Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

Harmegedon – Xebera Xêrê!

Harmegedon – Xebera Xêrê!

‘Wan ew li wî cihî civandin, ku jê re Harmegedon tê gotin’ (PEY. 16:16).

KILAM 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Xebera di heqê Harmegedonê de çima xebera xêrê ye? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

GELEK kes ditirsin ku rojekê, dinya wê bi cengeke nukleer yan jî bi felaketeke tebîatê xera bibe. Carinan, ew felaketên wisa wek “Harmegedon” bi nav dikin. Lê belê bi eslê xwe, Harmegedon xebera xêrê ye, çimkî netîceyên Harmegedonê wê pir baş bin (Pey. 1:3). Li gor Kitêba Pîroz, cenga Harmegedonê wê hemû însanan helak neke, lê wê însaniyetê xelas bike. Gelo çawa?

2 Ji bo xelaskirina însaniyetê, cenga Harmegedonê wê hikumdariyên vê dinyayê ji holê rake. Li Harmegedonê, kesên xerab wê bên helak kirin, lê kesên rast wê bên parastin. Wekî din, cenga Harmegedonê wê dinyayê ji xerabûnê bifilitîne (Pey. 11:18). Ji bo ku em vê mijarê zelaltir fehm bikin, emê niha bala xwe bidin çar pirsan: Harmegedon çi ye? Berî Harmegedonê çi wê biqewime? Li Harmegedonê, emê çawa karibin sax bimînin? Em çawa dikarin heta Harmegedonê dilsoz bimînin?

HARMEGEDON ÇI YE?

3. (a) Peyva “Harmegedon” tê çi maneyê? (b) Peyxam 16:14, 16 çawa nîşan dide ku Harmegedon cihekî herfî nîne?

3 Peyxam 16:14, 16 bixwîne. Di Kitêba Pîroz de, peyva “Harmegedon” tenê carek derbas dibe. Bi zimanê Îbranî, ev peyv tê maneya “Çiyayê Megîddoyê” (Pey. 16:16). Li demên berê, Megîddo navê bajarekî li welatê Îsraêl bû (Yêşû 17:11). Lê belê Harmegedon cihekî herfî nîne. Bi eslê xwe, peyva “Harmegedon” tê maneya civandina padîşahên hemû dinyayê li hemberî Yehowa (Pey. 16:14). Wekî din, peyva “Harmegedon” li vê meqaleyê ji bo cenga ku wê hema piştî civandina padîşahên dinyayê dest pê bike tê bi kar anîn. Lê em ji ku dizanin ku Harmegedon cihekî mecazî ye? A yekê, çiyayê Megîddoyê tune. A diduyan, padîşahên hemû dinyayê, ordiyên wan û sîlehên wan nikarin li derdora Megiddoyê bi cih bibin. A sisêyan, wek emê li vê meqaleyê bielimin, cenga Harmegedonê wê dest pê bike gava padîşahên dinyayê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin, ên ku li seranserê dinyayê belavbûyî ne.

4. Di nav cenga Xwedê ya dawîn û bajarê Megîddoyê de çi eleqe heye?

4 Di nav cenga dawîn û bajarê Megîddoyê de çi eleqe heye? Li demên berê, li Megîddoyê û li Newala Yîzraêl, a ku nêzikî bajarê Megîddoyê ye, gelek ceng diqewimîn. Di van cengan de, Yehowa carinan alî xizmetkarên xwe dikir ku ew serkeftî bibin. Mesela, ‘li cem avên Megîddoyê’, Barakê hakim bi alîkariya Xwedê ordiyeke Kenanî ya li bin fermandariya Sîsera mexlûb kir. Barak û Debora pêxember bi stranekê ji Yehowa re şikur kir. Wan wisa got: ‘Stêrkan ji ezmanan li dijî Sîsera ceng kir. Çemê Kîşonê ew birin’ (Ser. 5:19-21).

5. Ferqa di nav cenga Harmegedonê û cenga Barak de çi ye?

5 Li dawiya stranê, Barak û Deborayê wisa got: “Ya XUDAN, bila hemû neyarên te bi vî awayî tune bibin; lê belê yên ku ji te hez dikin, bila bibin mîna roja ku di hêza te de derdikeve!” (Ser. 5:31). Li Harmegedonê jî, dijminên Xwedê wê helak bibin, lê yên ku ji Xwedê hez dikin wê xelas bibin. Dîsa jî, di nav cenga Harmegedonê û cenga Barak de ferqeke mezin heye. Barak û leşkerên wî şer dikir, lê li Harmegedonê, xizmetkarên Xwedê wê şer nekin. Ewê tenê li bendê bimînin û xwe bispêrin Yehowa û ordiyên wî yên ezmanî (Îşa. 30:15; Pey. 19:11-15).

