Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

”Werin ba Min, ... Ezê Rihetiyê Bidim We”

”Werin ba Min, ... Ezê Rihetiyê Bidim We”

“Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we” (MET. 11:28).

KILAM 17 “Dixwazim”

PÊŞGOTIN *

1. Li gor Metta 11:28-30, Îsa çi soz da?

ÎSA ji mirovên ku guh dida wî wisa soz da: “Werin ba min, ... ezê rihetiyê bidim we” (Metta 11:28-30 bixwîne). Ev ne sozeke pûç e. Mesela, bîne ber çavê xwe ku wî çawa alî jinikeke nexweş kiribû.

2. Îsa çawa alî jinikeke nexweş kir?

2 Seba nexweşiya xwe ya giran, jinikek 12 sal diçû ba gelek hekîman, lê tu kesî nikaribû ew qenc bikira. Li gor Qanûna Mûsa, ev jinik nepaqij dihat hesibandin (3. Mû. 15:25). Rojekê, wê bihîst ku Îsa dikare nexweşan qenc bike, loma ew çû ku wî bibîne. Gava wê ew dît, wê destê xwe da rêşiyên kirasê Îsa û ew hema wê demê qenc bû! Ji xeynî vê ku Îsa ew qenc kir, wî hurmet da wê. Mesela, gava ew bi wê re dipeyivî, wî bi dilgermî û bi hurmet jê re got “keça min”. Belê, vê jinikê bi rastî rihetî stend (Lûqa 8:43-48).

3. Emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Jinik xwe bi xwe çûbû ba Îsa, yanî wê gava pêşîn avêt. Îro jî, gerek em gava pêşîn bavêjin û herin ba Îsa. Li rojên me, Îsa nexweşiyên kesên ku tên ba wî bi mucîzeyekê qenc nake. Dîsa jî, ew dibêje: “Werin ba min, ... ezê rihetiyê bidim we.” Li vê meqaleyê, emê cewabên van pênc pirsan bistînin: Em çawa dikarin “werin ba” Îsa? Gava Îsa got “Nîrê min deynin ser stûyê xwe”, wî çi dixwest bigota? Em dikarin ji Îsa çi hîn bibin? Îşê ku wî daye me çawa rihetiyê dide me? Em çawa dikarin di bin nîrê Îsa de rihetiyê bibînin?

“WERIN BA MIN”

4-5. Em çawa dikarin “werin ba” Îsa?

4 Ji bo ku em “werin ba” Îsa, gerek em wî rind nas bikin, yanî li ser gotin û kirinên wî melûmatê bistînin (Lûqa 1:1-4). Tu kes nikare vêya li şûna me bike. Lêkolînkirina jiyana Îsa mesûliyeteke şexsî ye. Ji xeynî vê, gava em bin av dibin û dibin şagirtên Îsa, em bi vî awayî ‘tên ba’ wî.

5 Wekî din, eger em herin ba kalên civatê gava em hewceyî alîkariyê ne, ev yek jî tê maneya ku em ‘tên ba’ Îsa Mesîh. Îsa miyên xwe bi destê kalên civatê xwedî dike. Kalên civatê bi rastî jî hediyeyeke ji Xwedê ne (Ef. 4:7, 8, 11; Yûh. 21:16; 1. Ptr. 5:1-3). Lê belê gerek em gava pêşîn bavêjin ku alîkariya wan bixwazin. Gerek em nefikirin ku kalên civatê dikarin dilê me bixwînin û bizanibin ku çi hewcedariya me heye. Birayekî bi navê Julian wisa dibêje: “Ez seba nexweşiya xwe ji Beytelê derketibûm, û hevalekî min got ku wê baş be ku ez ziyareteke şivantiyê bixwazim. Pêşî, ez difikirîm ku hewcedariya min bi ziyareteke wisa tune. Lê paşê, min alîkarî xwest, û ew ziyareta şivantiyê yek ji hediyeyên herî xweş bû, yên ku min di emrê xwe de stendine.” Kalên civatê dikarin alî me jî bikin ku em “fikra Mesîh” hîn bibin, yanî ku em fikir û nêrînên Îsa fehm bikin û ji xwe re bikin emsal (1. Kor. 2:16; 1. Ptr. 2:21). Ev yek bi rastî hediyeyeke pir xweş e!

