Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

Bi Dilxwazî Teslîmî Yehowa Bibe – Çima û Çawa?

Bi Dilxwazî Teslîmî Yehowa Bibe – Çima û Çawa?

“Ma emê ne hê bêtir bi ya Bavê xwe yê ruhanî bikin?” (ÎBR. 12:9).

KILAM 9 Yehowa Padşayê Me ye!

PÊŞGOTIN *

1. Çima lazim e ku em teslîmî Yehowa bibin?

GEREK em teslîmî * Yehowa bibin, çimkî ew Afirandêrê me ye. Seba vê, heqê wî heye ku ji bo me qaîde û qanûnan deyne (Pey. 4:11). Wekî din, wê baş be ku em guh bidin wî ji ber ku hikumdariya wî, hikumdariya herî baş e. Yehowa ji hemû hikumdarên ku heta niha hikm ajotiyê hê bihîkmettir, dilovantir û dilrehmtir e (2. Mû. 34:6; Rom. 16:27; 1. Yûh. 4:8).

2. Li gor Îbranî 12:9-11, gerek em çima teslîmî Yehowa bibin?

2 Yehowa dixwaze ku em guh bidin wî, ne tenê ji ber ku em qedrê wî digirin û naxwazin dilê wî biêşînin, lê ji ber ku em ji wî hez dikin û wî wek Bavê xweyî dilovan dibînin. Li nameya xwe ya ji Îbraniyan re, Pawlos got ku gerek em guh bidin Xwedê ji ber ku ew me ji bo kara me terbiye dike (Îbranî 12:9-11 bixwîne).

3. (a) Em çawa dikarin teslîmî Yehowa bibin? (b) Emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Gava em xwe naspêrin aqlê xwe û çi ji destê me tê dikin ku di her tiştî de guh bidin Yehowa, em teslîmî wî dibin (Mtl. 3:5). Her ku em Yehowa nas bikin, wê ji bo me hêsantir bibe ku em teslîmî wî bibin. Çima? Çimkî sifatên wî yên baş ji hemû kirinên wî eyan dibin (Zeb. 145:9). Her ku em di heqê Yehowa de melûmatê bistînin, emê ji wî zêdetir hez bikin. Her çi qas ji bo her tiştê biçûk qanûnek tune be jî, hezkirina Yehowa wê alî me bike ku em xîret bikin ku fikir û kirinên me bi daxwaza Yehowa ve girêdayî bin, û emê xwe ji xerabiyê dûr bigirin (Zeb. 97:10). Dîsa jî dibe ku carinan li me zor bê ku em guh bidin Yehowa. Gelo çima? Wekî din, Nehemya, Dawid Padîşah û Meryem ji bo kalên civatê û ji bo dê û bavan çima emsalên baş in? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

CARINAN ÇIMA ZOR E KU EM TESLÎMÎ YEHOWA BIBIN?

4-5. Li gor Romayî 7:21-23, carinan çima zor e ku em teslîmî Yehowa bibin?

4 Yek ji sebebên ku carinan çima li me zor tê ku em teslîmî Yehowa bibin ev e ku em qisûrdar in. Ji ber vê yekê, em belkî carinan naxwazin guh bidin Yehowa. Piştî ku Adem û Hewayê li hemberî Xwedê serî hildabû û mêweya qedexekirî xwaribû, ew li gor daxwaza xwe dijiyan (1. Mû. 3:22). Îro jî, piraniya însanan guh nadin Yehowa û li gor dilê xwe qerarê didin ku çi rast e û çi nerast e.

5 Em Yehowa her çi qas nas dikin û jê hez dikin jî, carinan hêsan nîne ku em bi temamî teslîmî wî bibin. Ev yek carinan ji bo Pawlosê şandî jî zor bû (Romayî 7:21-23 bixwîne). Wek Pawlos, em helbet dixwazin dilê Yehowa şa bikin. Dîsa jî, gerek em bi dewamî micadele bikin ku em tiştên nerast nekin.

6-7. Ji ber kîjan sebeba din li hinekan zor tê ku ew teslîmî Yehowa bibin? Mîsalekê bide.

6 Wekî din, seba kultura me, dibe ku li me zor bê ku em teslîmî Yehowa bibin. Nêrînên gelek mirovan li dijî daxwaza Yehowa ne, û carinan hêsan nîne ku em ji bandora fikrên belavbûyî xelas bibin.

