Here Naverokê

Here naverokê

Wek Yehowa Dilovan Be

Wek Yehowa Dilovan Be

“XUDAN, XUDAN, Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e” (2. MÛ. 34:6).

KILAM: 57, 147

1. Yehowa xwe çawa ji Mûsa re eyan kir û ev çima muhîm e?

GAVA Xwedê xwe ji Mûsa re eyan kir, wî nav û sifatên xwe jê re îlan kir. Serê pêşîn, Yehowa behsa kerem û dilovaniya xwe kir (2. Mûsa 34:5-7 bixwîne). Eger Yehowa bixwesta, wiyê bikariba behsa qudret an hîkmeta xwe bikira. Lê ji ber ku Mûsa dixwest desteka Yehowa bibîne, Yehowa bala wî kişand ser sifatên ku diyar dikin ku ew dixwaze alîkariya xizmetkarên xwe bike (2. Mû. 33:13). Ma tu dilrehet nabî ku Xwedê serê pêşîn behsa van sifatên germ kir? Di vê meqaleyê de, emê li ser sifata dilovaniyê şêwir bikin. Dilovanî ev e ku mirov kul û derdên kesên din bi hemdilî fehm bike û bixwaze vî barî sivik bike.

2, 3. (a) Em ji ku dizanin ku dilovanî di tebîata mirovan de heye? (b) Gerek em çima bielimin ku Kitêba Pîroz li ser dilovaniyê çi dibêje?

2 Mirov di sûretê Xwedê de hatiye afirandin. Loma ji ber ku Yehowa dilovan e, mirov jî bi xêr û xweşiya kesên din re eleqedar dibe. Kesên ku Xwedayê rast nas nakin jî dikarin dilovan bin (1. Mû. 1:27). Dilovanî di gelek serpêhatiyên Kitêba Pîroz de tê dîtin. Mesela, carekê du fahîşe seba zarokekî li ber Silêman Padîşah li hev ketibûn. Her du jinan jî îdîa dikir ku zarok bi rastî aîdî xwe ye. Gava Silêman emir da ku bebek bê du perçe kirin, dilê diya heqîqî şewitî, û wê qebûl kir ku zarok bê dayîn jina din (1. Qra. 3:23-27). Wekî din, bîne bîra xwe ku Mûsa çawa ji aliyê keça Fîrawûn ve hatibû filitandin. Wê fehm kir ku bebek zarokê Îbraniyan bû. Fîrawûn emir dabû ku hemû zarokên Îbraniyan bên kuştin, lê “heyfa wê lê hat” û wê ew wek zarokê xwe mezin kir (2. Mû. 2:5, 6).

3 Mewzûya dilovaniyê ji bo me çima muhîm e? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “mîna Xwedê bikin” (Ef. 5:1). Rast e, mirov wisa hatiye afirandin ku ew dilovan be, lê belê qisûrdariya ku me ji Adem standiye car caran dibe sebeba xweperestiyê. Carinan em nizanin ku gelo gerek em alî kesên din bikin an li gor menfaeta xwe hereket bikin. Ji bo hinekan, ev qerarekî zor e. Em çawa dikarin bi kesên din re zêdetir eleqedar bin? Niha emê bibînin ku Yehowa û kesên din dilovaniya xwe çawa eyan kir. Paşê jî emê bielimin ku em çawa dikarin “mîna Xwedê bikin” û ev yek çima bi rastî bifeyde ye.

DILOVANIYA YEHOWA BÊQISÛR E

4. (a) Yehowa çima melekên xwe şandin Sodomê? (b) Em ji serpêhatiya Lût û keçên wî çi dielimin?

