Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”

Nameyeke ku Alî Me Dike ku Em Heta Dawiyê Dilsoz Bimînin

Nameyeke ku Alî Me Dike ku Em Heta Dawiyê Dilsoz Bimînin

“Em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin” (ÎBRANÎ 3:14).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Dersên ku em ji nameya ji Îbraniyan re distînin wê alî me bikin ku em heta dawiya vê dinyaya xerab dilsoz bimînin.

1-2. (a) Gava Pawlosê şandî nameya xwe ya ji Îbraniyan re nivîsand, halê Cihûstanê çawa bû? (b) Ev nameya îlhamkirî çima ji bo wan bifeyde bû?

 DI SALÊN piştî mirina Îsa Mesîh de, şagirtên wî yên Îbranî, yên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijiyan, rastî gelek tengasiyan dihatin. Demeke kin piştî avabûna civata şagirtên Îsa Mesîh, zilmeke giran dest pê kir (Karên Şandiyan 8:1). Weke 20 sal bi şûn de, ew rastî tengasiyên madî hatin, belkî ji ber xelaya ku li wê derê rabûbû (Karên Şandiyan 11:27-30). Lê belê, piştî mîladê weke sala 61ê, berî ku zilma giran dîsa dest pê kir, halê şagirtên Îsa Mesîh ne xerab bû. Wê demê, wan ji Pawlosê şandî nameyeke îlhamkirî stand. Gotinên vê nameyê alî wan dikir ku ew xwe ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bikin.

2 Nameya ji Îbraniyan re bi rastî jî di wextê de bû, çimkî pir wext derbas nebû ku tengasiyên giran dest pê kir. Şîreta Pawlosê şandî alî wan kir ku ew di pêşerojê de li hemberî zehmetiyan tehemul bikin. Wêrankirina Orşelîmê, ya ku Îsa Mesîh ji berê ve behsa wê kiribû, her ku diçû nêzîktir dibû (Lûqa 21:20). Helbet ne Pawlos ne jî şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li Cihûstanê dijiyan, dizanibû ku Orşelîm wê kengê bê wêrankirin. Lê belê, têra xwe wexta wan şagirtan hebû ku tehemul û baweriya xwe xurttir bikin (Îbranî 10:25; 12:1, 2).

3. Nameya Pawlos a ji Îbraniyan re çima ji bo me jî bifeyde ye?

3 Îro, em li benda tengasiyeke wisa ne, ya ku ji tengasiya ku şagirtên Îbranî didît, qat bi qat girantir e (Meta 24:21; Peyxam 16:14, 16). Ji ber vê yekê, bila em bala xwe bidin şîretên ku Yehowa dabûn wan, çimkî ew şîret ji bo me jî bifeyde ne.

“BER BI BÊKÊMAHÎTIYÊ VE PÊŞVE HERIN”

4. Şagirtên Cihû çi tengasî didîtin? (Li resim jî binêre.)

4 Bi sedan salan, Yehowa Xwedê miletê Cihû wek miletekî xisûsî didît. Bajarê Orşelîmê hem cihê textê hukimdariya Xwedê hem jî merkeza îbadeta rast bû. Cihûyan li gor rêberiya alimên dînî guh dida Qanûna Mûsa, û ji bo tiştên wek xwarin, sinet û eleqeya bi kesên ji miletên din re gelek qanûn û qaîdeyên wan hebûn. Lê belê, piştî mirina Îsa Mesîh, Yehowa qurbanên ku li îbadetgehê dihatin pêşkêşkirin, êdî qebûl nedikirin (Îbranî 10:1, 4, 10). Halê Cihûyên ku bûn şagirtên Îsa Mesîh qet ne hêsan bû. Heta, li kesên gihîştî wek Petrûsê şandî jî zor dihat ku hînî hin guhertinan bibin (Karên Şandiyan 10:9-14; Galatî 2:11-14). Bi ser de, ji ber baweriya wan a nû, alimên dînî zilm li wan dikir.

Di sedsala yekê de, lazim bû şagirtên Îsa Mesîh xwe li rastiyê bigirin û fikrên şaş ên muxalifên Cihû red bikin (Li paragrafên 4 û 5an binêre)


5. Çima lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh hay ji xwe hebin?

