SERPÊHATÎ
Di Xizmeta Yehowa de Jiyaneke Xweş
SALA 1951ê, ez nû hatibûm bajarekî biçûk ê bi navê Rouyn, li eyaleta Quebecê ya Kanadayê. Ez çûm adresa ku ji min re hatibû dayîn, û min li derî xist. Marcel Filteau, mizgînvanekî wezîfedar, ê ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû, derî vekir. Ew 23 salî bû, û bejna wî bilind bû. Ez 16 salî bûm, û bejna min li gor bejna wî pir kin bû. Min nameya wezîfeya pêşengiyê nîşanî wî da. Wî name xwend, li min mêze kir û got: “Gelo diya te dizane ku tu li vir î?”
MALBATA MIN
Ez di sala 1934an de li Kanadayê, li bajarekî bi navê Timmins, di malbateke koçberên ji Swîsreyê de hatim dinyayê. Weke sala 1939an, diya min dest bi xwendina kovara Birca Çavdêriyê kir. Wekî din, wê dest pê kir ku here civînên Şahidên Yehowa, û wê ez û şeş xwişk û birayên min jî bi xwe re dibirin. Pir wext derbas nebû ku ew bû Şahida Yehowa.
Bavê min bi qerara wê ne razî bû, lê diya min ji rastiyê hez dikir û dixwest ji Yehowa re dilsoz bimîne. Gava fealiyetên Şahidên Yehowa di sala 1940î de hatin qedexekirin, wê dîsa jî dev ji xizmeta Yehowa berneda. Wekî din, bavê min her çi qas bi diya min re bi sertî xeber dida jî, diya min her tim qedrê wî digirt. Mîsala wê ya baş alî min û xwişk û birayên min kir ku em jî ji Yehowa re xizmet bikin. Bi zeman re, nêrîna bavê min nermtir bû, û ew ji me re baştir bû.
XIZMETA TAMROJÎ
Havîna sala 1950î, ez çûm komcivîna bi navê “Zêdebûna Teokrasiyê”, ya ku li New Yorkê hat derbaskirin. Piştî ku min xwişk û birayên ji gelek welatan nas kiribûn û guh dabû serpêhatiyên xweş ên kesên ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû, min jî dixwest dest bi xizmeta tamrojî bikim. Ji ber vê yekê, gava ez vegeriyam malê, min forma ji bo xizmeta pêşengiya daîmî tije kir. Buroya Kanadayê cewab da û got ku gerek ez pêşî vaftîz bibim. Hingê, ez di 1ê Cotmeha sala 1950yî vaftîz bûm. Mehek bi şûn de, ez bûm pêşengê daîmî û hatim şandin bajarê Kapuskasingê, yê ku ji mala min pir dûr bû.
Bihara sala 1951ê, buroyê ji xwişk û birayên Fransîaxêv pirsî ka ew dikarin mala
xwe bar bikin û herin Quebecê. Li wê eyaleta Fransîaxêv, mizgînvan hindik bûn. Ji ber ku min ji zaroktiya xwe ve hem bi Fransî hem bi Îngilîzî dizanibû, min got ku ez hazir im ku herim wê derê. Loma, teşkîlatê ez şandim bajarê Rouynê. Li wê derê, min tu kes nas nedikir. Wek min berê gotibû, di destê min de tenê adres hebû. Dîsa jî, netîce baş bû. Ez û Marcel, em bûn dostên hev, û ez çar sal li Quebecê mam. Bi zeman re, ez bûm pêşengê xisûsî.MEKTEBA GÎLEADÊ Û ZEWAC
Gava ez li Quebecê bûm, min dawetnameyeke ji bo sinifa 26an a Mekteba Gîleadê stand. Mekteb li bajarê South Lansingê (New York), hat derbas kirin. Di 12ê Sibata sala 1956an de, mekteb xelas bû, û teşkîlatê ez şandim welatekî li Afrîkaya Rojava, yê ku niha wek Gana a tê binavkirin. Lê berî ku ez çûm, lazim bû ku ez vegerim Kanadayê û “çend hefte” li Torontoyê bimînim heta ku kaxizên min hazir bin.
Heta ku kaxizên min hazir bûn, heft meh derbas bûn. Wê demê, malbatekê ez kirim mêvan, û dilê min ket keça wan Sheilayê. Lê gava min xwest jê re zewacê teklîf bikim, ji nişka ve vîzeya min hat. Ez û Sheila, me dua kir û qerar da ku ez herim cihê ku ez hatim tayînkirin. Wekî din, me qerar da ku ji hev re nameyan binivîsin û paşê bifikirin ka em bizewicin yan na, û kengê. Ji bo me qet ne hêsan bû, lê paşê, me fehm kir ku me qerareke baş dabû.
