Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be

“Peyvê Bînin Cih”

“Peyvê Bînin Cih”

“Nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih” (AQÛB 1:22).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ev meqale wê daxwaza me zêde bike ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û hem li ser wê bifikirin hem jî li gor wê bijîn.

1-2. Xizmetkarên Xwedê çima dilxweş in? (Aqûb 1:22-25)

 YEHOWA û Îsa Mesîh dixwazin ku em dilxweş bin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wan ku şîretên wî digirin, bi hemû dilê xwe li wî digerin!” (Zebûr 119:2). Îsa Mesîh jî gotibû ku “kesên ku guh didin gotinên Xwedê û li gor wan dijîn” dilxweş in (Lûqa 11:28, NWT).

2 Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em însanên dilxweş in. Gelo çima? Gelek sebebên me hene, lê yek ji sebebên herî muhîm ev e ku em Kitêba Pîroz her roj dixwînin û xîret dikin ku li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:22-25 bixwîne).

3. Ji bo me çima bifeyde ye ku em li gor tiştên ku em ji Kitêba Pîroz hîn dibin, bijîn?

3 Ji bo me bifeyde ye ku em “peyvê bînin cih”. Mesela, gava em vêya dikin, Yehowa ji me razî dibe, û ev yek dilê me xweş dike (Waiz 12:13). Wekî din, bicihanîna gotinên Kitêba Pîroz ji bo dilxweşiya malbatê bifeyde ye û alî me dike ku em nêzîktirî xwişk û birayan bibin. Bi îhtimaleke mezin, te jî ev yek di jiyana xwe de dîtiye. Ji xeynî vê, ji ber ku em guh didin Yehowa, gelek tiştên ku tên serê kesên ku guh nadin Yehowa, nayên serê me. Bê şik, em jî wek Dawid Padîşah difikirin, ê ku li ser qanûn û hukmên Yehowa wisa gotibû: “Yên wan tînin cih, distînin perrûya [xelata] mezin” (Zebûr 19:7-11).

4. Çima carinan ne hêsan e ku em “peyvê bînin cih”?

4 Lê belê, carinan ne hêsan e ku em “peyvê bînin cih”. Ji ber ku em pir mijûl in, gerek em ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz wextê veqetînin, da ku em fehm bikin ku Yehowa ji me çi dixwaze. Loma, bila em li hin tewsiyeyan binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin li ser ayetên ku em dixwînin, bifikirin û li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn.

JI BO XWENDINA KITÊBA PÎROZ WEXTÊ VEQETÎNE

5. Kîjan mesûliyet gelek wexta me dixwin?

5 Gelek xizmetkarên Yehowa Xwedê mirovên pir mijûl in. Pêkanîna mesûliyetên me pir wexta me dixwe. Mesela, em ji bo debara xwe û malbata xwe dixebitin (1. Tîmotêyos 5:8). Gelek xwişk û bira li merivên xwe yên nexweş yan emirmezin dinêrin. Wekî din, lazim e ku em bi siheta xwe eleqedar bibin, û ji bo vê jî wext lazim e. Ji xeynî van mesûliyetan, di civatê de jî wezîfeyên me hene. Yek ji mesûliyetên me yên herî muhîm jî ev e ku em mizgîniyê bi dil û can belav bikin. Madem ku ew qas karên me hene, gelo em çawa dikarin wextê bibînin ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin, li ser wê kûr bifikirin û gotinên wê di jiyana xwe de bînin cih?