7 Mesela, li hin deran, mirov zorê li ciwanan didin ku ew bikevin pey mal û milk. Xwişkeke bi navê Mary * rastî çetinahiyeke wisa hat. Berî ku wê Yehowa nas kir, ew çûbû mektebeke bi nav û deng. Malbata Mary’yê dixwest ku ew îşekî baş bi dest bixe û rind pere qezenc bike. Armanca Mary’yê jî ev bû. Lê belê, piştî ku wê Yehowa nas kir û ji wî hez kir, wê armanca xwe guherand. Mary wisa dibêje: “Carinan fersendên baş dikevin destê min ku ez zêdetir pere qezenc bikim, lê ez dizanim ku eger ez van fersendan qebûl bikim, ezê êdî nikaribim bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikim. Seba kultura min, li min hê jî zor tê ku ez fersendên wisa red bikim. Alîkariya Yehowa ji min re lazim e ku ez îşekî ku dikare min ji xizmeta wî dûr bixe, qebûl nekim” (Met. 6:24).

8. Niha emê çi muzakere bikin?

8 Teslîmbûna ji Yehowa re ji bo me bifeyde ye. Ji xeynî vê, eger otorîteya me hebe – mesela eger em kalên civatê yan dê û bav in – qebûlkirina rêberiya Xwedê dikare ji bo kesên din jî bifeyde bibe. Niha emê çend emsalên ji Kitêba Pîroz muzakere bikin, ên ku nîşan didin ku gerek em otorîteya xwe çawa bi kar bînin ku em dilê Yehowa şa bikin.

NEHEMYA – EMSALEKE BAŞ JI BO KALÊN CIVATÊ

Wekî ku Nehemya di îşê avakirina Orşelîmê de dixebitî, kalên civatê di îşê Salona Îbadetê de dixebitin (Li paragrafên 9 heta 11an binêre) *

9. Nehemya rastî kîjan çetinahiyan hat?

9 Yehowa kalên civatê wek şivanên xizmetkarên xwe tayîn kirine. Ev yek mesûliyeteke giran e (1. Ptr. 5:2). Wê baş be ku kalên civatê Nehemya ji xwe re bikin emsal. Nehemya xwediyê otorîteyeke mezin bû, çimkî ew waliyê Cihûda bû (Nhy. 1:11; 2:7, 8; 5:14). Bîne ber çavê xwe ku Nehemya rastî kîjan çetinahiyan hat: Carekê, wî bihîst ku perestgeha Yehowa bi awayekî nebaş dihat bi kar anîn, û alîkariya madî li gor Qanûna Mûsa ji Lêwiyiyan re nedihat dayîn. Wekî din, Cihûyan qanûna roja Şemiyê nedianî cih, û hin zilaman ji xwe re jinên xerîb anîbûn. Lazim bû ku Nehemya van probleman safî bike (Nhy. 13:4-30).

10. Gava Nehemya rastî çetinahiyan hat, wî çi kir?

10 Nehemya otorîteya xwe bi awayekî xerab bi kar nedianî. Wî fikrên xwe bi darê zorê ji milet re nedida qebûl kirin. Li şûna vê, wî dua dikir ku Yehowa rêberiya wî bike, û wî Qanûna Yehowa hîn dikir (Nhy. 1:4-10; 13:1-3). Wekî din, Nehemya bi dilnizmî alî kesên din dikir, û ew di avakirina sûrên Orşelîmê de jî bi wan re dixebitî (Nhy. 4:15).

11. Li gor 1. Selanîkî 2:7, 8, gerek kalên civatê ji xwişk û birayan re çawa bin?

11 Problemên îroyîn her çi qas ji problemên Nehemya cuda bin jî, kalên civatê dikarin Nehemya bi cure cure awayan ji xwe re bikin emsal. Mesela, ew bi xîret li kara xwişk û birayan digerin. Wek Nehemya, ew jî seba otorîteya xwe qure nabin, lê ew ji civatê re nazik in (1. Selanîkî 2:7, 8 bixwîne). Ji ber ku ew ji xwişk û birayan hez dikin û dilnizm in, ew bi nermî dipeyivin. Kalekî bitecrûbe yê bi navê Andrew wisa dibêje: “Gava kalekî civatê nazik û dilgerm e, ev yek li xwişk û birayan xweş tê. Bi saya van sifatan, xwişk û bira wê bi dilxwazî bi kalên civatê re hevkariyê bikin.” Birayekî din ê bi navê Tony, yê ku bi gelek salan wek kalê civatê xizmet dike, wisa dibêje: “Ez xîret dikim ku şîreta ji Filîpî 2:3 pêk bînim û kesên din ji xwe mezintir bibînim. Ev yek alî min dike ku ez nebim dîktator.”

12. Çima muhîm e ku kalên civatê dilnizm bin?

