Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

Yehowa Qîmetê Dide Xizmetkarên Xwe yên Dilnizm

Yehowa Qîmetê Dide Xizmetkarên Xwe yên Dilnizm

“Xudan bilind be jî, ew li nefsbiçûkan dinêre” (ZEB. 138:6).

KILAM 48 Em Her Roj Rê Herin Tevî Yehowa

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa li însanên dilnizm çawa dinêre?

YEHOWA ji însanên dilnizm hez dike. Ew tenê kesên ku bi rastî dilnizm in wek dostên xwe qebûl dike, lê “pozbilindan ji dûrî ve dinase” (Zeb. 138:6). Ji ber ku em dixwazin dilê Yehowa şa bikin û bibin dostên wî, gerek em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin.

2. Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

2 Li vê meqaleyê, emê cewabên van sê pirsan muzakere bikin: (1) Dilnizmî çi ye? (2) Çima lazim e ku em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin? (3) Carinan çima zor e ku em dilnizm bimînin? Wekî din, emê bibînin ku eger em dilnizmiya xwe zêde bikin, ev yek wê hem ji bo me bifeyde bibe hem jî dilê Yehowa şa bike (Mtl. 27:11; Îşa. 48:17).

DILNIZMÎ ÇI YE?

3. Dilnizmî çi ye?

3 Însanekî dilnizm nefsbiçûk e, yanî pozbilind yan qure nîne û xwe ji kesên din bilindtir nabîne. Li gor Kitêba Pîroz, însanekî dilnizm dizane ku Yehowa ji wî pir mezintir e. Ji xeynî vê, ew qebûl dike ku kesên din di hin waran de ji wî hunermendtir in (Flp. 2:3, 4).

4-5. Gelo dilnizmiya rastîn her tim ji derve xuya dike?

4 Hin kes dilnizm xuya dikin, lê bi rastî dilnizm nînin. Belkî dengê wan pir dernayê. Yan jî dibe ku ew seba kultura xwe nazik û hurmetdar in. Lê belê di hundirê dilê wan de belkî dîsa jî quretî heye. Zû dereng ewê eyan bikin ku di dilê wan de bi rastî çi heye (Lûqa 6:45).

5 Ji aliyê din ve, gava kesek xwebawer e yan jî fikrên xwe rasterast tîne zimên, ev yek her tim nayê maneya ku ew yekî qure ye (Yûh. 1:46, 47). Dîsa jî, kesên jêhatî gerek hay ji xwe hebin ku ew xwe nespêrin hunerên xwe. Em her çi qas şermok yan jêhatî bin jî, gerek em xîret bikin ku em bi rastî dilnizm bibin.

Pawlosê şandî yekî dilnizm bû (Li paragrafa 6an binêre) *

6. Wek 1. Korîntî 15:10 nîşan dide, Pawlos ji aliyê dilnizmiyê ve çawa bû emsal?

6 Serpêhatiya Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Yehowa ew bi kar dianî ku ew li gelek bajaran civatên nû saz bike. Pawlos belkî ji şandiyên din zêdetir îş dikir, lê dîsa jî, wî xwe di nav birayên xwe de bilind nedikir. Wî bi dilnizmî wisa got: “Ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê” (1. Kor. 15:9). Paşê, Pawlos got ku dostaniya wî bi Yehowa re ne bi huner yan karên wî, lê bi kerema Xwedê ve girêdayî ye (1. Korîntî 15:10 bixwîne). Pawlos ji aliyê dilnizmiyê ve emsaleke baş e. Her çi qas hin mirovên li civata Korîntê xwe ji Pawlos bilindtir didîtin jî, Pawlos li nameya ji vê civatê re pesnê xwe neda (2. Kor. 10:10).

Karl Klein, birayekî dilnizm ê ku endamê Koma Rêberiyê bû (Li paragrafa 7an binêre)

7. Li dema me, hin birayên mesûl dilnizmiya xwe çawa eyan kiriye? Mîsalekê bide.

7 Ji aliyê dilnizmiyê ve, birayê Karl Klein, ê ku endamê Koma Rêberiyê bû, emsaleke pir baş bû. Li serpêhatiya xwe, birayê Klein bi dilnizmî behsa çend kêmasiyên xwe kir. Mesela, li salên 1920an, xizmeta mal bi mal ji wî re ew qas zor dihat ku piştî ku ew cara pêşîn derketibû, ew weke 2 sal nediçû xizmeta mal bi mal. Paşê, gava wî li Beytelê xizmet dikir, ew ji bo demekê xeyidî piştî ku birayekî şîret dabû wî. Bi ser de, ew carekê ket depresyona giran. Birayê Klein çend îmtiyazên mezin jî stendin. Bifikire ku çi qas dilnizmî lazim e ku birayekî ew qas navdar behsa kêmasiyên xwe bike! Gelek kes birayê Klein û serpêhatiya wî bi dilgermî tînin bîra xwe. *

ÇIMA LAZIM E KU EM DILNIZMIYA XWE ZÊDE BIKIN?

