MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39
KILAM 125 Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!
Comerdî Me Dilxweş Dike
“Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (KARÊN ŞANDIYAN 20:35).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Ev meqale wê nîşanî me bide ku em çawa dikarin ji comerdiyê dilxweşiyê bistînin.
1-2. Çima ji bo xêra me ye ku em ji standinê zêdetir ji dayînê dilxweş dibin?
EM WISA hatine xuliqandin ku em ji standinê zêdetir ji dayînê kêfê bistînin (Karên Şandiyan 20:35). Gelo ev yek tê maneya ku gava em tiştekî distînin, em dilxweş nabin? Na. Gava kesek hediyeyekê dide me, em helbet dilxweş dibin. Lê belê, gava em tiştekî didin kesên din, em hê jî dilxweştir dibin. Bi rastî jî, ji bo xêra me ye ku Yehowa em wisa çêkirine. Gelo çima?
2 Bi saya vê xisûsiyetê, em dikarin dilxweşiya xwe zêde bikin. Yanî, em çi qas destvekirî bin, emê ew qas dilxweş bin. Ma ne tiştekî xweş e ku Yehowa ev xisûsiyet daye me? (Zebûr 139:14).
3. Yehowa çima wek “Xwedayê dilxweş” tê binavkirin?
3 Kitêba Pîroz dibêje ku kesên destvekirî dilxweş in. Ji ber vê yekê, Yehowa wek “Xwedayê dilxweş” tê binavkirin (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Yê herî destvekirî ew e. Wek Pawlosê şandî gotibû, “em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (Karên Şandiyan 17:28). Belê, “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ji Yehowa tê (Aqûb 1:17).
4. Çi wê alî me bike ku em dilxweşiya xwe zêde bikin?
4 Ji bo ku em dilxweşiya ku ji dayînê tê, zêdetir tehm bikin, gerek em comerdiya Yehowa ji xwe re emsal bigirin (Efesî 5:1). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin. Wekî din, emê bibînin ku eger kesên din ji bo comerdiya me ne şikirdar bin, em dikarin çi bikin. Ev melûmat wê alî me bike ku em dilxweşiya ku ji dayînê tê, hem xwedî bikin hem jî zêde bikin.
COMERDIYA YEHOWA JI XWE RE EMSAL BIGIRE
5. Yehowa çi tedarek dike?
5 Yehowa comerdiya xwe çawa nîşan dide? Ka bala xwe bide çend mîsalan. Yehowa hewcedariyên me tedarek dike. Belkî em ne zengîn in, lê belê ji bo jiyanê çi lazim be jî, ba me heye. Mesela, ew xwarin, kinc û cih û star dide me (Zebûr 4:8; Meta 6:31-33; 1. Tîmotêyos 6:6-8). Gelo Yehowa van tiştan dide ji ber ku ew mecbûr e? Helbet na! Îcar Yehowa van tiştan çima dide me?
6. Ji Meta 6:25, 26, em çi hîn dibin?
6 Bi eslê xwe, Yehowa hewcedariyên me tedarek dike ji ber ku ew ji me hez dike. Ka binêre ku Îsa Mesîh di Meta 6:25, 26 de çi gotibû (ji tercûmeya NWT bixwîne). Di van ayetan de, Îsa Mesîh behsa mîsalên ji tebîetê kir. Li ser çivîkan, wî got: “Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de tiştekî top dikin.” Lê belê, ka bala xwe bidê ku wî çi got: “Bavê weyî ezmanî wan têr dike.” Paşê, Îsa Mesîh wisa pirsî: “Ma hûn ji wan ne biqîmettir in?” Belê, di çavê Yehowa de, qîmeta xizmetkarên wî ji qîmeta heywanan pir zêde ye. Madem ku Yehowa hewcedariyên heywanan tedarek dike, ma ewê hewcedariyên me jî tedarek neke? Wek bavekî ku li malbata xwe xwedî derdikeve, Yehowa Xwedê jî ji malbata xwe hez dike û lê xwedî derdikeve (Zebûr 145:16; Meta 6:32).
