Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39

Bila Sernermî Hêza Te Be

Bila Sernermî Hêza Te Be

“Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be” (2. TÎMOTÊYOS 2:24).

KILAM 120 Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be

PÊŞGOTIN a

1. Li cihê kar yan li mektebê, carinan kesên din çi dipirsin?

 GAVA hevalkar yan hevaldersek li ser baweriya te tiştekî dipirse, gelo tu biheyecan dibî? Ev yek tiştekî normal e. Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re behsa xebera xêrê bikin. Lê car caran, niyeta hin kesan ew e ku li ser baweriya me minaqeşe bikin. Em ji vê yekê re ecêbmayî namînin, çimkî hin kesan fikrên şaş li ser baweriya me bihîstine (Karên Şandiyan 28:22). Wekî din, di van “rojên dawîn” gelek kes “lihevneker” û heta “har” in jî (2. Tîmotêyos 3:1, 3, KP).

2. Sernermî çima pir biqîmet e?

2 Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gava kesên din dixwazin li ser baweriya min minaqeşe bikin, ez çawa dikarim sakîn û dilrihet bimînim?” Çi wê alî te bike? Bi gotinekê – sernermî. Kesekî sernerm, gava tê acizkirin yan jî ne emîn e ku çawa cewabê bide, ew zû hêrs nabe, lê bi xwe dikare (Methelokên Silêman 16:32). Helbet, gotin rihet e, kirin zehmet e. Gelo sernermî çawa tê avakirin? Gava kesên din dixwazin bi te re li ser baweriya te minaqeşe bikin, tu çawa dikarî bi zimanekî nerm xeber bidî? Û dê û bav çawa dikarin zarokên xwe bielimînin ku ew baweriya xwe bi gotinên nerm biparêzin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.

SERNERMÎ ÇAWA TÊ AVAKIRIN?

3. Sernermî çima hêz e, ne kêmasî ye? (2. Tîmotêyos 2:24, 25)

3 Sernermî hêz e, ne kêmasî ye. Di rewşeke zehmet de, ji bo ku kesek sakîn bimîne, qewet lazim e. Sernermî yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, peyva “sernermî” car caran ji bo hespekî çolê, yê ku hatibû kedîkirin, dihat gotin. Hespekî wisa hêdî hêdî nerm dibe, lê dîsa jî xurt e. Wek mirov, em çawa dikarin sernermiyê ava bikin û di eynî wextê de xurt bin? Bi tena serê xwe, em nikarin vê yekê bikin. Gerek em ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin ku alî me bike. Serpêhatiyên gelek kesan nîşan didin ku ev yek mumkin e. Mesela, gava kesên din hewl dida ku bi wan re minaqeşe bikin yan hêrsa wan rakin, gelek xwişk û birayên me sernerm diman. Sernermiya wan li ser kesên din tesîr dikir ku ew di heqê Şahidên Yehowa de baş bifikirin (2. Tîmotêyos 2:24, 25 bixwîne). Tu çawa dikarî sernermiyê bikî aliyekî xwe yê xurt?

4. Ji mîsala Îshaq, em dikarin di heqê sernermiyê de çi bielimin?

4 Gelek serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de nîşan didin ku sernermî çi qas biqîmet e. Mesela, gava Îshaq li herêma Gerarê cihwar bû, Filîstiyan ji hesûdiyê bîrên avê, ên ku ji aliyê xulamên bavê wî ve hatibûn kolandin, xetimandin. Li şûna ku ew ji bo heqê xwe şer bike, Îshaq bi maliyên xwe re ji wê derê derbasî cihekî din bû û bîrên nû kolandin (1. Mûsa 26:12-18). Lê Filîstiyan bi îtiraz got: “Av ya me ye.” Dîsa jî, wî ev mesele bi awayekî aştiyane çareser kir (1. Mûsa 26:19-25). Gava kesên din ew aciz dikir yan hêrsa wî radikir, çi alî wî dikir ku ew sernerm bimîne? Bê şik mîsala dê û bavê wî pir li ser wî tesîr kiribû. Wî didît ku bavê wî Birahîm aştîhez bû û diya wî Sara nerm û aram bû (1. Petrûs 3:4-6; 1. Mûsa 21:22-34).

5. Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe hîn bikin ku ew bibin kesên sernerm? Mîsalekê bide.

5 Îro jî lazim e ku dê û bav zarokên xwe hîn bikin ku bibin kesên sernerm. Ka bala xwe bide mîsala Maks b, ê ku 17 salî ye. Di mekteb û xizmetê de, mirovên li derdora wî hêrsok bûn. Dê û bavê wî ew hîn dikir ku bibe yekî sernerm. Ew dibêjin: “Maks fehm kir ku mirov zû dikare bi hêrsokî hereket bike, lê kesekî ku bi rastî xurt e, xwe digire.” Belê, Maks hîn bû ku bibe yekî sernerm.

6. Duakirin çawa dikare alî me bike ku em sernerm bimînin?

6 Eger kesek li ser Xwedê yan Kitêba Pîroz tiştekî xerab bibêje, em dikarin çi bikin? Gerek em qewet û hîkmetê ji Xwedê bixwazin, da ku em bi awayekî nerm cewabê bidin. Lê eger me bi sertî cewab dabe, em dikarin çi bikin? Em dîsa dikarin ji bo vê meseleyê dua bikin û bifikirin ku careke din, em çawa dikarin baştir hereket bikin. Paşê, Yehowa wê bi destê ruhê pîroz qewetê bide me ku em xwe kontrol bikin û sernerm bimînin.

7. Ayetên Kitêba Pîroz çawa alî me dikin ku em bi gotin û kirinên xwe karibin? (Methelokên Silêman 15:1, 18)

7 Hin ayetên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em di rewşên zehmet de bi zimanê xwe karibin. Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em van ayetan bînin bîra xwe (Yûhenna 14:26). Mesela, prensîpên di kitêba Methelokên Silêman de dikarin alî me bikin ku em nerm bin (Methelokên Silêman 15:1, 18 ji wergera Mizgînî bixwîne). Wekî din, ayetên vê kitêbê eşkere dikin ku feydeya zimanekî nerm û şîrîn çi qas mezin e (Methelokên Silêman 10:19; 17:27; 21:23; 25:15).

FEHMDARÎ ALÎ ME DIKE KU EM SERNERM BIN

8. Gava kesek tiştekî dipirse, gerek em li ser çi bifikirin?

8 Bi saya fehmdariyê, em dikarin sernerm bin (Methelokên Silêman 19:11). Gava yek hicûmî baweriya kesekî fehmdar dike, ew xwegirtinê nîşan dide. Fikrên mirovan mîna behrê kûr in. Yanî, gava kesek tiştekî dipirse, gelek caran li pişt pirsa wî niyeteke veşartî heye. Loma berî ku em cewabê bidin, baştir e ku em li ser niyeta pirsa wî bifikirin (Methelokên Silêman 16:23).

9. Gîdeon çawa fehmdarî û sernermî nîşan dan?

9 Ka bifikire ku Gîdeon çawa cewab da zilamên Efrayîmî. Wan bi hêrsokî jê pirsî ku wî çima bêyî wan li dijî dijminên Îsraêlê şer kiribû. Sebebê rastîn ê hêrsa wan çi bû? Qey xatir û rûmeta wan hatibû şikandin? Sebeb her çi bû jî, Gîdeon ji hîsên wan fehm kir û cewabeke nerm da wan. Di netîceyê de, hêrsa wan daket û bêhna wan fireh bû (Serweran 8:1-3).

10. Çi wê alî me bike ku em di heqê baweriya xwe de bi nermî cewabê bidin? (1. Petrûs 3:15)

10 Belkî hevalkar yan hevaldersek bipirse ku em çima guh didin qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz. Helbet, emê baweriya xwe biparêzin, lê dîsa jî emê qedrê nêrînên kesên din bigirin (1. Petrûs 3:15, 16 bixwîne). Ya baş ew e ku em pirsên wisa ne wek rexne, lê wek fersendekê bibînin, da ku niyeta wan fehm bikin. Sebebê pirsa kesekî her çi be jî, em bi nermî û dilovanî dixwazin cewabê bidin. Cewabên me dikarin li ser wî tesîr bikin ku ew li ser nêrîna xwe dîsa bifikire. Eger ew sert yan bêqedir xeber bide jî, gerek em dîsa jî bi nermî cewabê bidin (Romayî 12:17).

