Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

Ciwanno – Hûn Jiyaneke Çawa Dixwazin?

Ciwanno – Hûn Jiyaneke Çawa Dixwazin?

“Wê … fêmdarî ji bo te bibe nobedar” (METHELOKÊN SILÊMAN 2:11, Mizgînî).

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”

PÊŞGOTIN a

1. Yoaş, Ûzziya û Yoşiya çi wezîfeya zehmet stand?

 XEYAL bike ku tu hê zarok yan ciwan î û dibî Padîşahê xelkê Xwedê! Teyê hêz û qeweta xwe çawa bi kar bianiya? Kitêba Pîroz behsa çend kesên ciwan dike, yên ku bûn padîşahên Cihûdayê. Mesela, Yoaş tenê 7 salî bû, Ûzziya 16 salî bû û Yoşiya 8 salî bû. Ev wezîfe ji bo wan barekî giran bû! Halê wan çi qas zehmet bû jî, Yehowa û kesên din alî wan dikir ku ew gelek tiştên baş bikin.

2. Çima bifeyde ye ku em bala xwe bidin serpêhatiyên Yoaş, Ûzziya û Yoşiya?

2 Em ne padîşah yan melîke ne, lê ji mîsalên Yoaş, Ûzziya û Yoşiya em dikarin hin tiştên biqîmet bielimin. Wan hem qerarên baş hem jî qerarên ne baş didan. Ji serpêhatiyên wan, emê bibînin ku çima gerek em hevalên baş hilbijêrin, dilnizm bimînin û nêzîktirî Yehowa bibin.

HEVALÊN BAŞ JI XWE RE HILBIJÊRE

Kesên ku Yoaş ji xwe re dikin mînak guh didin şîretên hevalên baş (Li paragrafên 3 û 7an binêre) c

3. Serokkahîn Yehoyada çawa alî Yoaş Padîşah dikir ku ew qerarên bihîkmet bide?

3 Wek Yoaş qerarên bihîkmet bide. Gava Yoaş Padîşah ciwan bû, bavê wî mir û Serokkahîn Yehoyada ew mezin dikir û di heqê Yehowa de dielimand. Yoaş yekî bihîkmet bû, çimkî wî guh dida şîretên Yehoyada. Ji ber mîsala Yehoyada, Yoaş qerar da ku ji Yehowa re xizmetê bike û alî xelkê bike ku ew jî ji Yehowa re xizmetê bikin. Wekî din, Yoaş îbadetgeha Yehowa tamîr kir (2. Dîrokan 24:1, 2, 4, 13, 14).

4. Çima lazim e ku em ji emrên Yehowa hez bikin û guh bidin wan? (Methelokên Silêman 2:1, 10-12)

4 Eger dê û bavê te yan kesekî din te hîn dikin ku tu ji Yehowa hez bikî û li gor standardên wî bijî, ev yek tiştekî pir biqîmet e (Methelokên Silêman 2:1, 10-12 ji wergera Mizgînî bixwîne). Dê û bav bi gelek awayan dikarin zarokên xwe perwerde bikin. Bavê xwişkeke bi navê Katya alî wê dikir ku ew qerarên baş bide. Her roja ku bavê wê ew dibir mektebê, wan bi hev re li ser ayeta rojê sohbet dikir. Katya dibêje: “Van sohbetan alî min dikir ku ez rewşên zehmet, ên ku di nava rojê de derdiketin holê, çareser bikim.” Belkî dê û bavê te qaîdeyan datînin û tu difikirî ku ev qaîde azadiya te bisînor dikin. Çi dikare alî te bike ku tu rêberiya wan a li gor Kitêba Pîroz qebûl bikî? Xwişkeke bi navê Anastasîya dibêje ku dê û bavê wê wext vediqetand, da ku sebebê qaîde û sînoran jê re şîrove bikin. Ew dibêje: “Bi vî awayî, min fehm dikir ku mexseda van qaîdeyan ne ew bû ku min kontrol bikin, lê min biparêzin, çimkî ew ji min hez dikin.”