6. Li Harmegedonê, Yehowa dikare dijminên xwe çawa mexlûb bike?

6 Li Harmegedonê, Xwedê wê dijminên xwe çawa mexlûb bike? Xwedê dikare cure cure metodan bi kar bîne. Mesela, ew dikare erdhej, zîpik û birûskan bi kar bîne (Eyûb 38:22, 23; Hêz. 38:19-22). Wekî din, ew dikare dijminên xwe li dijî hev bixe (2. Dîr. 20:17, 22, 23). Ji xeynî vê, ew dikare mirovên xerab bi destê melekan helak bike (Îşa. 37:36). Metodên Xwedê çi bin jî, ewê bêguman bi ser bikeve. Hemû dijminên wî wê helak bibin, û kesên rast wê xelas bibin (Mtl. 3:25, 26).

BERÎ HARMEGEDONÊ ÇI WÊ BIQEWIME?

7-8. (a) Li gor 1. Selanîkî 5:1-6, serokên dinyayê wê çi îlan bikin? (b) Ev îlan çima dereweke bitalûke ye?

7 Berî “Roja Xudan”, “aştî û ewledarî” wê bê îlan kirin (1. Selanîkî 5:1-6 bixwîne). Li 1. Selanîkî 5:2, “Roja Xudan” tê maneya “tengahiya mezin” (Pey. 7:14). Emê çawa bizanibin ku “tengahiya mezin” wê kengê dest pê bike? Kitêba Pîroz dibêje ku îlaneke nebihîstî wê bê kirin. Ev îlan wê nîşan bide ku “tengahiya mezin” li ber derî ye.

8 Ev îlan, îlana “aştî û ewledarî” ye. Serokên dinyayê wê çima vê îlanê bikin? Gelo serokên dînî jî wê piştgiriya wan bikin? Em vêya nizanin. Lê belê em dizanin ku ev îlan dereweke ji aliyê cinan ve ye. Ev derew pir bitalûke ye, çimkî mirovên vê dinyayê wê xwe di emniyetê de hîs bikin û nizanibin ku tengasiya herî mezin a temamiya tarîxê wê dest pê bike. Belê, “wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan”. Li wê demê, halê xizmetkarên Yehowa wê çi be? Dibe ku ewê jî ecêbmayî bimînin gava roja Yehowa ji nişka ve dest pê bike, lê ewê dîsa jî hazir bin.

9. Xwedê wê dinyaya Îblîs çawa helak bike?

9 Li rojên Nûh, Yehowa temamiya dinyaya Îblîs di carekê de helak kiribû. Lê belê îcar, Xwedê wê dinyaya wî bi du gavan helak bike. A pêşîn, ewê Babîla Mezin helak bike, yanî împaratoriya cîhanî ya dînên sexte. Paşê, li Harmegedonê, ewê sîstemên siyasî, leşkerî û tîcarî û hemû qismên din ên dinyaya Îblîs helak bike. Niha emê van du bûyerên mezin muzakere bikin.

10. Li gor Peyxam 17:1, 6 û 18:24, Yehowa wê Babîla Mezin çima helak bike?

10 Dîwankirina “fahîşeya mezin” (Peyxam 17:1, 6; 18:24 bixwîne). Seba kirinên Babîla Mezin, gelek kes hurmet û rûmetê nadin navê Xwedê. Dîn û baweriyên sexte di heqê Xwedê de derewan belav dikin. Wek jinikeke bêexlaq, ew ji Yehowa re dilsoz nemane, lê bi hikumdarên vê dinyayê bûne yek. Babîla Mezin zordarî li mirovan kiriye, ew talan kirine û xwîna gelek kesan rijandiye. Hin xizmetkarên Xwedê jî ji aliyê Babîla Mezin ve hatine kuştin (Pey. 19:2). Yehowa wê Babîla Mezin çawa helak bike?

