Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39

Gava Merivekî Me Yehowa Berdide

Gava Merivekî Me Yehowa Berdide

“Wan çend caran ... dilê wî êşand” (ZEBÛR 78:40, NWT).

KILAM 102 Alî Kesên Zeîf Bike

PÊŞGOTIN a

1. Gava merivekî me ji civatê tê derxistin, ev yek dikare li ser me çawa tesîr bike?

 GAVA merivekî me ji civatê tê derxistin, em pir xemgîn dibin. Xwişkeke bi navê Nora b wisa dibêje: “Ez û zilamê min, me 41 sal bi hev re derbas kiribûn. Wexta ku zilamê min mir, ez difikirîm ku ji vî derdî girantir tu derd tune. Lê belê, gava kurê min ji civatê hat derxistin û pîrek û zarokên xwe terk kirin, ev yek ji bo min hê jî xerabtir bû.”

Yehowa rind fehm dike ku gava merivekî me dev ji rastiyê berdide, em çi qas xemgîn dibin (Li paragrafên 2 û 3yan binêre) d

2-3. Li gor Zebûr 78:40, 41, gava xizmetkarên Yehowa dev ji xizmeta wî berdidin, ev yek li ser wî çawa tesîr dike?

2 Çawa ku malbata me heye, malbata Yehowa jî heye. Bîne ber çavê xwe ku gava hin melek ji malbata wî derketin, ew çi qas xemgîn bû! (Cihûda 6). Wekî din, Xwedê ji Îsraêliyan jî pir hez dikir, lê wan çend caran li hemberî wî serî hilda. Gelo vê yekê li ser wî çawa tesîr dikir? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Li çolê, wan çend caran li hemberî wî serî hilda, û li beriyê, wan dilê wî êşand” (Zebûr 78:40, 41, NWT). Bawer be ku gava kesekî ku tu jê hez dikî dev ji rastiyê berdide, Yehowa jî xemgîn dibe. Ew êşa te fehm dike, û ewê bi dilrehmî piştgiriya te bike.

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku gava tiştekî wisa tê serê me, em çawa dikarin ji Yehowa alîkariyê bistînin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku rastî çetinahiyeke wisa hatine. Lê pêşî, emê bibînin ku gerek em çi nekin.

XWE SÛCDAR NEKE

4. Gava kur yan qîzek dev ji rastiyê berdide, gelek dê û bav çi difikirin?

4 Wexta ku kur yan qîzeke ezîz dev ji xizmeta Yehowa berdide, dê û bav gelek caran ji xwe dipirsin ka wan bi rastî her tişt kiribû ku zarokê wan li riya rastiyê bimîne. Birayê me Luke, yê ku kurê wî ji civatê hatibû derxistin, wisa dibêje: “Min xwe sûcdar dikir. Min xewnên xerab didîtin. Ez carinan digiriyam, û dilê min pir diêşiya.” Kurê xwişkeke bi navê Elizabeth jî ji civatê hatibû derxistin. Elizabeth dibêje: “Ez difikirîm ku ez dayikeke xerab bûm û min têra xwe alî kurê xwe nekiribû ku ew ji Yehowa hez bike.”

5. Gava kesek Yehowa terk dike, ev yek sûcê kê ye?

5 Ji bîr neke ku Yehowa îradeya azad daye me. Yanî, em dikarin xwe bi xwe qerarê bidin ka emê guh bidin Xwedê yan na. Hin dê û bav ji zarokên xwe re mîsalên baş nînin, lê zarok dîsa jî ji riya rastiyê dernakevin. Ji aliyê din ve, hin dê û bav pir xîret dikin ku zarokên xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz mezin bikin, lê zarok paşê dev ji xizmeta Yehowa berdidin. Di netîceyê de, gerek her kes xwe bi xwe qerarê bide ka ewê ji Yehowa re xizmet bike yan na (Yêşû 24:15). Loma, dê û bavno, eger hûn xemgîn in ji ber ku zarokê we Yehowa terk kiriye, nefikirin ku ev yek sûcê we ye!

