Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

Tiştên ku Em ji Nameyên Petrûs Dielimin

Tiştên ku Em ji Nameyên Petrûs Dielimin

“Ez dixwazim hergav van bînim bîra we” (2. PETRÛS 1:12).

KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa

PÊŞGOTIN a

1. Demeke kin berî mirina Petrûsê şandî, Yehowa çi îmtiyaz da wî?

 PETRÛSÊ şandî gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Ew bi Îsa Mesîh re diçû xizmetê. Wî li cihên nû îşê mizgîndayînê bi pêş dixist. Paşê, ew bû endamekî koma rêberiyê. Berî mirina Petrûs, Yehowa zêdetir îş da wî. Piştî Mîladê di salên 62 heta 64an de, wî bi îlhama Yehowa du name nivîsandin. Em van nameyan wek kitêbên Yekem û Duyem Petrûs nas dikin. Petrûs hêvî dikir ku piştî mirina wî, ev her du name wê alî xizmetkarên Xwedê bikin (2. Petrûs 1:12-15).

2. Nameyên Petrûs çima ew qas muhîm bûn?

2 Dema ku xwişk û bira bi “ceribandinên cûr bi cûr xemgîn” dibûn, Petrûs nameyên xwe nivîsandin (1. Petrûs 1:6). Pêxemberên derewîn dixwest hînkirinên sexte û bêexlaqiyê derbasî civatê bikin (2. Petrûs 2:1, 2, 14). Piştî wexteke kin, xizmetkarên Xwedê yên ku li Orşelîmê dijiyan “dawiya her tiştî” dît – bajarê Orşelîmê û sîstema Cihûyan ji aliyê leşkerên Romayî ve hatin wêrankirin (1. Petrûs 4:7). Bê guman nameyên Petrûs alî xwişk û birayan dikir ku ew xwe ji bo tengasiyan hazir bikin û ji Yehowa re dilsoz bimînin. b

3. Çima gerek em li ser her du nameyên Petrûs lêkolîn bikin?

3 Petrûs nameyên xwe di sedsala yekê de ji xwişk û birayan re nivîsandin. Lê dîsa jî, Yehowa nameyên wî kirin qismekî Peyva xwe, da ku em jî bikaribin feydeyê jê bistînin (Romayî 15:4). Îro jî li her derê bêexlaqî belav bûye. Ji ber vê yekê, baweriya me tê ceribandin û ne ew qas hêsan e ku em ji Yehowa re xizmetê bikin. Wekî din, di demeke nêzîk de, tengasiya mezin wê dest pê bike. Di her du nameyên Petrûs de, şîretên pir muhîm hene. Ewê alî me bikin ku em li hêviya roja Xwedê bimînin, ji tirsa mirovan xelas bibin û ji dil ji hevdû hez bikin. Ji xeynî vê, hin şîret dikarin alî rîspiyan bikin ku ew şivantiya miyên Xwedê bikin.

“LI HÊVIYA ROJA YEHOWA BIN”

4. Li gor 2. Petrûs 3:3, 4, çi dikare baweriya me sist bike?

4 Gelek kes baweriya xwe bi soz û wehdên Kitêba Pîroz naynin. Ji ber ku em ji bo wexteke dirêj li benda dawiyê ne, carinan hinek kes qerfên xwe bi me dikin. Hinek kes jî dibêjin ku roja Xwedê wê tu caran neyê (2. Petrûs 3:3, 4 bixwîne). Eger em tiştên wisa li xizmetê, li cihê îş yan li malê bibihîzin, şik dikare bikeve dilê me û baweriya me dikare sist bibe. Gelo gotinên Petrûs çawa dikarin alî me bikin?

5. Çi wê alî me bike ku em bisebir li benda dawiya vê dinyayê bimînin? (2. Petrûs 3:8, 9)

5 Belkî hinek kes difikirin ku Yehowa helakkirina vê dinyaya xerab bi derengî dixe. Gotinên Petrûs tînin bîra me ku nêrîna Yehowa ya li ser wextê ji nêrîna mirovan pir cuda ye (2. Petrûs 3:8, 9 bixwîne). Ji bo Yehowa hezar sal mîna rojekê ne. Yehowa bisebir e û naxwaze ku kesek helak bibe. Lê gava roja wî bê, ev dinyaya xerab wê helak bibe. Îcar çi şerefeke mezin e ku di wexta mayî de, em dikarin xebera xêrê li seranserê dinyayê belav bikin.

