI FERDÊN CIVATÊ RE CESARET LAZIM E

17. Mîsalan bide ku em li civatê çawa dikarin cesûr bin.

17 Li civatê jî cesaret lazim e. Mesela, lazim e ku kalên civatê cesûr bin gava ew li meseleyên edlî dinêrin û gava ew ji kesên ku seba qeza an nexweşiyeke xerab dikevin nexweşxaneyê re alîkariyê dikin. Hin kalên civatê diçin ziyareta mehkûman ji bo ku ew li hewcedariyên wan ên ruhî binêrin. Xwişkên me yên azip jî dikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin. Mesela, ew dikarin pêşengiyê bikin, herin cihekî ku li wê derê alîkarî lazim e, li bernameya avakirinê ya herêmî bişixulin an herin Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Hinek jî dikarin herin Mekteba Gîleadê.

18. Xwişkên extiyar çawa dikarin cesûr bin?

18 Xwişkên extiyar ji bo civatê nîmet in. Em ji wan pir hez dikin! Hinek ji wan belkî êdî nikarin wek berê di xizmeta Xwedê de bixebitin, lê ew hê dikarin cesûr bin û tiştên bifeyde bikin (Tîtos 2:3-5 bixwîne). Mesela, ji xwişkeke extiyar re cesaret lazim dibe gava ew dixwaze şîret bide xwişkeke ciwan ku ew kincên hê mutewazîtir li xwe bike. Armanc ne ev e ku xwişka bitecrûbe azar bide xwişka ciwan, lê ew belkî dikare alî wê bike ku ew bifikire ku şekil û şemala wê li ser kesên din çawa bandor dike (1. Tîm. 2:9, 10). Bi îhtimaleke mezin, tesîra şîreteke wisa wê baş be.

19. (a) Birayên bin av kirî çawa dikarin cesûr bin? (b) Gotinên Filîpî 2:13 û 4:13 çawa dikarin alî birayan bikin ku ew cesaret bistînin?

19 Lazim e ku birayên bin av kirî jî cesûr bin û bi xîret bixebitin. Birayên cesûr ên ku hazir in ku zêdetir mesûliyet bigirin ji bo civatê nîmet in (1. Tîm. 3:1). Lê dibe ku hinek ji vî aliyî ve teredût bikin. Dibe ku hinek seba şaşiyên xwe yên berê xwe layik nabînin ku ew bibin alîkarê xizmetê an kalekî civatê. An jî dibe ku hinek difikirin ku ew nikarin wezîfeyekê bînin cih. Eger tu wisa difikirî, Yehowa dikare alî te bike ku tu cesûr bibî (Filîpî 2:13; 4:13 bixwîne). Tê bîra te ku Mûsa çawa fikirî ku ew nikare wezîfeyekê bike? (2. Mû. 3:11). Dîsa jî, Yehowa alî wî kir, û bi zeman re, Mûsa cesaret stand û wezîfeya xwe anî cih. Mîna vê, ji bo ku tu jî cesaret bistînî, Kitêba Pîroz her roj bixwîne û ji Xwedê re dua bike ku ew alî te bike. Wekî din, li ser emsalên cesaretê kûr bifikire. Ji xeynî vê, tu dikarî ji kalên civatê re bibêjî ku tu dixwazî îşên civatê bielimî û ku tu ji bo her îşî hazir î. Bila hemû birayên bin av kirî cesûr bin û di civatê de bi xîret bixebitin!

“XWEDÊ ... BI TE RE YE”

20, 21. (a) Dawid ji Silêman re çi got? (b) Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê çi bike?

20 Dawid Padîşah ji Silêman re got ku Yehowa wê heta xelaskirina avakirina perestgehê tevî wî be (1. Dîr. 28:20). Silêman gotinên bavê xwe xist hiş û dilê xwe. Wî îzin neda ku ciwantî û bêtecrûbetiya xwe riya xwe bigire. Silêman pir cesûr bû, dest bi îşê xwe kir û bi alîkariya Yehowa di hundirê heft û nîv salan de perestgeheke muhteşem ava kir.

21 Wekî ku Yehowa alî Silêman kir, ew dikare alî me jî bike ku em cesûr bin û hem li malbata xwe hem jî li civatê wezîfeya xwe pêk bînin (Îşa. 41:10, 13). Eger em bi cesaret ji Yehowa re xizmet bikin, ewê me her daîm bibereket bike. Loma “bi dil be û bike”!

^ par. 12 Meqaleya “Use Spiritual Goals to Glorify Your Creator” (Bi Saya Armancên Rûhî Pesnê Afirandêr Bike), a ku li The Watchtower a 15 Tîrmeh 2004 derketibû, nîşan dide ku tu çawa dikarî herî pey armancên ruhî.