7. Em çawa dikarin wek Yehowa destvekirî bin? (Li resim jî binêre.)
7 Mîna Yehowa Xwedê, em jî dikarin hewcedariyên kesên din tedarek bikin ji ber ku em ji wan hez dikin. Mesela, gelo tu xwişk yan birayekî ku hewceyî xwarin yan kincekî ye, nas dikî? Yehowa dikare vê hewcedariyê bi destê te tedarek bike. Gava felaket çêdibin, Şahidên Yehowa bi comerdî bi hewcedariyên mirovan eleqedar dibin. Mesela, di dema pandemiya COVID-19 de, xwişk û bira xwarin, kinc û tiştên din ji kesên hewcedar re dişandin. Wekî din, gelek kesan bi comerdî ji bo karê cîhanî bexş didan. Bi saya van bexşan, li seranserê dinyayê destek dihat dayîn. Van xwişk û birayên destvekirî bi rastî jî li gor vê şîretê hereket dikir: “Qencî kirinê û ya bi we re ye bi kesên din re par kirinê jî ji bîr mekin; ji ber ku Xwedê ji qurbanên ûsa ve dilxweş dibe” (Îbranî 13:16, KP).
8. Em çawa ji qeweta ku Yehowa dide me, feydeyê distînin? (Îşaya 40:29)
8 Yehowa qewetê dide. Yehowa qeweta xwe ya bêsînor bi comerdî dide xizmetkarên xwe yên dilsoz. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ew hêzê dide westayiyan, qeweta bêtaqetan zêde dike” (Îşaya 40:29, Mizgînî). Gelo te qet dua kiriye ku Yehowa qewetê bide te, da ku tu tiştên rast bikî yan li hemberî tengasiyeke giran sebir bikî? Yan jî, dibe ku te tenê ji bo vê dua kiriye ku Yehowa ji bo rojekê qewetê bide te. Gava te li gor duaya xwe qewet stand, te fehm kir ku ev gotinên Pawlosê şandî çi qas rast in: “Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (Filîpî 4:13).
9. Em çawa dikarin wek Yehowa Xwedê qeweta xwe bi comerdî bi kar bînin? (Li resim jî binêre.)
9 Em her çi qas mirovên nekamil in jî, em dikarin wek Yehowa Xwedê qeweta xwe bi comerdî bi kar bînin. Em helbet nikarin rasterast qewetê bidin mirovan, lê em dikarin qeweta xwe ji bo xêra wan bi kar bînin. Mesela, em dikarin ji bo karê malê alîkariya xwişk yan birayekî extiyar yan nexweş bikin. Çi qas ji destê me tê, em dikarin di karê paqijkirin û tamîrkirina salona îbadetê de bixebitin. Bi vê ku em qeweta xwe bi vî awayî bi kar tînin, em dikarin xêrê li xwişk û birayan bikin.
10. Em çawa dikarin bi destê gotinên xwe qewetê bidin mirovan?
10 Wekî din, ji bîr neke ku em dikarin bi destê gotinên xwe jî qewetê bidin mirovan. Gelo tu kesekî ku hewceyî pesn yan teseliyê ye, nas dikî? Eger wisa be, tu dikarî rû bi rû, bi telefonê yan bi destê mesajeke biçûk pesn yan teseliyê bidî wî. Ji bo vê, ne lazim e ku tu zimanekî bilind bi kar bînî. Çend gotinên sade û jidil jî dikarin alî kesekî bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimîne yan bibe xwediyê nêrîneke pozîtîf (Methelokên Silêman 12:25; Efesî 4:29).
11. Yehowa hîkmeta xwe çawa bi kar tîne?
11 Yehowa hîkmetê dide. Aqûb wisa nivîsîbû: “Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze” (Aqûb 1:5). Ev ayet nîşan dide ku Yehowa “şehrezayî” yan hîkmeta xwe ji xwe re venaşêre, lê bi comerdî dide kesên din jî. Wekî din, gava em ji Yehowa hîkmetê dixwazin, ew li me “nahile”, yanî me kêm nabîne ji ber ku em rêberiya wî dixwazin. Bi eslê xwe, ew bi xwe dibêje ku bila em li rêberiya wî bigerin (Methelokên Silêman 2:1-6).
12. Em çawa dikarin hîkmeta xwe bi kesên din re parve bikin?
12 Wek Yehowa Xwedê, em jî dikarin hîkmeta xwe bi kesên din re parve bikin (Zebûr 32:8). Di destê xizmetkarên Yehowa de gelek fersend hene ku behsa tiştên ku ew hîn bûne, bikin. Mesela, em gelek caran kesên nû di xizmetê de perwerde dikin. Rîspî bi sebir alî xizmetkarên civatê û birayên din dikin ku ew di civatê de wezîfeyên xwe bînin cih. Wekî din, kesên ku di karê avakirin yan tamîrkirinê de bitecrûbe ne dikarin kesên din perwerde bikin ku ew di projeyên avakirinê de bixebitin.