5. Kirinên te wê li ser dê û bavê te û Yehowa çawa tesîr bikin? (Methelokên Silêman 22:6; 23:15, 24, 25)

5 Gava tu guh didî şîretên ji Kitêba Pîroz û wan tînî cih, dê û bavê te şa dibin. Ya muhîmtir jî ev e ku Xwedê wê şa bibe û dostaniya te ya bi wî re wê qewîtir bibe (Methelokên Silêman 22:6; 23:15, 24, 25 ji wergera Mizgînî bixwîne). Ma ev ne sebebên baş in ku tu ji mîsala Yoaş – gava ew ciwan bû – hîn bibî?

6. Piştî mirina Yehoyada, Yoaş guh dida şîretên kê, û netîce bû çi? (2. Dîrokan 24:17, 18)

6 Ji qerarên nebaş ên Yoaş hîn bibe. Piştî mirina Yehoyada, Yoaş hevalên nebaş ji xwe re hilbijartin (2. Dîrokan 24:17, 18 bixwîne). Wî qerar da ku guh bide serokên Cihûdayê, yên ku ji Yehowa hez nedikir. Eger Yoaş ji wan xêrnexwazan dûr bisekiniya, wê baştir bûya (Methelokên Silêman 1:10). Mixabin, wî guh da şîretên wan ên nebaş. Gava pismamê Yoaş Zekerya xîret dikir ku wî vegerîne ser riya rast, Yoaş ew da kuştin (2. Dîrokan 24:20, 21; Metta 23:35). Çi xerabî û ehmeqiyeke mezin! Yoaş di destpêka jiyana xwe de yekî baş bû, lê paşê ew bû yekî serhildêr û mêrkuj. Dawiya dawî, xulamên wî ew kuşt (2. Dîrokan 24:22-25). Eger wî guh bidaya Yehowa û kesên ku ji Yehowa hez dikir, jiyana wî wê çi qas cuda bûya! Ji mîsala Yoaş, tu dikarî çi bielimî?

7. Gerek tu hevalên çawa ji xwe re hilbijêrî? (Li resim jî binêre.)

7 Serpêhatiya Yoaş nîşan dide ku gerek em ji xwe re hevalên ku ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî xweş bikin hilbijêrin. Hevalên wisa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me ciwantir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada pir ciwantir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min qewîtir bibe? Gelo ew min teşwîq dikin ku ez li gor qanûn û prensîpên Xwedê bijîm? Gelo ew behsa Yehowa û rastiyên wî yên biqîmet dikin? Gelo ew tenê tiştên ku ez dixwazim bibihîzim dibêjin, yan jî eger lazim be, gelo ew şaşiya min li rûyê min dibêjin?” (Methelokên Silêman 27:5, 6, 17). Ya rast, hevalên ku ji Yehowa hez nakin ji te re ne lazim in. Lê hevalên ku ji Yehowa hez dikin pir biqîmet in, çimkî ewê li ser te baş tesîr bikin (Methelokên Silêman 13:20).

8. Eger em medyaya sosyal bi kar tînin, gerek em li ser çi bifikirin?

8 Medyaya sosyal fersendên baş didin me ku em bi malbat û hevalên xwe re eleqedar bibin. Lê bi saya medyaya sosyal, gelek kes dixwazin bi resim û vîdeoyên li ser tiştên ku dikin yan dikirin xwe bixin çavên kesên din. Eger tu medyaya sosyal bi kar tînî, ji xwe bipirse: “Gelo niyeta min ew e ku ez bikevim çavên kesên din? Gelo ez dixwazim dilê kesên din xweş bikim yan jî bala her kesî bikişînim ser xwe? Gelo ez îznê didim kesên din ku ew bi awayekî xerab li ser fikir, gotin û kirinên min bandor bikin?” Birayê Nathan Knorr, ê ku endamekî Koma Rêberiyê bû, ev şîret da: “Hewl nedin ku hûn dilê mirovan xweş bikin. Eger hûn wisa bikin, hûnê dilê tu kesî xweş nekin. Dilê Yehowa xweş bikin, û bi vî şeklî hûnê dilê hemû kesên ku ji Yehowa hez dikin xweş bikin.”