11. Cinawirê sor çi ye, û Xwedê wê vî cinawirî çawa li hemberî Babîla Mezin bixebitîne?

11 Yehowa wê “fahîşeya mezin” bi destê “deh strûhên” “cenawirekî sor” helak bike. Ev cinawirê mecazî Neteweyên Yekbûyî temsîl dike. “Deh strûh” hikumetên ku piştgiriya vê teşkîlatê dikin, temsîl dikin. Li wexta tayînkirî, ev hêzên siyasî wê hicûmî Babîla mecazî bikin. Ewê dewlemendiya wê talan bikin û xerabiya wê xuyanî bikin û wê bi vî awayî “perîşan bikin û tazî bihêlin” (Pey. 17:3, 16, KP). Babîla Mezin wê wekî ku “di rojekê de” bê helak kirin. Li wê demê, destgirên Babîla Mezin wê şaş û metel bimînin, çimkî wê her tim wisa digot: “Ez bi şahbanûyî rûdinim, ez ne jinebî me û ez tu caran şînê nagirim” (Pey. 18:7, 8).

12. Yehowa wê nehêle ku miletên dinyayê çi bikin, û çima?

12 Xwedê wê nehêle ku miletên dinyayê xizmetkarên wî tune bikin. Xizmetkarên Xwedê serbilind in ji ber ku navê wî li ser wan e û ku wan guh daye wî û ji Babîla Mezin derketine (Kar. 15:16, 17; Pey. 18:4). Wekî din, wan bi xîret alî kesên din kiriye ku ew jî ji Babîla Mezin derkevin. Loma xizmetkarên Yehowa wê “ji belayên wê parê nestînin”. Dîsa jî, baweriya wan wê bê ceribandin.

Gava hicûm dest pê bike, xizmetkarên Xwedê yên li seranserê dinyayê wê xwe bispêrin wî (Li paragrafa 13an binêre) *

13. (a) Gog kî ye yan çi ye? (b) Li gor Hêzekîêl 38:2, 8, 9, Gog wê çawa bigihîjin cihê mecazî yê bi navê Harmegedon?

13 Hicûma Gog (Hêzekîêl 38:2, 8, 9 bixwîne). Piştî helakkirina hemû teşkîlatên dînên sexte, li seranserê dinyayê tenê yek dîn wê bimîne. Xizmetkarên Yehowa wê bibin wek dareke ku piştî firtoneyekê tenê maye. Wê demê Îblîs wê pir bihêrs bibe. Bi destê propagandaya cinan, ewê bibe sebeb ku koalîsyoneke miletan hicûmî xizmetkarên Yehowa bike (Pey. 16:13, 14). Navê vê koalîsyonê, “Gogê ji welatê Magogê” ye. Gava miletên dinyayê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin, ev yek wê bê maneya ku ew gihîştine cihê mecazî yê bi navê “Harmegedon” (Pey. 16:16).

14. Gog wê çi fehm bike?

14 Gog wê xwe bispêre “bazûyê ji goşt”, yanî ordiyên xwe, lê emê xwe bispêrin Yehowa (2. Dîr. 32:8). Ev yek wê ji miletan re wek bêaqiliyê xuya bike, çimkî îlahên Babîla Mezin jî nikaribû ew ji destê “cenawir” û ji “deh strûhên” wî xelas bikira (Pey. 17:16). Ji ber vê yekê, Gog wê bifikire ku ewê bi hêsanî bi ser bikeve. “Wek ewrên ku welêt diniximînin”, ewê li dijî xizmetkarên Yehowa hicûm bike (Hêz. 38:16, WDN). Lê belê Gog wê zû bibîne ku ew ketiye dafikekê. Wek Fîrawûn li Behra Sor, Gog wê fehm bike ku ew bi eslê xwe li dijî Yehowa şer dike (2. Mû. 14:1-4; Hêz. 38:3, 4, 18, 21-23).

15. Li cenga Harmegedonê, Îsa wê çi bike?

15 Îsa Mesîh û ordiyên wî yên ezmanî wê xizmetkarên Xwedê biparêzin û ordiyên Gog biperçiqînin (Pey. 19:11, 14, 15). Lê çi wê bê serê Îblîs, dijminê Yehowa yê sereke, yê ku miletên dinyayê bi derewên xwe xapandine ku ew li Harmegedonê li hev top bibin? Îsa wê Îblîs û cinên wî bavêje kortalekê ku ew li wê derê hezar sal girtî bimînin (Pey. 20:1-3).

EM ÇAWA DIKARIN LI HARMEGEDONÊ SAX BIMÎNIN?

16. (a) Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ‘Xwedê nas dikin’? (b) Li Harmegedonê, çima muhîm e ku em Yehowa nas bikin?

