Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Xizmeta bi Birayên Dilsoz re ji bo Min Nîmet Bû

Xizmeta bi Birayên Dilsoz re ji bo Min Nîmet Bû

WEKE di sala 1935an de, dê û bavê min James û Jessie Sinclair ji Skotlendayê derbasî Bronxê (New York) bûbûn. Yek ji nasê wanî nû Willie Sneddon bû, û ew jî ji Skotlendayê bû. Çaxa ew tevî hev bibûne nas, hingê der heqê malbatên xwe de xeber didan. Ew yek çend sal pêşiya bûyîna min bû.

Diya min ji Willie re got ku pêşiya ku Şerê Hemdinyayê destpêbûya, bavê wê û birê wêyî mezin miribûn, çimkî di Behra Bakur de qeyika wana teqandibûn û ew xeniqîbûn. Hingê Willie dibêje wê: “Bavê te di cehenemê de ye!” * Diya min zendegirtî dimîne. Willie Şahîdê Yehowa bû, û wisa diya min rastiyê ji wî elimî.

Willie û Liz Sneddon

Gotinên Willie dilê diya min dêşînin, çimkî bavê wê mirovekî heyf bûye. Lê paşê Willie dibêje: “Lê wê dilê te rihet be eger ez ji te re bêjim ku Îsa çû cehenemê?” Hingê dikeve bîra diya min ku di dêrê de digotin ku Îsa çû cehenemê û roja sisiya sax bû. Diya min difikirî: “Eger cehenem ew cî ye kîderê ku mirovên xerab di nava agir de diçerçirin, Îsa çima çû wêderê?” Paşî vê yekê diya min xwestibû hê zêde der heqê rastiyê bielime. Ew dest pê dike here civata Bronxê û di sala 1940î de tê binavkirin.

Tevî diya xwe, û wext şûnda tevî bavê xwe

Wê demê, dê û bavên ku şagirtên Îsa bûn, nedihatin teşwîq kirin ku tevî zarokên xwe kursa Kitêba Pîroz derbas bin. Çaxa ez biçûk bûm, diya min şemî û ledê diçû civata û xizmet dikir, lê heta ew bihata, bavê min miqatî min dibû. Paşî çend salan me tevî diya min dest pê kir bêne ser civatê. Ew di xizmetê de gelek xîret bû, û tevî çend mirovan kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Caran wisa dibû ku wê tevî çend mirovan tevayî kursa Kitêba Pîroz derbas dikir, çimkî ew nêzîkî hev diman. Dema tetîlê a mektebê ez tevî wê diçûme xizmetê. Bi destê vê yekê ez hê zêde tişt ji Kitêba Pîroz elimîm û min êdî dikaribû mirovan bielimînim.

Sed heyf çaxa ez biçûk bûm, min rastî bi temamî qîmet nedikir. Lê çaxa ez êdî bûm weke 12 salî, ez bûme xizmetkarê nebinavkirî û min her tim xizmet dikir. Çaxa ez 16 salî bûm, min xwe da Yehowa, û li 24 Tîrmehê ya sala 1954an hatim bin av kirin ser civîna mezin Torontoyê de (Kanada).

XIZMETKIRIN LI BEYTELÊ DE

Hin birên ji civata me di Beytelê de xizmet dikirin. Ew gelek li ser min bandor dibûn. Ez ecêbmayî dimam ku ew çawa dema xizmetê û çaxa gotar dixwendin, rastiya Kitêba Pîroz şirovedikirin. Dersdarên mekteba min gelek dixwestin ku ez xwendina bilind bistînim, lê min gelek dixwest di Beytelê de xizmet kim. Loma jî ser wê civata mezin di Torontoyê de min forma Beytelê tije kir. Di sala 1955an de li ser civîna mezin ku ser stadiyona Yankee bû (New York), min dîsa ev form tije kir. Vê salê, 19 Îlonê min dawetî Beytela Brooklynê kirin, hingê ez 17 salî bûm. Roja diduwan di Beytelê de min dest pê kir bixebitim ser mekîna ku belgê kitêban top dikir û par-par hazir dikir, da ku mekîna din hev ve bidirû û bike kitêb.

