Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

KILAM 25 Ew Aîdî Te ne

Ji Mîsalên Îsa Mesîh Dersan Bigire

Ji Mîsalên Îsa Mesîh Dersan Bigire

“Yek wê bê birin û yê din wê bê hiştin” (META 24:40, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin sê mîsalên Îsa Mesîh û bibînin ku ew çawa bi dema hukim ve girêdayî ne, yê ku wê li dawiya vê dinyaya xerab çêbe.

1. Di demeke nêzîk de, çi wê biqewime?

 ROJÊN ME bi rastî jî rojên xisûsî ne. Di demeke nêzîk de, Îsa Mesîh wê hukmê her kesê ku li dinyayê dijî, bide. Ji bo ku em fehm bikin ku hukmê wî êdî nêzîk e yan na, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku “nîşana” hazirbûna xwe ya nedîtbar û “nîşana rojên dawîn ên vê dinyayê” wê çi be (Meta 24:3, NWT). Gotinên Îsa Mesîh di beşên 24 û 25an a kitêba Meta de, di beşa 13an a kitêba Marqos de û di beşa 21ê ya kitêba Lûqa de nivîsî ne.

2. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi, û ev yek wê çawa alî me bike?

2 Îsa Mesîh bi destê sê mîsalan alî me dike ku em xwe ji bo wê rojê hazir bikin: Mîsala mî û bizinan, mîsala keçikên bihîkmet û keçikên bêaqil û mîsala talentan. Ev her sê mîsal jî nîşanî me didin ku hal û hereketên kesekî wê çawa ser hukmê wî tesîr bike. Gava em van mîsalan di ber çavan re derbas dikin, bila em pê derxin ku em dikarin çi dersan bistînin. Ewilî, emê li mîsala mî û bizinan binêrin.

MÎSALA MÎ Û BIZINAN

3. Îsa Mesîh wê kengê hukmê mirovan bide?

3 Di mîsala mî û bizinan de, Îsa Mesîh gotibû ku mirovên ku fersenda wan hene ku guh bidin mizgîniyê û destekê bidin birayên wî yên hilbijartî, wê hukmekî çawa bistînin (Meta 25:31-46). Îsa Mesîh wê di dema “tengasiya mezin” de, yanî berî Harmegedonê hukmê wan bide (Meta 24:21, NWT). Çawa ku şivanek miyan ji bizinan vediqetîne, Îsa Mesîh wê kesên ku bi dilsozî destekê didin şagirtên wî yên hilbijartî ji kesên ku destekê nadin wan, veqetîne.

4. Li gor Îşaya 11:3, 4, em çima dikarin emîn bin ku Îsa Mesîh wê bi edalet hukim bide? (Li resim binêre.)

4 Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku Îsa Mesîh, ê ku ji aliyê Yehowa Xwedê ve wek hakim hatiye tayînkirin, wê bi edalet hukim bide (Îşaya 11:3, 4 bixwîne). Ew rind bala xwe dide nêrîn, kirin û gotinên mirovan, û ew dibîne ku ew li hemberî birayên wî yên hilbijartî û karê wan çawa ne (Meta 12:36, 37; 25:40). Îsa Mesîh wê bizane ku kê destek daye birayên wî yên hilbijartî û karê wan. a Mesela, kesên ku dişibin miyan di karê belavkirina mizgîniyê de destekê didin birayên Îsa Mesîh. Kesên ku alîkariya hilbijartiyan dikin wê wek “yên rast” bên dîtin, û ewê li dinyayê “jiyana herheyî” bistînin (Meta 25:46, NWT; Peyxam 7:16, 17). Belê, kesên dilsoz wê xelateke xweş bistînin. Eger ew di dema tengasiya mezin de û paşê jî dilsoz bimînin, navên wan wê “di Kitêba Jiyanê de” bimînin (Peyxam 20:15).

Di demeke nêzîk de, Îsa Mesîh wê mirovan hukim bike û qerarê bide ka ew dişibin miyan yan bizinan (li paragrafa 4an binêre)


5. Em dikarin ji mîsala mî û bizinan çi dersê bistînin, û ev mîsal ji bo kê muhîm e?

5 Dilsoz bimîne. Mîsala Îsa Mesîh a li ser mî û bizinan herî zêde bi kesên ku wê heta hetayê li dinyayê bijîn ve girêdayî ye. Ji xeynî vê ku ew destekê didin karê belavkirina mizgîniya Hukimdariya Xwedê, ew rêberiya komeke biçûk a birayên hilbijartî, yên ku Îsa Mesîh hilbijartine, bi dilsozî qebûl dikin (Meta 24:45). Lê belê, gotinên vê mîsalê ji bo kesên ku wê herin ezmanan jî muhîm e. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh bala xwe dide nêrîn, kirin û gotinên wan jî. Lazim e ku ew jî dilsoz bimînin. Heta, Îsa Mesîh di du mîsalên din de bi xisûsî behsa kesên hilbijartî kir. Ev mîsal, di beşa 25an a kitêba Meta de derbas dibin. Niha ka em bala xwe bidin mîsala keçikên bihîkmet û keçikên bêaqil.

