Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

Wek Şîmşon, Xwe Bispêre Yehowa

Wek Şîmşon, Xwe Bispêre Yehowa

“Ya Xudan, XUDAN, ez lava dikim, min di bîra xwe de bîne … min xwurt bike” (SERWERAN 16:28).

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

PÊŞGOTIN a

1-2. Çima bifeyde ye ku em li ser serpêhatiya Şîmşon lêkolîn bikin?

 GAVA tu navê Şîmşon dibihîzî, gelo çi tê bîra te? Bi îhtimaleke mezin, qeweta wî ya ecêb tê bîra te. Lê carekê Şîmşon ji ber qerareke nebaş êşeke pir mezin kişand. Dîsa jî, Yehowa bala xwe dida dilsoziya Şîmşon û serpêhatiya wî ji bo feydeya me daye nivîsandin.

2 Yehowa bi destê Şîmşon ji bo miletê xwe, yanî ji bo Îsraêliyan îşên mezin dikirin. Bi sedsalan piştî mirina Şîmşon, Yehowa îlham da Pawlosê şandî ku navê Şîmşon di nav rêza zilamên bawermend de binivîse (Îbranî 11:32-34). Mîsala Şîmşon dikare qewetê bide me. Heta di rewşên zehmet de jî, wî xwe dispart Yehowa. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em ji Şîmşon dikarin çi bielimin û mîsala wî çawa dikare dilê me xurt bike.

ŞÎMŞON XWE DISPART YEHOWA

3. Şîmşon çi wezîfe stand?

3 Gava Şîmşon hat dinyayê, Filîstiyan li ser Îsraêliyan hukimdarî dikir û zilm li wan dikir (Serweran 13:1). Ji ber vê yekê, Îsraêliyan gelek êş dikişand. Yehowa Şîmşon hilbijart ku Îsraêliyan ji destê Filîstiyan xelas bike (Serweran 13:5). Çi wezîfeyeke zehmet! Ji bo bicihanîna vê wezîfeya zor, lazim bû ku Şîmşon xwe bispêre Yehowa.

Şîmşon xwe dispart Yehowa û hazir bû ku li gor rewşa nû hereket bike. Ji bo kirina daxwaza Yehowa, wî tiştê ku li ber destê wî hebû, bi kar anî (Li paragrafên 4 û 5an binêre)

4. Yehowa çawa alî Şîmşon kir ku ew xwe ji destê Filîstiyan bifilitîne? (Serweran 15:14-16)

4 Emê niha bibînin ku Şîmşon çawa xwe dispart Yehowa û alîkariya wî qebûl dikir. Carekê, leşkerên Filîstiyan hatibûn Lehiyê, da ku Şîmşon bigirin. Zilamên Cihûdayê tirsiyan û qerar da ku Şîmşon bidin destê dijminan. Wan Şîmşon bi du benan girêdan û teslîmî Filîstiyan kir (Serweran 15:9-13). Lê belê, “ruhê XUDAN bihêz hate ser” Şîmşon û wî destê xwe vekir. Paşê wî ‘hestiyê çeneya kerekî ya teze dît’, ew hilda û bi wî 1.000 zilamên Filîstî kuştin! (Serweran 15:14-16 bixwîne).

5. Şîmşon çawa nîşan da ku ew xwe dispêre Yehowa?

5 Bi eslê xwe, hestiyê çeneya ker ne çek û sîleheke ji bo şer bû. Gelo Şîmşon çima ew bi kar anî? Bê guman Şîmşon dizanibû ku serkeftina wî ne bi çekekê, lê bi Yehowa ve girêdayî bû. Vî zilamê bawermend ji bo ku li gor daxwaza Yehowa hereket bike, tiştekî ku li ber destê wî hebû, bi kar anî. Belê, ji ber ku Şîmşon xwe dispart Yehowa, ew bi serkeftineke mezin hat bibereketkirin.

6. Gava em wezîfeyên xwe tînin cih, em ji Şîmşon dikarin çi bielimin?

6 Bi qeweta Yehowa, em jî dikarin wezîfeyên xwe bînin cih, heta eger ew bêîmkan xuya bikin jî. Carinan Xwedê bi awayekî ku em ne li bendê ne alî me dike. Mîna Şîmşon, em bawer in ku Yehowa wê alî me bike ku em daxwaza wî pêk bînin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her tim xwe bispêrin alîkariya Xwedê (Methelokên Silêman 16:3).

