Here Naverokê

Here naverokê

Xwegirtin – Sifateke Muhîm

Xwegirtin – Sifateke Muhîm

“Berê Ruh ... xwegirtin e” (GAL. 5:22, 23).

KILAM: 121, 36

1, 2. (a) Netîceyên xwenegirtinê çi ne? (b) Mewzûya xwegirtinê îro çima muhîm e?

XWEGIRTIN sifateke Xwedê ye (Gal. 5:22, 23). Xwegirtina Yehowa bêqisûr e. Lê ji ber ku mirov qisûrdar in, carinan ji bo wan zor e ku ew xwe bigirin. Bi rastî jî, gelek ji problemên îroyîn seba xwenegirtinê tên meydanê. Mesela, gelek mirov îşên xwe davêjin paş an li îş an mektebê zayif dibin. Ji xeynî vê, problemên wek devavêtin, serxweşî, zordarî, hevberdana jin û mêr, deynên fuzûlî, bindestiya narkotîkan, hebsbûn, stres, nexweşiyên cinsî û bihemletiya nexwestî jî hinek ji netîceyên xwenegirtinê ne (Zeb. 34:11-14).

2 Xuya ye ku kesên ku xwe nagirin hem ji bo xwe hem jî ji bo kesên din probleman tînin meydanê. Bi ser de, kêmahiya xwegirtinê her ku diçe zêdetir dibe. Li gor lêkolînên ku li salên 1940î hatibû çêkirin, xwekontrol li wê demê jixwe kêm bûbû, lê lêkolînên nû nîşan didin ku xwekontrola mirovan îro hê jî sisttir bûye. Yên ku Kitêba Pîroz dixwînin seba vê ecêbmayî namînin, çimkî tê de hatibû gotin ku “di rojên dawîn de”, mirov wê bibin “binketê nefsa xwe” (2. Tîm. 3:1-3, KP).

3. Çima muhîm e ku şagirtên Îsa ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin?

3 Çima muhîm e ku em ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin? Du sebebên muhîm hene. A yekê, wisa hatiye dîtin ku serê mirovên ku dikarin xwe bigirin hê hindiktir dikeve belayê. Ew ji aliyê hîsî ve saxlemtir disekinin, dostiyên wan xurttir dibin û ew bi qasî kesên xwînsivik nakevin endîşe û depresyonê. A diduyan, ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em xwe kontrol bikin ku em ji rê dernekevin û daxwazên nerast red bikin. Kirinên Adem û Hewayê nîşan didin ku kêmahiya xwegirtinê çi qas xerab e (1. Mû. 3:6). Ji wê demê û vir de, netîceyên kêmahiya vê sifata muhîm her tim xerab bûne.

4. Em çawa dikarin ji aliyê xwegirtinê ve xurttir bibin?

4 Mirovên qisûrdar nikarin sifata xwegirtinê bi awayekî bêqisûr pêk bînin. Yehowa dizane ku xizmetkarên xwe ji vî alî ve çi qas xîret didin, û ew dixwaze alîkariya wan bike ku ew karibin xûyên xwe yên gunehkar bindest bikin (1. Qra. 8:46-50). Ew dostekî dilovan e, û ew cesaret dide kesên ku dixwazin jê re xizmet bikin, lê ji aliyê xwegirtinê ve hê sist in. Bila em bala xwe bidin ku Yehowa çawa ji me re bûye nimûneya bêqisûr. Paşê, emê li mîsalên baş û xerab binêrin, ên ku li Kitêba Pîroz derbas dibin. Wekî din, emê li ser çend tewsiyeyan şêwir bikin, ên ku dikarin alî me bikin ku em ji aliyê xwegirtinê ve xurttir bibin.

YEHOWA JI ME RE DIBE NIMÛNE

5, 6. Yehowa ji aliyê xwegirtinê ve çawa ji me re bûye nimûne?

5 Yehowa, ji aliyê xwegirtinê ve bêqisûr e, çimkî hemû kirinên wî bêqisûr in (5. Mû. 32:4). Lê belê em qisûrdar in. Ji bo ku em sifata xwegirtinê fehm bikin, gerek em li kirinên Yehowa binêrin ku em karibin wî ji xwe re bikin nimûne. Hin mîsalên ku nîşan didin ku Yehowa xwe digire, çi ne?