5 Şagirtên Îbranî ji du aliyan ve muxalefet didît. Ji aliyekî ve, alimên dînî ew wek kesên ku ji dînê Cihû derketine, didîtin. Ji aliyê din ve, hin kesên ku xwe wek şagirtên Îsa Mesîh nîşan dida digot ku hê jî lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh guh bidin Qanûna Mûsa. Ew belkî difikirîn ku bi vî awayî, ewê zilmê nebînin (Galatî 6:12). Gelo çi alî şagirtên dilsoz dikir ku ew xwe li rastiyê bigirin?

6. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re çi got? (Îbranî 5:14–6:1)

6 Di nameya xwe de, Pawlos ji xwişk û birayên Îbranî re got ku bila ew Peyva Xwedê rind lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin (Îbranî 5:14–6:1 bixwîne). Li ser esasê Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî, Pawlos nîşanî xwişk û birayan da ku îbadeta şagirtên Îsa Mesîh ji îbadeta Cihûyan baştir e. a Pawlos dizanibû ku eger zanîna wan zêde be û ew rastiyê baştir fehm bikin, ev yek wê alî wan bike ku ew fikrên şaş red bikin û ji rêya rast şaş nebin.

7. Em rastî çi tengasiyan tên?

7 Wek şagirtên Îbranî, em jî rastî hin fikrên ku li dijî qanûnên Yehowa ne, tên. Mesela, muxalifên me gelek caran baweriyên me yên li ser exlaqê rexne dikin. Ew dibêjin ku em mirovên sert û zalim in. Fikir û nêrînên dinyayê her ku diçe ji nêrîna Xwedê dûrtir dibin (Methelokên Silêman 17:15). Loma, gerek em fehm bikin ku kîjan fikir şaş in û wan red bikin, da ku em cesareta xwe winda nekin û ji rêya rast dernekevin (Îbranî 13:9).

8. Em çawa dikarin “ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin”?

8 Wek Pawlos ji şagirtên Îbranî re gotibû, gerek em jî “ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin”. Loma, piştî vaftîzbûnê jî lazim e ku em xîret bikin ku em fikir û nêrînên Yehowa rind fehm bikin. Ferq nake ku êdî çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û lêkolîn bikin (Zebûr 1:2). Ev yek wê alî me bike ku em baweriya xwe xurttir bikin (Îbranî 11:1, 6).

‘JI BO RIZGARIYA CANÊ XWE BAWER BIKIN’

9. Şagirtên Îbranî çima hewceyî baweriyeke xurt bûn?

9 Gava li herêma Cihûstanê tengasiyê dest pê kir, ji şagirtên Îbranî re baweriyeke xurt lazim bû, da ku ew sax bimînin (Îbranî 10:37-39). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gava esker dora Orşelîmê bigirin, gerek ew birevin çiyayan. Şîreta wî ji bo hemû şagirtên wî muhîm bû – hem ji bo yên ku li hundirê bajêr dijiyan hem jî ji bo yên ku li derveyî bajêr bûn (Lûqa 21:20-24). Di demên berê de, gava dijminan hicûm dikir, mirov direviyan bajarên bisûr, wek bajarê Orşelîmê. Şîreta ku bila ew birevin çiyayan bêmantiq xuya dikir, loma ji wan re baweriyeke xurt lazim bû ku vêya bikin.

10. Lazim bû ku şagirtên Îbranî çi bikin? (Îbranî 13:17)

10 Wekî din, lazim bû ku şagirtên Îbranî baweriya xwe bi kesên ku Îsa Mesîh bi destê wan rêberiya civatê dikir, bînin. Pawlosê şandî ji wan re wisa gotibû: “Guh bidin kesên ku di nav we de rêberiyê dikin û ji wan re îtaet bikin. Çimkî ew her tim çavdêriya canê we dikin û ewê ji bo vê yekê hesab bidin. Wisa bikin ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi kêfxweşî bikin. Eger hûn wisa nekin, hûnê ji vê yekê zerarê bibînin” (Îbranî 13:17, NWT). Bi îhtimaleke mezin, wan kesan telîmat didan xwişk û birayan, da ku ew di wexta rast de û bi awayekî rêk û pêk li gor rêberiya Îsa Mesîh hereket bikin. Pawlosê şandî dixwest ku xwişk û bira guh bidin wan – ne tenê ji ber ku otorîteya wan heye, lê ji ber ku ew îtibara xwe bi wan tînin. Ji bo vê, lazim bû ku şagirtên Îbranî îtibara xwe bi wan xurttir bikin berî ku tengasî dest pê bike. Ji bo kesên ku di dema aştiyê de guh dida rîspiyan hêsantir bû ku di dema tengasiyê de jî guh bidin wan.