12 Lazim e ku kalên civatê wek Yehowa dilnizm bin. Yehowa her çi qas Serwerê kaînatê be jî, ew “xwar dibe” û “yê belengaz ji erdê ve radike” (Zeb. 18:35; 113:6, 7, KP). Lê belê Yehowa ji kesên pozbilind û qure dikerihe (Mtl. 16:5).

13. Çima lazim e ku kalên civatê zimanê xwe kontrol bikin?

13 Kalekî civatê yê ku teslîmî Yehowa dibe gerek zimanê xwe kontrol bike. Eger ew wisa neke, dibe ku ew bi sertî bipeyive gava yekî qedrê wî nagire (Aqûb 1:26; Gal. 5:14, 15). Andrew wisa dibêje: “Gava xwişk yan birayekî qedrê min nedigirt, carinan hindik dima ku min bi sertî cewab bidaya. Lê belê ez li ser kesên dilsoz, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, kûr fikirîm, û vê yekê rêyî min daye ku çi qas muhîm e ku ez dilnizm û nefsbiçûk bim.” Gava kalên civatê hem bi xwişk û birayan hem jî bi kalên din re bi dilovanî xeber didin, ew nîşan didin ku ew teslîmî Yehowa bûne (Kol. 4:6).

DAWID PADÎŞAH – EMSALEKE BAŞ JI BO BAVAN

14. Yehowa çi îş daye bavan, û ew ji wan çi dixwaze?

14 Li gor daxwaza Yehowa, bav serê malbatê ne, û gerek ew zarokên xwe perwerde û terbiye bikin (1. Kor. 11:3; Ef. 6:4). Dîsa jî, otorîteya bavan bêsînor nîne. Lazim e ku bav hesabê bidin Yehowa, yê ku sazkarê malbatê ye (Ef. 3:14, 15). Gava bav otorîteya xwe bi awayekî baş bi kar tînin, ew nîşan didin ku ew teslîmî Yehowa bûne. Wê baş be ku ew emsala Dawid Padîşah lêkolîn bikin.

Duayên bavan gerek dilnizmiya wan eyan bike (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Dawid Padîşah ji bo bavan çima emsaleke baş e?

15 Yehowa Dawid ne tenê wek serê malbatê, lê wek serê temamiya miletê Îsraêl tayîn kir. Ji ber ku ew padîşah bû, otorîteya wî pir mezin bû. Carinan, wî otorîteya xwe bi awayekî xerab dixebitand û şaşiyên giran dikirin (2. Sam. 11:14, 15). Dîsa jî, Dawid terbiyeya Yehowa qebûl dikir û bi vî awayî nîşan dida ku ew teslîmî Yehowa bûye. Di duayên xwe de, wî dilê xwe ji Yehowa re vedikir. Wekî din, çi ji destê wî dihat, wî dikir ku guh bide şîreta Yehowa (Zeb. 51:1-4). Dawid ew qas dilnizm bû ku wî ne tenê ji mêran, lê ji jinan jî şîret qebûl dikir (1. Sam. 19:11, 12; 25:32, 33). Dawid ji şaşiyên xwe ders distend, û wî her tim bala xwe dida xizmeta Yehowa.

16. Bav dikarin ji Dawid çi dersan bistînin?

16 Hin dersên ku bav dikarin ji Dawid Padîşah bistînin, ev in: Otorîteya ku Yehowa daye te bi awayekî xerab bi kar neyne. Şaşiyên xwe qebûl bike, û şîretên ku kesên din ji Kitêba Pîroz didin te, qebûl bike. Eger tu wisa bikî, malbata te wê seba dilnizmiya te qedrê te bigire. Gava tu tevî malbata xwe dua dikî, dilê xwe ji Yehowa re veke – bila malbata te bibihîze ku tu xwe çi qas dispêrî Xwedê. A herî muhîm jî, xizmeta Yehowa di jiyana xwe de bixe cihê pêşîn (5. Mû. 6:6-9). Emsala te ya baş ji bo malbata te pir bifeyde ye.

MERYEM – EMSALEKE BAŞ JI BO DAYIKAN

17. Yehowa çi mesûliyet daye dayikan?

17 Yehowa mesûliyeteke muhîm daye dayikan. Wekî ku otorîteya bavan li ser zarokan heye, otorîteya dayikan jî heye (Mtl. 6:20). Gotin û kirinên dayikan dikarin li ser temamiya emrê zarokan baş tesîr bike (Mtl. 22:6). Gelo dayik dikarin ji Meryemê çi bielimin?

18-19. Dayik çawa dikarin Meryemê ji xwe re bikin emsal?

18 Diya Îsa Nivîsarên Pîroz rind dizanibûn. Wê ji dil hurmet û rûmet dida Yehowa, û dostaniya wê bi Yehowa qewî bû. Meryemê fehm dikir ku jiyana wê gerek bi temamî biguhere, lê ew dîsa jî bi dilxwazî teslîmî rêberiya Yehowa bû (Lûqa 1:35-38, 46-55).