6. Gava dê yan bav riya Xwedê berdide, ev yek carinan li ser zarokên wan çawa tesîr dike?

6 Carinan, dê yan bav hem civatê hem jî malbata xwe berdide (Zebûr 27:10). Gava tiştekî wisa çêdibe, ji bo zarokan dinya xera dibe, çimkî zarok ji dê û bavê xwe pir hez dikin û qedrê wan digirin. Ester, a ku bavê wê ji civatê hatiye derxistin, wisa dibêje: “Ez gelek caran digiriyam, çimkî bavê min ne tenê ji rastiyê dûr diket; wî bi qesdî qerar da ku Yehowa bi temamî berde. Ez ji bavê xwe hez dikim, loma gava ew ji civatê hat derxistin, min pir xema wî dixwar. Carinan, ez panîkatak dibûm.”

7. Gava dê yan bav ji civatê tê derxistin, Yehowa li zarokên wan çawa dinêre?

7 Ciwanno, eger dê yan bavê we ji civatê hatiye derxistin, dilê me bi we dişewite! Bawer bin ku Yehowa jî êşa dilê we dizane. Hem Yehowa hem jî xwişk û bira ji we hez dikin û qîmetê didin dilsoziya we. Ji bîr nekin, hûn seba qerarên dê yan bavê xwe mesûl nînin. Wek me berê dîtibû, Yehowa fersendê dide ku her kes qerara xwe bide. Her kesê ku jiyana xwe daye destê Yehowa û bin av bûye gerek “barê xwe hilgire” (Galatî 6:5).

8. Heta ku dost yan merivê me vegere ba Yehowa, em dikarin çi bikin? (Li çarçoveya “ Vegere ba Yehowa” jî binêre.)

8 Gava dost yan merivekî te Yehowa berdide, tu bê şik hêvî dikî ku rojekê, ewê vegere. Lê heta wê demê, gerek tu çi bikî? Lazim e ku tu ji aliyê ruhî ve qewî bimînî. Bi vî şeklî, tu dikarî ji malbata xwe re û belkî jî ji kesê ku ji civatê hatiye derxistin re bibî emsal. Wekî din, eger tu ji aliyê ruhî ve xurt bî, tuyê karibî li hemberî vê tengasiyê sebir bikî. Ka em bala xwe bidin hin tiştên ku tu dikarî bikî.

JI ALIYÊ RUHÎ VE QEWÎ BIMÎNE

9. Ji bo ku em ji Yehowa qewetê bistînin, gerek em çi bikin? (Li çarçoveya “ Hin Ayetên ku Dikarin Dilrihetiyê Bidin Te” jî binêre.)

9 Fealiyetên ruhî îhmal neke. Pir muhîm e ku tu hem xwe hem jî malbata xwe bi dewamî ji aliyê ruhî ve xurttir bikî. Gelo tu çawa dikarî vêya bikî? Ji bo ku tu ji Yehowa qewetê bistînî, Kitêba Pîroz her roj bixwîne û here civînan. Joanna, ya ku bavê wê û xwişka wê dev ji riya rastiyê berdaye, wisa dibêje: “Gava ez di heqê kesên wek Abîgaîl, Ester, Eyûb, Ûsiv û Îsa Mesîh de dixwînim, dilê min rihet dibe. Serpêhatiyên wan êşa dilê min siviktir dikin. Wekî din, ez ji stranên teşkîlatê pir hez dikim.”

10. Li gor Zebûr 32:6-8, çi dikare alî me bike ku em li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin?

10 Dilê xwe ji Yehowa re veke. Gava tu dilteng dibî, dev ji duakirinê bernede. Ji Xwedayê dilovan alîkariyê bixwaze, da ku tu karibî meseleyê bi çavê wî bibînî. Yehowa wisa soz dide: “Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim” (Zebûr 32:6-8 bixwîne). Belkî ji bo te ne hêsan e ku tu ji Yehowa re behsa derdê xwe bikî. Lê belê, emîn be ku Yehowa derdê te rind fehm dike. Ew ji te pir hez dike, û ew dixwaze ku tu dilê xwe ji wî re vekî (2. Mûsa 34:6; Zebûr 62:7, 8).

11. Li gor Îbranî 12:11, wê çima baş be ku em îtibara xwe bi terbiyeya Yehowa bînin? (Li çarçoveya “ Gava Kesek ji Civatê Tê Derxistin, Ev Yek Hezkirina Yehowa Nîşan Dide” jî binêre.)