7. Çima muhîm e ku em li rêberiya Yehowa bigerin? Mîsaleke bide.

7 Gelek xwişk û birayên ku di projeyên avakirina avahiyên teşkîlatê de dixebitin nîşan daye ku ew xwe dispêrin Yehowa. Di demên berê de, Salonên Îbadetê û avahiyên din bi gelemperî nû dihatin avakirin. Lê ji ber ku teşkîlata Yehowa her ku diçe mezintir dibe, lazim bû ku ev rê û metod bê guhertin. Birayên mesûl ji bo rêberiya Yehowa dua dikir û xîret dikir ku rê û metodên nû biceribînin. Mesela, avahî dihatin kirîn û tamîrkirin. Robert, ê ku li seranserê dinyayê di gelek projeyên avakirinê de alîkarî kiriye, wisa dibêje: “Di serî de, ev rê û metodên nû li hin kesan zor dihatin. Di salên berê de, me ev îş bi awayekî din dikir. Lê xwişk û bira hazir bûn ku hînî guhertinên nû bibin, û xuya bû ku Yehowa ev guhertin bibereket dikirin.” Ev mîsal jî nîşan dide ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike, da ku daxwaza wî pêk bînin. Carinan gerek em ji xwe bipirsin: “Gelo ez li rêberiya Yehowa digerim? Gelo ez hazir im ku guhertinan bikim, da ku ez bi awayê herî baş ji Yehowa re xizmetê bikim?”

ŞÎMŞON ALÎKARIYA KU YEHOWA DIDA WÎ QEBÛL DIKIR

8. Carekê gava Şîmşon pir tî bû, wî çi kir?

8 Li gor Kitêba Pîroz, Şîmşon tiştên din jî kirin. Mesela, wî tenê bi qeweta destan şêrek kuşt û paşê 30 zilamên Filîstî li Aşkelonê kuştin (Serweran 14:5, 6, 19). Şîmşon dizanibû ku bê alîkariya Yehowa, ew tu caran nikare tiştên wisa mezin bike. Carekê ev yek xuya bû. Piştî ku wî 1.000 Filîstî kuştin, ew zehf tî bû. Gelo wî çi kir? Li şûna ku ew bi tena serê xwe li çareyekê bigire, wî ji Yehowa alîkarî xwest (Serweran 15:18).

9. Yehowa çawa cewab da hawara Şîmşon? (Serweran 15:19)

9 Yehowa hawara Şîmşon bihîst û bi mucîzeyekê kaniyeke avê peyda kir. Gava Şîmşon jê vexwar, “ruhê wî zivirî û vejiya” (Serweran 15:19 bixwîne). Piştî salan, gava Samûyêl pêxember kitêba Serweran nivîsand, ev kaniya nû hê hebû. Dema ku Îsraêliyan didît ku av diherike, belkî ev yek dihat bîra wan: Eger ew xwe bispêrin Yehowa, ewê hewcedariyên xizmetkarên xwe yên dilsoz di wexta rast de tedarek bike.

Gava Şîmşon ava ku Yehowa da wî vexwar, ew biqewet bû. Mîna Şîmşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me qebûl dikin, baweriya me qewîtir dibe (Li paragrafa 10an binêre)

10. Ji bo ku em ji Yehowa alîkariyê bistînin, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)

10 Gerek em jî ji bo alîkariyê berê xwe bidin Yehowa Xwedê – ferq nake ku em bihuner in yan jî me heta niha di xizmeta wî de çi kiriye. Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku serkeftina rastîn tenê bi alîkariya Yehowa mumkin e. Gava Şîmşon ava ku Yehowa da wî vexwar, ew dîsa biqewet bû. Mîna Şîmşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me qebûl dikin, baweriya me qewîtir dibe (Metta 11:28).