MÎSALA KEÇIKÊN BIHÎKMET Û KEÇIKÊN BÊAQIL

6. Pênc keçik çawa bihîkmet bûn? (Meta 25:6-10)

6 Di mîsala li ser keçikan de, Îsa Mesîh behsa 10 keçikan kir, ên ku çûn pêşiya zavayekî (Meta 25:1-4). Wan gişt dixwest bi zavê re herin daweta wî. Ji van keçikan, pênc “bihîkmet” bûn û pênc “bêaqil” bûn. Keçikên bihîkmet hazir û nazir bûn. Ew amade bûn ku çi qas lazim be li benda wî bimînin – heta nîvê şevê jî. Loma, wan qendîlên xwe bi xwe re anîn, da ku şevê ronahî hebe. Wekî din, wan zêde rûn jî bi xwe re anî, da ku eger zava dereng bimîne, ew bê ronahî nemînin (Meta 25:6-10 ji tercûmeya NWT bixwîne). Gava zava hat, keçikên bihîkmet bi wî re ketin dawetê. Mîna vê, şagirtên Îsa Mesîh ên hilbijartî, yên ku heta hatina Mesîh dilsoz û hişyar bimînin, wê bikarin bi Zavê re – yanî bi Îsa Mesîh re – bikevin Padîşahiya wî ya ezmanî (Peyxam 7:1-3). Lê halê pênc keçikên bêaqil wê çi be?

7. Çi hat serê pênc keçikên bêaqil, û çima?

7 Gava zava hat, pênc keçikên bêaqil ne hazir bûn ku bi wî re bikevin dawetê. Rûnê wan hindik bû, û qendîlên wan êdî ditemirîn. Ji ber vê yekê, gava wan bihîst ku zava êdî tê, ew mecbûr bûn ku herin û ji xwe re rûn bikirin. Wexta ku zava hat, keçikên bêaqil hê venegeriyabûn. Hingê “keçikên ku hazir bûn bi wî re ketin cihê dawetê, û derî hat girtin” (Meta 25:10, NWT). Paşê, gava keçikên bêaqil vegeriyan, wan jî xwest bikevin cihê dawetê, lê zava ji wan re got: “Ez we nas nakim” (Meta 25:11, 12, NWT). Çi heyf e ku ew keçik ne hazir bûn ku heta dawiyê li benda zavê bimînin. Ji vê mîsalê, gelo kesên hilbijartî dikarin çi dersê bistînin?

8-9. Kesên hilbijartî dikarin ji mîsala keçikan çi hîn bibin? (Li resim jî binêre.)

8 Hazir û nazir be. Bi vê mîsalê, Îsa Mesîh nedixwest bigota ku du komên hilbijartiyan wê hebin – koma kesên ku hazir in ku heta dawiya vê dinyaya xerab li bendê bimînin û koma kesên ku ne hazir in ku vêya bikin. Bi vê mîsalê, wî tenê zelal dikir ku eger kesên hilbijartî heta dawiyê bi dilsozî tehemul nekin, ewê xelata xwe nestînin (Yûhena 14:3, 4). Mesele pir cidî ye. Hêviya me her çi be jî – jiyana herheyî ya li dinyayê yan jiyana herheyî ya li ezmanan – gerek em ji mîsala li ser keçikan dersê bistînin. Gerek em hazir û nazir bin û heta dawiyê tehemul bikin (Meta 24:13).

9 Piştî mîsala keçikan, ên ku nîşanî me dide ku gerek em hazir û nazir bin, Îsa Mesîh mîsala talentan da. Ev mîsal nîşanî me dide ku gerek em jîr û jêhatî bin.