6. Tu çawa dikarî ji bo xwendina Kitêba Pîroz wextê veqetînî? (Li resim jî binêre.)

6 Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em xwendina Kitêba Pîroz wek yek ji “tiştên hê muhîmtir” dibînin, loma em xîret dikin ku xwendina Kitêba Pîroz îhmal nekin (Filîpî 1:10, NWT). Kitêba Pîroz li ser mirovê dilxweş wisa dibêje: “Ew ji qanûna Yehowa kêfê distîne, û ew qanûna wî bi şev û roj bi dengekî nizm dixwîne” (Zebûr 1:1, 2, NWT). Eşkere ye ku gerek em ji bo xwendina Kitêba Pîroz wextê veqetînin. Lê ji bo vê, gelo wexta herî minasib kengê ye? Halê her kesî ji hev cuda ye. Ferq nake ku em Kitêba Pîroz kengê bixwînin; tiştê muhîm ev e ku em vêya her roj bikin. Birayekî bi navê Victor wisa dibêje: “Ez hez dikim ku Kitêba Pîroz sibeh zû bixwînin. Rast bêjim, li min hêsan nayê ku sibeh zû rabim, lê dîsa jî, ji bo min baş e, çimkî bala min naçe ser tiştên din, û hişê min rind dixebite.” Belkî halê te jî wisa ye. Ka ji xwe bipirse: “Ji bo xwendina Kitêba Pîroz, ji bo min wexta herî minasib kengê ye?”

Ji bo ku tu Kitêba Pîroz her roj bixwînî, wexta herî baş kengê ye? (Li paragrafa 6an binêre)


LI SER AYETÊN KU TU DIXWÎNÎ, KÛR BIFIKIRE

7-8. Çi dikare bibe sebeb ku em ji xwendina Kitêba Pîroz tam feydeyê nestînin? Mîsalekê bide.

7 Carinan, em tiştekî dixwînin, lê paşê nayê bîra me ku me çi xwendiye. Di dema xwendina Kitêba Pîroz de jî, tiştekî wisa carinan dikare çêbe. Belkî me ji xwe re kiriye hedef ku em her roj çend beşên Kitêba Pîroz bixwînin. Ev yek helbet hedefeke baş e. Gerek em ji xwe re hedefan deynin û xîret bikin ku bigihîjin wan (1. Korîntî 9:26). Lê belê, ji bo ku em ji xwendina Kitêba Pîroz tam feydeyê bistînin, ev yek ne bes e.

8 Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Baran tiştekî baş û lazim e. Lê eger di hundirê demeke kin de bi zêdeyî baran bibare, dibe ku ax êdî nikaribe avê hilçîne xwe. Eger wisa be, êdî feydeya baranê tune ye. Bi eslê xwe, wext lazim e ku ax ava baranê hilçîne û derbasî kokên nebatan bike. Mîna vê, eger em Kitêba Pîroz bi ecele bixwînin, emê nikaribin li ser wê bifikirin û tiştên ku me xwendine di bîra xwe de xwedî bikin û bînin cih (Aqûb 1:24).

Çawa ku wext lazim e ku ax ava baranê hilçîne û bixebitîne, ji me re wext lazim e ku em li ser Kitêba Pîroz kûr bifikirin û li gor tiştên ku em dixwînin, hereket bikin. (Li paragrafa 8an binêre)


9. Eger me ji xwe re kiribe adet ku Kitêba Pîroz zû zû bixwînin, gerek em çi bikin?

9 Gelo tu carinan Kitêba Pîroz zû zû dixwînî? Ji kerema xwe re wisa neke. Hêdî hêdî bixwîne. Yan di dema xwendinê de yan piştî xwendinê kûr bifikire. Ev yek ne zor e. Ji bo ku fersenda te hebe ku tu kûr bifikirî, tu belkî dikarî ji bo lêkolînê zêdetir wextê veqetînî. Yan jî, tu dikarî kêmtir ayetan bixwînî û wexta bermayî ji bo fikirînê bi kar bînî. Victor wisa dibêje: “Ez hindik dixwînim, carinan tenê beşekê. Ji ber ku ez sibeh zû dixwînim, heta êvarê fersenda min heye ku ez li ser beşa ku min xwendiye, bifikirim.” Metoda te her çi be jî, bi ecele nexwîne, da ku tu ji xwendinê feydeyê bistînî (Zebûr 119:97; li çarçoveya bi navê “ Ji Xwe Bipirse” binêre).