11. Em çawa dikarin xwe bi temamî bispêrin alîkariya Yehowa? Mîsalekê bide.

11 Ka bala xwe bide mîsala birayê me Aleksey, ê ku li Rûsyayê rastî zilm û zordariyê hat. Çi alî wî dikir ku ew di rewşên pir zehmet de dilsoz bimîne? Ew û xanima xwe her roj bala xwe didin tiştên ruhî. Ew dibêje: “Ez xîret dikim ku lêkolîna şexsî bikim û Kitêba Pîroz her roj bixwînim. Her sibeh, ez û xanima xwe li ser ayeta rojê sohbetê dikin û bi hev re ji Yehowa re dua dikin.” Em ji vê mîsalê çi dielimin? Li şûna ku em bi xwe bawer bin, gerek em xwe bispêrin Yehowa. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her roj baweriya xwe ava bikin. Mesela, bi destê duakirinê, lêkolîna Kitêba Pîroz, çûyîna civînan û derketina xizmetê. Paşê, Yehowa wê alîkariya lazim bide me, da ku em her tim ji wî re xizmetê bikin. Çawa ku wî qewet dida Şîmşon, ewê qewetê bide me jî.

ŞÎMŞON DEV JI XIZMETA YEHOWA BERNEDIDA

12. Şîmşon kîjan qerara nebaş da, û ev qerar çawa ji yên berê cuda bû?

12 Şîmşon mîna me yekî qisûrdar bû. Loma, wî car caran qerarên nebaş didan. Bi xisûsî ji ber qerareke nebaş gelek tiştên xerab hatin serê wî. Hinek wext piştî ku Şîmşon wek hakim xizmet dikir, wî “di newala Sorekê de ji pîrekekê hez kir û navê wê Delîla bû” (Serweran 16:4). Berî hingê, Yehowa îzin da Şîmşon ku bibe dergistiyê jineke Filîstî, çimkî ew “li dijî Filistiyan li fersendê digeriya”. Paşê, Şîmşon li bajarê Filîstiyan Gaza li mala fahîşeyekê ma. Wê demê, Xwedê hêz da Şîmşon ku ew deriyên dergehê bajêr hilde û bibe cihekî dûr, da ku parastina bajêr sist bibe (Serweran 14:1-4; 16:1-3). Lê belê, eleqeya wî ya bi Delîlayê re cuda bû, çimkî ew Îsraêlî bû û vê yekê fersend nedida wî ku li dijî Filîstiyan şer bike.

13. Delîlayê çi anî serê Şîmşon?

13 Delîlayê ji Filîstiyan gelek pere qebûl kir, da ku Şîmşon bixapîne û bide destê wan. Belkî ji ber eşq û evîna xwe, ew pê nehesiya ku niyeta wê xerab e. Delîlayê gelek caran zor dida wî ku ew çavkaniya qeweta xwe eşkere bike. Dawiya dawîn, wî sira xwe jê re vekir. Mixabin, şaşiya Şîmşon bû sebeb ku wî hêza xwe winda kir û ji bo wextekê, Xwedê ji wî ne razî bû (Serweran 16:16-20).

14. Ji ber ku Şîmşon baweriya xwe bi Delîlayê anî, çi hat serê wî?

14 Şîmşon ji Yehowa zêdetir baweriya xwe bi Delîlayê anî. Di netîceyê de, wî gelek êş û jan kişand. Filîstiyan ew girt û çavên wî kor kirin. Wan ew bir girtîgeha li Gazayê, bajarê ku ji aliyê wî ve hatibû biçûkxistin. Li wir, wî bi koletî genim dihêrand. Paşê, Filîstiyan eyd û cejneke xwe pîroz kir. Wan ji îlahê xwe Dagon re qurbaneke mezin pêşkêş kir, çimkî wan bawer dikir ku wî Şîmşon daye destê wan. Wan Şîmşon ji girtîgehê derxist û bir cihê şahiyê, da ku qerf û henekên xwe bi wî bikin û “kêfxweş” bibin (Serweran 16:21-25).

Yehowa hêz da Şîmşon ku ew hukmê wî yê li dijî Filîstiyan bîne cih (Li paragrafa 15an binêre)

15. Şîmşon çawa nîşan da ku wî xwe dîsa dispart Yehowa? (Serweran 16:28-30) (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

15 Şîmşon şaşiyeke giran kir, lê dîsa jî dev ji xizmeta Yehowa berneda. Ew li fersendê digeriya ku li dijî Filîstiyan şer bike, çimkî Yehowa ev wezîfe dabû wî (Serweran 16:28-30 bixwîne). Şîmşon ji Yehowa lava kir ku ew wî xurt bike, da ku ew ji Filîstiyan heyfa xwe bistîne. Yehowa duaya wî qebûl kir û hêzeke mezin da wî. Di netîceyê de, Şîmşon vê carê ji berê zêdetir Filîstî kuştin.