6 Bîne ber çavê xwe ku gava Şeytan serê xwe li ber Yehowa hilda, Yehowa xwe çawa girt. Lazim bû ku ev doz bê hel kirin. Melekên ku li ber Yehowa dilsoz man bêguman seba meydanxwestina Îblîs bi hêrs û xezeb bûn. Gava tu li ser kul û derdên ku seba kirinên Şeytan hatine meydanê difikirî, belkî tu jî bi hêrs dibî. Dîsa jî Yehowa ecele nekiriye. Ew cewaba xwe bi awayekî bikontrol û munasîb dide. Xwedê “dereng hêrs dibe”, û ew bi edalet dest avêtiye serhildana Şeytan (2. Mû. 34:6; Eyûb 2:2-6). Çima? Yehowa li bendê maye, çimkî ew naxwaze ku kesek helak bibe, lê “dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9).

7. Em dikarin ji xwegirtina Yehowa çi dersê bistînin?

7 Xwegirtina Yehowa rêyî me dide ku gerek em jî rind bifikirin berî ku em tiştekî bibêjin an bikin. Gerek em bi lez hereket nekin. Wexta ku mewzûyeke muhîm derdikeve, li bendê bimîne heta ku tu karibî gaveke aqilmend bavêjî. Ji Yehowa re dua bike û jê hîkmet bixwaze ku tu tiştê rast bibêjî an bikî (Zeb. 141:3). Gava xwîna me dikele, talûke ev e ku em di bin bandora hîsên xwe de hereket bikin. Ma tu piştî gotin an kirinên biecele hîç poşman nebûyî? (Mtl. 14:29; 15:28; 19:2).

MÎSALÊN BAŞ Û MÎSALÊN XERAB

8. (a) Mîsalên baş li ku derê hene? (b) Gava pîreka Potîfar dixwest Ûsiv ji serî derxîne, Ûsiv çawa saxlem disekinî? (Li resmê ewilî binêre.)

8 Kîjan mîsalên Kitêba Pîroz nîşan didin ku wê baş be ku em hereketên xwe kontrol bikin? Yek ji kesên ku xwe kontrol dikir û ji rê dernediket, Ûsiv kurê Aqûb bû. Gava ew li mala fermandarê nobedarên Fîrawûn Potîfar xizmetkar bû, wî xwe digirt. Dilê pîreka Potîfar ketibû ser Ûsivê “bejin zirav û rû xweşik”, û wê çend caran dixwest wî ji serî derxîne. Ûsiv çawa li hemberî wê saxlem disekinî? Bê guman ew rind difikirî ku eger ew bê xapandin, netîce wê bibe çi. Carekê jî lazim bû ku Ûsiv jê bireve. Wî wisa got: “Çawa ez ê xerabiyek ûsa mezin bikim û li dijî Xwedê gunehan bikim?” (1. Mû. 39:6, 9; Methelokên Silêman 1:10 bixwîne).

9. Tu çawa dikarî xwe li hemberî ceribandinê hazir bikî?

9 Kirinên Ûsiv çi dersê didin me? Eger em bên ceribandin ku em yek ji qanûnên Xwedê biqulipînin, dibe ku gerek em jî birevin. Berî ku ew bûn Şahidên Yehowa, hinekan bê kontrol xwarin dixwar, bi zêdeyî vedixwar, narkotîk bi kar dianîn, bêexlaqiya cinsî dikir û xerabiyên din dikirin. Piştî bin av bûnê jî, ew carinan tên ceribandin ku ew vegerin xûyên xwe yên berê. Eger tu rojekê bêyî ceribandin ku tu yek ji qanûnên Xwedê biqulipînî, bîne ber çavê xwe ku eger tu daxwazên gunehkar nexî bin kontrolê, netîceyên ruhî wê çi qas xerab bibin! Belkî tu dikarî texmîn bikî ku daxwazên wisa çawa dikarin derkevin meydanê û tu çawa dikarî ji wan dûr bisekinî (Zeb. 26:4; Mtl. 22:3). Eger îmtihaneke wisa bê serê te, ji Yehowa re dua bike ku ew hîkmet û qewetê bide te ku tu karibî xwe bigirî.

10, 11. (a) Gelek ciwan li mektebê çawa tên ceribandin? (b) Çi dikare alî ciwanan bike ku ew ber bayê derdorê nekevin û xerabiyê nekin?

