Tewsiyeyên ji bo Lêgerînê
Çalakiyên ji bo Zarokan
Gerek dê û bav zarokên xwe di heqê Yehowa de hîn bikin (Efesî 6:4). Ji bo alîkariya dê û bavan, teşkîlata Yehowa gelek meqale, vîdeo û kilam weşandine. Hûn çawa dikarin zarokên xwe bi destê van tiştan perwerde bikin?
Malzemeyan bibînin. Li ser JW.ORG hûn dikarin hemû tiştên ku ji bo kesên ciwan hatine weşandin bibînin – di nav wan de vîdeo û tiştên nivîskî hene. a Ji bo dîtina van tiştan, peyva “Zarok” yan “Ciwan” di qutiya lêgerînê de binivîsin.
Malzemeyên herî baş hilbijêrin. Li bin qismê “Zarok”, hûn dikarin vîdeo, kilam û tiştên din, ên ku ji bo zarokên we minasib in, hilbijêrin.
Ji bo zarokên xwe wextê veqetînin. Vîdeo yan fealiyetên çapkirî ne tenê ji bo mijûlkirina zarokan bi kar bînin. Bi alîkariya van tiştan, bi zarokên xwe re sohbet bikin û alî wan bikin ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re ava bikin.
a Di JW Library® de hemû vîdeoyên ji bo ciwanan hene, lê fealiyetên nivîskî sînordar in.