Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39

Elaleteke Mezin a ku Tu Kes Nikare Bihejmêre

Elaleteke Mezin a ku Tu Kes Nikare Bihejmêre

“Va ye, elaleteke mezin ... ku tu kesî nedikarî bihejmarta; ... li ber text û li ber Berx radiwestan” (PEY. 7:9).

KILAM 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

PÊŞGOTIN *

1. Li dawiya sedsala yekê ya P.M., Yûhennayê şandî di çi halî de bû?

LI DAWIYA sedsala yekê ya P.M., Yûhennayê şandî di halekî zor de bû. Ew êdî kal bû, û ew li girava Patmosê girtî bû. Bi îhtimaleke mezin, hemû şandiyên din êdî miribûn (Pey. 1:9). Yûhenna dizanibû ku muxalifên rastiyê civatên şagirtên Îsa dixapandin û dibûn sebeba dubendiyê. Belkî ji wî re wisa xuya dikir wekî ku alava biçûk a şagirtên Îsa wê vemira (Chd. 4; Pey. 2:15, 20; 3:1, 17).

Yûhennayê şandî “elaleteke mezin” dît, ku “xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn” (Li paragrafa 2yan binêre)

2. Li gor Peyxam 7:9-14, Yûhenna di dîtiniyekê de çi dît? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

2 Li wan rojên çetin, Xwedê di dîtiniyekê de nîşanî Yûhenna da ku di axiriyê de çi wê biqewime. Di vê dîtiniyê de, melekek ji çar melekên din re dibêje ku bila ew bayên tengahiya mezin bigirin heta ku komeke koleyan mora paşîn bistînin (Pey. 7:1-3). Ev kom, ji 144.000 kesî tê meydanê, yên ku wê bi Îsa Mesîh re li ezmanan hikm bajon (Lûqa 12:32; Pey. 7:4). Paşê, Yûhenna komeke din dît û wisa got: “Elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; ... li ber text û li ber Berx radiwestan” (Peyxam 7:9-14 bixwîne). Yûhenna bê guman pir şa bû gava wî fehm kir ku rojekê, bi milyonan kes wê ji Yehowa re îbadetê bikin.

3. (a) Dîtiniya Yûhenna baweriya me çima zêde dike? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

3 Vê dîtiniyê bê guman baweriya Yûhenna zêde dikir. Baweriya me jî bi saya vê ditiniyê zêde dibe, çimkî ev dîtinî niha li ber çavê me tê cih. Niha bi milyonan kes hatine ser riya rastiyê. Hêviya wan ev e ku li tengahiya mezin sax bimînin û heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn. Li vê meqaleyê, emê bielimin ku zêdetirî 80 sal berê, Yehowa ji xizmetkarên xwe re çawa da fehm kirin ku elaleta mezin tê çi maneyê. Paşê, emê bala xwe bidin du taybetiyên vê elaletê: (1) Ev elalet pir mezin e û (2) mirovên vê elaletê ji hemû miletan tên. Ev du taybetî dikarin baweriya hemû kesên ku xwe wek ferdên vê komê dibînin, zêde bike.

ELALETA MEZIN WÊ LI KU DERÊ BIJÎ?

4. Piraniya dêran kîjan rastiya Kitêba Pîroz fehm nakin, lê Lêkolînerên Kitêba Pîroz çi fehm kir?

4 Piraniya dêran hîn nakin ku rojekê, însanên guhdar wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (2. Kor. 4:3, 4). Li şûna vê, ew hîn dikin ku piştî mirinê, hemû însanên baş wê herin ezmanan. Lê belê Lêkolînerên Kitêba Pîroz, ên ku ji sala 1879an kovara Watch Tower diweşand, fehm dikir ku Xwedê wê ceneta li rûyê erdê ji nû ve ava bike û bi milyonan însanên guhdar wê ne li ezmanan, lê li rûyê erdê bijîn. Dîsa jî, hinek wext derbas bû heta ku wan rind fehm kir ku kî ne ev însanên guhdar (Met. 6:10).

5. Lêkolînerên Kitêba Pîroz di heqê 144.000 kesî de çi fehm dikir?

5 Lêkolînerên Kitêba Pîroz helbet fehm dikir ku li gor Nivîsarên Pîroz, hin kes wê ‘ji rûyê erdê bên kirîn’ ku bi Îsa re li ezmanan hikm bajon (Pey. 14:3). Wan fehm kir ku ev kom wê ji 144.000 şagirtên bixîret pêk bê, yên ku bi dilsozî ji Xwedê re xizmet kiribû gava ew li dinyayê dijiyan. Gelo ew di heqê elaleta mezin de çi difikirîn?