4 Li Kitêba Pîroz, em dilovaniya Yehowa gelek caran dibînin. Bîne ber çavê xwe ku Xwedê ji bo Lût çi kiribû. Lût mirovê rast bû û seba xerabiya xelkê Sodom û Gomorayê pir “xemgîn” dibû. Loma Xwedê qerar da ku ew xelk bê helak kirin (2. Ptr. 2:7, 8). Xwedê du melek şandin ji bo ku ew Lût ji wê derê bifilitînin. Melekan jê re got ku gerek ew tevî malbata xwe ji wan bajarên mehkûmkirî bireve. “Ji ber ku wî [Lût] giran hereket dikir, zilaman [yanî melekan] bi saya dilovaniya Yehowa destê wî û destê pîreka wî û destên keçên wî girtin û ew bir derveyî bajêr” (1. Mû. 19:16, WDN). Ma ev mîsal nîşan nade ku Yehowa hal û tengahiyên xizmetkarên xwe rind fehm dike? (Îşa. 63:7-9; Aqûb 5:11; 2. Ptr. 2:9).

5. Peyva Xwedê – mesela 1. Yûhenna 3:17 – çawa nîşan dide ku gerek em dilovan bin?

5 Ji xeynî vê ku Yehowa bi xwe dilovan e, wî rêyî xizmetkarên xwe kiriye ku gerek ew jî dilovan bin. Mesela, Yehowa qanûnek dabû Îsraêl der heqê rehîngirtina kincan de (2. Mûsa 22:26, 27 bixwîne). Dibe ku deyndêrekî dilkevir wê bixwesta kincê deyndar bigirta û ew li şevê bêcil bihişta. Lê belê Yehowa ji xizmetkarên xwe re got ku gerek ew wisa bêmerhamet nebin. Lazim bû ku xizmetkarên Xwedê dilovan bin. Ma qaîdeyê ku ji vê qanûnê tê dîtin me naxe hereketê? Eger îmkana me hebe ku em alîkariya xwişk û birayên xwe bikin, ma em dixwazin wan bêkes û kûs bihêlin? (Kol. 3:12; Aqûb 2:15, 16; 1. Yûhenna 3:17 bixwîne).

6. Wekî ku Yehowa her tim ji miletê Îsraêl re dilovan dibû, gerek em jî çi bikin?

6 Wexta ku miletê Îsraêl guneh dikir, Yehowa dîsa jî ji wan re dilovan dibû. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ew bi destê xeberbêjên xwe hişyar dikirin ji ber ku dilê wî bi wan dişewitî (2. Dîr. 36:15). Îro jî dibe ku mirov seba gunehên xwe tobe bikin û ji aliyê Xwedê ve bên qebûl kirin. Ma ne lazim e ku em ji wan re dilovan bin? Gava wexta hikmdayînê bê, Yehowa naxwaze ku kesek helak be (2. Ptr. 3:9). Loma, heta ku Xwedê xeraban helak neke, bila em dev ji îlankirina hişyariya wî ya dilovan bernedin.

7, 8. Malbatek çima bawer bû ku Yehowa ji wan re dilovanî kiribû?

7 Dilovaniya Xwedê ji gelek serpêhatiyan xuya dibe. Mesela, bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê malbata lawikekî 12 salî. Bila em jê re bibêjin “Elî”. Di destpêka salên 1990î de, şer rabûbû di nava mirovên kokên cuda de. Elî, birayê wî, dê û bavê wî û çend Şahidên Yehowa li otobusekê siwar bûn ku ew ji Bosnayê herin Serbistanê. Li wê derê, dê û bavê wî wê li civîneke mezin bihatana bin av kirin. Lê li sînorê, leşkeran ev malbat seba koka wan ji otobusê peya kir, lê îzin da ku yên din herin. Piştî ku ew du rojan girtî mabûn, fermandar bi radyoyê ve ji serokê xwe pirsî ku ka ew bi wan çi bikin. Fermandar li cem wan disekinî, û hemûyan cewabê serok bihîst: “Wan bibe derve û bide ber guleyan!”