10 Wek Ûsiv, îro jî gelek şagirtên Îsa yên ciwan tên ceribandin. Mesela, keçikeke bi navê Kîm dibêje ku piraniya hevaldersên wê bêexlaqiya cinsî dikir, û piştî dawiya heftiyê, wan behsa serpêhatiyên xwe yên cinsî dikir. Lê Kîmê qet bêexlaqî nedikir. Ew dibêje ku ji bo ku ew cuda bû, wê xwe carinan “bêkes û tenê” hîs dikir: Ji ber ku hezkiriyê wê tune bû, dershevalên wê difikirîn ku ew ehmeq e. Kîmê dizanibû ku geleke ciwan tên ceribandin ku ew bêexlaqiyê bikin (2. Tîm. 2:22). Dershevalên wê her tim dipirsî ku ka ew hê qîz e. Gava wan wisa dipirsî, wê jî ji wan re digot ku ew çima bêexlaqiyê nake. Em bi ciwanên ku ber bayê derdorê nakevin û bêexlaqiyê nakin, serbilind in, û Yehowa jî bi wan serbilind e!

11 Kitêba Pîroz behsa kesên ku ji aliyê cinsî ve xwe nedigirt dike û nîşan dide ku bêkontrolî çawa dibe sebeba netîceyên xerab. Eger yekî bikeve halê Kîmê, wê baş be ku ew li ser xortê cahil bifikire, yê ku li beşa 7an a Methelokên Silêman derbas dibe. Wekî din, bîne ber çavê xwe ku Amnon çi kiribû û netîceya kirinên wî çi qas xerab bû (2. Sam. 13:1, 2, 10-15, 28-32). Ji bo ku ew alîkariya zarokên xwe bikin ku ew ji aliyê dostiyên romantîk ve xwe bigirin û aqilmend bin, dê û bav dikarin vê mewzûyê di îbadeta malbatê de şêwir bikin. Ji bo vê, ew dikarin ayetên behskirî bi hev re bixwînin.

12. (a) Gava birayên Ûsiv hatin Misrê, Ûsiv hîsên xwe çawa kontrol kirin? (b) Bîlhese kengê lazim e ku em hîsên xwe kontrol bikin?

12 Careke din, Ûsiv dîsa ji aliyê xwegirtinê ve ji me re bû nimûne. Gava birayên Ûsiv hatin Misrê ji bo ku ew erzaq bikirin, Ûsiv xwe neda nas kirin. Bi vî awayî, wî xwest fehm bike ku halê dilê wan çi ye. Wekî din, gava dilê wî teng bû, ew çû cihekî din ku kesên din hêstirên çavên wî nebînin (1. Mû. 43:30, 31; 45:1). Eger xwişk an birayekî me an jî hevalekî me dilê me biêşîne, wê baş be ku em jî xwe bigirin û bi ecele hereket nekin (Mtl. 16:32; 17:27). Ji xeynî vê, eger merivekî te ji civatê hat derxistin, gerek tu hîsên xwe kontrol bikî û heta ku lazim nebe jê dûr bisekinî. Wexta ku tiştekî wisa çêdibe, xwegirtin carinan ji me re zor tê. Lê gava em tînin ber çavê xwe ku Xwedê jî wisa kiriye û dixwaze ku em jî wisa bikin, ev yek wê ji bo me hêsantir bibe.

13. Em dikarin ji Dawid kîjan dersan bielimin?

13 Em dikarin ji Dawid Padîşah jî dersên muhîm bielimin. Dawid pir biqudret bû, lê wexta ku Saûl û Şîmeî ew tehrîk kir, wî dest bi wan nekir (1. Sam. 26:9-11; 2. Sam. 16:5-10). Çi heyf e ku Dawid jî carinan kontrola xwe winda dikir. Mesela, ew li hemberî çavbirçîtiya Nabal ewilî bi zêdeyî bi hêrs bû. Paşê jî, wî bi Bat-Şebayê re guneh kir (1. Sam. 25:10-13; 2. Sam. 11:2-4). Dîsa jî, em dikarin ji Dawid dersan bigirin. A yekê, lazim e ku nazirên xizmetkarên Xwedê xwe bigirin û selahiyeta xwe bi awayekî xerab nexebitînin. A diduyan, gerek em bêxem nebin û nefikirin ku eger em bên ceribandin jî, tiştek nabe (1. Kor. 10:12).

EM ÇAWA DIKARIN BI PÊŞ VE HERIN?

14. Çi hat serê birayekî me, û wî çi kir? Eger tiştên wisa bên serê me, çima muhîm e ku em jî xwe bigirin?