10. Tu çawa dikarî li gor tiştên ku tu hîn dibî, hereket bikî? (1. Selanîkî 5:17, 18)

10 Ferq nake ku tu Kitêba Pîroz kengê dixwînî û tu ji bo vê çi qas wextê vediqetînî, bala xwe bidê ka tu çawa dikarî melûmata ku te xwendiye, bi kar bînî. Wexta ku tu Nivîsarên Pîroz dixwînî, ji xwe bipirse: “Gelo ez çawa dikarim vê melûmatê niha yan di demeke nêzîk de bi kar bînim?” Mesela, ferz bike ku te 1. Selanîkî 5:17, 18 xwendiye (bixwîne). Piştî xwendina van du ayetan, ka bisekine û bifikire ku tu di rojê de çend caran û çi qas kûr dua dikî. Wekî din, li ser tiştên ku tu ji bo wan şikirdar î, bifikire. Tuyê belkî qerarê bidî ku ji bo sê tiştan ji Yehowa Xwedê re spas bikî. Çend deqe jî bifeyde ne ku tu “peyvê” hem baştir bibihîzî hem jî baştir bînî cih. Ka bîne ber çavê xwe ku eger tu vêya her roj bikî, ev yek wê çi qas alî te bike ku tu gotinên Kitêba Pîroz bînî cih. Lê eger tu pê derxî ku gerek tu xwe di gelek waran de serrast bikî, tu dikarî çi bikî?

JI XWE RE HEDEFÊN MAQÛL DEYNE

11. Carinan tu dikarî bikevî çi halî?

11 Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, dibe ku tuyê pê derxî ku gerek tu xwe di gelek waran de serrast bikî. Mesela, ferz bike ku rojekê, ayetên ku tu dixwînî dibêjin ku gerek em di nav mirovan de cihêtiyê nekin (Aqûb 2:1-8). Tu fehm dikî ku di vî warî de hin kêmasiyên te hene, û tu qerarê didî ku xwe serrast bikî. Pir baş e! Rojek bi şûn de, ayetên ku tu dixwînî nîşan didin ku gerek em xeberdana xwe kontrol bikin (Aqûb 3:1-12). Îcar tê bîra te ku carinan, xeberdana te hebekî negatîf e. Loma, tu qerarê didî ku tuyê bi kesên din re êdî bi awayekî pozîtîf xeber bidî. Dîsa rojek bi şûn de, ayetên ku tu dixwînî dibêjin ku gerek em bi dinyayê re dostaniyê nekin (Aqûb 4:4-12). Tu fehm dikî ku gerek tu zêdetir dîqat bikî ku tu çi dixwînî yan li çi temaşe dikî. Roja çaran, tu êdî meraq dikî ku tu çawa dikarî bi ew qas kêmasiyên xwe re micadele bikî.

12. Eger tu bi saya xwendina Kitêba Pîroz pê derxî ku gerek tu xwe di hin waran de serrast bikî, çima ne lazim e ku tu cesareta xwe winda bikî? (Li jêrenotê jî binêre.)

12 Eger tu bibînî ku gerek tu bi çend kêmasiyên xwe re micadele bikî yan xwe di çend waran de serrast bikî, cesareta xwe winda neke. Bi eslê xwe, ev hal nîşan dide ku tu yekî dilpak î. Gava kesekî dilnizm, ê ku li hemberî xwe durist e, Kitêba Pîroz dixwîne, ew bala xwe didê ku gerek ew xwe di çi de serrast bike. a Wekî din, ji bîr neke ku lixwekirina “şexsiyeta nû” yekser çênabe, lê her gav dewam dike (Kolosî 3:10, NWT). Gelo çi dikare alî te bike ku tu Peyva Xwedê bi dewamî bînî cih?