Gerek em şîreta ji mîsala li ser keçikan cidî bigirin û heta dawiyê hazir û nazir bin (Li paragrafên 8 û 9an binêre)


MÎSALA TALENTAN

10. Du xulamên dilsoz çi kir? (Meta 25:19-23)

10 Di mîsala li ser talentan de, Îsa Mesîh behsa sê xulaman kir – du xulamên ku ji axayê xwe re dilsoz bûn û yek xulamê ku jê re ne dilsoz bû (Meta 25:14-18). Du xulamên dilsoz bi dil û can xebitîn ku pereyê axayê xwe zêde bikin. Berî ku axayê wan çû xerîbiyê, wî çend talent emanetî wan kirin. Di rojên Îsa Mesîh de, qîmeta talentekê pir mezin bû. Du xulamên dilsoz jîr û jêhatî bûn û pereyên ku ji wan re hatibûn dayîn bi hîkmet bi kar anîn. Gava axa vegeriya, pereyên ku ji wan re hatibûn dayîn du qat zêde bûn. Axa pesnê wan da û ji her yek ji wan re got ku bila ew “bi axayê xwe re dilxweş be” (Meta 25:19-23 ji tercûmeya NWT bixwîne). Lê xulamê sisêyan bi pereyê ku jê re hatibûn dayîn, çi kir?

11. Çi hat serê xulamê “tembel”, û çima?

11 Xulamê sisêyan, ê ku yek talent standibû, yekî “tembel” bû. Axayê wî dixwest ku ew talentê bi hîkmet bi kar bîne, lê ew çû û ew di bin erdê de veşart. Gava axa vegeriya, xulam tenê talentek li wî vegerand. Bi ser de, li şûna ku ji axayê xwe efû bixwaze, ji ber ku wî pereyê wî zêde nekiriye, wî axayê xwe sûcdar derxist û jê re got ku ew mirovekî sert e. Loma, axa li wî hêrs ket. Talent ji wî hat girtin, û ew hat avêtin derveyî malê (Meta 25:24, 26-30).

12. Du xulamên dilsoz kê temsîl dikin?

12 Du xulamên dilsoz şagirtên hilbijartî yên dilsoz temsîl dikin. Axa, yanî Îsa Mesîh, ji wan re dibêje ku bila ew ‘bi axayê xwe re dilxweş bin’. Ew bi destê “rabûna miriyan a pêşîn” xelata xwe ya ezmanî distînin (Meta 25:21, 23; Peyxam 20:5b, NWT). Ji aliyê din ve, gerek kesên hilbijartî ji mîsala xulamê tembel dersê bistînin. Gelo çawa?

13-14. Ji mîsala li ser talentan, kesên hilbijartî dikarin çi dersê bistînin? (Li resim jî binêre.)

13 Jîr û jêhatî be. Wek di mîsala li ser keçikan de, di mîsala li ser talentan de jî Îsa Mesîh ji berê ve nedigot ku hin kesên hilbijartî wê tembel bibin. Bi eslê xwe, wî tenê dixwest bigota ku eger kesên hilbijartî xîreta xwe winda bikin, ewê nikaribin “hilbijartina xwe qayîm” bikin û bikevin Padîşahiya ezmanî (2. Petrûs 1:10).

14 Ji mîsalên Îsa Mesîh ên li ser keçikan û li ser talentan xuya ye ku gerek hemû şagirtên hilbijartî hazir û nazir bin û jîr û jêhatî bin. Wekî din, Îsa Mesîh di Meta 24:40, 41 de hin tiştên muhîm gotin, ên ku bi hukmê dawîn ên kesên hilbijartî ve girêdayî ne.

Îsa Mesîh dixwaze ku kesên hilbijartî heta dawiyê jîr û jêhatî bin (Li paragrafên 13 û 14an binêre) c


KÎ WÊ “BÊ BIRIN”?

15-16. Meta 24:40, 41 çawa nîşan dide ku kesên hilbijartî gerek hişyar bimînin?

15 Berî ku Îsa Mesîh ev sê mîsal anîn zimên, wî behsa hukmê dawîn ê kesên hilbijartî kir. Wî behsa du zilamên ku di nav zeviyê de kar dikin û du jinên ku genim dihêrin, kir. Wisa xuya dikir qey wan eynî kar dikir, lê Îsa Mesîh got ku “yek wê bê birin û ya din wê bê hiştin” (Meta 24:40, 41 ji tercûmeya NWT bixwîne). Paşê, wî ji şagirtên xwe re got: “Hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku Efendiyê we wê di kîjan rojê de bê” (Meta 24:42, NWT). Piştî mîsala li ser keçikan jî Îsa Mesîh tiştekî wisa got (Meta 25:13). Gelo ev gotin bi hev ve girêdayî ne? Wisa xuya dike. Tenê hilbijartiyên dilsoz û rastîn wê ‘bên birin’, yanî Îsa Mesîh wê wan di Padîşahiya ezmanî de qebûl bike (Yûhena 14:3).