6. Em çawa dikarin “li hêviya Roja Xwedê bin”? (2. Petrûs 3:11, 12)

6 Petrûs dilê me xurt dike ku em “li hêviya Roja Xwedê bin” (2. Petrûs 3:11, 12 bixwîne). Em çawa dikarin vê yekê bikin? Her roj dinyaya nû bînin ber çavê xwe û li ser sozên Xwedê kûr bifikirin. Xeyal bikin ku em hewayeke temîz distînin, xwarineke saxlem dixwin û bixêrhatina merivên xwe, yên ku ji mirinê hatine rakirin, dikin. Wekî din, li ser vê yekê bifikirin: Em kesên ku gelek salan berê li jiyanê bûn di heqê bicihhatina soz û wehdên Kitêba Pîroz de hîn dikin. Ev yek wê alî me bike ku em li hêviya roja Xwedê bimînin û bawer bin ku dinyaya nû nêzîk e. Em dizanin ku çi li benda me ye. Loma, gerek em “hay ji xwe hebin” ku bi elimandinên sexte neyên xapandin (2. Petrûs 3:17).

JI TIRSA MIROVAN XELAS BIBIN

7. Tirsa ji mirovan çawa dikare li ser me tesîr bike?

7 Ji ber ku em dizanin ku roja Yehowa nêzîk e, em bi xîret ji kesên din re behsa xebera xêrê dikin. Lê di hin rewşan de, cesareta me tune ye ku em wisa bikin. Belkî em ji gotin û hereketên kesên din ditirsin. Ev yek hat serê Petrûs. Di şeva berî mirina Îsa Mesîh de, Petrûs tirsiya ku xwe wek şagirtekî Îsa eşkere bike, û wî ew çend caran înkar kir (Metta 26:69-75). Lê paşê, Petrûs ji tirsa mirovan xelas bû û bi dilekî xurt got: “Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin” (1. Petrûs 3:14). Gotinên Petrûs nîşan didin ku em dikarin ji tirsa mirovan bifilitin.

8. Çi dikare alî me bike ku em ji kesên din netirsin? (1. Petrûs 3:15)

8 Çi dikare alî me bike ku em ji kesên din netirsin? Petrûs ji me re dibêje: “Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin” (1. Petrûs 3:15 bixwîne). Yanî, em dikarin bînin bîra xwe ku Îsa Mesîh Padîşahê me ye û qudreta wî pir mezin e. Eger em carinan biheyecan bin yan jî bitirsin ku ji kesekî re behsa xebera xêrê bikin, em dikarin li ser Padîşahiyê me bifikirin. Xeyal bikin ku ew li ser textê xwe rûniştiye û bi milyonan melek li derdora wî ne. Bînin bîra xwe ku ‘li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji wî re hatiye dayîn’ û ‘ew her dem heta dawiya dinyayê bi me re ye’ (Metta 28:18-20). Petrûs me teşwîq dike ku em ji bo parastina baweriya xwe her tim hazir bin. Li cihê kar, li mektebê yan jî li cihên din fersend dikeve destê me ku em mizgînê belav bikin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em ji berê ve bifikirin ku em kengê û çawa dixwazin tiştekî bibêjin. Emê ji bo cesaretê dua bikin û bawer bin ku Yehowa wê alî me bike ku em ji mirovan netirsin (Karên Şandiyan 4:29).

JI DIL JI HEVDÛ HEZ BIKIN

Petrûs şîreta Pawlos qebûl kir. Her du nameyên Petrûs zelal dikin ku gerek em ji xwişk û birayan re hezkirinê nîşan bidin (Li paragrafa 9an binêre)

9. Carekê, Petrûs ji xwişk û birayan re çima hezkirin nîşan neda? (Li resim jî binêre.)

9 Petrûs elimî ku ji kesên din re çawa hezkirinê nîşan bide. Wî jî ev gotinên Îsa Mesîh bihîstin: “Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin” (Yûhenna 13:34). Lê dîsa jî, ji ber ku ew ket bin bandora kesên din, wî red kir ku tevî xwişk û birayên ku ne Cihû bûn xwarinê bixwe. Pawlosê şandî got ku ev yek “durûtî” yê (Galatî 2:11-14). Petrûs şîreta Pawlos qebûl kir. Di her du nameyên xwe de, wî nivîsand ku gerek em hezkirinê ne tenê hîs bikin, lê nîşan bidin.

