Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39

Gelo Navê Te di “Kitêba Jiyanê” de Nivîsî ye?

Gelo Navê Te di “Kitêba Jiyanê” de Nivîsî ye?

“Bona yên ku ji XUDAN ditirsin … li ber wî pirtûkek[e] bîranînê hate nivîsandin” (MALEYAXÎ 3:16).

KILAM 61 Ey Şahidên Yehowa, Dilxurt Bin!

PÊŞGOTIN *

Di tarîxê de, Yehowa navên gelek kesan di “Kitêba Jiyanê” de nivîsandine (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1. Li gor Maleyaxî 3:16, Yehowa kîjan kitêbê dinivîse, û tê de çi heye?

 BI HEZARAN salan, Yehowa kitêbeke xisûsî nivîsandiye. Di vê kitêbê de, navên kesên dilsoz hene. Kesê pêşîn, ê ku navê wî di vê kitêbê de hatibû nivîsandin, kurê Adem Habîl bû * (Lûqa 11:50, 51). Ji wê demê û pê ve, Yehowa navên mirovên din jî di vê kitêbê de zêde kirine, û îro, tê de bi milyonan nav hene. Kitêba Pîroz vê kitêbê wek “pirtûkek[e] bîranînê” û “Kitêba Jiyanê” bi nav dike. Di vê meqaleyê de, emê jê re bibêjin “Kitêba Jiyanê” (Maleyaxî 3:16 bixwîne; Peyxam 3:5; 17:8).

2. Navên kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne, û ji bo ku navê me tê de bê nivîsandin, gerek em çi bikin?

2 Di vê kitêba xisûsî de navên hemû kesên ku bi tirs û hurmet ji Yehowa re îbadetê dikin û qîmetê didin navê wî, nivîsî ne. Fersenda wan heye ku jiyana bêdawî bistînin. Eger em li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh nêzîkî Yehowa bibin, navê me jî dikare di vê kitêbê de bê nivîsandin (Yûhenna 3:16, 36). Ferq nake ku em li benda jiyana li ezmanan yan li rûyê erdê ne, em gişt dixwazin ku navê me di vê kitêbê de hebe.

3-4. (a) Eger navê me niha di Kitêba Jiyanê de nivîsî be, gelo ev yek tê maneya ku emê heta bi hetayê bijîn? (b) Di vê meqaleyê de û di meqaleya din de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Gelo ev yek ku navê kesekî di Kitêba Jiyanê de nivîsî ye tê maneya ku wî êdî garantiya jiyana bêdawî standiye? Di 2. Mûsa 32:33 de, Yehowa ji Mûsa re wisa gotibû: “Her kî ku li dijî min sûc kiribe, ez ê wî ji pirtûka xwe paqij bikim.” Belê, navê kesekî her çi qas di vê kitêbê de nivîsî be jî, Yehowa dikare vî navî paqij bike, qey wî ev nav di serî de ne bi hibrê, lê bi komirê nivîsandiye (Peyxam 3:5). Heta ku navê me bi awayekî daîmî bi hibrê bê nivîsandin, gerek em xîret bikin ku navê me di vê kitêbê de bimîne.

4 Îcar dibe ku çend pirsên me hebin. Mesela, Kitêba Pîroz li ser kesên ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne û li ser kesên ku navên wan tê de ne nivîsî ne, çi dibêje? Kesên ku navên wan di vê kitêbê de dimînin, wê kengê jiyana bêdawî bistînin? Halê miriyên ku fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin, wê çi be? Gelo navên wan dikarin di vê kitêbê de bên nivîsandin? Di vê meqaleyê de û di meqaleya din de, emê cewabên van pirsan bistînin.

NAVÊN KÊ DI KITÊBA JIYANÊ DE HENE?

5-6. (a) Li gor Filîpî 4:3, navên kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne? (b) Navên wan wê kengê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin?

5 Navên kê di vê kitêba mecazî de nivîsî ne? Ji bo bersivandina vê pirsê, emê bala xwe bidin pênc komên cuda. Di nav wan de, navên hinekan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne û navên hinekan tê de ne nivîsî ne.

