SERPÊHATÎ
Hînbûn û Hînkirina li ser Yehowa Dilê Min Xweş Dike
GAVA ez li Eastonê (Pennsylvania, DYA) mezin dibûm, hedefa min ev bû ku zanîngehê xelas bikim û bibim mirovekî serkeftî. Min ji hînbûnê hez dikir, û dersên matematîk û zanyarî li min xweş dihatin. Di sala 1956an de, teşkîlateke heqên civakê 25 dolar dabûn min ji ber ku min di nav hemû şagirtên çermereş de notên herî bilind standibûn. Lê paşê, hedefa jiyana min guherî. Gelo çima?
HÎNBÛNA LI SER YEHOWA
Weke sala 1940î, dê û bavê min tevî Şahidên Yehowa dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Çendek bi şûn de, wan dev ji kursê berda, lê diya min dîsa jî kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! distandin. Di sala 1950î de, gava komcivîneke navneteweyî li bajarê New Yorkê çêbû, em çûn vê komcivînê.
Piştî vê komcivînê, birayê Lawrence Jeffries bi me re eleqedar bû. Wî alî min dikir ku ez rastiyê hîn bibim. Di serî de, ez bi vê yekê ku Şahidên Yehowa xwe ji siyasetê dûr digirin û naçin şer, qayîl nedibûm. Min ji wî re got ku eger li Amerîkayê tu kes welatê xwe neparêze, dijmin wê bi hêsanî hicûmî me bikin û welatê me bin dest bikin. Birayê Jeffries bi sebir wisa cewab da: “Ka bifikire, eger li Amerîkayê her kesî wê ji Yehowa re îbadet bikira, ma Yehowa wê îzin bidaya ku dijmin hicûmî me bikin?” Cewabên wî yên li ser vê mijarê û mijarên din nîşanî min dan ku nêrîna min şaş bû. Vê yekê bala min kişand ser rastiyê.
Min bi saetan hejmarên kevn ên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin!, ên ku diya min li qata jêrîn veşartibûn, dixwendin. Bi zeman re, min fehm kir ku min rastî dîtiye, loma min teklîfa birayê Jeffries ku dest bi kursa Kitêba Pîroz bikim, qebûl kir. Wekî din, ez her hefte diçûm civînan. Rastiya Kitêba Pîroz ket dilê min, û ez bûm mizgînvan. Gava min fehm kir ku “roja mezin ya XUDAN nêz e”, hedefên jiyana min guherîn (Tsêfanya 1:14). Li şûna ku herim zanîngehê, min qerar da ku rastiya Kitêba Pîroz hînî mirovan bikim.
Di 13 Hezîranê ya sala 1956an de, min lîse xelas kir. Sê roj bi şûn de, ez li komcivînekê bin av bûm. Min xwe avêt ser riya hînbûn û
hînkirina li ser Yehowa, lê min qet xeyal nedikir ku çi qas bereket li benda min bûn.HÎNBÛN Û HÎNKIRINA DI XIZMETA PÊŞENGIYÊ DE
Şeş meh piştî binavbûnê, ez bûm pêşengê daîmî. Di bernameya Kingdom Ministry ya meha Kanûnê ya sala 1956an de, meqaleyeke bi navê “Gelo Tu Dikarî Derbasî Deşteke ku Hewceyî Alîkariyê ye Bibî?” hebû. Min ji xwe re got: “Ez jî dikarim vê yekê bikim.” Min dixwest derbasî cihekî wisa bibûma ku li wê derê mizgînvan hindik in (Metta 24:14).
Welhasil, ez derbasî bajarê Edgefieldê (South Carolina) bûm. Li wir tenê 4 mizgînvan hebûn û ez jî yê 5an bûm. Me civînên xwe li odeyeke mala birayekî me derbas dikirin. Her meh, min di xizmetê de 100 saet derbas dikirin. Ez bi organîzekirina xizmetê û pêşkêşkirina gotaran mijûl dibûm. Ez çi qas zehf bi îşê Yehowa mijûl dibûm, ez ev qas li ser wî hîn dibûm.