10. Em çawa dikarin ‘biraheziya bê durûtî’ nîşan bidin? (1. Petrûs 1:22)

10 Petrûs dibêje ku gerek ‘biraheziya me bê durûtî be’ (1. Petrûs 1:22 bixwîne). Eger em “bi ya rastiyê” bikin, emê ji xwişk û birayên xwe hez bikin. Mesela, rastiyek ew e ku Xwedê mirovan ji hev cihê nake (Karên Şandiyan 10:34, 35). Di civatê de, eger em ji hinekan re hezkirinê nîşan bidin û ji hinekan re na, bi eslê xwe ev yek tê maneya ku em guh nadin emrê Îsa Mesîh. Wek Îsa, helbet em jî xwe ji hinek xwişk û birayan nêzîktir hîs dikin (Yûhenna 13:23; 20:2). Lê Petrûs şîretê dide me ku gerek em “ji tevahiya koma xwişk û birayan hez bikin”, çimkî em hemû ferdên malbatekê ne (1. Petrûs 2:17).

11. Hezkirina jidil tê çi maneyê?

11 Petrûs got: “Ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin.” Yanî, çi qas zehmet be jî, gerek em ji her xwişk yan birayekî xwe re hezkirinê nîşan bidin. Mesela, eger birayek dilê me biêşîne, emê çi bikin? Di serî de, dibe ku em bixwazin heyfa xwe bistînin. Lê Petrûs ji Îsa Mesîh hîn bû ku Xwedê ji hal û hereketên wisa ne razî ye (Yûhenna 18:10, 11). Petrûs nivîsand: “Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin” (1. Petrûs 3:9). Eger hinek kesan dilê me êşandibin jî, hezkirina jidil alî me dike ku em ji wan re dilovan bin.

12. Hezkirina jidil alî me dike ku em çi bikin?

12 Di nameya xwe ya pêşîn de, Petrûs anî zimên ku hezkirina jidil wê alî me bike ku em ne tenê çend caran, lê gelek caran hevdû efû bikin (1. Petrûs 4:8). Belkî Petrûs anî bîra xwe ku berî çend salan, Îsa Mesîh li ser efûkariyê çi ders dabû wî. Wê çaxê, gava Petrûs anî zimên ku ewê birayê xwe “heta heft caran” efû bike, belkî wî xwe wek yekî pir efûkar didît. Lê Îsa Mesîh ji wî re got ku gerek ew birayê xwe heta 77 caran, yanî bê sînor bibexşîne (Metta 18:21, 22). Eger ji bo te zor e ku tu li gor vê şîretê hereket bikî, li ber xwe nekeve! Ji ber ku em hemû qisûrdar in, car caran li me zor tê ku em hevdû efû bikin. Lê gerek em çi ji destê me tê bikin ku xwişk û birayên xwe efû bikin û di nav xwe de aştiyê çêkin.

RÎSPÎNO, ŞIVANTIYA MIYÊN XWEDÊ BIKIN

13. Carinan çima ne hêsan e ku rîspî îşê şivantiyê bikin?

13 Bê şik, Petrûs qet ji bîr nekiribû ku Îsa Mesîh piştî rabûna xwe ji wî re çi gotibû: “Şivantiya miyên min bike” (Yûhenna 21:16). Rîspî dizanin ku gerek ew jî vê yekê bikin. Carinan ne hêsan e ku rîspî ji bo vê wezîfeya muhîm wextê veqetînin. Berî her tiştî, gerek rîspî debara mala xwe bikin, hizûra malê ava bikin û baweriya maliyên xwe xurttir bikin. Wekî din, ew di îşê belavkirina mizgînê de jêhatî ne û di civîn û komcivînan de gotar û wezîfeyan pêşkêş dikin. Hinek rîspî jî destekê didin Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re yan jî Departmana Proje û Avakirinê ya Herêmî. Rîspî bi rastî jî pir mijûl in!

Rîspiyên dilovan pir xîret dikin ku şivantiya miyên Xwedê bikin (Li paragrafên 14 û 15 binêre)

14. Çi dikare rîspiyan teşwîqî îşê şivantiyê bike? (1. Petrûs 5:1-4)

14 Petrûs ji rîspiyan re dibêje: “Şivantiya keriyê Xwedê … bikin” (1. Petrûs 5:1-4 bixwîne). Em dizanin ku rîspî ji xwişk û birayan hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Lê car caran ji ber ku rîspî ew qas mijûl in yan westiyayî ne, ew difikirin ku ew nikarin vê wezîfeyê bînin cih. Rîspî dikarin çi bikin? Xem û derdên xwe ji Yehowa re bibêjin. Petrûs nivîsand: “Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike” (1. Petrûs 4:11). Problemên xwişk û birayên me di vê dinyayê de belkî bi temamî neyên çareserkirin. Lê ji bîr nekin ku ‘Serokşivanê me’ Îsa ji her kesî çêtir dikare alî wan bike. Ew hem îro hem jî di dinyaya nû de dikare vê yekê bike. Xwedê ji rîspiyan dixwaze ku ew ji xwişk û birayan hez bikin, şivantiya wan bikin û “ji bo kerî bibin mînak”.