GEREK EM DILNIZM BIMÎNIN

9. Yehowa alî Ûzziya kir ku ew çi bike? (2. Dîrokan 26:1-5)

9 Wek Ûzziya qerarên baş bide. Ûzziya Padîşah di ciwaniya xwe de dilnizm bû. Ew “li XUDAN digeriya”. Di piraniya 68 salên emrê xwe de, wî bereketa Yehowa didît (2. Dîrokan 26:1-5 bixwîne). Ûzziya li hemberî gelek dijminên miletê Xwedê bi ser ket û parastina Orşelîmê xurttir kir (2. Dîrokan 26:6-15). Bê şik Ûzziya şikirdar bû ku ew bi alîkariya Xwedê serkeftî bû (Waiz 3:12, 13).

10. Çi hat serê Ûzziya?

10 Ji qerarên nebaş ên Ûzziya hîn bibe. Ji ber ku Ûzziya Padîşah bû, ji bo wî tiştekî normal bû ku fermanê bide kesên din. Ji ber vê yekê, belkî ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema wisa jî bike. Rojekê, Ûzziya derbasî îbadetgehê bû û bi quretî xwest ku bixûrê li ser qurbangehê bişewitîne. Lê îzna padîşahan tune bû ku vê yekê bikin (2. Dîrokan 26:16-18). Serokkahîn Azarya xîret kir ku rê li ber wî bigire, lê belê Ûzziya pir hêrs ket. Mixabin, Ûzziya dilsoz nema û Yehowa ew bi cuzamê ceza kir (2. Dîrokan 26:19-21). Eger ew dilnizm bimaya, jiyana wî wê baştir bûya!

Li şûna ku em ji bo serkeftinên xwe fort û pesnê xwe bidin, gerek em rûmetê bidin Yehowa (Li paragrafa 11an binêre) d

11. Çi dikare alî me bike ku em dilnizm bimînin? (Li resim jî binêre.)

11 Gava Ûzziya biqewet bû, wî ji bîr kir ku Çavkaniya hêz û dewlemendiya wî Yehowa bû. Dersa ji bo me çi ye? Gerek em qet ji bîr nekin ku bereket û îmtiyazên me ji Yehowa tên. Li şûna ku em ji bo serkeftinên xwe fort û pesnê xwe bidin, gerek em rûmetê bidin Yehowa b (1. Korîntî 4:7). Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku em qisûrdar in û carinan şîret ji me re lazim in. Birayekî di ser 60î re nivîsand: “Ez hîn bûm ku divê ez xwe zêde muhîm nebînim. Gava kesên din ji min re dibêjin ku min şaşiyek kiriye, ez xîret dikim ku bêm ser hişê xwe û di xizmeta Yehowa de bi pêş ve herim.” Belê, eger em guh bidin Yehowa û dilnizm bimînin, emê jiyaneke xweş û bextewar derbas bikin (Methelokên Silêman 22:4).

NÊZÎKTIRÎ YEHOWA BIBE

12. Gava Yoşiya ciwan bû, ew çawa li Yehowa digeriya? (2. Dîrokan 34:1-3)

12 Wek Yoşiya qerarên baş bide. Gava Yoşiya li Yehowa digeriya, ew hê ciwan bû. Wî dixwest li ser Yehowa bielime û li gor daxwaza wî bijî. Lê belê, jiyana vî padîşahê ciwan ne hêsan bû. Wê demê, piraniya xelkê ji îlahên sexte re îbadet dikir. Loma lazim bû ku Yoşiya dilxurt be, da ku îbadeta rast biparêze. Û wî eynî wisa kir! Berî ku ew bû 20 salî, wî welatê xwe ji îbadeta sexte paqij kir (2. Dîrokan 34:1-3 bixwîne).