Çaxa ez 17 salî bûm, min dest pê kir di Beytela Brooklynê de xizmet kim

Paşî weke mehekê, min şandine Îdara Kovara, çimkî min neşirkirin zanibû. Hingê xwişk û bira ser hesinên biçûk û pen, nav û adresa wan mirovan neşir dikirin, yên ku sifareş dikirin Birca Çavdêriyê û Hişyar bin!. Ev adres bi van hesina ser kovaran dihatine morkirinê. Çend meh şûnda, min di Îdara Şandina Weşanan de xizmet dikir. Klaus Jensen ku serkarê vê îdarê bû, ji min re got ku ez gerek tevî ajovan hevkariyê bikim, yê ku qutiyên weşanan pê ereba barkêş dibire ciyê sekinandina gemiyan, ku paşê di nav temamiya dinyayê bêne şandinê. Wisa jî hebûn torbên bi kovaran tije ku gerek bivirana nemekxane, û nav temamiya Amerîkayê ji civatan re bihatana şandinê. Birayê Jensen got ku ev xebata fîzîkî wê bona sihet-qeweta min baş be. Hingê giraniya min weke 57 kîlo bû û ez wisa jar bûm çawa çerm hestû. Ez gelek rê diçûm-dihatim ciyên sekinandina gemiya û nemekxane, û bi rastî jî sihet-qeweta min qewî bû. Birayê Jensen bi rastî jî zanibû bona min çi hê baş e!

Îdara Kovara mesûl bû ku binivîse kîjan civat çiqas kovar dixwaze. Wisa ez elimîm ku Brooklyn ser kîjan zimanan kovarên me neşir dike û ji welatên din re dişîne. Min qe ne jî bihîstibû der heqê gelek zimanan de, lê ez gelek dilşad dibûm ku bi deha hezaran kovarên me dihatine şandinê li gelek welatên dûr. Hingê min nizanibû ku ezê di axiriyê de qedirekî wisa bistînim, ku teseliya gelek ji wan welatan bikim.

Tevî Robert Wallen, Charles Molohan, û Don Adams

Di sala 1961ê de, ez hatim kifşkirinê di Ofîsa Hesabê Peran de, kîderê ku Grant Suiter serkartî dikir. Paşî çend salan, gazî min kirin li ofîsa Nathan Knorr, kîjan ku hingê rêberiya şixulê meyî hemdinyayê dikir. Wî şirovekir ku birayekî ku di ofîsa wî de dixebitî gerek here Mekteba Xizmetê û paşê xizmet bike di Îdara Xizmetê de. Min dewsa wî birayî kifş kirin û ez tevî birayê Don Adams dixebitîm. Wisa hewas bû ku Don hema ew bira bû, kîjan ku di sala 1955an de ser civîna mezin, blanka mine Beytelê qebûl kir. Du bira, Robert Wallen û Charles Molohan, êdî di wê îdarê de dixebitîn. Me herçar bira tevayî 50 salan zêdetir xizmet kir. Ez bextewar bûm ku min tevî wan birên ruhî de qewî û dilsoz, xizmet dikir! (Zeb. 133:1).

Ziyareta min a pêşîn a buroya Venezuelayê, sala 1970î

Di destpêka sala 1970î de, min mesûliyet stand, ku her sal an du salan carekê, çend heftiyan ziyareta cure-cure buroyan bikim. Şixulê min ew bû ku ji endemên Beytela û mizgînvanên wezîfedar re aliyê ruhî de qewî kim, û wisa jî hesab û dokûmêntên bûro bicêribînim. Ez gelek dilşad dibûm wan xwişk û birayan bibînim, yên ku Mekteba Gîleadê xelas kiribûn û dîsa jî bi dilsozî xizmet dikirin di welatên xerîb de kîderê ku ew hatibûn kifşkirinê. Ew şabûn û qedirekî mezin e bona min, ku bi destê vê kifşkirinê min di 90 welatan de zêdetir teseliya xwişk û birayan kir.

Ez pir kêfxweş im ku min li zêdetirî 90 welatî ziyareta xwişk û birayan kiriye!

MIN HEVALEKE DILSOZ DÎT

Hemû endemên Beytela Brooklynê kifşkirî bûn di civatên New Yorkê de. Ez hatim kifşkirinê di civata Bronxê de. Civata pêşiyê di wî şeherê biçûk de, zû mezin bû û paşê parevebû. Navê vê civata pêşiyê, Civata Bronxê ye Jorin bû, û ez diçûme vê civatê.

Weke di sala 1965an de, malbateke Letonî ku di Bronxa başûrê de bûne Şahidên Yehowa, derbasî wê civatê bûn. Livija, ku di vê malbatê de qîza mezin bû, gava ku mekteb xelas kir dest pê pêşengtî kir. Çend meh şûnda, ew derbasî Massachusettsê bû, kîderê ku hewcetiya mizgînvanan hebû. Min ji jê re dinivîsî deng-besên civata me, û wê jî ji min re dinivîsî ku aliyê Bostonê xizmeta wê çawa ne.