13. Gava em kesên din perwerde dikin, em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin?
13 Xwişk û birayên ku kesên din perwerde dikin gerek Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Wek me dîtibû, Yehowa bi comerdî hîkmetê dide. Bila em jî zanîn û tecrûbeya xwe bi comerdî bi kesên ku hîn dibin re parve bikin. Gerek em hin zanînan ji wan veneşêrin ji ber ku em ditirsin ku rojekê, kesê ku hîn dibe wê cihê me bigire. Wekî din, gerek em nebêjin: “Tu kesî ez perwerde nekiribûm! Bila ew jî xwe bi xwe hîn bibe.” Di nav xizmetkarên Yehowa de, fikrên wisa ne minasib in. Em hazir in ku ne tenê zanîna xwe, “lê jiyana xwe jî” bi kesên ku em perwerde dikin re parve bikin (1. Selanîkî 2:8). Em hêvî dikin ku bi zeman re, ew jî “bikarin hînî hinekên din bikin” (2. Tîmotêyos 2:1, 2). Eger em hîkmeta xwe derbasî kesên din bikin, em û kesên ku em perwerde dikin wê dilxweştir bibin.
EGER KESÊN DIN JI BO COMERDIYA ME NE ŞIKIRDAR BIN
14. Piraniya xwişk û birayan li comerdiya me çawa dinêrin?
14 Piraniya xwişk û birayan ji bo comerdiya me şikirdar in. Dibe ku ew bi destê mesajekê ji me re spas bikin yan şikirdariya xwe bi awayekî din nîşan bidin (Kolosî 3:15). Gava mirov ji me re spas dikin, em pir dilxweş dibin.
15. Eger kesek ji bo comerdiya me spas neke, gerek em çi bînin bîra xwe?
15 Lê belê, dibe ku hin kes ji bo tiştên ku em ji bo wan dikin, spas nekin. Carinan, piştî ku me wext, qewet yan îmkanên xwe ji bo kesekî xerc kirine, dibe ku wisa xuya bike qey ew qenciya me nabîne. Eger tiştekî wisa tê serê me, em dikarin çi bikin, da ku em dilxweşiya xwe winda nekin û bi zêdeyî xemgîn nebin? Ka gotinên ayeta sereke, yanî Karên Şandiyan 20:35, bîne bîra xwe. Dilxweşiya me bi bersiva mirovan ve girêdayî nîne. Eger wisa xuya bike qey kesên din ji bo tiştên ku em dikin, ne şikirdar in, em dîsa jî dikarin ji dayînê kêfê bistînin. Gelo çawa?
16. Ji bo ku em dilxweşiya xwe winda nekin, gerek em bala xwe bidin çi?
16 Comerdiya Yehowa ji xwe re emsal bigire. Yehowa Xwedê tiştên baş dide her kesî – heta kesên nankor jî (Meta 5:43-48). Yehowa soz dide ku eger em mîna wî destvekirî bin, “bêyî ku [em] li benda tiştekî bin, xelata [me] wê mezin be” (Lûqa 6:35, NWT). Eger em “tiştekî” – mesela gotinên şikirdariyê – nestînin jî, Yehowa wê me xelat bike ji ber ku me “bi rûgeşî” xêr li kesên din kiriye (Methelokên Silêman 19:17; 2. Korîntî 9:7).
17. Gerek em herî zêde ji bo çi comerd bin? (Lûqa 14:12-14)
17 Wekî din, bila em bala xwe bidin prensîpa ku Îsa Mesîh di Lûqa 14:12-14 de behsa wê kiribû (ji tercûmeya NWT bixwîne). Helbet ne xerab e ku em xêrê li kesên wisa bikin, ên ku dikarin xêrê li me bikin. Lê belê, eger em pê derxin ku em carinan xêrê li kesekî dikin ji ber ku em li bendê ne ku ew tiştekî li me vegerîne, bila em xîret bikin ku li gor şîreta Îsa Mesîh hereket bikin. Mesela, em dikarin li hemberî kesên ku îmkana wan tune ye ku tiştekî li me vegerînin, destvekirî bin. Hingê emê dilxweş bibin ji ber ku me Yehowa Xwedê ji xwe re emsal girtiye. Gava kesên din ji bo kirinên me ne şikirdar in, eynî fikir dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe winda nekin.