Li Johnstonê, bajarekî nêzîkî me, min bi jinikekê re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Vê jinikê di fîrmaya xwe ya cenazeyan de îşekî nîvrojî da min, û wê îzin da ku em civînên xwe di avahiyeke wê ya biçûk de derbas bikin.
Jolly Jeffries, kurê birayê ku bi min re kursa Kitêba Pîroz îdare kiribû, ji Brooklynê (New York) hat ku bi min re pêşengiyê bike. Em bi hev re di karavana birayekî de diman.
Li herêma me, meaş biçûk bûn. Me di rojekê de tenê 2-3 dolar qezenc dikirin. Carekê, gava min bi pereyên xwe yên dawîn ji xwe re xwarin dikirî, zilamek nêzîkî min bû û ji min pirsî: “Ji te re îş lazim e? Ezê di saetekê de 1 dolar bidim te.” Wî di cihekî avakirinê de ji bo sê rojan îşê paqijkirinê da min. Ez emîn bûm ku Yehowa alî min dikir ku ez karibim li Edgefieldê bimînim. Lê belê, di sala 1958an de, ez ji bo komcivîna navneteweyî çûm bajarê New Yorkê.
Di roja diduyan a komcivînê de, tiştekî xweş çêbû. Min xwişkeke bi navê Ruby Wadlington nas kir. Wê li bajarê Gallatinê (Tennessee) wek pêşenga daîmî xizmet dikir. Ji ber ku me dixwest wek mizgînvanên wezîfedar xizmet bikin, em her du jî çûn civîna ji bo mekteba Gîleadê, ya ku li dema vê komcivînê derbas dibû. Piştî vê, me ji hevdû re name dinivîsandin. Rojekê, civata Gallatinê ji bo gotareke umûmî gazî min kir. Îcar fersend ket destê min ku ez ji Ruby’yê pirs bikim ka ew dixwaze bi min re bizewice. Ez derbasî civata Ruby’yê bûm, û di sala 1959an de, em zewicîn.
HÎNBÛN Û HÎNKIRINA DI CIVATÊ DE
Wexta ku ez 23 salî bûm, ez li civata Gallatinê bûm xizmetkarê civatê (îro wek koordînatorê koma rîspiyan tê binavkirin). Gava birayê Charles Thompson civata me ziyaret kir, wî nû dest bi xizmeta xwe
wek çavdêrê herêmê kiribû. Ew birayekî bitecrûbe bû, lê dîsa jî, wî ji min pirs kir ka hewcedariyên xwişk û birayan çi ne û çavdêrên din mesûliyetên xwe çawa tînin cih. Ez ji wî hîn bûm ku berî ku ez li ser meseleyekê qeraran bidim, gerek ez pirsan bipirsim û meseleyê baş fehm bikim.Di sala 1964an de, li meha Gulanê, ez ji bo Kursa Xizmeta Padîşahiyê ya yekmehî ya li bajarê South Lansingê (New York), hatim dawetkirin. Mamosteyên kursê daxwaza dilê min xurt kir ku ez hê zêde li ser Yehowa hîn bibim û hê nêzîktirî wî bibim.
HÎNBÛN Û HÎNKIRINA DI XIZMETA ÇAVDÊRIYA RÊWÎ DE
Di sala 1965an de, li meha Çileyê, ez û Ruby, em hatin tayînkirin ku xizmeta çavdêriya herêmê bikin. Deşta me ya pêşîn pir mezin bû: Ji Knoxville’ê (Tennessee) heta Richmondê (Virginia). Li deşta me, civatên North Carolina, Kentucky, û West Virginiayê hebûn. Wê demê, ez tenê diçûm civatên xwişk û birayên çermereş, çimkî li eyaletên li başûrê DYAyê qedexe bû ku kesên çermespî û çermereş li hev top bibin. Xwişk û bira ji aliyê madî ve belengaz bûn, û em hîn bûn ku tiştên xwe bi yên hewcedar re parve bikin. Birayekî ku bi gelek salan çavdêrê herêmê bû, derseke pir muhîm rêyî min da: “Ji xwişk û birayan re bibe bira. Gava ku tu dikevî civatekê, xwe wek patron nîşan nede. Eger ewê te wek birayê xwe bibînin, tenê îcar tuyê karibî alî wan bikî.”