16 Hişyar bimîne. Kesên hilbijartî yên ku hişyar namînin wê ji bo xelata xwe neyên ‘topkirin’ (Meta 24:31). Helbet lazim e ku hemû xizmetkarên Xwedê, yanî ne tenê kesên ku li benda jiyana li ezmanan in, hişyar û dilsoz bimînin.

17. Çima ji bo me pirsgirêk nîne ku Yehowa kesekî kengê bi destê ruhê pîroz hildibijêre?

17 Em Yehowa Xwedê rind nas dikin, loma em îtibara xwe bi qerarên wî tînin. Ji ber vê yekê, ji bo me pirsgirêk nîne ku Yehowa qerar daye ku di rojên me de jî hin kesan bi ruhê pîroz hilbijêre. b Ka bîne bîra xwe ku di mîsala rez de, Îsa Mesîh li ser kesên ku serê êvarê hatin, çi gotibû (Meta 20:1-16). Kesên ku dereng dest bi karê di rez de kir û kesên ku zû dest pê kiribû eynî pere stand. Mîna vê, ferq nake ku kesên hilbijartî kengê tên hilbijartin; eger ew dilsoz bimînin, ewê xelata xwe ya ezmanî bistînin.

JI XWE RE DERSAN BIGIRE

18-19. Di vê meqaleyê de, me çi ders standine?

18 Di vê meqaleyê de, em hîn bûne ku ji bo kesên ku li benda jiyana herheyî ya li dinyayê ne, mîsala mî û bizinan nîşan dide ku gerek ew ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimînin – hem niha hem jî di dema tengasiya mezin de. Wê demê, Îsa Mesîh wê qerarê bide ku kesên dilsoz “jiyana herheyî” bistînin (Meta 25:46, NWT).

19 Wekî din, me bala xwe da du mîsalên ku bi xisûsî ji bo hilbijartiyan bifeyde ne. Di mîsala Îsa Mesîh a li ser keçikên bihîkmet û keçikên bêaqil de, pênc keçik bihîkmet bûn. Ew hazir û nazir bûn ku heta hatina zavê li bendê bimînin. Lê belê, keçikên bêaqil ne hazir bûn. Ji ber vê yekê, zava îzin neda ku ew bikevin daweta wî. Mîna keçikên di vê mîsalê de, pir muhîm e ku em jî bi sebir li bendê bisekinin heta ku Îsa Mesîh vê dinyaya xerab helak bike. Ji xeynî vê, di mîsala Îsa Mesîh a li ser talentan de, me bala xwe da du xulamên dilsoz, ên ku jîr û jêhatî bûn. Ew ji bo axayê xwe bi xîret kar kir, û axa ji wan razî bû. Lê belê, xulamê tembel hat redkirin. Dersa ji bo me çi ye? Gerek em heta dawiyê bi xizmeta Yehowa mijûl bin. Wekî din, me dît ku gerek kesên hilbijartî hişyar bimînin, da ku ew ji aliyê Îsa Mesîh ve ‘bên birin’ û xelata xwe ya ezmanî bistînin. Piştî şerê Harmegedonê, ewê di daweta Berx de bibin bûka Îsa Mesîh (2. Selanîkî 2:1; Peyxam 19:9).

20. Kesên ku guh didin dersên ji mîsalên Îsa Mesîh wê çi xelatê bistînin?

20 Em her ku diçe nêzîktirî hukmê Îsa Mesîh dibin, lê ne lazim e ku em jê bitirsin. Eger em dilsoz bimînin, Bavê meyî dilovan wê “hêza ku ji normalê zêdetir e” bide me, da ku em bikarin “li ber Kurê Mirov bisekinin” (2. Korîntî 4:7, NWT; Lûqa 21:36, NWT). Hêviya me her çi ye jî – jiyana herheyî ya li dinyayê yan jiyana herheyî ya li ezmanan – lazim e ku em guh bidin dersên ji mîsalên Îsa Mesîh, da ku Yehowa ji me razî be. Bi saya kerema Yehowa Xwedê, navên me wê di “Kitêba Jiyanê” de nivîsî bin (Danîêl 12:1; Peyxam 3:5).

KILAM 26 We ji bo Min Kiriye

a Li meqaleya “Hukmên Yehowa Her Tim Adil û Rast in” (Birca Çavdêriyê, Gulan 2024) binêre.

c RESIM: Xwişkeke hilbijartî bi jinikeke ciwan re kursa Kitêba Pîroz îdare dike.