Eger em niyeta kesekî ku me dawetî şahiya rojbûnê dike fehm bikin, emê baştir cewabê bidin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11-12. (a) Berî ku em cewaba pirseke zor bidin, gerek em li ser çi bifikirin? (Li resim jî binêre.) (b) Pirsa kesekî çawa dikare rêya sohbeteke xweş veke. Mîsalekê bide.

11 Eger hevalkarek bipirse ku em rojbûna xwe çima pîroz nakin, em dikarin bala xwe bidin van nuqteyan: Belkî ew difikire ku îzna me tune ye ku em kêf bikin. Yan jî, belkî ew difikire ku ev yek ji bo hevkariyê ne baş e. Bi gotinên xwe, em dikarin bêhna wî fireh bikin û bînin zimên ku em qedir û qîmetê didin hevalkarên xwe û dixwazin ku cihê kar cihekî xweş be. Bi vî awayî, belkî rêya sohbeteke xweş vebe û em dikarin zelal bikin ku Kitêba Pîroz li ser pîrozkirina rojbûnê çi dibêje.

12 Gava kesek pirsên zor dipirse, em dikarin bi eynî awayî hereket bikin. Belkî hevaldersek bibêje ku Şahidên Yehowa gerek nêrîna xwe ya li ser homoseksueliyê biguherînin. Gotinên wisa nîşan didin ku ew tam fehm nake ku Şahidên Yehowa li ser vê mijarê çi difikirin. Belkî hevalekî wî yan merivekî wî homoseksuel e. Belkî jî ew difikire ku em ji kesên homoseksuel nefret dikin. Ya baş ew e ku em ji wî re şîrove bikin ku em hurmetê didin her kesî û qedrê qerarên her kesî digirin c (1. Petrûs 2:17). Paşê, em dikarin ji wî re zelal bikin ku feydeyên qanûnên exlaqê yên Kitêba Pîroz çi ne.

13. Tu çawa dikarî alîkariya kesekî ku bi Xwedê bawer nake, bikî?

13 Eger nêrîna kesekî bi temamî ji ya me cuda be, gerek em zû nebêjin ku em dizanin ku ew bi çi bawer dike (Tîtos 3:2). Mesela, belkî hevaldersek bibêje ku baweriya bi Xwedê ne tiştekî li gor mantiqê ye. Ma ev yek tê maneya ku ew bi teoriya peresanê bawer dike û li ser vê mijarê gelek tiştan dizane? Belkî ew tenê gotinên kesên din tîne zimên. Li şûna ku em dest bi sohbeteke li ser zanistê bikin, em dikarin bala wî bikişînin ser tiştekî balkêş. Em dikarin ji jw.org lînka meqale yan vîdeoyeke di heqê xuliqandinê de jê re bişînin. Paşê, em dikarin li ser van tiştan xeber bidin. Belê, eger em bi hurmetkarî cewabê bidin, em dikarin li ser kesekî tesîr bikin ku ew nêrîna xwe biguherîne.

14. Ciwanekî bi navê Navîn çawa alî hevaldersekî xwe kir ku li ser Şahidên Yehowa şaş nefikire?

14 Ciwanekî bi navê Navîn malpera me bi kar anî, da ku nîşan bide ku gotinên hin kesan ên li ser Şahidên Yehowa ne rast in. Ew dibêje: “Hevaldersekî min gelek caran digot ku ez ne bi zanistê, lê bi kitêbeke çîrokan bawer dikim.” Ji ber ku vî hevaldersî îzin neda ku Navîn baweriya xwe şîrove bike, Navîn bala wî kişand ser qismê “Zanist û Kitêba Pîroz” ê li ser jw.org. Paşê, Navîn fehm kir ku hevaldersê wî ev melûmat xwendiye û êdî hazir bû ku li ser pirsa koka jiyanê xeber bide. Hûn jî dikarin netîceyên wisa bi dest bixin.

WEK MALBAT XWE HAZIR BIKIN

15. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi nermî cewabê bidin?