13. Tu çawa dikarî li gor tiştên ku tu hîn dibî, hereket bikî? (Li resim jî binêre.)

13 Li şûna vê ku tu xîret bikî ku her tiştê ku tu dixwînî di eynî demê de bînî cih, ji xwe re hedefên maqûl deyne (Methelokên Silêman 11:2). Mesela, vê metodê bi kar bîne: Ji xwe re lîsteyeke kêmasiyên xwe çêke û qerarê bide ku tuyê pêşî li ser çi bixebitî. Bi zeman re, tu dikarî li ser nuqteyên din jî bixebitî. Di serî de, wê baş be ku tu ji xwe re hedefeke çawa deynî?

Li şûna vê ku tu li ser hemû tiştên ku tu di Kitêba Pîroz de dixwînî, yekser bixebitî, belkî baştir be ku tu ji xwe re hedefên maqûl deynî. Mesela, tu dikarî bala xwe bidî yek du nuqteyan (Li paragrafên 13 û 14an binêre)


14. Tu dikarî bi kîjan hedefan dest pê bikî?

14 Mesela, tu dikarî ewilî ji xwe re hedefeke hêsan hilbijêrî. Yan jî, tu dikarî ji xwe re warê herî muhîm hilbijêrî. Piştî ku te qerar daye ku hedefa te çi ye, tu dikarî di weşanên me de lêkolînê bikî, mesela bi alîkariya Kitêbxaneya Elektronîk a Birca Çavdêriyê yan Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa. Di heqê hedefa xwe de dua bike û ji Yehowa rica bike ku bila ew daxwaz û qeweta te zêde bike (Filîpî 2:13). Paşê, li gor tiştên ku tu hîn bûyî, hereket bike. Her ku tu nêzîktirî hedefa xwe ya pêşîn dibî, xwestina te wê zêde bibe ku tu bigihîjî hedefeke din jî. Bi eslê xwe, gava tu di warekî de bi pêş dikevî, wê bi îhtimaleke mezin hêsantir bibe ku tu di warên din de jî bi pêş bikevî.

BILA PEYVA XWEDÊ SER TE TESÎR BIKE

15. Xizmetkarên Yehowa çawa ji gelek kesên ku Kitêba Pîroz dixwînin, cuda ne? (1. Selanîkî 2:13)

15 Hin kes dibêjin ku wan Kitêba Pîroz bi dehan caran xwendiye. Lê gelo ew bi rastî jî baweriya xwe bi Kitêba Pîroz tînin? Gelo ew li gor gotinên Kitêba Pîroz dijîn? Çi heyf e ku gelek kes vêya nakin. Lê em ne wisa ne! Wek şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn, em Kitêba Pîroz “wek peyva Xwedê” qebûl dikin û îznê didin ku ew ser me tesîr bike (1. Selanîkî 2:13 bixwîne).

16. Çi dikare alî me bike ku em “peyvê bînin cih”?

16 Carinan ne hêsan e ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li gor wê hereket bikin. Mesela, dibe ku li me zor bê ku em ji bo xwendinê wextê bibînin. Yan jî, em belkî zû zû dixwînin û li ser ayetên ku em dixwînin kûr nafikirin. Zehmetiyeke din jî belkî ev e ku gelek kêmasiyên me hene, yên ku gerek em serrast bikin. Lê halê te her çi be jî, hêviya xwe winda neke. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bi ser bikevî. Bila em desteka wî qebûl bikin û “nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin” û paşê ji bîr dikin, “lê peyvê bînin cih”. Her ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li gor gotinên wê hereket bikin, emê hê dilxweştir bibin (Aqûb 1:25).

KILAM 94 Em ji bo Peyva Xwedê Şikirdar in

a Li ser jw.org, li vîdeoya Keç û Xortên Din Çi Dibêjin – Xwendina Kitêba Pîroz temaşe bike.