“NÎRÊ MIN DEYNIN SER STÛYÊ XWE”

6. Maneya gotinên Îsa çi ye?

6 Îsa wisa got: “Nîrê min deynin ser stûyê xwe.” Maneya van gotinan çi ye? Belkî wî dixwest bigota “Otorîteya min qebûl bikin” yan jî “Bi min re bikevin bin vî nîrî ku em bi hev re ji bo Yehowa bixebitin”. Mane çi be jî, eşkere ye ku peyva “nîr” bi xebatê ve girêdayî ye.

7. Li gor Metta 28:18-20, gerek em çi îşî bikin, û em dikarin bi çi bawer bin?

7 Gava em ji Yehowa re weqf dibin û tên bin av kirin, em daweta Îsa qebûl dikin. Ev dawet ji her kesî re hat dayîn. Îsa kesên ku ji dil dixwazin ji Xwedê re xizmet bikin, red nake (Yûh. 6:37, 38). Îşê ku Yehowa dabû Îsa ji hemû şagirtên wî re jî hat dayîn. Em dikarin bawer bin ku di vî îşî de, Îsa wê her tim alî me bike (Metta 28:18-20 bixwîne).

“JI MIN HÎN BIBIN”

Wek Îsa Mesîh rihetiyê bide kesên din (Li paragrafên 8 heta 11an binêre) *

8-9. Mirovên dilnizm çima ji Îsa re heyran diman, û wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

8 Mirovên dilnizm ji Îsa re heyran diman (Met. 19:13, 14; Lûqa 7:37, 38). Çima? Bala xwe bide ku di nav Îsa û Fêrisiyan de çi ferq hebû. Alimên dînî sar û qure bûn, lê Îsa dilgerm û dilnizm bû (Met. 12:9-14). Fêrisî pozbilind bûn û wan xwe ji kesên din bilindtir didîtin, lê Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew xwe bilind nekin, lê xwe wek xizmetkar bihesibînin (Met. 23:2, 6-11). Fêrisiyan kesên din bi tirs û zorê bin dest dikirin, lê Îsa bi gotin û kirinên xwe yên dilovan dilê kesên din rihet dikir (Yûh. 9:13, 22).

9 Li van waran, gelo te Îsa ji xwe re kiriye emsal? Ji xwe bipirse: “Mirovên din min çawa dibînin? Gelo ew difikirin ku ez yekî sernerm û dilnizm im? Gelo ez hazir im ku her cure îşî bikim û bi vî awayî ji kesên din re xizmet bikim? Gelo ez ji kesên din re nazik im?”

10. Îsa ji bo hevalkarên xwe atmosfereke çawa çêdikir?

10 Îsa ji hevalkarên xwe re nazik bû, û wî ew bi dilxwazî perwerde dikirin (Lûqa 10:1, 19-21). Wî şagirtên xwe teşwîq dikirin ku ew pirsan bipirsin, û wî dixwest nêrîna wan bibihîze (Met. 16:13-16). Wek kulîlkên li baxçeyekê avî, şagirtên Îsa geş dibûn. Wan dersên ku Îsa hînî wan dikirin wek avê dikişandin, û wan gelek ber dianîn, yanî îşên qenc dikirin.

Nazik û xwîngerm be

Aktîf û bixîret be

Dilnizm û xebathez be *

11. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

11 Gelo otorîteya te heye? Eger heye, ji xwe wisa bipirse: “Li cihê îş yan li malê, ez atmosfereke çawa çêdikim? Gelo ez selametê bi pêş dixim? Gelo ez kesên din teşwîq dikim ku ew pirsan bipirsin? Gelo ez hazir im ku guh bidim nêrînên wan?” Em tu caran naxwazin wek Fêrisiyan bibin, ên ku bi hêrs dibûn gava kesekî tiştek dipirsiya û li kesên ku piştgiriya nêrînên wan nedikir, zilm dikir (Mar. 3:1-6; Yûh. 9:29-34).

“HÛNÊ RIHETIYÊ JI BO CANÊ XWE BIBÎNIN”

12-14. Îşê ku Îsa daye me çima rihetiyê dide me?

12 Îşê ku Îsa daye me çima rihetiyê dide me? Gelek sebeb hene, lê niha emê bala xwe bidin sê sebeban.