11. Ji me re çima baweriyeke xurt lazim e?

11 Mîna şagirtên Îbranî, em jî hewceyî baweriyeke xurt in. Îro, piraniya mirovan bi gotinên Kitêba Pîroz a li ser dawiya vê dinyaya xerab bawer nakin. Bi ser de, gelek kes qerfên xwe bi gotinên Kitêba Pîroz dikin (2. Petrûs 3:3, 4). Wekî din, rast e ku Kitêba Pîroz di heqê tengasiya mezin de çend tiştan dibêje, lê gelek tiştên ku em nizanin jî hene. Gerek em emîn bin ku dawiya vê dinyaya xerab wê di wexta rast de were û Yehowa wê li me xwedî derkeve (Habaqûq 2:3).

12. Çi wê alî me bike ku em di dema tengasiya mezin de sax bimînin?

12 Ji xeynî vê, gerek em îtibara xwe bi “xulamê dilsoz û bihîkmet”, ê ku Yehowa îro bi kar tîne ku rêberiya me bike, xurttir bikin (Meta 24:45, NWT). Gava ordiya Romayî dora Orşelîmê girt, dibe ku ji şagirtên Îbranî re hin telîmatên muhîm hatin dayîn. Mîna vê, wexta ku tengasiya mezin dest pê bike, dibe ku ji me re jî telîmatên heyatî bên dayîn. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em ji niha ve îtibara xwe bi rêberiya ku em bi destê kesên mesûl ji teşkîlata Yehowa distînin, xurttir bikin. Eger niha li me zor tê ku em guh bidin rêberiya wan, di dema tengasiya mezin de emê çawa guh bidin wan?

13. Şîreta ku di Îbranî 13:5 de derbas dibe, çima tam di cih de bû?

13 Heta ku wext hat ku şagirtên Îbranî birevin, lazim bû ku ew jiyaneke sade bajon û xwe “ji hezkirina peran dûr” bigirin (Îbranî 13:5 bixwîne). Hin ji wan berê jî rastî tengasiyên wek xela û feqîriyê hatibûn (Îbranî 10:32-34). Dibe ku ew berê hazir bûn ku ji bo xatirê mizgîniyê tengasiyê bikişînin, lê niha, hin ji wan belkî êdî difikirîn ku mal û milk dikare wan biparêze. Lê belê, di dema wêrankirina Orşelîmê de, pere wê nikaribûya ew biparastana (Aqûb 5:3). Bi eslê xwe, ji bo kesên ku ji mal û milk hez dikir zor bû ku her tiştî bihêlin û birevin.

14. Baweriyeke xurt çawa dikare ser nêrîna me ya li ser mal û milk tesîr bike?

14 Eger em emîn in ku dawiya vê dinyaya xerab li ber derî ye, emê xwe ji hezkirina mal û milk dûr bigirin. Gava mirov fehm bikin ku “di roja XUDAN ya xezebê de, zîv û zêrên wan, [wê] wan xelas nekin”, ewê qey “zîvên xwe bavêjin kuçan” (Hêzekîêl 7:19). Loma, li şûna vê ku em li pey mal û milk bikevin, gerek em qerarên baş bidin, da ku em bikarin hem debara xwe bikin hem jî ji Yehowa re xizmet bikin. Mesela, bila em ji bo tiştên fizûlî nekevin bin deynan û bi zêdeyî bi tiştên madî mijûl nebin. Wekî din, bila dilê me bi zêdeyî bi mal û milkê me ve girêdayî nebe (Meta 6:19, 24). Her ku em nêzîktirî dawiyê dibin, wê lazim be ku em qerarê bidin ka emê îtibara xwe bi Yehowa yan bi mal û milk bînin.

“RAGIRTIN JI WE RE LAZIM E”

15. Ji şagirtên Îbranî re çima “ragirtin” yan tehemul lazim bû?

15 Gava halê Cihûstanê xerabtir dibû, baweriya şagirtên Îsa Mesîh hat ceribandin (Îbranî 10:36). Di demên berê de, hin ji wan rastî zilma giran hatibûn. Ji aliyê din ve, gelek ji wan di dema aştiyê de hatibûn ser rêya rastiyê. Pawlosê şandî got ku ew ji ber baweriya xwe her çi qas rastî zehmetiyan hatibûn jî, wan bi qasî Îsa Mesîh – yanî heta mirinê – tengasî nekişandibû (Îbranî 12:4). Lê belê, ji ber ku mizgînî her ku diçû belav dibû, hêrsa muxalifên Cihû jî zêdetir dibû. Çend sal berê, gava Pawlos li Orşelîmê bû, tevliheviyeke mezin çêbûbû. Zêdetirî 40 “Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin” (Karên Şandiyan 22:22; 23:12-14). Li gel vê nefretê, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh li hev top bibin, mizgîniyê belav bikin û baweriya xwe winda nekin.