8. Em ji ku dizanin ku dilnizmî li Yehowa xweş tê?

8 Wek Petrûs gotibû, gerek em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin ji bo ku em dilê Yehowa şa bikin (1. Petrûs 5:6 bixwîne). Kitêba bi navê “Come Be My Follower” gotinên Petrûs wisa şîrove dike: “Quretî wek jehrê ye. Bandora quretiyê pir xerab e. Mirovekî qure her çi qas jîr û jêhatî be jî, ew ji bo Yehowa bêkêr e. Ji aliyê din ve, hunerên mirovekî dilnizm çi qas kêm bin jî, ew ji bo Yehowa pir kêrhatî ye. ... Xwedayê me wê dilnizmiya te xelat bike.” * Ma tiştekî ji vê çêtir heye ku em dilê Yehowa şa bikin? (Mtl. 23:15).

9. Dilnizmî çima muhîm e?

9 Dilnizmî ji gelek aliyên din ve jî pir bifeyde ye. Wekî ku dilnizmiya kesên din li me xweş tê, dilnizmiya me jî wê li kesên din xweş bê (Met. 7:12). Bi îhtimaleke mezin, em naxwazin bi kesên serhişk re hevaltiyê bikin, ên ku tu caran naxwazin tewsiyeyên kesên din qebûl bikin. Ji aliyê din ve, em ji hevaltiya xwişk û birayên xwe yên dilovan, dilrehm û dilnizm pir kêfê distînin (1. Ptr. 3:8). Madem ku em ji hevaltiya kesên dilnizm kêfê distînin, kesên din jî wê ji hevaltiya me kêfê bistînin eger em dilnizm bin.

10. Dilnizmî çawa dikare barê me siviktir bike?

10 Di jiyanê de, dibe ku hin tişt ji me re wek bêedaletî xuya bikin. Silêman Padîşah wisa got: “Min dît ku xulam li hespan siwar dibûn, lê axa wek xulaman peya diçûn” (Waiz 10:7, WDN). Carinan, kesên ku hunerên wan kêm in, ji kesên ku hunerên wan pir in, zêdetir hurmet û rûmetê dibînin. Dîsa jî, Silêman got ku wê baş be ku em seba tiştên ku em nikarin biguherînin, dilteng nebin (Waiz 6:9). Dilnizmî bi rastî jî dikare barê me siviktir bike. Eger em dilnizm bin, emê seba tiştên ku li me xweş nayên bi zêdeyî aciz nebin.

DILNIZMIYA ME ÇAWA DIKARE BÊ CERIBANDIN?

Wexta ku tiştekî wisa çêdibe, çima zor e ku em dilnizm bimînin? (Li paragrafên 11 û 12an binêre) *

11. Gava em şîretê distînin, wê baş be ku em çi bikin?

11 Roj bi roj, em çawa dikarin dilnizmiya xwe eyan bikin? Niha emê bala xwe bidin çend mîsalan. Gava em şîretê distînin. Bi gelemperî, şîret ji bo şaşiyên biçûk nayê dayîn. Ji ber vê yekê, eger kesek rasterast şîretê bide me, wê baş be ku em fehm bikin ku şaşiya me bi îhtimaleke mezin şaşiyeke biçûk nîne. Dibe ku di serî de li me zor bê ku em şîretan qebûl bikin. Lê eger em dilnizm bin, emê nêrîna xwe rast bikin.

12. Li gor Methelokên Silêman 27:5, 6, gerek em çima qîmetê bidin kesekî ku şîretê dide me? Mîsalekê bide.

12 Kesekî dilnizm qîmetê dide şîretê. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Li civînekê, kesek hêdîka ji te re dibêje ku di diranê te de tiştek heye. Teyê her çi qas şerm bikira jî, ma tuyê şikurdar nebûyayî ku wî ji te re got? Belkî tuyê wisa bifikiriyayî: “Xwezî ku kesekî zûtir ji min re bigota!” Mîna vê, wê baş be ku em şikurdar bin gava xwişk yan birayek bi mêrxasî şîretê dide me. Kesekî wisa bi rastî ne dijmin e, lê dostê me ye (Methelokên Silêman 27:5, 6 bixwîne; Gal. 4:16).

Gava kesên din îmtiyazan distînin, ji me re çima dilnizmî lazim e? (Li paragrafên 13 û 14an binêre) *

13. Gava kesên din îmtiyazan distînin, em çawa dikarin dilnizmiya xwe eyan bikin?

13 Gava kesên din îmtiyazên xizmetê distînin. Kalekî civatê yê bi navê Jason wisa dibêje: “Gava kesên din îmtiyazan distînin, ez carinan meraq dikim ku ez çima van îmtiyazan nastînim.” Gelo tu jî carinan wisa difikirî? Helbet xerab nîne ku em xîret bikin ku îmtiyazên xizmetê bistînin (1. Tîm. 3:1). Lê belê gerek em hay ji xwe hebin ku quretî nekeve dilê me. Mesela, birayek dikare bifikire ku ji bo wezîfeyekê, kesê herî minasib ew e. Yan jî xwişkek dikare wisa bifikire: “Zilamê min ji filan kesî hê zêde jîr û jêhatî ye.” Lê belê eger em bi rastî dilnizm bin, emê xwe ji nêrîneke wisa dûr bigirin.