6. Lêkolînerên Kitêba Pîroz di heqê elaleta mezin de çi difikirîn?

6 Di dîtiniya Yûhenna de, elaleta mezin “li ber text û li ber Berx” disekinî (Pey. 7:9). Lêkolînerên Kitêba Pîroz gotinên vê ayetê wisa fehm dikirin wekî ku ev kom jî wê biçûya ezmanan. Lê eger hem 144.000 kes hem jî elaleta mezin wê li ezmanan bijiyana, ferqa di nav wan de wê çi bûya? Lêkolînerên Kitêba Pîroz difikirîn ku kesên ji elaleta mezin bi temamî guh nedida Xwedê gava ew li dinyayê dijiyan. Fikra wan ev bû ku ferdên elaleta mezin her çi qas li gor qanûnên Kitêba Pîroz dijiyan jî, hinek ji wan ji dêran derneketibûn. Lêkolînerên Kitêba Pîroz bawer dikir ku ji ber ku xîreta van kesan kêm e, ewê nikaribin tevî Îsa bibin hevpadîşah. Ew difikirîn ku ji ber ku wan bi dil û can ji Xwedê hez nedikir, ferdên elaleta mezin wê dîsa jî biçûna ezmanan û li ber text bisekiniyana, lê ewê li ser textan rûneniştana.

7. Li gor Lêkolînerên Kitêba Pîroz, kî wê di dema Hikumdariya Hezarsalî de li rûyê erdê bijiyana, û ew di heqê xizmetkarên Xwedê yên berê de çi difikirîn?

7 Îcar kî wê li rûyê erdê bijiyana? Lêkolînerên Kitêba Pîroz bawer dikir ku piştî ku 144.000 kes û elaleta mezin biçûna ezmanan, bi milyonan kesên din wê di bin Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de li rûyê erdê bijiyana. Lêkolînerên Kitêba Pîroz nedifikirîn ku wanê berî destpêkirina hikumdariya Îsa ji Yehowa re xizmet bikira, lê ew difikirîn ku ewê di dema Hikumdariya Hezarsalî de bihatana perwerde kirin. Paşê, mirovên guhdar wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijiyana, lê mirovên neguhdar wê bihatana helak kirin. Wekî din, Lêkolînerên Kitêba Pîroz bawer dikir ku hin kesên ku li wê demê li rûyê erdê bibin “serok” wê belkî di dawiya Hikumdariya Hezarsalî de biçûna ezmanan. Li gor fikra Lêkolînerên Kitêba Pîroz, kesên bawermend ên ku berî Mesîh miribûn jî wê di nav wan de bibûna (Zeb. 45:16).

8. Lêkolînerên Kitêba Pîroz difikirîn ku kîjan sê kom hene?

8 Lêkolînerên Kitêba Pîroz difikirîn ku sê kom hene: (1) 144.000 kesên ku wê bi Îsa re li ezmanan hikm bajon; (2) elaleta mezin a şagirtên Îsa yên kêmxîret, ên ku wê li ezmanan li ber textê Îsa bisekinin, û (3) bi milyonan kesên din, ên ku wê di bin Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de bên perwerde kirin. * Lê belê, bi zeman re Yehowa alî wan kir ku ew vê mijarê baştir fehm bikin (Mtl. 4:18).

RONAHIYA RASTIYÊ ZÊDE DIBE

Li civîna mezin a li sala 1935an, gelek kesên ku li hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê bûn, bin av bûn (Li paragrafa 9an binêre)

9. (a) Elaleta mezin çawa “li ber text û li ber Berx” disekine? (b) Ev nêrîn çima bimantiq e?

9 Li sala 1935an, Şahidên Yehowa têderxist ku elaleta mezin a ji dîtiniya Yûhenna tê çi maneyê. Wan fehm kir ku ji bo ku ferdên elaleta mezin “li ber text û li ber Berx” bisekinin, şert nîne ku ew li ezmanan bin. Ewê bi awayekî mecazî “li ber text û li ber Berx” bisekinin. Ewê li erdê bijîn, û ev yek ku ew “li ber text” disekinin tê maneya ku ew otorîteya Yehowa û serweriya wî qebûl dikin (Îşa. 66:1). Wekî din, ev yek ku ew “li ber Berx” disekinin tê maneya ku ew baweriya xwe bi fîdyeya Îsa tînin. Mîna vê, Metta 25:31, 32 dibêje ku “hemû milet wê li ber” textê Îsa “bicivin”. Di nav wan de kesên xerab jî hene. Xuya ye ku ewê ne li ezmanan, lê li rûyê erdê bin. Ev nêrîna nû bi rastî jî bimantiq e. Êdî tê fehm kirin ku Kitêba Pîroz nabêje ku elaleta mezin wê here ezmanan. Tenê yek kom wê here ezmanan – 144.000 kesên ku wê bi Îsa re “li ser dinyayê padîşahiyê bikin” (Pey. 5:10).

