Here Naverokê

Here naverokê

Ciwanno, Hûn Dikarin Bigihîjin Bextewariyê

Ciwanno, Hûn Dikarin Bigihîjin Bextewariyê

“Tu rêya jiyanê xuyayî min dikî” (ZEB. 16:11, KP).

KILAM: 133, 89

1, 2. Wek serpêhatiya Tony nîşan dide, mirov çawa dikare biguhere?

HINDIK mabû ku Tony dev ji lîseyê berdaya. Ew sêwî bû, wî ji mektebê hez nedikir û li dawiya heftiyê diçû sînemayê an jî tevî hevalên xwe wext derbas dikir. Wî tiştên xerab nedikirin, û narkotîk bi kar nedianîn. Lê belê armanca jiyana wî jî tune bû. Wekî din, wî bawer nedikir ku Xwedê heye. Paşê, ew rastî xwişk û birayekî me hat û behsa guman û pirsên xwe kir. Wan du broşûr dan wî, Destpêka Jiyanê – Pênc Pirsên Muhîm û Jiyanê Çawa Dest pê Kir?

2 Gava xwişk û birayê me dîsa çûn ziyareta Tony, wî êdî nêrîna xwe guherandibû. Wî ev broşûr hûr û kûr xwendibûn. Tony got: “Xwedê bi rastî jî heye.” Wî kursa Kitêba Pîroz qebûl kir, û nêrîn û fikrên wî hêdî hêdî guherîn. Li mektebê, ew êdî bû xwendekarekî pir jîr û jêhatî. Midûrê mektebê jî şaş ma. Wî got: “Nêrîn û notên te êdî gelek baş in. Gelo sebeba vê ev e ku tu tevî Şahidên Yehowa hevaltiyê dikî?” Tony got “Belê” û paşê behsa Kitêba Pîroz kir. Wî lîse xelas kir, û niha pêşengê daîmî û alîkarê xizmetê ye. Bi ser de, ew êdî Yehowa wek Bavê xwe dibîne (Zeb. 68:5).

EGER HÛN GUH BIDIN YEHOWA, HÛNÊ SERKEFTÎ BIBIN

3. Daxwaza Yehowa ji bo ciwanan çi ye?

3 Serpêhatiya Tony nîşan dide ku Yehowa bi ciwanan ji dil eleqedar dibe. Ew dixwaze ku hûn bi rastî bextewar û serkeftî bibin. Loma, ew wisa dibêje: “Di rojên ciwaniya xwe de, yê ku te Afirandiye di bîra xwe de bîne” (Waiz 12:2). Îro ev yek carinan ji ciwanan re zor tê. Dîsa jî, bi alîkariya Xwedê hûn dikarin ser bikevin – ne tenê di ciwantiya xwe de, lê di hemû emrê xwe de jî. Ji bo ku em vêya baştir fehm bikin, emê niha bala xwe bidin ku çi alî Îsraêliyan kiribû ku ew Welatê Sozdayî bi dest bixin û çi alî Dawid kiribû ku ew li dijî Golyat serkeftî bibe.

4, 5. Serpêhatiyên Îsraêliyan û Dawid çi rêyî me didin? (Li resmên ewilî binêre.)

4 Gava miletê Îsraêl nêzikî Welatê Sozdayî bû, Xwedê ji wan re negot ku gerek ew hunerên cengê zêde bikin (5. Mû. 28:1, 2). Li şûna vê, wî ji wan re got ku gerek ew guh bidin wî û xwe bispêrin wî (Yêşû 1:7-9). Gelo ev şîret, şîreteke aqilmend bû? Belê! Yehowa dîsa û dîsa alî xizmetkarên xwe kir ku ew li dijî Kenaniyan serkeftî bibin (Yêşû 24:11-13). Aşîkar e ku bawerî lazim e ku mirov guh bide Xwedê. Baweriyeke wisa her tim serkeftinê tîne. Eger hûn guh bidin Xwedê, hûnê jî serkeftî bibin.

5 Golyat şervanekî pir xurt bû. Bejna wî weke 2,9 metre bû, û ew çekdarekî hunermend bû (1. Sam. 17:4-7). Di destê Dawid de du tişt hebûn: kevirkanek û bawerî. Ji bo kesên bêbawer, dibe ku plana Dawid wek bêaqiltî xuya dikir. Lê belê yê ku bi rastî bêaqil bû, Golyat bû (1. Sam. 17:48-51).