16. Li gor nameya ji Îbraniyan re, gerek em li zilmê çawa binêrin? (Îbranî 12:7)

16 Gelo çi alî xwişk û birayên Îbranî kir ku ew li hemberî muxalefetê tehemul bikin? Pawlosê şandî ji wan re got ku gerek ew li zilmê çawa binêrin. Wî şîrove kir ku Xwedê dikare îznê bide ku tengasî werin serê wan, da ku baweriya wan bê ceribandin û ew bên terbiyekirin (Îbranî 12:7 bixwîne). Bi saya vê terbiyeyê, mirov dikare sifetên baş, ên ku li Xwedê xweş tên, bîne meydanê û bi pêş bixe. Pawlos ji şagirtên Îbranî re got ku eger ew bala xwe bidin netîceya van tengasiyan, wê ji bo wan hêsantir be ku ew tehemul bikin (Îbranî 12:11).

17. Pawlos di heqê zilmê de çi dizanibû?

17 Pawlosê şandî ji şagirtên Îbranî re got ku bila dilê wan xurt be û ew li hemberî tengasiyan newestin. Ji ber ku wî berê zilm li şagirtên Îsa Mesîh kiribû, wî baş dizanibû ku halê wan çi qas zor e. Wekî din, piştî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew jî gelek caran rastî muxalefetê hat, û lazim bû ku ew tehemul bike (2. Korîntî 11:23-25). Loma, Pawlosê şandî dizanibû ku ji wan re çi lazim e, da ku ew bikarin tehemul bikin. Wî ji wan re got ku gava ew rastî tengasiyan tên, gerek ew xwe bispêrin Yehowa. Bi dilekî xurt, Pawlos wisa got: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbranî 13:6).

18. Em di heqê pêşerojê de çi dizanin, û gerek em çi bikin?

18 Hin xwişk û birayên me niha zilmê dibînin. Bila em ji bo wan dua bikin û destekê bidin wan (Îbranî 10:33). Kitêba Pîroz dibêje ku “hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîmotêyos 3:12). Ji ber vê yekê, lazim e ku em gişt xwe ji bo pêşerojê hazir bikin. Bila em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin ku çi dibe bila bibe, ewê alî me bike ku em bikarin tehemul bikin. Di wexta rast de, ewê hemû xizmetkarên xwe yên dilsoz ji van tengasiyan bifilitîne (2. Selanîkî 1:7, 8).

19. Em çawa dikarin xwe ji bo tengasiya mezin hazir bikin? (Li resim jî binêre.)

19 Nameya Pawlos a ji Îbraniyan re bê şik alî şagirtên di sedsala yekê de dikir ku ew xwe ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bikin. Pawlos ji xwişk û birayan re got ku bila ew Nivîsarên Pîroz rind lêkolîn bikin û fehm bikin. Vê yekê alî wan dikir ku ew fikrên şaş red bikin, da ku baweriya wan zerarê nebîne. Wî ji wan re got ku bila ew baweriya xwe xurttir bikin û li gor rêberiya Îsa Mesîh û birayên mesûl hereket bikin. Wekî din, wî alî xwişk û birayan kir ku ew tengasiyan wek fersendekê bibînin ku ji Bavê xweyî dilovan terbiyeyê bistînin. Bila em jî guh bidin van şîretên îlhamkirî, da ku em bikarin bi dilsozî heta dawiyê tehemul bikin! (Îbranî 3:14).

Şagirtên Îsa Mesîh ji ber tehemula xwe bereket didîtin. Piştî ku ew ji Cihûstanê reviyabûn, wan dîsa jî li hev top dibûn. Gelo em dikarin ji serpêhatiya wan çi dersê bistînin? (Li paragrafa 19an binêre)

KILAM 126 Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be

a Mesela, di beşa yekê de, Pawlosê şandî herî kêm behsa heft cihên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî kir, da ku îsbat bike ku îbadeta şagirtên Îsa Mesîh ji îbadeta Cihûyan baştir e (Îbranî 1:5-13).