8 Gava fermandar bi leşkerên xwe re dipeyivî, du zilam hatin cem malbatê. Bi dengekî nizm, wan got ku ew Şahidên Yehowa ne. Rêwiyên din ji wan re behsa problemê kiribû. Ji ber ku kaxizên zarokan nedihatin kontrol kirin, van du zilaman ji Elî û birayê wî xwest ku ew li erebeya wan siwar bin ji bo ku ew ji sînorê derbas bin. Paşê, wan ji dê û bav re got ku ew peya herin piştî qereqola sînorê û li kêleka din bigihîjin wan. Elî nizanibû ku gerek ew seba van gotinan kêf bike an bigirî. Dê û bavê wî wisa pirsîn: “Bi ya te, ma ewê îzin bidin ku em herin?” Gava ew çûn, wisa xuya bû wekî ku leşkeran ew nedidîtin. Dê û bav li kêleka din a sînorê gihîştin zarokên xwe. Ew çûn bajarê civîna mezin, û ew emîn bûn ku Yehowa cewab dabû duayên wan û hatibû hawara wan. Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa carinan rasterast mudaxile nedikir ji bo ku ew xizmetkarên xwe biparêze (Kar. 7:58-60). Lê belê Elî wisa dibêje: “Wekî ku melekan leşker kor kiribûn û Yehowa em filitandin” (Zeb. 97:10).

9. Gava mirov diçûn pey Îsa, wî çi dikir? (Li resmê ewilî binêre.)

9 Ji aliyê dilovaniyê ve, Îsa jî ji me re bûye nimûne. Dilê wî bi mirovan dişewitî, “çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn”. Îsa li hemberî halê wanî reben çi kir? “Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir” (Met. 9:36; Marqos 6:34 bixwîne). Fêrisiyan nedixwest alî însanên mutewazî bikin, lê Îsa ji wan çi qas cuda bû! (Met. 12:9-14; 23:4; Yûh. 7:49). Wek Îsa, ma tu jî ji dil naxwazî însanên ku ji aliyê ruhî ve birçî ne, têr bikî?

10, 11. Gelo sînora dilovaniyê qet tune?

10 Helbet ev nayê maneya ku sînora dilovaniyê qet tune. Li mîsalên jor, dilovaniya Xwedê tiştekî munasîb bû. Wexta ku Saûl Padîşah hem dijminê xizmetkarên Xwedê Agag hem jî mî û gayên herî baş sax hiştin, wî li gor dilê xwe dilovanî kir. Lê seba vê, Yehowa ew êdî wek padîşahê Îsraêl red kir (1. Sam. 15:3, 9, 15). Yehowa Hakimê adil e. Ew dikare dilê mirovan bixwîne, û ew dizane ku dilovanî kengê munasîb e û kengê na (Law. 2:17; Hêz. 5:11). Di demeke nêzik de, ewê her kesê ku bi israr guh nadin wî helak bike (2. Sel. 1:6-10). Wê demê, ew êdî ji xeraban re dilovaniyê nake. Li şûna vê, ewê xeraban helak bike û kesên rast sax bihêle. Bi vî awayî, ewê ji kesên rast re dilovaniyê bike.

11 Em nikarin fermana helakkirin an saxhiştinê bidin însanan. Wezîfeya me ev e ku em heta ku ji destê me tê alîkariya însanan bikin. Lê em çawa dikarin bi awayên munasîb ji kesên din re dilovan bin? Bila em li çend tewsiyeyan binêrin.

EM ÇAWA DIKARIN DILOVAN BIN?

12. Tu çawa dikarî ji kesên din re dilovan bî?

12 Her roj alî mirovan bike. Lazim e ku yên ku dixwazin wek Îsa bin ji cîran û xwişk û birayên xwe re dilovan bin (Yûh. 13:34, 35; 1. Ptr. 3:8). Li gor ferhengekê, “dilovanî” tê maneya “bi hev re êş kişandin”. Kesekî dilovan dixwaze barê kesên din siviktir bike û alî wan bike. Tu jî wisa bike! Mesela, gelo tu dikarî alî kesekî bikî ku îşê wî hel be? (Met. 7:12).

Ji kesên din re dilovan be û alî wan bike (Li paragrafa 12an binêre)

13. Kîjan sifatên xizmetkarên Xwedê bîlhesa piştî felaketan xuya dibin?

13 Piştî felaketan alîkariyê bike. Dilê gelek kesan bi felaketzedeyan dişewite. Piştî felaketan, xizmetkarên Yehowa bi dilxwazî alîkariyê dikin (1. Ptr. 2:17). Herêma xwişkeke Japonî li zelzele û tsûnamiya sala 2011an pir zerar dîtibû. Ew dibêje ku xîreta xwişk û birayên ku ji hemû Japonê û ji welatên din hatibûn ku xesaran tamîr bikin “pir cesaret û dilrehetî” dida wê. Xwişka me wisa dinivîse: “Min dît ku Yehowa bi me re çi qas eleqedar e. Xwişk û birayên me jî xema hevdû dixwin. Li seranserê dinyayê, gelek xwişk û bira ji bo me dua dikin.”