10. Çima lazim e ku elaleta mezin berî Hikumdariya Hezarsalî bê perwerde kirin?

10 Ji sala 1935an û pê ve, Şahidên Yehowa fehm kir ku elaleta mezin a dîtiniya Yûhenna ji şagirtên dilsoz pêk tê, yên ku wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn. Ji ber ku ew li tengahiya mezin sax bimînin, lazim e ku kesên ji elaleta mezin di riya Xwedê de bên perwerde kirin berî ku Hikumdariya Hezarsalî dest pê bike. Lazim e ku baweriya wan xurt be ji bo ku ew “bikarin ji ber van hemû tiştên” ku wê berî Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh biqewimin, “birevin” (Lûqa 21:34-36).

11. Dibe ku hin Lêkolînerên Kitêba Pîroz çima difikirîn ku hin kes wê piştî Hikumdariya Hezarsalî herin ezmanan?

11 Fikra ku hin kesên dilsoz, ên ku wê li rûyê erdê bijîn, wê piştî Hikumdariya Hezarsalî herin ezmanan, ji ku derketibû? Hinek belkî wisa difikirîn: “Madem ku şagirtên Îsa yên kêmxîret wê xelata jiyana ezmanî bistînin, hin xizmetkarên Xwedê yên dilsoz, yên ku berî Îsa dijiyan, wê çima li rûyê erdê bimînin?” Ji ber vê yekê, kovara The Watch Tower a 15 Sibat 1913 got ku hin kesên dilsoz, ên ku wê li rûyê erdê bijîn, wê belkî piştî Hikumdariya Hezarsalî herin ezmanan. Ev nêrîn seba du fikrên şaş hatibû meydanê: (1) fikra ku elaleta mezin wê here ezmanan û (2) fikra ku elaleta mezin ji şagirtên kêmxîret pêk tê.

12-13. Hem kesên meshkirî hem jî kesên ji elaleta mezin di heqê xelata xwe de çi dizanin?

12 Wek me dîtibû, Şahidên Yehowa ji sala 1935an û pê ve bi zelalî fehm kir ku elaleta mezin ji kesên ku wê li Harmegedonê sax bimînin, pêk tê. Wan fehm kir ku li gor Kitêba Pîroz, ewê li rûyê erdê ji tengahiya mezin derkevin, û ewê “bi dengekî bilind” wisa bibêjin: “Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku li ser text rûniştiye û babetê Berx e” (Pey. 7:10, 14). Wekî din, Nivîsarên Pîroz hîn dikin ku kesên ku wê ji bo jiyana ezmanî bên rakirin, ji xizmetkarên Xwedê yên berê “tiştekî hê çêtir” distînin (Îbr. 11:40). Loma xwişk û birayên me êdî bi coşî ji mirovan re behsa hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê dikir.

13 Kesên ji elaleta mezin seba hêviya xwe dilxweş in. Ew fehm dikin ku Yehowa qerarê dide ku xizmetkarên wî wê li ku derê bijîn – li ezmanan yan li rûyê erdê. Hem kesên meshkirî hem jî ferdên elaleta mezin dizanin ku ew nikarin vê xelatê bi xîreta xwe bi dest bixin, lê ku Yehowa bi destê fîdyeyê rê vekiriye ku ew vê xelatê bistînin (Rom. 3:24).

ELALETEKE PIR MEZIN

14. Piştî sala 1935an, gelek kesan çima meraq dikir ku pêxembertiya li ser elaleta mezin wê çawa bê cih?

14 Piştî ku nêrîna xizmetkarên Yehowa li sala 1935an hat rast kirin, gelek kesan dîsa jî meraq dikir ku kesên ku wê li rûyê erdê bijîn wê çawa bibûna elaleteke ku bi rastî “mezin” e. Mesela, Ronald Parkin 12 salî bû gava maneya elaleta mezin hat zelal kirin. Ew wisa dibêje: “Li wê demê, li seranserê dinyayê weke 56.000 mizgînvan hebûn, û gelek ji wan – belkî jî piraniya wan – kesên meshkirî bûn. Ji ber vê yekê, elaleta mezin ew qas jî mezin xuya nedikir.”

15. Topkirina elaleta mezin çawa bi pêş ve çûye?

15 Lê paşê, mizgînvanên wezîfedar çûn gelek welatan, û hejmara Şahidên Yehowa her ku diçû zêde dibû. Paşê, li sala 1968an, bernameyeke lêkolîna Kitêba Pîroz bi kitêba The Truth That Leads to Eternal Life (Rastiya ku Dibe ber bi Jiyana Herheyî) dest pê kir. Bi alîkariya vê kitêba zelal û hêsan, gelek kes hatin ser riya rastiyê. Di hundirê 4 salan de, zêdetirî nîv milyon şagirtên nû hatin bin av kirin. Bi zeman re, bandora dêra Katolîk a li ser Amerîkaya Latînî û li ser welatên din winda dibû. Wekî din, li Ewropaya Rojhilat û li hin welatên Afrîkayê, îşê me azad bû. Bi vî awayî, bi milyonan kes hatin bin av kirin (Îşa. 60:22). Li van salan, teşkîlata Yehowa ji bo hînkirina rastiyên Kitêba Pîroz gelek hacetên xweş hazir kirine. Belê, elaleteke mezin – ku hejmara wan ji 8 milyonî zêdetir e – hatiye top kirin.