13. Eger tu jiyana xwe bidî destê Yehowa, jiyana te wê çawa be?

13 Mîna Yoşiya, kesekî ciwan jî dikare li ser Yehowa û sifetên wî yên biqîmet zêde bielime. Eger tu wisa bikî, tuyê bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa. Ev yek wê çawa tesîrê li jiyana te bike? Luke, yê ku di 14 saliya xwe de bin av bû, di roja sonda xwedayînê de wisa got: “Ji niha û pê ve, berî her tiştî ezê bala xwe bidim xizmeta Yehowa û xîret bikim ku dilê wî xweş bikim” (Marqos 12:30). Eger tu wisa bikî, tuyê gelek bereketan bistînî!

14. Hin kesên ciwan çawa Yoşiya Padîşah ji xwe re dikin mînak?

14 Ciwanên me rastî çi zor û zehmetiyan tên? Johan, ê ku di 12 saliya xwe de bin av bû, dibêje ku hevaldersên wî zor dida wî ku ew cixareya elektronîk bikişîne. Çi alî wî dikir ku ew nekeve ber bayê wan? Johan dianî bîra xwe ku cixare dikare zerarê bide hem siheta wî hem jî dostaniya wî ya bi Yehowa re. Rachel, a ku di 14 saliya xwe de bin av bû, şîrove dike ku ew çawa ji heqê zehmetiyên li mektebê derdikeve. Ew dibêje: “Ez bala xwe didim tiştên ku Kitêba Pîroz û Yehowa tînin bîra min. Mesela, carinan dersa tarîxê serpêhatiyeke Kitêba Pîroz yan wehdeke Xwedê tîne bîra min. Yan jî, gava ez bi hevaldersekî xwe re xeber didim, ez difikirim ku kîjan ayetê jê re bixwînim.” Eger zor û zehmetiyên te ji yên Yoşiya Padîşah cuda bin jî, tu dikarî mîna wî qerarên bihîkmet bidî û ji Yehowa re dilsoz bimînî. Meseleyên ku tu di ciwaniya xwe de çareser dikî, wê te ji bo pêşerojê hazir bikin.

15. Çi alî Yoşiya dikir ku ew bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bike? (2. Dîrokan 34:14, 18-21)

15 Gava Yoşiya Padîşah 26 salî bû, wî dest bi tamîrkirina îbadetgehê kir. Di wexta wî karî de, kitêba Qanûna Yehowa hat dîtin. Dema ku padîşah bihîst ku tê de çi hatiye nivîsandin, wî di cih de xwest li gor gotinên wê hereket bike (2. Dîrokan 34:14, 18-21 bixwîne). Belkî tu xîret dikî ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî. Gelo kêfa te ji xwendina Kitêba Pîroz re tê? Gelo tu ji xwe re ayetên ku wê alî te bikin, not dikî? Luke, yê ku jê hat behskirin, nuqteyên balkêş di defterekê de dinivîse. Eger tu jî tiştekî wisa bikî, tuyê ayet yan fikrên balkêş ji bîr nekî. Her ku tu di heqê Kitêba Pîroz de bielimî û jê hez bikî, tuyê bixwazî zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikî. Û çawa ku Peyva Xwedê alî Yoşiya Padîşah dikir ku ew ya rast bike, ewê alî te jî bike.