11 Piştgiriya qerara rîspiyan bike. Gava kesek ji civatê tê derxistin, ev yek tê maneya ku Yehowa wî terbiye dike. Terbiyeya Yehowa ji bo xêra her kesî ye – ji bo kesê ku ji civatê hatiye derxistin jî (Îbranî 12:11 bixwîne). Hin kes belkî qerara rîspiyan rexne dikin, belkî ji ber ku ew naxwazin di heqê kesê sûcdar de tiştekî negatîf bibêjin. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku bi îhtimaleke mezin, em her tiştî nizanin. Loma, divê em bawer bin ku rîspiyan xîret kiriye ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz qerarê bidin. Li demên berê, ji hakiman re wisa hatibû gotin: “Hay ji kirinên xwe hebin, çimkî hûn ne ji bo însanan, lê ji bo Yehowa hikum didin. Gava hûn hikum didin, ewê bi we re be” (2. Dîrokan 19:6, NWT).

12. Hin kesan ku piştgiriya qerara rîspiyan kiriye çawa feyde dîtiye?

12 Eger tu piştgiriya qerara rîspiyan bikî, ev yek dikare alî kesê ku ji civatê hatiye derxistin bike ku ew vegere ba Yehowa. Elizabeth wisa dibêje: “Li me pir zor dihat ku em îrtibata bi lawikê xweyî mezin biqetînin. Lê piştî ku ew vegeriya ba Yehowa, wî got ku wî bi rastî jî heq kiribû ku ji civatê bê derxistin. Paşê, wî got ku ew gelek tiştên muhîm hîn bûye. Min fehm kir ku terbiyeya Yehowa çi qas biqîmet e.” Zilamê wê Mark jî wisa dibêje: “Pir wext bi şûn de, lawikê me ji min re got ku yek ji sebebên ku wî dixwest vegere ev bû ku çi rast e, me ew kiribû. Ez pir şa me ku Yehowa alî me dikir ku em guh bidin wî.”

13. Çi dikare alî te bike ku tu sebir bikî?

13 Bi kesên ku êşa te fehm dikin re sohbet bike. Bi xwişk û birayên gihîştî re hevaltiyê bike, yên ku dikarin alî te bikin ku tu hêviya xwe winda nekî (Methelokên Silêman 12:25; 17:17). Joanna wisa dibêje: “Di dilê xwe de, min xwe tenê hîs dikir, lê xeberdana bi dostên pêbawer alî min dikir ku ez sebir bikim.” Lê belê, eger gotinên hin xwişk û birayan dilê te hê jî zêdetir diêşînin, tu dikarî çi bikî?

14. Çima lazim e ku em “li hember hev bîhnfireh bin” û hevdû efû bikin?

14 Li hemberî xwişk û birayan bêhnfireh be. Dibe ku hin kes carinan bê hemdî tiştekî nerast bibêjin (Aqûb 3:2). Rastî ev e ku em hemû qisûrdar in, loma eger hin kes nizanin ku çi bibêjin yan jî me bi gotinên xwe aciz bikin, gerek em şaş nemînin. Vê şîreta Pawlosê şandî ji bîr neke: “Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (Kolosî 3:13). Xwişkeke ku lawikê wê ji civatê hatibû derxistin wisa dibêje: “Hin xwişk û birayan dixwest ez teselî bikirama, lê çi heyf e wan bi gotinên xwe dilê min diêşand. Yehowa alî min kiriye ku ez wan efû bikim.” Gava kesek ji civatê tê derxistin, gelo civat çawa dikare alî malbata wî bike?

CIVAT DIKARE ALÎKARIYÊ BIKE

15. Gava kesek ji civatê tê derxistin, em çawa dikarin alî malbata wî bikin?

15 Gava kesek ji civatê tê derxistin, ji malbata wî re nazik û dilgerm be. Xwişkeke bi navê Miriam dibêje ku piştî ku birayê wê ji civatê hatibû derxistin, li wê zor dihat ku here civînan. Ew dibêje: “Ez ditirsiyam ku xwişk û bira wê ji min re çi bibêjin. Lê belê, li wê derê dostên hevdil hebûn, ên ku di heqê birayê min de tiştên negatîf nedigotin. Bi saya eleqeya wan, min xwe bêçare hîs nedikir.” Xwişkeke din jî wisa dibêje: “Piştî ku lawikê me ji civatê hat derxistin, çend dostên me yên ezîz hatin ku me teselî bikin. Hin ji wan nedizanî ku çi bibêjin. Hinek bi min re giriyan, hinekan jî ji min re nameyên teşwîqdar nivîsîn. Wan bi rastî jî dilê min rihet kir!”

