Here Naverokê

Here naverokê

“Gotina Xwedayê Me Abadîn Dimîne”

“Gotina Xwedayê Me Abadîn Dimîne”

“Gîha hişk dibe, çîçeg diçilmise; lê belê gotina Xwedayê me abadîn dimîne” (ÎŞA. 40:8).

KILAM: 95, 97

1, 2. (a) Eger Kitêba Pîroz tune bûya, jiyan wê çawa bibûya? (b) Ji bo ku em ji Peyva Xwedê feyde bistînin, ji me re çi lazim e?

EGER Kitêba Pîroz tune bûya, jiyana me wê çawa bibûya? Emê bê rêberiya saxlem bimayana. Meyê ji bo pirsên der heqê Xwedê, jiyan û îstiqbalê de cewabên rast nestandana. Û meyê nizanibûya ku Yehowa heta niha ji bo însanan çi kiriye.

2 Şikur ku halê me ne wisa ye. Yehowa Peyva xwe, yanî Kitêba Pîroz, daye me. Xwedê soz daye ku gotinên Kitêba Pîroz wê her û her bimîne. Petrûsê şandî îqtibasa Îşaya 40:8 kir. Ji vê ayetê xuya ye ku wek hemû gotinên Xwedê, Kitêba Pîroz jî baqî ye (1. Petrûs 1:24, 25 bixwîne). Helbet eger Kitêba Pîroz bi zimanekî ku em rind fehm dikin hebe, em dikarin jê zêdetir feyde bistînin. Kesên ku ji Peyva Xwedê hez dikin vêya baş dizanin. Çi qas zor be jî, kesên dilpak bi sedsalan xîret kiriye ku Nivîsarên Pîroz bên wergerandin û belav kirin. Armanca wan li gor dilê Xwedê bûye, çimkî “ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîm. 2:3, 4).

3. Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Peyva Xwedê li hemberî (1) guherîna zimanan, (2) hadîseyên siyasî yên ku li zimanê muşterek tesîr kir û (3) qedexekirina wergerandina Kitêba Pîroz çawa hatiye parastin. Bi saya vê muzakereyê, emê zêdetir qîmet bidin Peyva Xwedê. Wekî din, emê ji Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz – ê ku ew ji bo xêra me daye – zêdetir hez bikin (Mîka 4:2; Rom. 15:4).

GUHERÎNA ZIMANAN

4. (a) Ziman çawa her ku diçe diguherin? (b) Em ji ku dizanin ku Xwedê zimanekî ji zimanekî din bilindtir nabîne? Ev yek der heqê Xwedê de çi nîşan dide?

4 Ziman her ku diçe diguherin. Bi zeman re, peyv û îfade carinan maneyên cuda distînin. Mesela, zimanê te jî guheriye, ne wisa ye? Mîna vê, zimanên Kitêba Pîroz, yanî Îbranî û Yewnanî jî bi zeman re guherîne. Loma zimanên Îbranî û Yewnanî yên îroyîn êdî pir cuda ne. Ji ber vê yekê, ji bo kesên ku bi Îbranî an Yewnaniya modern dizanin dîsa jî lazim e ku ew li tercûmeyekê binêrin ku ew Peyva Xwedê fehm bikin. Hinek difikirin ku wê baş be ku ew Îbranî û Yewnaniya kevn bielimin ku ew karibin Kitêba Pîroz bi zimanên eslî bixwînin. Lê ev yek bi rastî ne lazim e. * Şikur ku heta niha, Kitêba Pîroz bi temamî an hin qismên wê bi zêdetirî 3.200 zimanî hatine wergerandin. Xuya ye ku Yehowa dixwaze ku mirovên ji hemû “milet, bavik, ziman û gelan” Kitêba Pîroz bixwînin (Peyxam 14:6 bixwîne). Ma em ji dilovanî û bêterefiya Xwedê re heyran namînin? (Kar. 10:34).

5. Tercûmeya King James Version çima muhîm e?

5 Zimanên tercûmeyên Kitêba Pîroz jî bi zeman re diguherin. Tercûmeyek her çi qas rind bê fehmkirin jî, bi zeman re dibe ku ew êdî nayê fehm kirin. Mesela, tercûmeyeke bi navê King James Version serê pêşîn li sala 1611an hatibû hazir kirin. Ev tercûmeya bi zimanê Îngilîzî pir belavkirî ye, û tesîra wê ya li ser zimanê Îngilîzî mezin e. Di King James Version de, navê Xwedê gelek caran derbas nabe. Navê “Yehowa” tenê di çend ayetan de heye. Di ayetên din ên Nivîsarên Pîroz ên Îbranî de, li şûna navê Xwedê peyva “LORD” (XUDAN) bi herfên mezin derbas dibe. Paşê, peyva “LORD” di hin ayetên Nivîsarên Pîroz ên Yewnanî de jî bi herfên mezin derbas dibe. Bi vî awayî, tercûmeya King James Version qebûl dike ku di eslê xwe de, navê Xwedê di Peymana Nû de jî heye.