Gava dayik betilî ye, hê zor e ku ew hezkirina xwe ji malbatê re eyan bike (Li paragrafa 19an binêre) *

19 Eger tu dayik î, wê baş be ku tu Meryemê ji xwe re bikî emsal. Çawa? A yekê, ji bo ku dostaniya te bi Yehowa qewî be, bi dewamî Kitêba Pîroz lêkolîn bike û dua bike. A diduyan, eger lazim be, jiyana xwe biguherîne ji bo ku tu dilê Yehowa şa bikî. Mesela, dibe ku dê û bavê te mirovên sert bûn û bi hêrs dipeyivîn gava tu zarok bûyî. Ji ber vê yekê, tu belkî difikirî ku ev yek tiştekî normal e. Her çi qas tu niha qanûnên Yehowa dizanî jî, dibe ku li te zor bê ku tu sakîn û bisebir bimînî gava zarokên te rihet nasekinin yan gava tu betilî yî (Ef. 4:31). Li demên wisa, dua bike ku Yehowa alî te bike. Dayikeke bi navê Lydia wisa dibêje: “Car caran lazim dibû ku ez qayîm dua bikim ku ez bi hêrs nepeyivim gava kurê min guh nedida min. Carinan lazim dibû ku ez xeberdana xwe bibirim û di dilê xwe de dua bikim ku Yehowa alî min bike. Dua alî min dike ku ez sakîn bimînim” (Zeb. 37:5).

20. Hin dayik rastî çi çetinahiyê tên? Ew çawa dikarin serî bi vê tengasiyê re derxînin?

20 Li hin dayikan zor tê ku ew hezkirina xwe ji zarokên xwe re nîşan bidin (Tît. 2:3, 4). Eger tu li malbateke sar mezin bûyî jî, ne lazim e ku tu şaşiyên dê û bavê xwe berdewam bikî. Dayikeke ku teslîmî daxwaza Yehowa dibe gerek hîn bibe ku hezkirina xwe ji zarokên xwe re eyan bike. Belkî ji bo wê hêsan nîne ku ew fikir, hîs û kirinên xwe biguherîne, lê eger ew vêya bike, ev yek wê hem ji bo wê hem jî ji bo malbatê pir bifeyde bibe.

HER TIM TESLÎMÎ YEHOWA BIBE

21-22. Li gor Îşaya 65:13, 14, feydeyên teslîmbûna ji Yehowa re çi ne?

21 Dawid Padîşah rind dizanibû ku teslîmbûna ji Yehowa re çi qas bifeyde ye. Wî wisa nivîsî: “Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan, emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan. Evdê te bi wan tê hişyarkirin, yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn” (Zeb. 19:8, 11). Îro, ferqa di nav kesên ku teslîmî Yehowa dibin û kesên ku şîreta wî ya dilovan red dikin de eşkere ye. Kesên ku teslîmî Yehowa dibin ‘ji firehiya dil distirên’ (Îşaya 65:13, 14 bixwîne).

22 Gava kalên civatê û dê û bav bi dilxwazî teslîmî Yehowa dibin, jiyana wan baştir dibe, malbatên wan bextewartir dibin û yekîtiya civatê zêde dibe. A herî muhîm jî, ew dilê Yehowa şa dikin (Mtl. 27:11). Ma tiştekî ji vê xweştir heye?

KILAM 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

^ par. 5 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çima lazim e ku em teslîmî Yehowa bibin. Wekî din, emê bibînin ku emsalên Nehemya, Dawid Padîşah û Meryemê çawa dikarin alî kalên civatê û dê û bavan bikin ku ew otorîteya xwe bi awayekî baş bi kar bînin.

^ par. 1 NOT: Ji bo kesên ku mecbûr in ku guh bidin kesekî din, peyva teslîm wek tiştekî negatîf xuya dike. Lê belê xizmetkarên Xwedê bi dilxwazî guh didin wî, loma ew teslîmbûnê wek tiştekî negatîf nabînin.

^ par. 7 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 62 RESIM: Wekî ku Nehemya li îşê avakirina sûrên Orşelîmê dixebitî, kalekî civatê tevî lawikê xwe li Salona Îbadetê dixebite.

^ par. 64 RESIM: Bavek bi malbata xwe re ji dil dua dike.

^ par. 66 RESIM: Lawikek bi saetan lîstikên kompîturê dilîze û dersên xwe nake. Diya wî westiyayî ye û wî terbiye dike, lê dîsa jî bi sertî xeber nade.