6 Koma ewilî ji kesên ku hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re li ezmanan hukim bajon, pêk tê. Gelo navên wan niha di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne? Belê. Wek Pawlosê şandî ji hevalên xwe yên li Filîpyayê re gotibû, navên kesên meshkirî, yên ku hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon, niha di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne (Filîpî 4:3 bixwîne). Lê ji bo ku navên wan di vê kitêba mecazî de bimînin, gerek ew dilsoz bimînin. Paşê, gava ew mora xwe ya dawîn bistînin – yan berî mirina xwe yan jî berî destpêka tengahiya mezin – navên wan wê bi awayekî daîmî di vê kitêbê de bên nivîsandin (Peyxam 7:3). 

7. Li gor Peyxam 7:16, 17, navên kesên ji elaleta mezin a miyên din wê kengê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin?

7 Koma diduyan ji elaleta mezin a miyên din pêk tê. Gelo navên wan niha di Kitêba Jiyanê de hene? Belê. Piştî ku ewê ji Harmegedonê sax derbas bibin, gelo navên wan wê hê di Kitêba Jiyanê de hebin? Belê (Peyxam 7:14). Îsa Mesîh gotibû ku kesên ku dişibin miyan “wê herin jiyana herheyî” (Metta 25:46). Dîsa jî, kesên ku wê ji Harmegedonê derbas bibin wê jiyana herheyî hemen nestînin. Navên wan wê qey bi nivîsa komirê di Kitêba Jiyanê de bimînin. Li dema Hukimdariya Hezarsalî, Îsa Mesîh “wê şivantiyê li wan bike û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê”. Navên kesên ku rêberiya Îsa Mesîh qebûl dikin û wek mirovên dilsoz tên dîtin wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin (Peyxam 7:16, 17 bixwîne).

8. Navên kê di Kitêba Jiyanê de tune, û çi wê bê serê wan?

8 Koma sisêyan ji bizinên ku wê di Harmegedonê de bên helakkirin, pêk tê. Navên wan di Kitêba Jiyanê de tune. Îsa Mesîh gotibû ku ewê “herin helakbûna herheyî” (Metta 25:46, NWT). Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî jî gotibû ku ewê “cezayê helakbûna herheyî bikişînin” (2. Selanîkî 1:9; 2. Petrûs 2:9). Halê kesên ku bi qesdî li dijî ruhê pîroz guneh kiriye jî wisa ye. Ewê jî heta bi hetayê tune bin, yanî ewê ji mirinê neyên rakirin û jiyana herheyî nestînin (Metta 12:32; Marqos 3:28, 29; Îbranî 6:4-6). Niha, ka em bala xwe bidin du komên ku wê ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin.

KÎ WÊ JI BO JIYANA LI RÛYÊ ERDÊ BÊN RAKIRIN?

9. Li gor Karên Şandiyan 24:15, kîjan du kom wê bên rakirin, û ferqa di nav wan de çi ye?

9 Kitêba Pîroz dibêje ku du kom, yanî “yên rast û nerast” wê bi hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê ji mirinê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15 bixwîne). “Yên rast” ew in ku bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiribû. Kesên “nerast” ji Yehowa re xizmet nekiribû, û hal û hereketên piraniya wan ne baş bûn. Madem ku her du kom wê bên rakirin, gelo ev yek tê maneya ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne? Ji bo cewaba vê pirsê, ka em li van du koman binêrin.

10. ”Yên rast” wê çima bên rakirin, û hin ji wan wê çi îmtiyazê bistînin? (Ji bo mijara rabûna miriyan a ji bo jiyana li rûyê erdê, li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a di vê kovarê de jî binêre.)

10 Koma çaran, ji “yên rast” pêk tê. Berî mirinê, navên wan di Kitêba Jiyanê de hatibûn nivîsandin. Wexta ku ew mirin, gelo navên wan ji vê kitêbê hatin derxistin? Na. Di bîra Yehowa de, ew hê “sax” in. Yehowa “ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in” (Lûqa 20:38). Loma, gava ku yên rast ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin, navên wan wê di Kitêba Jiyanê de nivîsî bin, lê di serî de tenê qey “bi komirê” (Lûqa 14:14). Hin kesên rakirî wê bê guman li dinyaya nû wek “serok” bên tayînkirin (Zebûr 45:16).

11. Berî ku navên kesên “nerast” dikarin di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin, wê lazim be ku ew çi hîn bibin?