6. Wergera Dinyaya Nû çima ew qas biqîmet e?

6 Dîsa jî, gelek ji peyvên ku di King James Version de hene êdî nayên fehm kirin. Tercûmeyên kevn ên bi zimanên din jî wisa ne. Em çi qas dilşad in ku niha, Wergera Dinyaya Nû bi gelek zimanan tê hazir kirin. Heta niha, ev tercûme an hin qismên wê bi zêdetirî 150 zimanî hatiye çêkirin, yanî gelek însan êdî dikarin vê tercûmeyê bi zimanê xwe bixwînin. Bi saya fehmbariya vê tercûmeyê, Peyva Xwedê digihîje dilê însanan (Zeb. 119:97). Wekî din, di Wergera Dinyaya Nû de, navê Xwedê li hemû cihên munasîb derbas dibe.

ZIMANÊ MUŞTEREK

7, 8. (a) Li sedsala sêyemîn a B.M., gelek Cihûyan çima Nivîsarên Pîroz ên Îbranî êdî, fehm nedikirin? (b) Septuagînt çi ye?

7 Zimanê muşterek carinan seba hadîseyên siyasî guherî. Xwedê çi kir ku Peyva xwe dîsa jî bê fehm kirin? Mesela, 39 kitêbên pêşîn a Kitêba Pîroz ji aliyê Îsraêliyan hatibû nivîsandin. Serê pêşîn, Peyva Xwedê ji wan re hatibû emanet kirin (Rom. 3:1, 2). Lê li sedsala sêyemîn a B.M., gelek Cihûyan êdî zimanê Îbranî fehm nedikir. Çima? Bi zaferên xwe, Îskenderê Mezin Împaratoriya Yewnanî fireh kiribû (Dan. 8:5-7, 20, 21). Împaratorî her ku mezin dibû, gelek ji tebayan dest bi peyivîna zimanê Yewnanî kir. Gelek Cihûyan jî wisa kir, çimkî ew di hemû împaratoriyê de belav bûbûn. Lê ji ber ku gelek Cihûyan êdî bi zimanê Yewnanî xeber dida, wan Nivîsarên Pîroz ên Îbranî rind fehm nedikirin. Ev muşkîle çawa hat çareser kirin?

8 Kêm zêde li sedsala sêyemîn a B.M., pênc kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz ji zimanê Îbranî hatin wergerandin li ser zimanê Yewnanî. Wergerandina kitêbên din ên Nivîsarên Pîroz ên Îbranî jî li sedsala duyemîn a B.M. hat temam kirin. Ev tercûmeya Yewnanî ya Kitêba Pîroz wek Septuagînt hat bi nav kirin. Ji hemû tercûmeyên nivîsî, Septuagînt tercumeya pêşîn a temamiya Nivîsarên Pîroz ên Îbranî bû.

9. (a) Septuagînt û tercûmeyên din çawa alî xwendevanên Peyva Xwedê dikir? (b) Tu herî zêde ji kîjan qismê Nivîsarên Pîroz ên Îbranî hez dikî?

9 Bi saya Septuagint’ê, kesên ku Yewnanî xeber dida dikaribûn Nivîsarên Pîroz ên Îbranî bixwînin. Bîne ber çavê xwe ku ew çi qas kêfxweş bûn gava wan Peyva Xwedê bi zimanekî ku ji bo wan êdî bûbû zimanê dayikê dibihîst û dixwend! Bi zeman re, hin qismên Kitêba Pîroz hatin wergerandin li ser zimanên din wek Suryankî, Gotî û Latînî. Gava xwendevanan Nivîsarên Pîroz bi zimanekî ku wan rind fehm dikir dixwend, hin qisim bêguman ji bo wan bûn qismên herî hezkirî – wekî ku qismên herî hezkirî yên me jî hene (Zebûr 119:162-165 bixwîne). Belê, wexta ku zimanê muşterek guherî jî, Peyva Xwedê winda nebû.