16. Yoşiya çima şaşiyeke giran kir, û dersa ji bo me çi ye?

16 Ji qerara nebaş a Yoşiya hîn bibe. Gava Yoşiya nêzîkî 39 salî bû, şaşiyeke wî bû sebebê mirina wî. Li şûna ku ew ji Yehowa rêberiyê bixwaze, wî bi ya xwe kir (2. Dîrokan 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê ji xwe re derxin. Gerek em her tim li Yehowa bigerin – ferq nake ku em çend salî ne yan jî çi qas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Yanî, em her roj ji bo rêberiya Yehowa dua dikin, Peyva wî dixwînin, li ser wê kûr difikirin û guh didin şîretên ji xwişk û birayên gihîştî. Bi vî awayî, emê şaşiyên mezin kêmtir bikin û bêtir dilxweş bibin (Aqûb 1:25).

JIYANA TE DIKARE XWEŞ BIBE

17. Em ji jiyana her sê padîşahên Cihûdayê çi dielimin?

17 Di wexta ciwaniyê de, di destê mirov de gelek rê û fersend hene. Serpêhatiyên Yoaş, Ûzziya û Yoşiya nîşan didin ku kesên ciwan dikarin qerarên bihîkmet bidin û dilê Yehowa xweş bikin. Wek me dît, ji berê ve nayê zanîn ka netîce wê çi be. Dîsa jî, em dikarin qenciya van padîşahan ji xwe re bikin emsal û şaşiyên wan dubare nekin. Eger em wisa bikin, jiyana me wê xweş bibe.

Ji ciwaniya xwe ve, Dawid dostê Yehowa bû. Xwedê ji wî razî bû û jiyana wî xweş bû (Li paragrafa 18an binêre)

18. Kîjan serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de nîşan didin ku tu dikarî jiyaneke xweş derbas bikî? (Li resim jî binêre.)

18 Nivîsarên Pîroz behsa serpêhatiyên ciwanên din jî dike, yên ku bûn dostên Yehowa û jiyaneke xweş derbas kir. Mesela, Dawid di ciwaniya xwe de qerar da ku ji Xwedê re îbadetê bike û paşê bû padîşahekî dilsoz. Em dizanin ku wî carinan şaşî dikirin, lê dîsa jî Xwedê ew wek yekî dilsoz didît (1. Qiralan 3:6; 9:4, 5; 14:8). Eger tu li ser serpêhatiya Dawid lêkolîn bikî, mîsala wî wê dilê te xurt bike ku tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bikî. Yan tu dikarî li ser mîsala Marqos yan jî Tîmotêyos lêkolîn bikî. Ji ciwaniya xwe ve, wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Xwedê ji wan razî bû û ew dilxweş bûn.

19. Tu jiyaneke çawa dixwazî?

19 Qerara ku tu îro didî wê li ser pêşeroja te tesîr bike. Eger tu baweriya xwe bi Yehowa bînî û xwe nespêrî aqlê xwe, ewê alî te bike ku tu qerarên baş bidî (Methelokên Silêman 20:24). Tu dikarî bibî xwediyê jiyaneke xweş û bextewar. Ji bîr neke: Yehowa qîmetê dide tiştên ku tu ji bo wî dikî. Ma jiyaneke ji jiyana di xizmeta Yehowa de baştir heye?

KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me

a Ciwanno, Yehowa dizane ku carinan ne hêsan e ku hûn ya rast bikin û dostên wî bimînin. Hûn çawa dikarin qerarên bihîkmet bidin, da ku Bavê wê yê li ezmanan ji we razî be? Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin serpêhatiyên sê ciwanên ku bûn padîşahên Cihûdayê. Hûn ji qerarên wan dikarin çi bielimin?

b Li çarçoveya “Beware of the ‘Humble Brag’” binêre, ya ku li ser jw.org di vê meqaleyê de tê dîtin: “How Important Is Online Popularity?” (bi zimanê Îngilîzî).

c RESIM:: Xwişkeke gihîştî şîretê dide xwişkeke ciwan.

d RESIM:: Xwişkeke ku di komcivînê de wezîfeyekê pêşkêş dike, xwe dispêre Yehowa û paşê rûmetê dide wî.