Rêwîtiya bi trenê, bi gemiya kargoyê û bi teyareyê mehek kişand. Gava ez gihîştim bajarê Accrayê (Gana), ez wek çavdêrê deverê hatim tayînkirin. Ji bo vê wezîfeyê, lazim bû ku ez hem li Ganayê hem jî li welatên Peravê Diranfîl (niha wek Côte d’Ivoire tê binavkirin) û Togolandê (niha wek Togo tê binavkirin) rêwîtiyê bikim. Min bi gelemperî bi erebeya ku buroyê dabû
min, rêwîtî dikir, û min ji xizmeta xwe pir kêf distand.Dawiya heftiyan, ez diçûm komcivînên herêmê. Salonên me yên ji bo komcivînan tunebûn, loma xwişk û birayan holikên ji bambû û çiqilên dara xurmeyê çêdikirin, da ku sî hebe. Ji ber ku ji bo li kafeteryayê sarinc tune bû, heywan ancax demeke kin berî xwarinê dihatin şerjêkirin.
Li wan komcivînan, carinan tiştên ecêb çêdibûn. Carekê, gava mizgînvanekî wezîfedar ê bi navê Herb Jennings gotara xwe pêşkêş dikir, gayek ji kafeteryayê reviya û ket orteya sehne û temaşevanan. Herb dev ji xeberdanê berda heta ku çar birayên xurt heywanê şaşmayî girt û vegerand kafeteryayê. Ka bînin ber çavê xwe ku temaşevan çi qas biheyecan bûn!
Di hundirê heftiyê de, min fîlma me ya bi navê Civaka Dinyaya Nû Dikeve Hereketê li gundên derdorê nîşanî mirovan dikir. Ji bo vê, min di nav du stûnan de yan di nav du daran de brandayeke spî dadileqand û wek perde bi kar dianî. Gundiyan ji fîlmê pir hez dikir! Gelek ji wan di jiyana xwe de cara pêşîn li fîlmekê temaşe dikir. Gava di fîlmê de mirov dihatin vaftîzkirin, gundiyan bi coşî çepik lêdixist. Bi saya vê fîlmê, mirovan rind fehm dikir ku em bi rastî jî teşkîlateke cîhanî ne.
Piştî ku ez du sal li Afrîkayê mabûm, ez di sala 1958an de çûm komcivîna navneteweyî ya li bajarê New Yorkê. Ez pir şa bûm ku Sheila jî li wê derê bû. Ew ji Quebecê hatibû. Li wê derê, wê wek pêşenga xisûsî xizmet dikir. Me ji hev re name nivîsandibûn, lê niha em dîsa bi hev re bûn, û min jê re teklîfa zewacê kir. Wê jî qebûl kir. Min ji birayê Knorr b re name nivîsand û pirsî ka îmkan heye ku Sheila jî here Mekteba Gîleadê û bi min re were Afrîkayê. Birayê Knorr got temam. Dawiya dawîn, Sheila hat Ganayê. Di 3yê Cotmeha sala 1959an de, em li Accrayê zewicîn. Me fehm kir ku Yehowa em bi rastî jî bibereket kiribûn ji ber ku me ji her tiştî zêdetir bala xwe dabû daxwaza wî.
XIZMETA LI KAMERÛNÊ
Sala 1961ê, em hatin şandin welatê Kamerûnê. Ez pir mijûl bûm, çimkî lazim
bû ku em buroyeke nû ava bikin. Ji ber ku ez ji buroyê mesûl bûm, lazim bû ku ez gelek tiştan hîn bibim. Sala 1965an, Sheila ducanî bû. Li me zor hat ku em hînî vê yekê bibin ku emê bibin dê û bav. Lê gava em êdî hînî vê rewşa nû dibûn û xwe hazir dikirin ku vegerin Kanadayê, tiştekî pir xerab çêbû.Çi heyf e ku zarokê me ji ber çû. Doktor ji min re got ku ew lawik bû. Ev yek 50 sal berê qewimîbû, lê ew roja xerab tu car ji bîra me nediçû. Dîsa jî, me qerar da ku li Kamerûnê bimînin, çimkî me ji wê derê pir hez dikir.
Li Kamerûnê, xwişk û bira gelek caran rastî zilmê dihatin ji ber ku ew ji aliyê siyasetê ve bêteref diman. Bi xisûsî di dema hilbijartina serokkomar de, halê xwişk û birayan xerab dibû. Di 13ê Gulana 1970yî, Şahidên Yehowa hatin qedexekirin. Dewletê buroya me ya nû, ya ku me tenê pênc meh bi kar anîbû, ji destê me girt. Di hundirê heftiyekê de, hemû mizgînvanên wezîfedar – ez û Sheila jî – ji Kamerûnê hatin derxistin. Ji ber ku me ji xwişk û birayan pir hez dikir û meraq dikir ka halê wan wê çi be, em pir xemgîn bûn.
Piştî vê, em şeş meh li buroya Fransayê man. Li wê derê, çi qas ji destê min dihat ez bi hewcedariyên xwişk û birayên li Kamerûnê eleqedar dibûm. Di Kanûna 1970yî de, em hatin şandin buroya Nîjeryayê, ya ku êdî li ser fealiyetên li Kamerûnê mesûl bû. Xwişk û birayên li Nîjeryayê em bi dilgermî qebûl kirin, û me çend sal bi dilxweşî li wê derê xizmet kir.