11 Dawiya dawî, ka em bala xwe bidin koma pêncan, yanî kesên “nerast”. Berî mirinê, wan jiyaneke rast najotibû, belkî ji ber ku wan qanûnên Yehowa nizanibûn. Loma, navên wan di Kitêba Jiyanê de nehatibûn nivîsandin. Wexta ku Xwedê wan ji mirinê rake, ewê fersendê bide wan ku ew navên xwe di vê kitêbê de bidin nivîsandin. Ji bo vê, kesên “nerast” wê hewceyî alîkariyê bin. Di jiyana xwe ya berê de, hin ji van kesan tiştên pir xerab kiribûn. Ji ber vê yekê, gerek ew bên hînkirin ku ew çawa dikarin li gor qanûnên Yehowa bijîn. Di bin hukimdariya Padîşahiya Xwedê de, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê dest pê bike.

12. (a) Kî wê kesên nerast hîn bike? (b) Çi wê bê serê kesên ku wê vê alîkariyê qebûl nekin?

12 Kî wê kesên nerast hîn bike? ‘Elaleta mezin’ û “yên rast”, ên ku ji mirinê hatine rakirin, wê vî karî bikin. Ji ber ku kesên nerast navên xwe di Kitêba Jiyanê de bidin nivîsandin, wê lazim be ku ew bibin dostên Yehowa û jiyana xwe bidin destê wî. Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê rind bala xwe bidin pêşveçûna hemû kesên nerast (Peyxam 20:4). Kesên ku vê alîkariyê qebûl nekin wê ji holê bên rakirin – eger ew 100 salî bin jî (Îşaya 65:20). Yehowa û Îsa Mesîh dikarin dilan bixwînin, û ewê îznê nedin ku kesek di dinyaya nû de xerabiyê bike (Îşaya 11:9; 60:18; 65:25; Yûhenna 2:25).

RABÛNA JI BO JIYANÊ Û JI BO DÎWANBÛNÊ

13-14. (a) Berê, me Yûhenna 5:29 çawa fehm dikir? (b) Di heqê van gotinan de, gerek em bala xwe bidin çi?

13 Îsa Mesîh li ser mirovên ku wê li rûyê erdê bên rakirin wisa gotibû: “Wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Gelo maneya vê ayetê çi ye?

14 Berê, em difikirîn ku Îsa Mesîh behsa tiştên ku kesên rakirî wê piştî rabûna ji mirinê bikin, kir; yanî, em difikirîn ku hinek wê bên rakirin û tiştên baş bikin û hinek wê bên rakirin û tiştên xerab bikin. Lê belê, Îsa Mesîh negotibû ku kesên rakirî wê tiştên baş yan xerab bikin. Wî behsa “yên ku qencî kirine” û “yên ku xerabî kirine” kir. Gotinên wî nîşan didin ku wan berî mirina xwe qencî yan xerabî kiribû. Ma eva ne bimantiq e? Jixwe, îzin wê neyê dayîn ku kesek di dinyaya nû de xerabiyê bike. Loma eşkere ye ku yên nerast berî mirina xwe jixwe xerabî kiribû. Îcar rabûna “ji bo jiyanê” û rabûna “ji bo dîwanbûnê” tê çi maneyê?

15. Kî wê “ji bo jiyanê” bên rakirin, û çima?

15 Kesên rast, ên ku berî mirina xwe qencî kiribû, wê “ji bo jiyanê” rabin, çimkî navên wan jixwe di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne. Yanî, rabûna “yên ku qencî kirine”, ya ku Yûhenna 5:29 behsa wê dike, û rabûna “yên rast”, a ku Karên Şandiyan 24:15 behsa wê dike, yek e. Ev îzah bi van gotinên Romayî 6:7 ve hevgirtî ye: “Mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.” Gava kesên rast dimirin, gunehên wan tên paqijkirin, lê qeyda dilsoziya wan dimîne (Îbranî 6:10). Piştî rabûna ji mirinê helbet lazim e ku ew dilsoz bimînin, da ku navên wan ji Kitêba Jiyanê neyên paqijkirin.