6. Niha emê li ser çi şêwir bikin?

6 Li meqaleya berê, me bala xwe dabû çar nuqteyan, ên ku dikarin alî we bikin ku hûn bextewar û serkeftî bibin: têrkirina hewcedariya ruhî, qîmeta hevalên baş, hilbijartina armancên rast û qîmeta azadiya ku Xwedê dide we. Li vê meqaleyê, emê li ser van mijaran zêdetir şêwir bikin. Ji bo vê, emê bala xwe bidin hin prensîpên ku li Zebûra 16an derbas dibin.

HEWCEDARIYA XWE YA RUHÎ TÊR BIKIN

7. (a) Kesê bi zîhniyeta ruhî çi dike? (b) “Para” Dawid çi bû, û wî li vê parê çawa dinêrî?

7 Kesê bi zîhniyeta ruhî baweriya xwe bi Xwedê tîne û xîret dike ku wek Xwedê li meseleyan binêre. Ew li rêberiya Xwedê digere û dixwaze guh bide wî (1. Kor. 2:12, 13). Li vî warî, Dawid ji me re bû emsal. Wî wisa got: “XUDAN para mêrasa min û tasa min e” (Zeb. 16:5, KP). Dawid seba “para” xwe, yanî seba dostiya xwe bi Xwedê re dilşad bû, û wî xwe dispart Xwedê (Zeb. 16:1). Netîce bû çi? Wî wisa nivîsî: “Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye” (Zebûr 16:9, 11 bixwîne).

8. Gerek hûn çi bikin ji bo ku hûn bi rastî bigihîjin bextewariyê?

8 Kesên ku tenê li kêf û şahiyê an li mal û milk digerin nikarin bi qasî Dawid dilşad bibin (1. Tîm. 6:9, 10). Birayekî me, yê ku li Kanadayê dijî, wisa dibêje: “Ji bo dilşadiya rastîn, tiştê herî muhîm ne ev e ku jiyan çi dide me, lê ev e ku em çi didin Yehowa, yê ku çavkaniya hemû tiştên baş e” (Aqûb 1:17). Belê, eger hûn baweriya xwe bi Yehowa zêde bikin û jê re xizmet bikin, hûnê bigihîjin bextewariya rastîn. Hûn çawa dikarin baweriya xwe zêde bikin? Lazim e ku hûn bi wî re wext derbas bikin, yanî Peyva wî bixwînin, li tebîatê binêrin û li ser sifat û hunerên wî bifikirin. Mesela, bînin ber çavê xwe ku ew ji we çi qas hez dike (Rom. 1:20; 5:8).

9. Hûn çawa dikarin wek Dawid îzin bidin ku Peyva Xwedê li ser we tesîr bike?

9 Xwedê hezkirina xwe carinan bi şîretên dilovan eyan dike. Dawid qîmet dida şîretên wisa. Wî got: “Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar, bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar” (Zeb. 16:7). Belê, ew li ser fikrên Xwedê kûr difikirî, wî ew qebûl dikirin, û wî îzin dida ku ew li ser wî tesîr bikin. Eger hûn jî bi bawerî wisa bikin, hûnê ji Xwedê zêdetir hez bikin û bixwazin guh bidin wî. Wekî din, hûnê ji aliyê ruhî ve zêde gihîştî bibin. Xwişka me Christinê wisa got: “Gava ez lêkolîn dikim û li ser malzemeyê kûr difikirim, ji min re wisa tê ku Yehowa ev yek ji bo min daye nivîsandin!”

10. Li gor Îşaya 26:3, feydeya zîhniyeta ruhî çi ye?

10 Bi saya zîhniyeteke ruhî, hûnê wek Xwedê li dinyayê û li axiriya dinyayê binêrin. Yehowa vê fehmdariyê dide we. Çima? Ew dixwaze ku hûn fehm bikin ku di jiyanê de tiştê herî muhîm çi ye, ku hûn qerarên baş bidin û bê tirs li hêviya axiriyê bibin (Îşaya 26:3 bixwîne). Birayê me Joshua, yê ku li Amerikayê dijî, wisa dibêje: “Gava em nêzikî Yehowa dimînin, em fehm dikin ku bi rastî çi muhîm e.” Eger hûn wisa bikin, hûnê bi rastî bextewar bibin!