14. Tu çawa dikarî alî kesên nexweş, pîr û kal bikî?

14 Alî kesên nexweş, pîr û kal bike. Gava em dibînin ku guneha Adem çawa li kesên din tesîr dike, dilê me dişewite. Em bêriya xelasbûna nexweşî û mirinê dikin. Lê niha, em dikarin alî însanan bikin. Mesela, diya nivîskarekî êdî pîr bûbû û bi Alzheîmerê nexweş ketibû. Rojekê, wê kincê xwe kirêjî kiribû. Gava wê xwe paqij dikir, zîl hat lêdan. Du Şahidên Yehowa, yên ku her tim dihatin cem wê, li ber derî bûn. Xwişkan pirsiya ku gelo alîkarî lazim e an na. Pîrek wisa got: “Ez şerm dikim ku bibêjim, lê erê.” Mêvanan alî wê kir ku ew xwe paqij bike. Paşê wan jê re çay çêkir û hebekî sohbet kir. Kurê wê zehf şa bû. Wî wisa nivîsiye: “Mala wan Şahidan ava be. Ew bi rastî jî li gotinên xwe hereket dikin.” Gelo dilê te jî bi kesên nexweş, pîr û kal dişewite? Belê, çi ji destê te tê bike ku kul û derdên wan siviktir bibin! (Flp. 2:3, 4).

15. Xizmeta me çima muhîm e?

15 Ji aliyê ruhî ve alîkariya mirovan bike. Seba xem û derdên mirovan, em dixwazin ji aliyê ruhî ve alîkariya wan bikin. Ji bo vê, gerek em behsa Xwedê bikin û rêyî wan bidin ku Padîşahiya wî wê ji bo me çi bike. Wekî din, em dikarin nîşanî wan bidin ku qanûnên Xwedê ji bo xêra me hatine dayîn (Îşa. 48:17, 18). Gelo tu dikarî di xizmetê de hê zêdetir bixebitî? Bi vî awayî, tu dikarî pesnê Yehowa bidî û dilovaniya xwe xuya bikî (1. Tîm. 2:3, 4).

DILOVANÎ JI BO TE JÎ BIFEYDE YE

16. Kesekî dilovan çawa feyde dibîne?

16 Psîkolog dibêjin ku dilovanî ji bo sihet, xweşî û munasebetên me bifeyde ye. Gava em ji kul û derdên kesên din re dibin derman, em hê dilşadtir û hê kêfxweştir dibin. Wekî din, em ji hîsên bêkesiyê û fikrên nebaş difilitin. Belê, dilovanî ji bo me jî baş e (Ef. 4:31, 32). Şagirtên Îsa yên ku ji dil dixwazin alî kesên din bikin dibin xwediyê wijdanekî rihet, çimkî ew dizanin ku kirinên wan li gor daxwaza Xwedê ne. Bi saya dilovaniyê, dê û bav, jin û mêr û dost û heval dibin însanên baştir. Bi ser de, wexta ku hewcedariya kesên dilovan radibe, ewê bi îhtimaleke mezin zûtir alîkariyê bistînin (Metta 5:7; Lûqa 6:38 bixwîne).

17. Tu çawa dixwazî zêdetir dilovan bî?

17 Gerek em ne tenê ji bo menfaeta xwe dilovan bin. Sebeba herî muhîm ev e ku em dixwazin wek Yehowa bin û pesnê wî bidin, çimkî çavkaniya hezkirin û dilovaniyê ew e (Mtl. 14:31). Ew ji bo me bûye emsaleke bêqisûr. Bila em xîret bikin ku em jî wek Yehowa dilovan bin – hem ji xwişk û birayên xwe hem jî ji hemû cîranên xwe re (Gal. 6:10; 1. Yûh. 4:16).