18. Gerek em çi nefikirin?
18 Nefikire ku niyeta mirovan xerab e (1. Korîntî 13:7). Eger hin kes şikirdariya xwe neynin zimên, ji xwe bipirse: “Gelo ew bi rastî nankor in, yan gelo wan tenê ji bîr kiriye ku spas bikin?” Belkî sebebên din jî hene ku wan li gor hêviya te bersiv nedaye. Hin kes bi eslê xwe pir şikirdar in, lê nizanin ku vêya çawa bibêjin. Belkî ew fedî dikin ji ber ku ew êdî nikarin wek berê alîkariya kesên din bikin, lê bi xwe bûne hewceyî alîkariyê. Sebeb her çi be jî, madem ku em ji xwişk û birayan hez dikin, gerek em nefikirin ku niyeta wan xerab e (Efesî 4:2).
19-20. Gava em tiştekî didin kesekî, gerek em çima sebir bikin? (Li resim jî binêre.)
19 Sebir bike. Li ser comerdiyê, Silêman Padîşah wisa gotibû: “Nanê xwe bavêje ser avê, çimkî piştî gelek rojan tê bibînî” (Waiz 11:1, Mizgînî). Wek ji vê ayetê tê fehmkirin, dibe ku hin kes şikirdariya xwe ancax “piştî gelek rojan” nîşan bidin. Tiştekî wisa hatibû serê xwişkeke me.
20 Gelek sal berê, pîreka çavdêrekî herêmê ji xwişkeke nû vaftîzbûyî re mesajeke bi gotinên dilgerm û teşwîqdar şand. Weke heşt sal bi şûn de, wê xwişkê bi destê nameyekê wisa cewab da: “Tu vêya nizanî, lê bi gelek salan, te pir alî min kiriye.” Wekî din, wê got: “[Mesaja te] pir dilgerm bû, lê tiştê ku herî zêde gihîşt dilê min, ayet bû. Min ev ayet tu car ji bir nekiriye.” a Wê xwişkê behsa hin problemên xwe kir û got: “Carinan, min dixwest ji rastiyê, ji mesûliyetên xwe birevim. Lê ayeta ku te nivîsîbû ser dilê min tesîr dikir û alî min dikir ku ez ji Yehowa re dilsoz bimînim.” Xwişka me wisa got: “Di van heşt salan de, tiştekî din ew qas ser min tesîr nekiriye.” Ka bîne ber çavê xwe ku gava pîreka çavdêrê herêmê ev name “piştî gelek rojan” stand, ew çi qas dilxweş bû! Mîna vê, piştî ku me tiştekî ji bo kesekî kiriye, dibe ku wexteke dirêj derbas bibe heta ku ew ji me re spas bike.
21. Tu çima dixwazî comerdiya Yehowa ji xwe re bikî emsal?
21 Wek me di serî de dîtibû, Yehowa em wisa xuliqandine ku em ji standinê zêdetir ji dayîne kêfê bistînin. Gava fersenda me çêdibe ku em alî xwişk û birayan bikin, em dilxweş dibin. Û gava ew ji me re spas dikin, ev yek li me xweş tê. Lê belê, eger ew ji me re spas nekin jî, em dikarin dilxweş bin ji ber ku me tiştê rast kiriye. Tu caran ji bîr neke ku tu çi bidî jî, Yehowa dikare hê jî zêdetir bide te (2. Dîrokan 25:9). Em nikarin ji Yehowa comerdtir bin. Û xelata ku Yehowa dide, xelata herî baş e. Loma, bila em comerdiya Bavê xweyî ezmanî ji xwe re bikin emsal!
KILAM 17 “Dixwazim”
a Ayeta ku ji xwişkê re hat şandin, 2. Yûhena 8 bû, ya ku wisa dibêje: “Hay ji xwe hebin, da ku hûn tiştê ku we di ber de keda xwe daye winda nekin, lê xelata xwe bi tevahî bistînin.”
b RESIM: Gelek sal piştî ku pîreka çavdêrekî herêmê xwişkek teşwîq kiribû, wê nameyeke şikirdariyê stand.