MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40
Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
“Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im”(LÛQA 5:8).
KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike
PÊŞGOTIN a
1. Piştî ku Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs kir, wî çi hîs kir?
PETRÛS temamiya şevê kir û nekir tu masî negirt. Îsa Mesîh ji wî re got: “Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan” (Lûqa 5:4). Petrûs bi şik bû, lê dîsa jî wî bi ya Îsa Mesîh kir. Wî û hevalkarên xwe ew qas masî girtin ku torên wan dest bi qetandinê kir. Gava wan fehm kir ku Îsa mucîzeyek kiriye, ew ji vê yekê re heyran man. Petrûs got: “Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im” (Lûqa 5:6-9). Wisa xuya ye ku Petrûs xwe hêja nedidît ku li ba Îsa be.
2. Çima bifeyde ye ku em bala xwe bidin mîsala Petrûs?
2 Petrûs rast got – ew “mirovekî gunehkar” bû. Ew carinan ji gotin û kirinên xwe poşman dibû. Gelo tu jî carinan xwe wisa hîs dikî? Gelo tu li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe yan jî daxwazên şaş micadele dikî? Eger wisa be, mîsala Petrûs dikare hêvî û cesaretê bide te. Ka bifikire: Kêmasiyên Petrûs dikaribû bi hêsanî ji Kitêba Pîroz bihatana derxistin. Lê belê, Yehowa ew dan nivîsandin, da ku em ji wan bielimin (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Petrûs mirovekî mîna me bû. Ji mîsala wî, emê bibînin ku Yehowa bêqisûriyê ji me naxwaze. Ew dixwaze ku em li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikin û dev ji xîreta xwe bernedin.
3. Çima gerek em dev ji xîreta xwe bernedin?
3 Çima muhîm e ku em dev ji xîreta xwe bernedin? Gotinek dibêje ku ceribandin mirovan dike hoste. Mesela, ji bo ku kesek hînî lêdana sazê bibe, bi salan wext jê re lazim e. Di dema hînbûnê de, ew gelek şaşiyan dike, lê eger ew her tim prova bike, ewê bi pêş ve here. Heta eger ew bibe hoste jî, dibe ku ew şaşiyan bike. Lê dîsa jî, ew dev ji xîreta xwe bernade. Ew vê hunera xwe bi dewamî ava dike. Mîna vê yekê, heta piştî ku em li hemberî qisûr û kêmasiyeke xwe bi ser bikevin jî, belkî em dîsa eynî şaşiyê bikin. Lê em xîret dikin ku bigihîjin hedefa xwe. Em carinan tiştekî dibêjin yan dikin û paşê jê poşman dibin. Lê eger em dev ji xîreta xwe bernedin, Yehowa wê alî me bike ku em bi pêş ve herin (1. Petrûs 5:10). Emê niha bala xwe bidin xîreta Petrûs. Her çi qas kêmasiyên Petrûs hebûn jî, Îsa Mesîh ji wî re dilovan bû. Ev yek dikare dilê me xurt bike ku em xizmeta Yehowa dewam bikin.
XÎRET Û BEREKET
4. Li gor Lûqa 5:5-10, Petrûs xwe çawa didît, lê Îsa Mesîh çawa dilê wî rihet kir?
4 Di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin ku Petrûs çima xwe wek “mirovekî gunehkar” bi nav kir (Lûqa 5:5-10 bixwîne). Lê belkî wî hin şaşiyên giran kiribûn û xwe bêqîmet didît. Haya Îsa Mesîh ji vê tirsa wî hebû û dizanibû ku Petrûs dîsa jî dikare dilsoz bimîne. Loma wî bi dilovanî ji Petrûs re got: “Netirse!” Gotinên Îsa Mesîh jiyana Petrûs ji serî heta binî guhert. Petrûs û birayê wî Endrawis dev ji îşê masîgiriyê berda û li pey Mesîh çûn (Marqos 1:16-18). Ji bo vê qerarê, wan bereketên mezin standin.