16. Civat çawa dikare bi dewamî alîkariyê bike?

16 Bi dewamî piştgiriya malbatên wisa bike. Ew pir hewceyî hezkirin û teşwîqa te ne (Îbranî 10:24, 25). Carinan, gava kesek ji civatê tê derxistin, hin xwişk û bira ji malbata wî jî dûr dikevin, qey ew jî ji civatê hatine derxistin. Wisa neke! Bi xisûsî xwişk û birayên ciwan, ên ku dê û bavê wan dev ji rastiyê berdaye, hewceyî teselî û teşwîqê ne. Maria, ya ku zilamê wê hem ji civatê hatibû derxistin hem jî malbata xwe berdabû, dibêje: “Hin hevalên min hatin mala min ku xwarinê çêkin û alî me bikin ku em îbadeta malbatê derbas bikin. Wan êşa min fehm dikir, û ew bi min re digiriyan. Wexta ku di heqê min de paşgotinî derket, wan pişta min digirt. Wan bi rastî pir cesaret dida min!” (Romayî 12:13, 15).

Civat dikare piştgiriya malbatê bike (Li paragrafa 17an binêre) e

17. Rîspiyên civatê dikarin çi bikin?

17 Rîspîno, çi ku ji destê we tê bikin ku dilê malbatên wisa xurt bikin. Gava kesek ji civatê tê derxistin, lazim e ku hûn dilê malbata wî rihet bikin. Ev yek mesûliyeta we ye! (1. Selanîkî 5:14). Berî û piştî civînan bi wan re sohbet bikin û cesaretê bidin wan. Bi wan re derkevin xizmetê yan wan car caran gazî îbadeta malbata xwe bikin. Belê, lazim e ku şivanên ruhî miyên Xwedê yên xemgîn xwedî bikin û ji wan re dilrehm û dilovan bin (1. Selanîkî 2:7, 8).

XWE BISPÊRE YEHOWA Û HÊVIYA XWE WINDA NEKE

18. Li gor 2. Petrûs 3:9, Xwedê dixwaze ku kesên gunehkar çi bikin?

18 Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9 bixwîne). Eger kesekî gunehekî giran kiribe jî, jiyana wî ji bo Yehowa biqîmet e. Ji bîr neke ku Yehowa canê Kurê xweyî ezîz ji bo xatirê her yek ji me feda kir. Yehowa bi dilrehmî gazî gunehkaran dike ku bila ew vegerin ba wî. Wek em ji mîsala Îsa Mesîh a li ser kurê windabûyî fehm dikin, Yehowa hêvî dike ku kesên gunehkar vegerin ba wî (Lûqa 15:11-32). Gelek kesên ku dev ji rastiyê berdabû paşê vegeriyan ba Yehowa, û gava ew vegeriyan civatê, xwişk û bira pir şa bûn. Kurê Elizabethê jî vegeriya civatê, û xwişka me wisa dibêje: “Ez ji kesên ku ji me re digot ku bila em hêviya xwe winda nekin, zehf razî me.”

19. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê çawa alî me bike?

19 Em dikarin bawer bin ku rêberiya Yehowa her tim ji bo xêra me ye. Ew Bavekî destvekirî û dilrehm e, û ew ji xizmetkarên xwe zehf hez dike. Li dema tengasiyê, Yehowa wê te tenê nehêle (Îbranî 13:5, 6). Mark wisa dibêje: “Yehowa me tu caran tenê nahêle. Gava em dikevin tengasiyê, ew her tim li nêzîkî me ye.” Bawer be ku Yehowa wê “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide te (2. Korîntî 4:7, NWT). Belê, eger merivekî te dev ji xizmeta Yehowa berde jî, tu dikarî dilsoz û hêvîdar bimînî!

KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng

a Gava merivekî me dev ji xizmeta Yehowa berdide, em çi qas xemgîn dibin! Li vê meqaleyê, emê bibînin ku gava tiştekî wisa diqewime, Xwedê çi hîs dike. Wekî din, emê bibînin ku malbatên ku rastî çetinahiyeke wisa tên dikarin çi bikin ku êşa xwe siviktir bikin û baweriya xwe winda nekin. Ji xeynî vê, emê bibînin ku temamiya civatê çawa dikare teselî û destekê bide malbateke wisa.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

d RESIM: Birayek hem Yehowa hem malbata xwe berdide, û pîrek û zarokên wî pir xemgîn in.

e RESIM: Du rîspî malbatekê ziyaret dikin, da ku dilê wan xurt bikin.