JI XWE RE HEVALÊN BAŞ BIBÎNIN

11. Dawid ji xwe re çi cure heval didît?

11 Zebûr 16:3 bixwîne. Dawid dizanibû ku hevalên baş kî ne. Wî ji hevaltiya kesên Xwedêhez kêf distend. Ayet ji bo wan dibêje “pîroz”. Ev tê maneya ku ew ji aliyê exlaqê ve pak bûn. Zebûrbêjekî din jî der heqê dost û hevalên xwe de wisa nivîsî: “Ez ji hemû yên ku ji te ditirsin re heval im, ji hemû yên ku şertên te digirin” (Zeb. 119:63). Wek em li meqaleya berê elimîbûn, hûn jî dikarin ji xwe re hevalên baş bibînin, ên ku ji Xwedê ditirsin û guh didin wî. Ferq nake ku hevalên we çend salî ne.

12. Bingeha dostiya di nav Dawid û Yonatan de çi bû?

12 Dawid Padîşah ne tenê bi hemsalên xwe re hevaltî dikir. Tê bîra te ku yek ji dostên wî kî bû? Navê wî Yonatan bû. Dostiya di nav wan de pir xurt bû. Ma te zanibû ku Yonatan weke 30 salî ji Dawid mezintir bû? Îcar ew çawa bûn dostên hev? Her diduyan jî baweriya xwe bi Xwedê dianî û qedrê hev digirt. Wekî din, ew li mêrxasiya hevdû heyran diman gava wan li hemberî dijminên Xwedê şer dikir (1. Sam. 13:3; 14:13; 17:48-50; 18:1).

13. Wê baş be ku hûn bi kê re hevaltiyê bikin?

13 Wek Dawid û Yonatan, em jî ji hevaltiya kesên ku ji Yehowa hez dikin û baweriya xwe bi wî tînin, kêfê distînin. Xwişka me Kiera, ya ku bi gelek salan xizmetkara Xwedê ye, wisa dibêje: “Li hemû dinyayê dost û hevalên min hene. Ew ji cure cure kok û miletan tên.” Eger hûn jî bi cure cure xwişk û birayan hevaltiyê bikin, hûnê bi zelalî bibînin ku Kitêba Pîroz û ruhê Xwedê însanan çawa dike yek.

ARMANCÊN RAST HILBIJÊRIN

14. (a) Çi dikare alî we bike ku hûn armancên rast hilbijêrin? (b) Hin xwişk û birayên me li ser armancên xwe yên ruhî çi dibêjin?

14 Zebûr 16:8 bixwîne. Di emrê xwe de, Dawid her tim bala xwe dida xizmeta Xwedê. Eger hûn jî her tim bala xwe bidin xizmeta Yehowa û armancên xwe li gor daxwaza wî hilbijêrin, hûnê jî bi rastî bextewar bibin. Birayê me Steven wisa got: “Ez pir şa me ku min ji xwe re armancek danîbû û ez gihîştim vê armancê.” Birayekî ciwan ji Almanyayê, yê ku niha li welatekî din xizmet dike, wisa got: “Wexta ku ezê kal bibim, ez naxwazim bibînim ku ez di hemû emrê xwe de tenê li menfaetên xwe geriyame.” Xwezî ku hûn jî wisa difikirin. Belê, bi qewet û hunerên xwe pesnê Xwedê bidin û ji bo kesên din xêrê bikin (Gal. 6:10). Ji xwe re armancên ruhî daynin û ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku hûn karibin bigihîjin van armancan. Bawer bin ku Xwedê wê li gor duayên we bike! (1. Yûh. 3:22; 5:14, 15).

15. Hûn dikarin ji xwe re çi cure armancan hilbijêrin? (Li çarçoveya “ Armancên Ruhî” binêre.)

15 Hûn dikarin ji xwe re çi cure armancan daynin? Mesela, hûn dikarin xîret bikin ku li civînan bi peyvên xwe cewaban bidin, bibin pêşeng an li Beytelê xizmet bikin. Belkî hûn dikarin zimanekî nû bielimin ji bo ku mizgînê bidin zêdetir mirovan. Barak, ê ku di xizmeta tamrojî de dixebite, wisa dibêje: “Gava ez sibehê radibim, ez pir kêfxweş dibim ku ez bi dil û can ji bo Yehowa dixebitim.”