13 Nazirên me pir baş in. Nazirê meyî Herî Mezin, axayekî nankor yan sert nîne. Ew qîmetê dide xîreta me, û ew qewetê dide me ku em karibin mesûliyetên xwe bînin cih (Îbr. 6:10; 2. Kor. 4:7; Gal. 6:5). Padîşahê me Îsa jî ji me re bûye emsal ku gerek em ji kesên din re çawa bin (Yûh. 13:15). Wekî din, kalên civatê, yên ku şivantiya me dikin, “şivanê mezin” Îsa ji xwe re dikin emsal (Îbr. 13:20; 1. Ptr. 5:2). Kalên civatê çi ji destê wan tê dikin ji bo ku bi nezaket û bi mêrxasî rêberiya me bikin, me xwedî bikin û dilê me xurt bikin.

14 Hevalên me pir baş in. Îşê me û hevalên me bêemsal in. Hevalkarên me dilpak û durist in, lê belê ew xwe ji kesên din bilind nahesibînin. Ew hem jîr û jêhatî ne hem jî nefsbiçûk in. Ew me ne tenê wek hevalkar, lê wek dostên xwe dibînin. Hezkirina wan ew qas mezin e ku ew hazir in ku canê xwe di oxira me de feda bikin!

15. Gerek em li îşê xwe çawa binêrin?

15 Îşê me pir baş e. Em mirovan hîn dikin ku rastiya li ser Yehowa çi ye, û em derewên Îblîs eşkere dikin (Yûh. 8:44). Îblîs mirovan bi derewên xwe dilteng dike. Mesela, ew dixwaze ku em bifikirin ku Yehowa wê gunehên me efû neke û ku ew ji me hez nake. Çi dereweke xerab! Gava em ‘tên ba’ Îsa, gunehên me tên efû kirin. Wekî din, rastî ev e ku Yehowa ji me pir hez dike (Rom. 8:32, 38, 39). Em pir dilxweş dibin gava em alî mirovan dikin ku ew xwe bispêrin Yehowa û gava ew jiyana xwe rast dikin.

DI BIN NÎRÊ ÎSA DE RIHETIYÊ BIBÎNE

16. Barê ku Îsa daye me çima ji barên me yên din cuda ye?

16 Barê ku Îsa dide me wek barên me yên din nîne. Mesela, gava mirov êvarê ji îşê xwe vedigerin malê, gelek kes hem westiyayî ne hem jî bêkêf in. Lê belê gava em ji xizmetê vedigerin malê, em pir kêfxweş in. Piştî rojeke dirêj, belkî li me carinan hêsan nayê ku em herin civînê. Lê gava em piştî civînê vedigerin malê, ma em xwe hê baş û zînde hîs nakin? Belê, xelata ku em distînin, ji qeweta ku em xerc dikin pir mezintir e!

17. Gerek em çima bidîqat bin?

17 Gerek em ji bîr nekin ku qeweta me bêsînor nîne. Ji ber vê yekê, gerek em dîqat bikin ku em qeweta xwe ji bo çi xerc dikin. Mesela, belkî em enerjiya xwe îsraf dikin ji bo ku em zêdetir mal û milk bi dest bixin. Carekê, xortekî ji Îsa wisa pirsî: “Ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?” Ev xort jixwe li gor Qanûna Mûsa dijiya. Wisa tê fehm kirin ku ew însanekî baş bû, çimkî li gor Încîla Marqos, Îsa “jê hez kir”. Loma Îsa ji wî re wisa got: “Çi tiştê te heye bifiroşe û ... were, bikeve pey min.” Dilê wî pir dixwest, lê “gelek mal û milkê wî hebû”, û wî nikaribû dev ji van tiştan berdaya (Mar. 10:17-22). Di netîceyê de, wî nîrê Îsa red kir û wek xulamê “dewlemendiyê” ma (Met. 6:24). Teyê çi bikira?

18. Wê baş be ku em car caran çi bikin, û çima?

18 Wê baş be ku em car caran ji nû ve kontrol bikin ka di jiyana me de tiştê herî muhîm çi ye. Çima? Bi vî awayî, em dikarin emîn bin ku em qeweta xwe bi aqilmendî bi kar tînin. Xortekî bi navê Mark wisa got: “Bi gelek salan, ez difikirîm ku jiyana min mutewazî ye. Min pêşengî dikir, lê hiş û aqlê min her tim li ser pere bû, û min dixwest jiyana xwe hê rihettir bikira. Min meraq dikir ku barê min çima ew qas giran bûbû. Paşê, min fehm kir ku ez herî zêde li menfaetên xwe digeriyam, û min tenê wext û qeweta bermayî dida Yehowa.” Loma Mark zîhniyet û jiyana xwe guherand ku ew karibe zêdetir xizmetê bike. Mark wisa dibêje: “Ez carinan ji bo debara xwe dilteng dibim, lê bi alîkariya Yehowa û Îsa, ez êdî dikarim serî bi astengên xwe re derxînim.”