QERAREKE ZOR
Sala 1973yan, lazim bû ku em qerareke zor bidin. Ji bo demekê, siheta Sheilayê ne baş bû. Gava em ji bo komcivînekê li New Yorkê bûn, ew bêhal ket, û wê ji min re got: “Qeweta min nemaye! Ez tim westiyayî me û nexweş im.” Wê zêdetirî 14 salan bi min re li Afrîkaya Rojava xizmet kiribû, û ez bi dilsoziya wê serbilind bûm, lê êdî lazim bû ku em jiyana xwe biguherînin. Piştî ku me li ser halê xwe sohbet kir û gelek caran dua kir, me qerar da ku em vegerin Kanadayê, da ku em baştir bi siheta wê eleqedar bibin. Ji bo me pir zor bû ku em ji cihê ku em hatibûn tayînkirin herin û dev ji xizmeta tamrojî berdin.
Gava em gihîştin Kanadayê, min li cem dostekî xweyî kevn, ê ku li bajarekî nêzîkî Torontoyê erebe difirotin, dest bi îş kir. Me malek bi kirê girt, mobîlyayên bikaranî kirîn û bê deyn dest bi jiyana xwe ya nû kir. Me dixwest jiyaneke sade bajon, da ku rojekê, em belkî vegerin xizmeta tamrojî. Ev hêviya me pir zû hat cih!
Rojên Şemiyê, min li bajarê Norvalê (Ontario) di karê avakirina Saloneke Komcivînan de alîkarî dikir. Piştî demekê, ez wek çavdêrê wê Salona Komcivînan hatim
tayînkirin. Siheta Sheilayê baştir dibû, û em difikirîn ku em êdî dikarin vî karî bikin. Loma, di Hezîrana 1974an de, em derbasî mala Salona Komcivînan bûn. Em pir şa bûn ku em dîsa bûn xizmetkarên tamrojî.Du sal bi şûn de, ji ber ku siheta Sheilayê her ku diçû baştir dibû, me tayîneke ji bo çavdêriya herêmê qebûl kir. Herêma ku em hatin tayînkirin li eyaleta Manitobayê bû. Li wê derê, zivistan pir sar e. Lê belê, me ji hevaltiya bi xwişk û birayên wê derê pir kêf distand. Em hîn bûn ku tiştê muhîm ne ev e ku em li ku derê xizmet bikin, lê ev e ku em ji Yehowa re xizmet bikin.
DERSEKE MUHÎM
Piştî ku me çend sal di karê çavdêriya herêmê de xizmet kiribû, em di sala 1978an de hatin dawetkirin ku li Beytela Kanadayê xizmet bikin. Paşê, pir wext derbas nebû ku min derseke muhîm stand. Li civîneke xisûsî ya li Montrealê, min gotarek pêşkêş kir, a ku saetek û nîv kişand. Çi heyf e ku gotara min ji bo temaşevanan pir monoton bû. Ji ber vê yekê, birayekî ji Departmana Xizmetê şîret da min. Wê demê, gerek min fehm bikira ku ez ne gotarvanekî baş im. Lê belê, min şîreta wî bi dilnizmî qebûl nekir. Ev yek ku wî çawa bi min re xeber da li min xweş nedihat, û ez difikirîm ku ew bi zêdeyî rexnekar e. Şaşiya min ev bû ku min bi zêdeyî bala xwe dida xisûsiyetên kesê ku şîret dida min û vê yekê ku şîret çawa dihat dayîn.
Çend roj bi şûn de, endamekî Komîteya Buroyê bi min re li ser vê meseleyê xeber da. Min jê re got ku ez poşman im ji ber ku min şîret qebûl nekiribû. Paşê, ez çûm ba birayê ku şîret dabû min, û min jê efû xwest. Wî jî ez bi dilovanî efû kirim. Ji vê serpêhatiyê, ez hîn bûm ku dilnizmî sifetekî çi qas muhîm e (Methelokên Silêman 16:18). Min gelek caran li ser vê ji Yehowa re dua kiriye, û min qerar daye ku ezê şîretên ku ji min re bên dayîn, tu caran red nekim.
Êdî zêdetirî 40 sal e ku ez li Beytela Kanadayê me. Sala 1985an, ez bûm endamê Komîteya Buroyê. Sibata 2021ê, hevala mine ezîz Sheila bi xewa mirinê raza. Ji xeynî vê ku ez ji ber mirina wê xemgîn im, siheta min jî êdî ne ew qas baş e. Lê belê, ji ber ku ez bi dilxweşî bi xizmeta Yehowa mijûl im, ez li ser ‘rojên jiyana xwe pir nafikirim’ (Waiz 5:20, Mizgînî). Bereketên ku min di jiyana xwe de standine, ji tengasiyên ku ez rastî wan hatime, zêde ne. Ez qet poşman nebûme ku min di jiyana xwe de ji her tiştî zêdetir bala xwe daye daxwaza Yehowa û 70 sal wek xizmetkarekî tamrojî jê re xizmet kiriye. Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên ciwan jî ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin daxwaza Yehowa, da ku jiyana wan jî xweş be!