16 Em çend sal di rastiyê de bin jî, ji bo ku em li Harmegedonê xelas bibin, gerek em nîşan bidin ku em ‘Xwedê nas dikin’ û gerek em guh bidin “Mizgîniya Xudanê me Îsa” (2. Sel. 1:7-9). Eger em dizanin ku Xwedê ji çi hez dike, ji çi nefret dike û ji me çi dixwaze, ev yek tê maneya ku em wî bi rastî ‘nas dikin’. Wekî din, gava em ji wî hez dikin, guh didin wî û tenê ji wî re îbadetê dikin, em eyan dikin ku em wî ‘nas dikin’ (1. Yûh. 2:3-5; 5:3). Eger em îsbat bikin ku em Xwedê nas dikin, emê jî ‘ji aliyê Xwedê ve bên nas kirin’, yanî ewê ji me razî bibe (1. Kor. 8:3). Ev yek muhîm e ku em li Harmegedonê sax bimînin.

17. Em çawa dikarin guh bidin “Mizgîniya Xudanê me Îsa”?

17 “Mizgîniya Xudanê me Îsa” tê maneya hemû gotinên Îsa, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsandin. Gerek em guh bidin vê mizgînê, yanî gerek em li gor vê mizgînê bijîn. Ji bo vê, gerek em menfaetên Padîşahiyê di jiyana xwe de têxin cihê pêşîn, li gor qanûnên Xwedê bijîn û Padîşahiya Xwedê îlan bikin (Met. 6:33; 24:14). Ji xeynî vê, gerek em piştgiriya birayên Mesîh ên meshkirî bikin, ên ku mesûliyetên giran tînin cih (Met. 25:31-40).

18. Birayên Mesîh ên meshkirî wê çawa heqê qenciya ‘miyên din’ bidin?

18 Di demeke nêzik de, xizmetkarên Xwedê yên meshkirî wê heqê qenciya ‘miyên din’ bidin (Yûh. 10:16). Çawa? Berî destpêkirina cenga Harmegedonê, her yek ji 144.000 kesên meshkirî wê wek ruhên bêmirin bên rakirin û herin ezmanan. Ewê bibin para ordiyên ezmanî, yên ku wê Gog biperçiqînin û “elaleteke mezin” a xizmetkarên Yehowa biparêzin (Pey. 2:26, 27; 7:9, 10). Belê, ferdên elaleta mezin wê pir şa bibin ku wan piştgiriya xizmetkarên Yehowa yên meshkirî kiribû gava ew hê li rûyê erdê bûn!

EM ÇAWA DIKARIN HETA DAWIYÊ DILSOZ BIMÎNIN?

19-20. Li gel tengasiyan, em çawa dikarin heta Harmegedonê dilsoz bimînin?

19 Li van rojên dawîn, em rastî cure cure tengasiyan tên. Dîsa jî, em dikarin bi dilxweşî sebir bikin (Aqûb 1:2-4). Ji bo vê, gerek em ji dil dua bikin (Lûqa 21:36). Wekî din, gerek em Kitêba Pîroz û pêxembertiyên ku tê de hene roj bi roj lêkolîn bikin û li ser wan kûr bifikirin (Zeb. 77:12). Eger em van tiştan û xizmeta xwe îhmal nekin, bawerî û hêviya me wê xurt bimînin.

20 Piştî helakkirina Babîla Mezin û cenga Harmegedonê, emê pir şa bibin! Bîne ber çavê xwe ku emê çi qas dilxweş bibin gava her kes wê qedrê navê Xwedê û serweriya wî bigire! (Hêz. 38:23). Belê, Harmegedon nêzik e, û ev yek ji bo kesên ku Xwedê nas dikin, guh didin Îsa û heta dawiyê dilsoz dimînin xebereke xêrê ye! (Met. 24:13).

KILAM 143 Berdewam Xizmet kin û Hîviyê bin

^ par. 5 Xizmetkarên Yehowa bi gelek salan li benda Harmegedonê ne. Li vê meqaleyê, emê muzakere bikin ku Harmegedon çi ye, berî Harmegedonê çi wê biqewime û em li van rojên dawîn çawa dikarin dilsoz bimînin.

^ par. 71 RESIM: Li derdora me tiştên dramatîk wê biqewimin. Gerek em (1) herin xizmetê heta ku îmkan hebe, (2) lêkolîna xwe îhmal nekin û (3) xwe bispêrin parastina Xwedê.

^ par. 85 RESIM: Polîs hazir dibin ku bikevin mala şagirtên Îsa, lê xwişk û birayên me bawer in ku Îsa û melekên wî her tiştî dibînin.