15. Rîspiyek çawa îşê şivantiyê dike? (Li resim jî binêre.)

15 Rîspiyekî bitecrûbe yê bi navê William dizane ku îşê şivantiyê çi qas muhîm e. Gava pandemiya koronavîrûsê dest pê kir, wî û rîspiyên din pir xîret dikir ku her hefte li halê xwişk û birayên di koma xwe de bipirsin. Ew şîrove dike: “Gelek xwişk û bira bi tena serê xwe di malê de bûn, û wan bi hêsanî dikaribû li ser tiştên xemgîn bifikiriya.” Gava halê kesên din nebaş be, William rind guhdariya wan dike, da ku fehm bike ku çi xem û derdên wan hene û ew hewceyî çi ne. Paşê, ji bo teşwîqkirina wan, ew xîret dike ku di malpera me de vîdeo yan weşanekê bibîne. Ew dibêje: “Îro îşê şivantiyê ji hemû demên berê zêdetir lazim e. Em bi xîreteke mezin alîkariya kesên din dikin ku ew Yehowa nas bikin. Bi eynî awayî, gerek em xîret bikin ku şivantiya miyên Yehowa bikin, da ku ew di rastiyê de bimînin.”

RÊ BIDIN KU YEHOWA PERWERDEYA WE TEMAM BIKE

16. Em çawa dikarin tiştên ku em ji her du nameyên Petrûs hîn bûn, bînin cih?

16 Me bala xwe da çend dersên ji her du nameyên Petrûs. Di kîjan warî de, tu dixwazî bi pêş ve herî? Mesela, belkî tu dixwazî hê zêdetir li ser bereketên di dinyaya nû de kûr bifikirî. Belkî tu dixwazî li cihê kar, li mektebê yan jî di jiyana rojane de ji kesekî re behsa mizgînê bikî. Belkî te rêyên nû dîtine ku hezkirina jidil ji xwişk û birayan re zêdetir nîşan bidî. Rîspî dikarin ji xwe re bikin hedef ku bi dil û can û bi xîret şivantiya miyên Yehowa bikin. Bi saya vê lêkolînê, belkî te çend qisûr û kêmasiyên xwe dîtin, lê cesareta xwe winda neke. Ji bîr neke ku Efendiyê me Îsa Mesîh dilovan e û ewê alîkariya te bike ku tu bi pêş ve herî (1. Petrûs 2:3). Petrûs ji me re dibêje: ‘Xwedê bi xwe wê me nûvejen bike’, yanî ewê perwerdeya me temam bike. Wekî din, ewê me ‘xurt bike, hêzdar bike û li ser bingehê qayîm bike’ (1. Petrûs 5:10).

17. Eger em dev ji xîreta xwe bernedin û rê bidin Yehowa ku ew me perwerde bike, netîce wê çi be?

17 Carekê, Petrûs xwe hêjayî dîtina Îsa Mesîh nedît (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs xîret dikir ku şagirtekî Îsa Mesîh bimîne. Di netîceyê de, Yehowa îzin da Petrûs ku ew bikeve “Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh” (2. Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin! Wek Petrûs, eger tu dev ji xîreta xwe bernedî û rê bidî ku Yehowa te perwerde bike, tuyê jî xelata jiyana bêdawî bi dest bixî. Paşê tuyê bigihîjî hedefa baweriya xwe, yanî xelasiya xwe (1. Petrûs 1:9).

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike

a Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku her du nameyên Petrûs çawa dikarin alî me bikin ku em di tengasiyan de tehemûl bikin. Wekî din, rîspî wê bielimin ku ew çawa dikarin mesûliyeta şivantiyê bînin cih.

b Berî ku Romayiyan di sala 66an de hicûmî Orşelîmê kir, bi îhtimaleke mezin xizmetkarên Xwedê yên li Filistînê her du nameyên Petrûs standibûn.