QEDEXEKIRINA WERGERANDINA KITÊBA PÎROZ

10. Li rojên John Wycliffe, Kitêba Pîroz çima di destê xelkê de tune bû?

10 Kesên zordest her çi qas carinan xîret dikir ku xelk negihîje Kitêba Pîroz jî, hin kesên dilpak li hemberî wan disekinîn. Mesela, li sedsala çardehemîn, alimekî bi navê John Wycliffe digot ku gerek her kes karibe Peyva Xwedê bixwîne. Lê li wan rojan, Kitêba Pîroz di destê xelkê de tune bû. Çima? A yekê, her kes nedikaribû Kitêba Pîroz bikire, çimkî nusxeyên Kitêba Pîroz bi destan dihatin nivîsandin û pir buha bûn. A diduyan, piraniya mirovan nexwendî bûn. Rast e ku Kitêba Pîroz li dêrê dihat xwendin, lê xelk tiştek fehm nedikir, çimkî Vulgata, yanî Kitêba Pîroz a resmî, bi zimanê Latînî bû. Li wê demê, Latînî di nav xelkê de êdî nedihat xeber dan. Gelo xezîneyên Kitêba Pîroz ji wan re çawa hatin diyar kirin? (Mtl. 2:1-5).

John Wycliffe û kesên din dixwest ku Peyva Xwedê bigihîje her kesî. Gelo tu jî vêya dixwazî? (Li paragrafa 11an binêre)

11. Tesîra wergera Wycliffe bû çi?

11 Li sala 1382an, Kitêba Pîroz ji aliyê John Wycliffe ve hat wergerandin. Di nav şagirtên Wycliffe de, ev tercûme zû belav bû. Waizên seyar ên ku wek “Lollard” dihatin bi nav kirin dixwest ku Peyva Xwedê bigihîje hiş û dilê xelkê. Ji ber vê yekê, wan li hemû Îngilistanê gund bi gund digeriyan. Wan Kitêba Pîroz ji mirovan re dixwend û carinan nusxeyên destnivîsar didan wan. Xîreta wan rê vekir ku xelk ji nû ve bala xwe bide Peyva Xwedê.

12. Alimên dêrê li Wycliffe û li îşê wî çawa dinêrî?

12 Alimên dêrê ji Wycliffe, ji tercûmeya wî û ji şagirtên wî jî nefret dikirin. Ew ketin pey Lollardan û wergera Wycliffe. Hemû Kitêbên Pîroz ên wî ku ketin destê wan hatin tune kirin. Wycliffe piştî mirinê wek kafir hat îlan kirin. Helbet wan nikaribû ceza bidin wî, çimkî ew jixwe mirî bû. Dîsa jî, alimên dêrê emir da ku hestiyên Wycliffe ji mezelê bên derxistin û şewitandin, û xwelî hat avêtin çemê Swiftê. Lê dêrê her çi kir jî, xelk êdî dixwest Kitêba Pîroz bixwîne û fehm bike. Li sedsalên piştî van hadîseyan, îşê wergerandin û belavkirina Kitêba Pîroz li Ewropayê û li cihên din dest pê kir. Bi vî awayî, xelk êdî bû xwediyê Kitêba Pîroz.

“Ê KU TIŞTÊ QENC FÊRÎ TE KIRIYE”

13. Tarîxa wergerandina Kitêba Pîroz çi rêyî me dide, û ev yek baweriya me çawa xurttir dike?

13 Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatibû nivîsandin, lê ev nayê maneya ku Septuagînt, wergera Wycliffe, King James Version an tercûmeyeke din bi îlhama Xwedê hatiye hazir kirin. Dîsa jî, gava em li tarîxa van tercûmeyan û gelek tercûmeyên din dinêrin, em fehm dikin ku Yehowa sozê xwe bi rastî jî aniye cih û Peyva xwe parastiye. Ma ev yek baweriya te xurttir nake ku hemû gotinên din ên Yehowa jî wê bên cih? (Yêşû 23:14).

14. Kitêba Pîroz çawa alî me dike ku em ji Xwedê zêdetir hez bikin?

14 Wekî din, serpêhatiya parastina Kitêba Pîroz sebebeke muhîm e ku em ji Yehowa zêdetir hez bikin. * Xwedê çima Peyva xwe daye me, û wî çima soz daye ku Peyva xwe wê bê parastin? Çimkî ew ji me hez dike, û ew xêra me dixwaze (Îşaya 48:17, 18 bixwîne). Loma lazim e ku em jî ji Yehowa hez bikin û guh bidin qanûnên wî (1. Yûh. 4:19; 5:3).

15. Li meqaleya din emê li ser çi şêwir bikin?

15 Madem ku em qîmet didin Peyva Xwedê, em dixwazin ji wê tam îstifade bikin. Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feyde bibînin? Gava em diçin xizmetê, em çawa dikarin bala mirovan bikişînin li ser Kitêba Pîroz? Li civînan, gotarbêj çawa dikarin Kitêba Pîroz bikin merkeza gotarên xwe? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan bistînin.

^ par. 4 Li meqaleya “Do You Need to Learn Hebrew and Greek?” (Gelo Lazim e ku Tu Zimanên Îbranî û Yewnanî Bielimî?) li The Watchtower a 1 Mijdar 2009 binêre.

^ par. 14 Li çarçoveya “ Kerem Ke!” binêre.