Gava me civateke biçûk ziyaret dikir, Ruby’yê tevî jinikeke ciwan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, a ku qîzeke wê ya yeksalî hebû. Li rojên ku tu kesî ji civatê nikaribû kurs îdare bikira, Ruby’yê kursa wê bi destê nameyan derbas dikir. Gava me ev civat dîsa ziyaret kir, ev jinik êdî dihat hemû civînan. Paşê, 2 xwişkên ku wek pêşengên xisûsî xizmet dikir, derbasî vê civatê bûn, û wan kursa jinikê berdewam kir. Di wexteke kin de, ew bin av bû. Di sala 1995an de, 30 sal bi şûn de, xwişkeke ciwan li Beytela Pattersonê nasiya xwe da Ruby’yê. Wê got ku ew qîza wê jinikê ye, a ku Ruby’yê pê re kursa Kitêba Pîroz derbas kiribû. Ev xwişk tevî zilamê xwe li sinifa 100î ya Mekteba Gîleadê hîn dibû.
Deşta me ya diduyan li merkeza Floridayê bû. Ji me re erebeyek lazim bû, loma me ji xwe re erebeyeke pir erzan kirî. Lê piştî heftiyekê, pompeya avê teqiya û pereyê me ji bo tamîrkirinê tune bû. Min ji birayekî re telefon kir, çimkî ez difikirîm ku belkî ewê karibe alî me bike. Wî ji karkerekî xwe re got ku bila ew erebeya me tamîr bike, û wî ji min pere nexwest. Wî tenê got: “Problem hel bû.” Bi ser de, wî pere da me! Vê jestê rind eşkere kir ku Yehowa çawa li xizmetkarên xwe xwedî derdikeve. Vê yekê kir bîra me ku gerek em jî ji kesên din re destvekirî bin.
Gava ku me civatek ziyaret dikir, em li mala xwişk û birayan diman. Bi saya vê yekê, em bi gelek kesan re bûn dostên nêzîk. Carekê, min bi daktîloyê dest bi hazirkirina rapora civatê kiribû û di nîvî de hiştibû. Gava ez êvarê vegeriyam malê, min dît ku kurê biçûk ê xwediyê mala ku em lê diman, rapora min “xelas kiribû”! Bi gelek salan, gava em rastî hev dihatin, min ev yek dianî bîra wî û em dikeniyan.
Di sala 1971ê de, min tayîneke nû stand. Ez li bajarê New Yorkê bûm çavdêrê deverê. Em şaş bûbûn! Gava em derbasî wir bûn, ez tenê 34 salî bûm. Li wê derê, cara pêşîn yekî çermereş wek çavdêrê deverê hat tayînkirin, û xwişk û birayan ez bi dilgermî qebûl kirim.
Ji ber ku ez çavdêrê deverê bûm, min dawiya her heftiyê li komcivînan gotar pêşkêş dikirin. Gelek çavdêrên herêman ji min bitecrûbetir bûn. Yekî ji wan gotara binavbûna min pêşkêş kiribû. Birayekî din jî, Theodore Jaracz, paşê bû endamê Koma Rêberiyê. Wekî din, gelek birayên din jî hebûn, ên ku li Beytela Brooklynê xizmet dikir. Ez pir spasdar bûm ku wan ez biçûk nedidîtim. Min bi çavê xwe didît ku van şivanên dilovan xwe çawa dispart Peyva Xwedê û bi dilsozî piştgiriya teşkîlatê dikir. Dilnizmiya wan alî min dikir ku ez xizmeta xwe wek çavdêrê deverê baş pêk bînim.