16. Rabûna “ji bo dîwanbûnê” çi ye?

16 Halê kesên ku berî mirinê xerabî kiribû wê çi be? Gava ew mirin, gunehên wan jî hatin paqijkirin, lê ji ber ku wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet nekiribû, navên wan di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsandin. Loma, rabûna “yên ku xerabî kirine” û rabûna kesên “nerast”, a ku Karên Şandiyan 24:15 behsa wê dike, yek e. Ewê “ji bo dîwanbûnê” bên rakirin. * Dîwanbûna wan tê maneya ku ewê bên nirxandin (Lûqa 22:30). Wê lazim be ku kesên nerast dev ji xerabiya xwe ya berê berdin û jiyana xwe bidin destê Yehowa, da ku navên wan di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin. Ji bo ku bê fehmkirin ka ew hêjayî vê yekê ne yan na, wext wê lazim be.

17-18. Wê lazim be ku hemû kesên rakirî çi bikin, û “kirinên” ku Peyxam 20:12, 13 behsa wan dike, çi ne?

17 Li dema Hukimdariya Hezarsalî, kitêbên nû wê bên vekirin, û wê lazim be ku hem kesên ku berê rast bûn hem jî yên ku berê nerast bûn guh bidin qanûnên ji van kitêban. Yûhennayê şandî wisa gotibû: “Min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin” (Peyxam 20:12, 13).

18 Kesên rakirî wê li ser esasê kîjan ‘kirinan’ bên dîwankirin? Gelo li gor tiştên ku wan berî mirinê kiribûn? Na! Bîne bîra xwe ku gava ew mirin, gunehên wan ên berê hatibûn paqijkirin. Loma, eşkere ye ku kitêba Peyxamê behsa “kirinên” wan ên piştî rabûna ji mirinê dike, yanî piştî ku ew li dinyaya nû hatine hînkirin. Madem ku wê lazim be ku kesên dilsoz wek Nûh, Samûyêl, Dawid û Danîêl jî di heqê Îsa Mesîh de hîn bibin û baweriya xwe bi fîdyeya wî bînin, wê hê jî zêdetir lazim be ku kesên nerast vêya bikin.

19. Çi wê bê serê kesên ku vê fersenda xweş red dikin?

19 Çi wê bê serê kesên ku vê fersendê bi kar naynin? Peyxam 20:15 wisa dibêje: “Navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.” Belê, ewê heta bi hetayê tune bibin. Bi rastî jî pir muhîm e ku em xîret bikin ku navê me di Kitêba Jiyanê de bê nivîsandin û li wir bimîne!

Di dema Hukimdariya Hezarsalî de, birayek kesên ku ji mirinê hatine rakirin, hîn dike (Li paragrafa 20an binêre)

20. Li dema Hukimdariya Hezarsalî, çi karê xweş wê bê kirin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

20 Hukimdariya Hezarsalî wê demeke pir xweş be! Wê demê, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê derbas bibe. Wekî din, kirinên kesên rast û nerast wê bên nirxandin (Îşaya 26:9; Karên Şandiyan 17:31). Meqaleya din wê rêyî me bide ku ev bernameya hînkirinê wê çawa bê derbaskirin.

KILAM 147 Soza Jiyana Herheyî

^ Yûhenna 5:28, 29 behsa rabûna miriyan a “ji bo jiyanê” û “ji bo dîwanbûnê” dike. Ev meqale fehmkirina me ya vê ayetê serrast dike. Emê bibînin ku her du rabûna miriyan tê çi maneyê. Wekî din, emê bibînin ku kî wê “ji bo jiyanê” û kî wê “ji bo dîwanbûnê” bê rakirin.

^ Nivîsandina vê kitêbê “ji damezrandina dinyayê ve” – yanî ji çêbûna dinyaya mirovên ku gunehên wan dikarin bi saya fîdyeya Îsa Mesîh bên efûkirin ve – dest pê kir (Metta 25:34; Peyxam 17:8). Loma, wisa tê fehmkirin ku Habîl mirovê pêşîn bû, yê ku navê wî di vê kitêbê de hatibû nivîsandin.

^ Berê, me digot ku di vê ayetê de, “dîwanbûn” tê maneya mehkûmbûn. Peyva “dîwanbûn” dikare wisa bê bikaranîn. Lê belê, di van ayetan de, wisa tê fehmkirin ku Îsa Mesîh peyva “dîwanbûn” wek nirxandin û ceribandin yan li gor ferhengeke zimanê Yûnanî wek “analîzkirina hal û hereketan” bi kar dianî.