QÎMETÊ BIDIN AZADIYA KU XWEDÊ DAYE WE

16. Dawid li qanûnên Yehowa çawa dinêrî, û çima?

16 Zebûr 16:2, 4 bixwîne. Wek em li meqaleya berê elimîbûn, qanûn û prensîpên Xwedê me azad dikin û alî me dikin ku em ji qenciyê hez bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Amos 5:15). Dawid fehm kir ku çavkaniya qenciyê, Yehowa ye. Qencî tê maneya rastiya exlaqî an dilpakî. Dawid pir xîret dikir ku qenciya Xwedê ji xwe re bike nimûne. Wekî din, Dawid ji xerabiyê nefret dikir. Mesela, wî pûtperestî wek tiştekî xerab didît, çimkî pûtperestî mirovan nizm dike û hurmeta ku aîdî Yehowa ye, didize (Îşa. 2:8, 9; Pey. 4:11).

17, 18. (a) Dawid der heqê netîceyên pûtperestiyê de çi got? (b) Gelek mirov çawa derdê xwe zêde dikin?

17 Li demên berê, gelek pûtperestan bêexlaqî dikir (Hoş. 4:13, 14). Hin kesan ji vê cure îbadetê kêf distend, çimkî wan ji bêexlaqiyê hez dikir. Lê belê putperestî û bêexlaqiyê bi rastî bextewarî nedianî. Dawid got ku “yên ku li pey îlahên din digerin” derdê xwe zêde dikin. Bi ser de, wan zarokên xwe ji pûtan re qurban dikirin (Îşa. 57:5). Yehowa ji vê zilm û zordariyê nefret dikir! (Yêr. 7:31). Eger hûn li wê çaxê bûna, hûnê bêguman dilşad bibûna seba ku dê û bavê we xizmetkarên Yehowa ne.

18 Îro jî gelek dîn û baweriyên sexte bêexlaqiyê qebûl dikin. Mesela, gelek kes êdî homoseksueltiyê wek tiştekî normal dibînin. Lê belê îro jî derdê van kesan zêde dibe (1. Kor. 6:18, 19). Loma ciwanno, guh bidin Xwedê! Bawer bin ku guhdarîkirina Xwedê ji bo xêra we ye. Guneh carinan bikêf xuya dike, lê di netîceyê de bi zêdeyî zerar û ziyanê dide (Gal. 6:8). Joshua wisa got: “Em helbet dikarin azadiya xwe li gor dilê xwe bi kar bînin, lê eger em azadiya xwe ji bo xerabiyê bi kar bînin, em bextewar nabin.”

19, 20. Ciwanên ku baweriya xwe bi Yehowa tînin û guh didin wî wê kîjan nîmetan bistînin?

19 Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike” (Yûh. 8:31, 32). Li gor van gotinan, emê ji dînê sexte, ji nezaniyê û ji xurafeyan azad bibin. Wekî din, wek em elimîbûn, emê karibin bigihîjin “azadiya bilind ya zarokên Xwedê” (Rom. 8:21). Eger em ‘di peyva Îsa de bimînin’, em dikarin vê azadiyê niha jî tehm bikin. Bi vî awayî, emê “rastiyê bizanin”, yanî emê hem bizanibin ku rastî çi ye, hem jî rastî wê li ser jiyana me tesîr bike.

20 Ciwanno, qîmetê bidin azadiya ku we ji Xwedê stendiyê. Vê azadiyê bi aqilmendî bi kar bînin û wisa ji bo axiriyê haziriyê bikin. Birayekî ciwan wisa got: “Eger em azadiya xwe di ciwantiya xwe de bi aqilmendî bi kar bînin, emê hazir bibin ku qerarên hê mezintir bidin, mesela gava em li îşekî digerin an qerar didin ku bizewicin an heta wextekê azip bimînin.”

21. Hûn çawa dikarin li ser riya “jiyana rastîn” bimînin?

21 Li vê dinyaya xerab, jiyan çi qas bikêf xuya bike jî, kes nizane ku sibehê çi wê biqewime (Aqûb 4:13, 14). Ji ber vê yekê, wê baş be ku hûn li ser riya “jiyana rastîn” – yanî jiyana heta bi hetayê – bimînin (1. Tîm. 6:19). Xwedê helbet zorê li we nade ku hûn li ser riya wî bimînin. Lazim e ku her kes riya xwe hilbijêre. Lê eger hûn Yehowa wek “para” xwe hilbijêrin, ewê we “bi qenciyê” têr bike (Zeb. 103:5). Bawer bin ku Xwedê dikare “kêfxweşî” û “dilxweşî” bide we (Zeb. 16:11, KP).