14. Em dikarin ji serpêhatiya Mûsa çi dersan bistînin?

14 Gava kesên din îmtiyaz distendin, Mûsa çi dikir? Mûsa rêberê miletê Îsraêl bû, û wî qîmet dida vê îmtiyazê. Lê gava Yehowa hin wezîfeyên wî dan kesên din jî, Mûsa dexesî nekir (4. Mû. 11:24-29). Ji bo îşê hakimtiyê, wî bi dilnizmî alîkariya kesên din qebûl kir (2. Mû. 18:13-24). Bi vî awayî, miletê Îsraêl feyde didît, çimkî wan qerarên edlî êdî zûtir distendin. Belê, Mûsa herî zêde bala xwe dida, ne îmtiyaza xwe, lê xêra kesên din. Çi emsaleke baş! Eger em dixwazin ji bo Yehowa bi rastî kêrhatî bin, lazim e ku dilnizmiya me ji hunerên me mezintir be, çimkî “Xudan bilind be jî, ew li nefsbiçûkan dinêre” (Zeb. 138:6).

15. Hin xwişk û bira rastî çi şertên nû hatine?

15 Gava em rastî şertên nû tên. Li van salan, wezîfeya gelek xwişk û birayên bitecrûbe hatiye guherandin. Mesela, li sala 2014an, nazirên mintiqeyî û pîrekên wan wezîfeyên nû stendin. Wekî din, ji sala 2014an û pê ve, nazirên herêmî gerek dev ji wezîfeya xwe berdin gava ew digihîjin 70 salî. Ji xeynî vê, birayên ku zêdetirî 80 salî ne êdî nikarin koordînatorê kalên civatê bibin. Gelek kesên ku li Beytelê xizmet dikir jî êdî wek pêşeng hatine tayîn kirin. Hin xwişk û birayan jî seba nexweşî, mesûliyetên malbatê yan şertên xwe yên şexsî dev ji wezîfeya xwe berdaye.

16. Hin xwişk û bira çawa bi dilnizmî hînî şertên nû bûne?

16 Guhertinên wisa li xwişk û birayên me hêsan nayên. Dibe ku wan wezîfeya xwe bi gelek salan dianî cih û ji wezîfeya xwe pir hez dikir. Loma hin ji wan di serî de dilteng bûn, lê bi zeman re, ew hînî şertên xwe yên nû bûn. Çawa? Sebeba herî mezin ev e ku ew ji Yehowa hez dikin. Ew ji bîr nakin ku ew ji Yehowa re weqf bûne, ne ji îş yan wezîfeyekê re (Kol. 3:23). Ji ber vê yekê, ew hazir in ku bi dilnizmî wezîfeyekê nû qebûl bikin. Ew hemû xemên xwe davêjin ser Yehowa, çimkî ew dizanin ku ew xema wan dixwe (1. Ptr. 5:6, 7).

17. Em çima şikurdar in ku Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku bila em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin?

17 Ma em ne şikurdar in ku Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku bila em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin? Gava em vê sifata xweş zêde dikin, ev yek hem ji bo me hem ji bo kesên din pir bifeyde ye. Dilnizmî alî me dike ku em serî bi çetinahiyên jiyanê re derxînin. Wekî din, dilnizmî alî me dike ku em nêziktirî Xwedê bibin. Yehowa her çi qas bilind û mezin be jî, ew qîmetê dide xizmetkarên xwe yên dilnizm û nefsbiçûk! (Îşa. 57:15).

KILAM 45 The Fikirên Dilê Min

^ par. 5 Dilnizmî sifateke pir muhîm e. Lê dilnizmî bi rastî çi ye? Çima lazim e ku em dilnizmiya xwe her ku diçe zêde bikin? Carinan çima zor e ku em dilnizm bimînin? Di vê meqaleyê de, emê van pirsên muhîm muzakere bikin.

^ par. 7 Li meqaleya “Jehovah Has Dealt Rewardingly With Me” binêre (The Watchtower, 1 Cotmeh 1984).

^ par. 53 RESIM: Li mala birayekî, Pawlosê şandî bi dilnizmî bi zarokan eleqedar dibe.

^ par. 57 RESIM: Birayekî extiyar ji birayekî ciwan şîretê qebûl dike.

^ par. 59 RESIM: Birayê extiyar dexesiyê nake gava birayê ciwan di civatê de îmtiyazekê distîne.