ELALETEKE JI HEMÛ MILETAN

16. Elaleta mezin ji kê pêk tê?

16 Di dîtiniya xwe de, Yûhenna dît ku elaleta mezin “ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî” ye. Çend sedsal berê, Zekerya jî gotibû ku tiştekî wisa wê biqewime: “Di wan rojan de ji her tewrê zimanên neteweyan dê deh kes bi dawa kesekî Cihûdî ve bigirin û dê bi gotina: Em bi we re herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi we re ye!” (Zek. 8:23).

17. Şahidên Yehowa çawa alî mirovên ji hemû milet û zimanan dikin?

17 Şahidên Yehowa dizanin ku ji bo ku mirovên ji hemû zimanan bên top kirin, lazim e ku mizgîn bi gelek zimanan bê dayîn. Êdî zêdetirî 130 sal e ku em weşanên li ser Kitêba Pîroz werdigerînin. Niha, weşanên me bi sedan zimanan tên wergerandin. Topkirina elaleteke mezin a ji hemû miletan bi rastî jî mûcizeyeke Yehowa ye. Ji ber ku xwarina ruhî her ku diçe bi zêdetir zimanan tê hazir kirin, ev koma ji hemû miletan ji bo îbadeta Yehowa dibe yek. Li seranserê dinyayê, mirov dizanin ku Şahidên Yehowa mizgînê bi xîret belav dikin û ji hevdû hez dikin. Ma baweriya me seba vê xurttir nabe? (Met. 24:14; Yûh. 13:35).

EV DÎTINÎ JI BO ME ÇIMA MUHÎM E?

18. (a) Li gor Îşaya 46:10, 11, em çima şaş namînin ku Yehowa pêxembertiya li ser elaleta mezin aniye cih? (b) Kesên ku li hêviya jiyana li rûyê erdê ne, çima xelata xwe kêm nabînin?

18 Em bi pêkhatina pêxembertiya li ser elaleta mezin bi rastî jî bicoş dibin. Em şaş namînin ku Yehowa ev pêxembertî bi awayekî pir xweş aniye cih (Îşaya 46:10, 11 bixwîne). Ferdên elaleta mezin seba hêviya ku Yehowa daye wan şikurdar in. Ew nafikirin ku ji ber ku Xwedê ew hilnebijartine ku ew herin ezmanan, xelata wan biçûk e. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên bawermend dike, ên ku di bin tesîra ruhê pîroz de bûn, lê ji 144.000 kesên meshkirî nebûn. Mesela, Yehya yek ji wan e (Met. 11:11). Dawid jî yek ji wan e (Kar. 2:34). Yehya, Dawid û gelek kesên din wê li ceneta li rûyê erdê ji mirinê bên rakirin. Tevî elaleta mezin, ewê karibin dilsoziya xwe ya ji Yehowa û serweriya wî re îsbat bikin.

19. Pêkhatina dîtiniya Yûhenna a li ser elaleteke mezin çawa nîşan dide ku gerek em çi bikin?

19 Xwedê bi milyonan kesên ji hemû miletan kirine yek. Di temamiya tarîxê de cara pêşîn tiştekî wisa çêdibe. Hêviya me çi be jî – jiyana li ezmanan yan jiyana li rûyê erdê – bila em bi xîret alî mirovan bikin ku ew bikevin nava elaleta mezin a “miyên din” (Yûh. 10:16). Di demeke nêzik de, Yehowa wê hem hikumdariyên îroyîn hem jî dîn û baweriyên sexte, yên ku zilm û zordariyê dikin, di tengahiya mezin de helak bike. Ferdên elaleta mezin wê îmtiyazeke mezin bistînin – ewê karibin li rûyê erdê heta bi hetayê ji Yehowa re xizmet bikin (Pey. 7:14).

KILAM 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

^ par. 5 Li vê meqaleyê, emê dîtiniyeke Yûhennayê şandî muzakere bikin, a ku ji berê de nîşan dabû ku “elaleteke mezin” wê bê top kirin. Baweriya kesên ku pareke vê komê ne wê bi saya van melûmatan bê guman xurttir bibe.

^ par. 8 Li kitêba Jehovah’s Witnesses—Proclaimers of God’s Kingdom, rûpelên 159 heta 163an, binêre.