5. Ji ber ku Petrûs li ber xwe dida û li pey Îsa Mesîh diçû, wî çi bereket standin?
5 Petrûs bû şahidê gelek mucîzeyan. Wî dît ku Îsa Mesîh nexweş qenc dikirin, cin derdixistin û heta mirî jî radikirin b (Metta 8:14-17; Marqos 5:37, 41, 42). Wekî din, Petrûs bi mucîzeyekê dît ku di pêşerojê de, Îsa Mesîh wê wek Padîşahê Hukimdariya Xwedê çawa hukim bajo. Petrûs ev yek qet ji bîr nekir (Marqos 9:1-8; 2. Petrûs 1:16-18). Belê, eger Petrûs nebûya şagirtê Îsa, wîyê ev tişt qet nedîtana. Bê şik Petrûs gelek şa bû ku ew li hemberî fikrên reş û tarî bi ser ket û ev hemû bereket dîtin!
6. Çi nîşan dide ku Petrûs li hemberî qisûrên xwe pir micadele dikir?
6 Petrûs tiştên xweş dîtin û bihîstin. Lê dîsa jî, wî li hemberî qisûrên xwe micadele dikir. Mesela, Îsa Mesîh li ser xwe got ku li gor Nivîsarên Pîroz, ewê êşê bikişîne û bimire. Li ser vê yekê, Petrûs jê re got ku ev yek wê neyê serê wî (Marqos 8:31-33). Petrûs û şagirtên din gelek caran li ser pirsa ku di nav wan de yê herî mezin kî ye, minaqeşe dikir (Marqos 9:33, 34). Di şeva berî mirina Îsa Mesîh de, Petrûs bi hêrsokî hicûmî zilamekî kir û guhê wî jê kir (Yûhenna 18:10). Di eynî şevê de, Petrûs ji ber tirsa mirovan sê caran got ku ew Îsa nas nake (Marqos 14:66-72). Ev yek bû sebeb ku Petrûs bi dilekî şikestî giriya (Metta 26:75).
7. Piştî mirina Îsa Mesîh, çi fersend ket destê Petrûs?
7 Îsa Mesîh dev ji şandiyê xwe yê dilşikestî bernedida. Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî fersend da Petrûs ku ew hezkirina xwe nîşanî wî bide. Îsa ji Petrûs re got ku bila ew bi dilnizmî şivantiya miyên wî bike (Yûhenna 21:15-17). Petrûs ev yek qebûl kir. Di roja Pentîkostê de, ew li Orşelîmê bû û di nav kesên pêşîn de bû ku bi ruhê pîroz hatin hilbijartin.
8. Li Entakyayê, Petrûs çi şaşiya giran kir?
8 Piştî ku ew bû xizmetkarekî Xwedê yê hilbijartî, Petrûs hê jî li hemberî qisûrên xwe micadele dikir. Piştî Mîladê di sala 36an de, Xwedê Petrûs şand cem Kornêlyosê ku ne Cihû bû. Li wê derê, Xwedê Kornêlyos bi ruhê xwe yê pîroz hilbijart. Bi vî şeklî, Petrûs fehm kir ku mirovên ji hemû miletan li ber çavê Xwedê yek in, û ew jî dikarin bibin xizmetkarên wî (Karên Şandiyan 10:34, 44, 45). Piştî vê, Petrûs bi mirovên ji miletên din jî xwarin dixwar. Berî hingê, Petrûs wê tiştekî wisa qet nekira (Galatî 2:12). Lê belê, hin xizmetkarên Xwedê yên Cihû difikirîn ku gerek Cihû û xwişk û birayên ji miletên din bi hev re xwarinê nexwin. Gava hin ji wan Cihûyan hatin Entakyayê, Petrûs hew tevî xwişk û birayên ku ne Cihû bûn xwarin dixwar. Wî nedixwest xatir û qedrê xizmetkarên Xwedê yên Cihû bişikîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û li pêş hemûyan şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Tevî vê şaşiya giran jî, Petrûs dev ji xîreta xwe bernedida.
ÇI ALÎ PETRÛS DIKIR?
9. Petrûs dilsoziya xwe çawa nîşan da? (Yûhenna 6:68, 69)
9 Petrûs yekî dilsoz bû. Wî dev ji xîreta xwe bernedida. Carekê, gava Îsa Mesîh tiştek ji şagirtên xwe re got û wan fehm nekir, Petrûs dilsoziya xwe nîşan da (Yûhenna 6:68, 69 bixwîne). Gelek şagirtên Îsa bêyî ku li benda şîroveyekê bisekinin, berên xwe ji wî zivirandin. Lê Petrûs ev yek nekir, çimkî wî dizanibû ku “gotinên jiyana herheyî” tenê li cem Îsa Mesîh hene.
10. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku ew bi Petrûs bawer e? (Li resim jî binêre.)
10 Îsa Mesîh terka Petrûs nedida. Di şeva berî mirina xwe de, Îsa dizanibû ku Petrûs û şandiyên din wê wî bihêlin. Lê dîsa jî, Îsa bawer bû ku Petrûs wê dîsa vegere û dilsoz bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fehm dikir ku “ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e” (Marqos 14:38). Loma, piştî ku Petrûs ew înkar kir, Îsa ji wî nexeyîdî. Piştî rabûna xwe, Îsa ji Petrûs re xuya bû – bi îhtimaleke mezin Petrûs bi tena serê xwe bû (Marqos 16:7; Lûqa 24:34; 1. Korîntî 15:5). Bi vî awayî, Îsa dilê Petrûs ava kir!
11. Îsa Mesîh çawa baweriya Petrûs xurt kir ku Yehowa wê li wî xwedî derkeve?
11 Îsa Mesîh ji Petrûs re digot ku Yehowa wê destekê bide wî. Piştî rabûna ji mirinê, Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs û şandiyên din kir ku ew gelek masiyan bigirin (Yûhenna 21:4-6). Ji vê mucîzeyê, Petrûs fehm kir ku Yehowa wê hemû hewcedariyên wî tedarek bike. Wê çaxê, belkî ev gotinên Îsa hatin bîra wî: Yehowa wê li kesên ku “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” digerin xwedî derkeve (Metta 6:33). Ji ber vê yekê, Petrûs berî her tiştî bala xwe dida xizmetê, ne îşê masîgiriyê. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan de, wî alî hezaran kesan kir ku ew xebera xêrê qebûl bikin (Karên Şandiyan 2:14, 37-41). Paşê wî alî Sameriyan û kesên ji miletên din dikir ku ew bibin xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiyan 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs bi kar anî, da ku mirovên ji hemû miletan Xwedê nas bikin.
EM ÇI DIELIMIN?
12. Wek Petrûs, em çawa dikarin li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe dilsoz bimînin?
12 Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji xîreta xwe bernedin. Lê eger em ji bo wexteke dirêj li hemberî eynî qisûr û kêmasiyê micadele dikin, ev yek zehmet e. Car caran, belkî wisa xuya dike ku qisûr û kêmasiyên me ji yên Petrûs mezintir in. Lê Yehowa dikare qewetê bide me ku em xwe teslîmî tengasiya xwe nekin (Zebûr 94:17-19). Mesela, berî ku birayekî me rastiyê nas bike, wî gelek salan jiyaneke homoseksuel derbas dikir. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, wî jiyana xwe bi temamî guhert. Lê dîsa jî, wî car caran li hemberî daxwazên şaş micadele dikir. Çi alî wî dikir ku ew dilsoz bimîne? Ew dibêje: “Yehowa qewetê dide me. Bi saya ruhê wî yê pîroz … ez hîn bûme ku di riya rastiyê de bimînim … Her çi qas ez qisûrdar im jî, Yehowa min xurt dike û di xizmeta xwe de bi kar tîne.”
13. Li gor Karên Şandiyan 4:13, 29, 31, em çawa dikarin wek Petrûs hereket bikin? (Li resim jî binêre.)
13 Wek me dît, Petrûs ji ber tirsa mirovan şaşiyên giran dikirin. Lê ji ber ku wî ji Yehowa alîkarî dixwest, ew bicesaret bû (Karên Şandiyan 4:13, 29, 31 bixwîne). Em jî dikarin li hemberî tirsên xwe bi ser bikevin. Bala xwe bide serpêhatiya birayê me Horst. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, ew li Almanyayê dijiya. Ji ber ku mamosteyê wî û hevaldersên wî zor dida wî, wî çend caran got: “Hitler, xelaskarê me ye!” Lê wî dizanibû ku ev yek ne rast e. Li şûna ku dê û bavê wî bi hêrs bikevin, wan bi wî re dua dikir û ji Yehowa dixwest ku cesaretê bide wî. Bi alîkariya Yehowa û dê û bavê xwe, wî qewet distand ku dilsoz bimîne. Paşê wî got: “Yehowa tu caran terka min nedaye.” c
14. Şivanên dilovan çawa kesên dilşikestî ava dikin?