19. Çima muhîm e ku em nêrîna rast xwedî bikin?

19 Ji bo ku em di bin nîrê Îsa de her tim rihetiyê bibînin, gerek em sê tiştan bikin: A yekê, gerek em nêrîna rast xwedî bikin. Lazim e ku em îşê Yehowa bi metoda Yehowa bikin. Em karker in, û Yehowa Axayê me ye (Lûqa 17:10). Eger em îşê wî bi metoda xwe bikin, nîrê Îsa wê ji bo me giran be. Ganêrek çi qas qewî be jî, eger ew bi serhişkî bi serê xwe here, ewê biweste û nîr wê stûyê wî birîndar bike. Ji aliyê din ve, eger em rêberiya Yehowa qebûl bikin, em dikarin îşên mezin bikin û her tim bi ser bikevin. Ji bîr neke ku tu kes nikare ji pêkhatina daxwaza Xwedê re bibe asteng! (Rom. 8:31; 1. Yûh. 4:4).

20. Gava em dikevin bin nîrê Îsa, gerek niyeta me çi be?

20 A diduyan, gerek em bi niyeta rast hereket bikin. Armanca me ev e ku em rûmetê bidin Bavê xwe Yehowa. Li sedsala yekê, kesên çavbirçî û xwehez dilşadiya xwe zû winda dikir û dev ji nîrê Îsa berdida (Yûh. 6:25-27, 51, 60, 66; Flp. 3:18, 19). Lê belê kesên ku seba hezkirina Xwedê û hezkirina mirovan xizmet dikir, temamiya emrê xwe bi dilşadî di bin nîrê Îsa de diman, û wan her tim bala xwe dida hêviya xwe ya ezmanî. Mîna wan, eger em nîrê Îsa bi niyeta rast hildin, emê jî her tim dilşad bibin.

21. Li gor Metta 6:31-33, Yehowa wê çi bike?

21 A sisêyan, gerek em bawer bin ku Yehowa wê alî me bike. Riya me, riya fedakarî û xîretê ye. Îsa gotibû ku emê zilmê bibînin. Lê belê em dikarin bawer bin ku Yehowa wê qewetê bide me ku em li hemberî hemû tengasiyan dilsoz bimînin. Gava em ber bi ceribandinan bi ser dikevin, baweriya me hê jî xurttir dibe (Aqûb 1:2-4). Wekî din, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê tiştên ku ji me re lazim in bide me, ku şivanê me Îsa wê me xwedî bike û ku xwişk û birayên me wê cesaretê bidin me (Metta 6:31-33 bixwîne; Yûh. 10:14; 1. Sel. 5:11). Belê, di destê me de her tişt heye ku em dilsoz bimînin gava em rastî çetinahiyan tên.

22. Em seba çi şikurdar in?

22 Jinika ku Îsa qenc kiribû li wê rojê rihetî dît. Dîsa jî, ji bo ku ew heta bi hetayê rihetiyê bibîne, lazim bû ku ew bibe şagirteke Îsa. Bi texmîna te, gelo wê çi kir? Ji bo vê jinikê, qebûlkirina nîrê Îsa wê bihata maneya ku ewê tevî Îsa li ezmanan bijiya! Ev xelat wê hêjayî her fedakariyê bûya. Hêviya me çi be jî – jiyana herheyî ya li ezmanan yan li rûyê erdê – em şikurdar in ku me ev daweta Îsa qebûl kiriye: “Werin ba min!”

KILAM 13 Îsa Mera Mesele ye

^ par. 5 Îsa me dawet dike ku em “werin ba” wî. Em çawa dikarin vê dawetê qebûl bikin? Li vê meqaleyê, emê cewaba vê pirsê bistînin, û emê bielimin ku em çawa dikarin rihetiyê bibînin eger em bi Îsa hevkariyê bikin.

^ par. 60 RESIM: Îsa bi cure cure awayan rihetî dida kesên din.

^ par. 66 RESIM: Mîna vê, birayek bi cure cure awayan rihetiyê dide kesên din.