15 Dê û bav dikarin zarokên xwe hîn bikin ku bi nermî cewabê bidin kesên ku di heqê baweriya wan de tiştekî dipirsin (Aqûb 3:13). Di dema îbadeta malbatê de, hin dê û bav zarokên xwe hînî vê yekê dikin. Ew li ser tiştên ku di mektebê de tên pirsîn, sohbetê dikin û nîşanî wan didin ku ew çawa dikarin bi zimanekî nerm, zelal û şîrîn cewabê bidin (Li çarçoveya “ Malbata Xwe Hazir Bike” binêre).

16-17. Hazirkirina ji berê ve çawa alî ciwanan dike?

16 Eger dê û bav zarokên xwe ji berê ve hazir bikin, ev yek wê alî wan bike ku ew bi xwe îqna bibin û baweriya xwe ji kesên din re şîrove bikin. Li ser jw.org li bin qismê “Pirsên Ciwanan” gelek mijarên bifeyde hene. Ev qisim alî kesên ciwan dike ku ew baweriya xwe qewîtir bikin û bielimin ku bi gotinên xwe cewaban bidin. Di dema îbadeta malbatê de, dê û bav û zarok dikarin vî qisimî lêkolîn bikin. Bi vî awayî, her kes wê bielime ku baweriya xwe bi zimanekî nerm û şîrîn biparêze.

17 Ciwanekî bi navê Meta dibêje ku hazirkirina ji berê ve çawa alî wî dike. Di dema îbadeta malbatê de, Meta û dê û bavê wî gelek caran li ser mijarên ku di dersê de dikarin derbas bibin, lêkolîn dikin. Ew dibêje: “Em li ser pirsên muhtemel difikirin, lêkolîn dikin, û prova dikin ku çawa cewabê bidin. Gava ez fehm dikim ku ez çima bi tiştekî bawer dikim, ez xwe rihet hîs dikim. Bi vî awayî, ji bo min hêsantir e ku ez bi nermî cewabê bidim.”

18. Li gor Kolosî 4:6, gerek em çawa xeber bidin?

18 Eger em tiştekî bi mantiq û bi zelalî şîrove bikin jî, dîsa jî hin kes wê gotinên me qebûl nekin. Lê xeberdana bi maqûlî û bi sernermî pir bifeyde ye (Kolosî 4:6 bixwîne). Gotinên me dişibin avêtina topekê. Em dikarin topekê bi nermî yan bi sertî ji kesekî re bavêjin. Gava em topê bi nermî bavêjin, lîstikvan bi rihetî dikare wê bigire û lîstikê dewam bike. Bi eynî awayî, eger em bi zimanekî nerm û xweş xeber bidin, kesên din wê hazir bin ku guhdariya me bikin û sohbetê dewam bikin. Helbet, eger yek bixwaze minaqeşe bike yan henekên xwe bi baweriya me bike, em ne mecbûr in cewaba wî bidin (Methelokên Silêman 26:4). Lê piraniya mirovan ne wisa ne. Ew hazir in ku guhdariya me bikin.

19. Gava em baweriya xwe diparêzin, çima gerek em bi nermî cewabê bidin?

19 Eşkere ye ku feydeya sernermiyê pir e. Gava tu cewabê didî pirsên zor yan rexneyan, ji Yehowa re dua bike û qewetê bixwaze, da ku tu sakîn bimînî. Ji bîr neke, sernermî rê li ber vekirina minaqeşeyan digire. Û cewabên te yên nerm û bihurmet dikarin li ser kesekî tesîr bikin ku ew nêrîna xwe ya di heqê me û rastiyên Kitêba Pîroz de biguherîne. Ji bo baweriya xwe, “hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin” kesên din, “lê vê yekê bi nermî û hurmetê bikin” (1. Petrûs 3:15, 16). Belê, bila sernermî hêza te be!

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

a Gava kesên din dixwazin me aciz bikin û hêrsa me rakin, em çawa dikarin baweriya xwe bi nermî biparêzin? Di vê meqaleyê de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

c Ji bo tewsiyeyên biqîmet, li ser jw.org li meqaleya bi navê “Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Hemcinsî Çi Dibêje?” binêre (bi Kurmanciya Qafkasyayê).

d Şîretên bifeyde li ser jw.org li bin rêzemeqaleyên “Pirsên Ciwanan” û “Pirsên Pir Tên Pirsîn” hene.