14 Yehowa û Îsa Mesîh qet destê me bernadin. Piştî ku Petrûs Îsa înkar kir, lazim bû ku ew qerareke muhîm bide. Gelo wî dev ji xizmeta Xwedê berda yan dewam kir? Îsa dua kir ku baweriya Petrûs sist nebe. Îsa ji Petrûs re behsa wê duayê kir. Wî anî zimên ku Petrûs wê paşê bikaribe dilê xwişk û birayan xurttir bike (Lûqa 22:31, 32). Bê şik Petrûs ji van gotinên Îsa Mesîh gelek qewet stand! Gava em mecbûr bin ku qerareke muhîm bidin, Yehowa wê bi destê şivanên dilovan dilê me xurt bike ku em dilsoz bimînin (Efesî 4:8, 11). Rîspiyekî bitecrûbe yê bi navê Paul hewl dide ku dilê xwişk û birayan ava bike. Ew ji kesên ku bêqewet ketine, dipirse ku Yehowa çawa alî wan kiriye ku ew rêya rastiyê nas bikin. Paşê ew bi dilovanî ji wan re dibêje ku Yehowa ji ber hezkirina xwe ya dilsoz wan tenê nahêle. Paul dibêje: “Min dît ku gelek kesên dilşikestî bi alîkariya Yehowa dîsa radibin ser xwe.”
15. Serpêhatiyên Petrûs û Horst çawa nîşan didin ku gotinên ji Metta 6:33 rast in?
15 Çawa ku Yehowa li Petrûs û şandiyên din xwedî derdiket, ewê li me jî xwedî derkeve. Ji bo vê yekê, gerek em berî her tiştî bala xwe bidin xizmeta Yehowa (Metta 6:33). Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, birayê me Horst li ser xizmeta pêşengiyê difikirî. Ew pir feqîr bû, û gelek şikên wî hebûn, çimkî wî nizanibû ku ewê çawa debara xwe bike û di eynî wextê de xizmeta tamrojî bike. Wî çi kir? Wî qerar da ku di temamiya heftiya ziyareta çavdêrê herêmê de, here xizmetê. Bi vî şeklî, wî dixwest bibîne ka Yehowa wê alî wî bike yan na. Di dawiya heftiyê de çavdêrê herêmê zerfek da wî. Wî ji çavê xwe bawer nekir! Tê de ew qas pere hebû ku wî dikaribû ji bo çend mehan xizmeta pêşengiyê bike. Horst ev diyarî wek desteka Yehowa didît. Heta dawiya emrê xwe, wî berî her tiştî bala xwe dida îşên Padîşahiyê (Maleyaxî 3:10).
16. Serpêhatiya Petrûs û nameyên wî çima hêjayî lêkolînê ne?
16 Petrûs gelek kêfxweş bû ku Îsa Mesîh guh neda vê ricaya wî: “Ya Xudan, ji min dûr keve.” Mesîh Petrûs perwerde dikir ku ew bibe şandiyekî dilsoz. Petrûs mîsaleke pir baş ji me re hiştiye. Em dikarin ji tiştên ku Petrûs hîn bûn dersên biqîmet ji xwe re derxin. Di sedsala yekê de, Petrûs di du nameyan de, hin ji van dersan û gelek dersên din ji civatan re nivîsandin. Di meqaleya din de, emê bala xwe bidin hin ji van dersan û bibînin ku em çawa dikarin li gor wan hereket bikin.
KILAM 126 Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be
a Ev meqale alî me dike ku em li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikin û bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bikin.
b Gelek ayetên di vê meqaleyê de ji Încîla Marqos hatine wergirtin. Bi îhtimaleke mezin, Marqos tiştên ku ji Petrûs bihîstibûn, nivîsandin. Petrûs şahidê van bûyeran bû.
c Li serpêhatiya Horst Henschel binêre (Hişyar Bin!, 22 Sibat 1998, rûp. 12-17, bi zimanê Îngilîzî).
d RESIM:: Wek di vê temsîlê de tê dîtin, dê û bavê Horst Henschel bi wî re dua dikin û dilê wî xurt dikin ku dilsoz bimîne.