16. Em dikarin ji şaşiya Şîmşon çi bielimin?

16 Şîmşon her çi qas ji ber şaşiya xwe pir êş û elem kişand jî, wî dev ji xîreta xwe berneda ku li gor daxwaza Yehowa hereket bike. Eger em şaşiyekê bikin û bên terbiyekirin yan jî îmtiyazeke xwe winda bikin, gerek em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Ji bîr nekin, Yehowa hazir e ku me efû bike (Zebûr 103:8-10). Tevî şaşiyên me, mîna Şîmşon, Yehowa dikare qewetê bide me ku em daxwaza wî pêk bînin.

Şîmşon ji ber şaşiya xwe pir xemgîn bû, lê wî dev ji xizmeta Yehowa bernedida – gerek em jî mîna wî bikin (Li paragrafên 17 û 18an binêre)

17-18. Mîsala Michael çawa cesaretê dide me? (Li resim jî binêre.)

17 Ka bala xwe bide mîsala birayekî ciwan ê bi navê Michael. Ew bi xizmeta ji Yehowa re mijûl dibû. Wî wek alîkarê xizmetê û pêşengê daîmî xizmet dikir. Mixabin, wî şaşiyek kir û ji ber vê yekê, îmtiyazên xwe yên di civatê de winda kirin. Ew dibêje: “Heta wê demê, ez bi xizmeta ji Yehowa re pir mijûl dibûm. Paşê, çi heyf e ku tu dibê qey ez li dîwarekî qelibîm. Fikra ku Yehowa wê terka min bide qet nehat hişê min. Lê min ji xwe dipirsî ka dostaniya min ya bi Yehowa re wê rojekê wek berê xurt bibe. Û min meraq dikir ka ezê dîsa bi qasî berê di civatê de xizmetê bikim.”

18 Michael dev ji xizmeta Yehowa berneda. Ew dibêje: “Min pir xîret dikir ku ez dîsa nêzîktirî Yehowa bibim. Loma min her roj ji Yehowa re dua dikir û dilê xwe jê re vedikir, lêkolîn dikir û kûr difikirîm.” Bi zeman re, Michael îmtiyazên xwe dîsa standin. Ew niha wek rîspî û pêşengê daîmî xizmetê dike. Ew dibêje: “Bi xisûsî rîspiyan alîkariya min kir û ez teşwîq kirim. Wisa min fehm kir ku Yehowa hê ji min hez dike. Ez bi wijdanekî rihet dîsa dikarim di civatê de xizmetê bikim. Ez ji vê tecrûbeyê hînî tiştekî bûm: Yehowa wê her kesê ku ji dil tobedar e efû bike.” Eger me şaşiyek kiribe jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê me bi kar bîne û bibereket bike. Ji bo vê yekê, gerek em çi ji destê me tê bikin ku rêya xwe rast bikin û dîsa xwe bispêrin Yehowa (Zebûr 86:5; Methelokên Silêman 28:13).

19. Mîsala Şîmşon çawa dilê te xurt kir?

19 Di vê meqaleyê de, me bala xwe da çend serpêhatiyên balkêş ên di jiyana Şîmşon de. Ew ne yekî bêqisûr bû. Lê wî bixîret hewl dida ku ji Yehowa re xizmetê bike, heta piştî şaşiya bi Delîlayê re jî. Û Yehowa terka wî neda. Xwedê dîsa qewet da Şîmşon ku ew daxwaza wî bîne cih. Yehowa ew hê jî wek zilamekî bawermend didît û navê wî kir lîsteya kesên dilsoz, ên ku di Îbranî beşa 11an de hatine nivîsandin. Belê, Bavê me yê li ezmanan pir ji me hez dike û di rojên zehmet de, pir dixwaze qewetê bide me! Ev yek dilê me rihet dike. Mîna Şîmşon, ji Yehowa rica bikin: “Min di bîra xwe de bîne … min xwurt bike” (Serweran 16:28).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

a Gelek kesan navê Şîmşon bihîstiye. Serpêhatiya wî di lîstik, stran û fîlman de hatiye pêşkêşkirin. Lê belê, serpêhatiya wî ne tenê çîrokeke balkêş e. Ji vî zilamê bawermend, em dikarin gelek tiştan bielimin.