Tevî Livija

Çend sal şûnda, Livija hat tayîn kirin wek pêşenga mexsûs. Wê gelek dixwest di xizmetê de hê zehf bike, loma wê blanka Beytelê tije kir û di sala 1971ê de ew dawetî Beytelê kirin. Tê bêjî ew ji Yehowa nîşan bû bona min! Di sala 1973an de 27 Cotmehê, me hev stand û me qedirekî mezin stand ku birayê Knorr gotar bona zewaca me xwend. Di Methelok 18:22an de tê gotinê: “Yê ku pîrekek qenc bibîne, qenciyê dibîne û digihêje xêra Xudan”. Ez tevî Livijayê êdî 40 salan zêdetir e di Beytelê de xizmet dikim, û em di Bronxê de dîsa alîkariyê didin civata wê mihalê.

HEVKARÎ TEVÎ BIRAYÊN BIJARTÎ

Hevkarî tevî birayê Knorr bi rastî jî zemanekî xweş bû. Ew gelek xebathez bû, û mizgînvanên wezîfedar di nav temamiya dinyayê gelek qîmet dikir. Gelek ji wan mizgînvanên wezîfedar hatibûn kifşkirinê di wan welatan de, kîderê ku Şahidên Yehowa tune bûn. Sed heyf ku di sala 1976an de birayê Knorr ji nexweşiya kanserê diçerçirî. Carekê çaxa ew nav cî-nivîna de bû, wî ji min re got ku hin meqale bixwînim, kîjan ku gerek bihatana neşirkirinê. Wî wisa jî got ku gazî Frederick Franz bikim ku ew jî bê û xwendinê bibihê. Paşê ez elimîm ku birayê Knorr timê ji Frederick Franz re ew meqale dixwendin, çimkî birayê Franz çavan de belengaz bû.

Tevî Daniel û Marina Sydlik ziyareta buroyê dikim, sala 1977an

Birayê Knorr di sala 1977an de mir. Xwişk û birên ku wî nas dikirin û hez dikirin dilê wan dêşiya, lê ew dilgerm dibûn, çimkî ew dilsoz ma dema jiyana xweye ser erdê (Pey. 2:10). Paşî wî, birayê Franz dest pê kir rêberiya şixulê meyî hemdinyayê bike.

Hingê ez alîkarê Milton Henschel bûm, kîjan ku bi deha salan tevî birayê Knorr xebitîbû. Birayê Henschel ji min re got ku mesûliyeta mine sereke di Beytelê de ew e, ku alîkariyê bidime birayê Franz çi de ku lazim e. Min timê ji wî re meqale dixwendin kîjan ku gerek bihatana neşirkirinê. Birayê Franz her tişt bîra xwe de xwedî dikir û timê gelek kûr guhê xwe dida ser xwendinê. Ew zemanekî gelek baş bû bona min, ku min alî wî dikir heta jiyana wîye ser erdê. Ew di sala 1992an meha Kanûna Pêşin de mir.

124 Columbia Heights kîderê ku ez bi deha salan dixebitîm

Niha 61 sal e ku ez li Beytelê xizmet dikim, lê ev wext bona min gelek zû derbas bû. Dê û bavê min heta mirinê ji Yehowa re dilsoz man, û ez bi dil û can hîviya wî zemanî me çaxa dîsa wana bibînim (Yûh. 5:28, 29). Dinya nikare ji me re tiştekî wisa bide, ku qîmettir be ji wî qedirî ku xizmet kin tevî xwişk û birên dilsoz. Ew xwişk û bira bona cimeta Xwedê nav temamiya dinyayê qeweta xwe xerc dikin. Bi rastî bêjim di nava wan salên xizmeta tamrojî de şabûna Yehowa qeweta min û Livija bû (Nhy. 8:10).

Di teşkîlata Yehowa de mirovekî wisa tune ye, ku bêy wî şixulê belavkirina mizgîna Padîşahiyê pêşda neçe. Di nava wan salan de bona min qedirekî mezin bû ku tevî xwişk û birên qewî û dilsoz hevkariyê bikim. Gelek yên bijartî tevî kê jî min hevkarî dikir, niha êdî ser erdê nînin. Lê ez gelek razî me ku min tevî wan mirovên ruhî de qewî û ji Xwedê re dilsoz, xizmet kiriye.

^ par. 5 Di gelek wergerên Kitêba Pîroz de ser zimanê Îngilîzî peyva “Şêol” hatiye wergerandin wek “cehenem”.