14 Em çawa dikarin ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin? Bîne ber çavê xwe ku çi hat serê Luigi. Rojekê, erebeyeke din ji paş ve hat û li erebeya wî xist. Zilamê din her çi qas neheq bû jî, wî li Luigi heqaret kir û dixwest şer derxîne. Luigi ji Yehowa re dua kir ku ew alî wî bike ku ew kontrola xwe winda neke. Luigi dixwest wî sakîn bike, lê nafîle bû. Piştî ku Luigi melûmatên sîgortaya wî nivîsî, zilam hê barebar dikir, û Luigi jî çû. Heftiyek dû re, Luigi çû cem jineke ku wî berê jê re behsa Kitêba Pîroz kiribû. Li wê derê, wî dît ku mêrê wê ew zilam bû! Zilam şerm kir û seba kirinên xwe efû xwest. Wî teklîf kir ku ew xeber bide sîgortaya Luigi da ku pere zûtir bê dayîn. Paşê, zilam guhdariya sohbeta li ser Kitêba Pîroz kir û jê kêf stand. Çi baş bû ku Luigi piştî qezayê sakîn ma! Eger wî xwe kontrol nekira, dibe ku her tişt wê pir xerab bibûya (2. Korîntî 6:3, 4 bixwîne).

Hem xwegirtin hem xwenegirtin dikare li xizmeta me tesîr bike (Li paragrafa 14an binêre)

15, 16. Xwendina Kitêba Pîroz çawa dikare alîkariya te û malbata te bike ku hûn ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin?

15 Ji bo ku em ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin, gerek em Kitêba Pîroz bi xîret û bi îtîna bixwînin. Xwedê ji Yêşû re emir dabû ku ew kitêba Qanûnê bi şev û roj bi dengekî nizm bixwîne ku ew serkeftî û aqilmend bibe (Yêşû 1:8). Xwendina Kitêba Pîroz çawa dikare alî te bike ku tu ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herî?

16 Wek me dîtiye, serpêhatiyên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em netîceyên baş û xerab ên kirinên xwe ji berê ve bibînin. Yehowa ev serpêhatî ji bo armanceke girîng dan qeyd kirin (Rom. 15:4). Belê, pir muhîm e ku em wan bixwînin, li ser wan bifikirin û lêkolîn bikin! Fehm bike ku ew ji bo te û malbata te çima muhîm in. Ji Yehowa bixwaze ku ew alî te bike ku tu Peyva wî bînî cih. Eger tu dibînî ku ji aliyê xwegirtinê ve kêmahiyeke te heye, vêya qebûl bike. Paşê li ser vê dua bike û xîret bike ku tu bi pêş ve herî (Aqûb 1:5). Eger tu li weşanên me lêkolîn bikî, tuyê zêdetir melûmata bifeyde bibînî.

17. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin?

17 Tu çawa dikarî alî zarokên xwe bikî ku ew ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin? Dê û bav rind dizanin ku pêkanîna vê sifatê ji bo ciwanan ne hêsan e. Ji bo elimandina vê sifatê û hemû hunerên din jî, lazim e ku dê û bav ji zarokên xwe re bibin emsal (Ef. 6:4). Eger tu dibînî ku zarokên te nikarin xwe kontrol bikin, ji xwe bipirse ku ka tu ji wan re bi rastî dibî emsal an na. Îşê belavkirina mizgînê, civînan û îbadeta malbatê îhmal nekî. Eger lazim be, ji bo daxwazên zarokên te bibêje “Na”! Yehowa ji bo Adem û Hewayê sînor kişandibûn ji bo ku ew hurmet bidin selahiyeta wî. Mîna vê, armanca terbiye û kirinên dê û bav ev e ku zarok bielimin ku xwegirtin çi ye. Ji her tiştî zêdetir lazim e ku tu alî zarokên xwe bikî ku ew ji selahiyeta Xwedê hez bikin û hurmet bidin standardên wî (Methelokên Silêman 1:5, 7, 8 bixwîne).

18. Hilbijartina hevalên baş çima muhîm e?

18 Ne tenê ji bo dê û bavan, lê ji bo me hemûyan pir muhîm e ku em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Kesên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne wê alî me bikin ku em bigihîjin armancên bifeyde û ku serê me nekeve belayê (Mtl. 13:20). Gava em bi kesên wisa hevaltiyê bikin, emê bixwazin wek wan bala xwe bidin sifata xwegirtinê. Û eger em wisa bikin, hevalên me jî wê ji hal û hereketên me teşwîq bigirin. Eger em xwe kontrol bikin, Xwedê wê ji me razî be û emê tevî dost û merivên xwe bextewar bin.