DÎSA DIBIM ÇAVDÊRÊ HERÊMÊ
Di sala 1974an de, Koma Rêberiyê hin çavdêrên herêmê wek çavdêrên deverê tayîn kirin, loma ez dîsa bûm çavdêrê herêmê, îcar li South Carolinayê. Şikur ku xwişk û birayên çermespî û çermereş êdî dikaribû bi hev re top bibin. Ji ber vê yekê, her kes kêfxweş bû.
Di dawiya sala 1976an de, teşkîlatê ez li herêmeke li Georgiayê, di nav Atlanta û Columbusê de, tayîn kirim. Rind tê bîra min ku min çawa gotara cenazeyê ji bo 5 zarokên çermereş pêşkêş kir. Ew di mala xwe de miribûn, a ku ji aliyê hin mirovan de hatibû şewitandin. Dayika wan jî birîndar bû û ketibû nexweşxaneyê. Nexweşxane bi xwişk û birayên çermereş û çermespî ve tije bû, yên ku hatin ku teseliyê bidin wan. Hezkirina xwişk û birayan bi rastî jî bêemsal bû! Dilrehmiyeke wisa dikare alî xizmetkarên Xwedê bike ku ew li hemberî çetinahiyên giran sebir bikin.
HÎNBÛN Û HÎNKIRINA DI XIZMETA BEYTELÊ DE
Di sala 1977an de, em ji bo projeyekê ji bo çend mehan hatin gazîkirin Beytela Brooklynê. Gava hindik ma ku projeya me wê xelas bibûya, du endamên Koma Rêberiyê ji min pirsî ka em dixwazin bibin Beytelvanên daîmî. Me ev dawet qebûl kir.
Min 24 sal li Departmana Xizmetê kar kir. Li wê derê, ez û birayên din, em rastî gelek pirsên zor û tevlihev hatin. Bi salan, Koma Rêberiyê li ser esasê prensîpên Kitêba Pîroz rêberî tedarek kiriye. Ev rêberî ji bo cewabdayîna van pirsan tê bikaranîn. Wekî din, ev rêberî ji bo perwerdekirina çavdêrên herêmê, rîspiyên civatê û pêşengan jî tê bikaranîn. Bi saya vê bernameya perwerdekirinê, gelek kes ji aliyê ruhî ve zêdetir bi pêş ve çûne û teşkîlata Yehowa xurttir bûye.
Ji sala 1995an heta sala 2018an, ez wek temsîlkarê merkezê (wê demê wek çavdêrê mintiqeyê dihat binavkirin) diçûm ziyareta gelek buroyan. Min bi Komîteyên Buroyan, Beytelvan û mizgînvanên wezîfedar re sohbet dikir û dilê wan xurt dikir, û ez bi problemên wan eleqedar dibûm. Ez û Ruby, me ji serpêhatiyên xwişk û birayan pir teşwîq distand. Mesela, di sala 2000î de, em ji bo ziyaretekê çûn Rwandayê. Xwişk û birayan ji me re got ku li dema komkujiya sala 1994an çi hatibû serê wan. Gelek ji wan hezkiriyên xwe winda kiribûn. Dîsa jî, wan bawerî, hêvî û dilxweşiya xwe winda nekiribû.
Niha emrê me zêdetirî 80î sal e. Êdî 20 sal e ku ez wek endamê Komîteya Buroya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xizmet dikim. Ez qet neçûme zanîngehê, lê Yehowa û teşkîlata wî perwerdeya herî bilind daye min. Bi saya vê perwerdeyê, ez dikarim rastiya Kitêba Pîroz hînî mirovan bikim, a ku feydeyên herheyî tîne (2. Korîntî 3:5; 2. Tîmotêyos 2:2). Min dîtiye ku mizgîna Kitêba Pîroz çawa alî însanan dike ku jiyana wan baştir be û ku ew bibin dostên Xwedê (Aqûb 4:8). Her ku fersend dikeve destê min û Ruby’yê, em ji kesên din re dibêjin ku îmtiyaza me ya herî mezin ev e ku em dikarin di heqê Yehowa de hîn bibin û rastiya Kitêba Pîroz hînî mirovan bikin!