Here Naverokê

Here naverokê

Ciwanno, Xwedê Xêra We Dixwaze

Ciwanno, Xwedê Xêra We Dixwaze

“Ew e, yê ku hemû jiyana te, bi qenciyê têr dike” (ZEB. 103:5).

KILAM: 135, 39

1, 2. Gava hûn riya xwe hildibijêrin, wê çima baş be ku hûn guh bidin Xwedê? (Li resmên ewilî binêrin.)

GELEK mamoste, rêber û kesên din ji ciwanan re tewsiye dikin ku ew herin zanîngehê û kariyereke baş ji xwe re bikin armanc. Lê belê rêberiya Yehowa cuda ye. Ew helbet dixwaze ku hûn li mektebê jîr û jêhatî bibin, çimkî bi vî awayî, hûnê bikaribin piştî mektebê debara xwe bikin (Kol. 3:23). Lê ji ber ku em êdî li rojên dawîn dijîn, tiştê herî muhîm ev e ku hûn riya xwe li gor daxwaza Yehowa hilbijêrin û li gor prensîpên wî qeraran bidin (Met. 24:14).

2 Ji bîr neke ku Yehowa her tiştî dizane. Ew dizane ku çi wê biqewime û dawiya vê dinyayê çi qas nêzik e (Îşa. 46:10; Met. 24:3, 36). Wekî din, ew we rind nas dike. Ew dizane ku çi dikare we bi rastî bextewar bike û çi dikare bextewariya we xera bike. Ji ber vê yekê, tewsiyeyên mirovan çi qas maqûl xuya bin jî, fikrên ku ne li gor Kitêba Pîroz in ne aqilmend in (Mtl. 19:21).

HÎKMETA YEHOWA BÊEMSAL E

3, 4. Dinya çima ew qas xerab e?

3 Di destpêka tarîxê de, Îblîs fikreke pir şaş da mirovan: Wî ji Hewayê re got ku eger ew riya xwe li gor dilê xwe hilbijêre, ew û Adem wê hê bextewartir bibin (1. Mû. 3:1-6). Lê belê niyeta Îblîs xerab bû. Wî dixwest ku Adem û Hewa û zarokên wan ne ji Yehowa re, lê ji re îbadet bikin. Bi eslê xwe, Îblîs ji bo xêra mirovan tu tişt nekiribû. Adem û Hewayê hemû tiştên baş – bedenên bêqisûr, warekî bedew û jiyana herheyî – ji Yehowa stendibûn.

4 Çi heyf e ku Adem û Hewayê guh neda Xwedê. Netîce pir xerab derket. Wek kulîlkên jêkirî, Adem û Hewa hêdî hêdî çilmisîn û mirin. Zarokên wan jî seba fermana guneh û mirinê ketin halekî xerab (Rom. 5:12). Dîsa jî, piraniya însanan naxwazin guh bidin Xwedê. Ew dixwazin li gor dilê xwe bijîn (Ef. 2:1-3). Lê halê dinyayê bi zelalî nîşan dide ku hîkmeta Yehowa bêemsal e (Mtl. 21:30).

5. Li vê meqaleyê, emê li ser çi bişêwirin?

5 Şikur ku gelek ciwanên dilpak hene, yên ku dixwazin Yehowa nas bikin û ji wî re xizmet bikin (Zeb. 103:17, 18; 110:3). Xwedê pir qîmetê dide kesên wisa. Ciwanên ku li riya Xwedê dimeşin “qenciyê” dibînin û bi rastî bextewar dibin (Zebûr 103:5 bixwîne; Mtl. 10:22). Niha emê bibînin ku Xwedê kîjan tiştên baş dide me – xwarina ruhî, hevalên baş, armancên rast û azadiya rastîn.

YEHOWA WE BI XWARINA RUHÎ TÊR DIKE

6. Çi hewcedariya we heye? Xwedê vê hewcedariyê çawa têr dike?

6 Ferqa herî mezin a di nav mirov û heywanan de çi ye? Hewcedariyên me yên ruhî hene, yên ku tenê Xwedê dikare têr bike (Met. 4:4). Eger em guh bidin Xwedê, fehmdarî, hîkmet û bextewariya me wê zêde bibe. Îsa wisa got: “Xwezî bi kesên ku hay ji hewcedariyên xwe yên ruhî hene” (Met. 5:3, Pirtûka Pîroz (Zebûr û Încîl)). Bi navgîniya Kitêba Pîroz û xwarina ruhî, Xwedê vê hewcedariyê têr dike, ya ku ew bi destê “xulamê dilsoz û şehreza” hazir dike (Met. 24:45). Sifreya me ya ruhî bi cure cure xwarinan ve tije ye (Îşa. 65:13, 14).

7. Feydeyên xwarina ruhî çi ne?

7 Xwarina ruhî ya ku Xwedê hazir dike dikare hîkmet û fehmdariya we zêde bike (Methelokên Silêman 2:10-14 bixwîne). Îro, hin kes difikirin ku Xwedê tune an ku bextewarî ji mal û milk tê. Bi saya hîkmet û fehmdariyê, hûnê bi hêsanî fehm bikin ku fikrên wisa şaş in. Wekî din, hîkmet û fehmdarî dikarin we biparêzin û alî we bikin ku hûn xwe ji xwestek û adetên nebaş dûr bigirin. Loma her tim li hîkmeta Xwedê û li fehmdariyê bigerin û van huneran wek xezîneyan bibînin. Bi vî awayî, hûnê rind fehm bikin ku Yehowa ji we çi qas hez dike û xêra we dixwaze (Zeb. 34:8; Îşa. 48:17, 18).

8. Çima muhîm e ku hûn niha hê nêzikî Xwedê bibin, û li axiriyê, hûnê ji vê çawa feyde bistînin?

8 Di demeke nêzik de, dinyaya Îblîs wê helak bibe. Wê demê, wê lazim bibe ku hûn xwe bi temamî bispêrin Yehowa ku ew hewcedariyên we yên rojane têr bike (Hab. 3:2, 12-19). Ji ber vê yekê, wê baş be ku hûn niha hê nêzikî Xwedê bibin û baweriya xwe zêde bikin (2. Ptr. 2:9). Eger hûn wisa bikin, çi dibe bila bibe, hûnê xwe her tim wek Dawid Padîşah hîs bikin: “XUDAN her tim danîm pêşiya xwe, qet nalerizim; ji ber ku ew li aliyê minî rast ve sekiniye” (Zeb. 16:8, KP).

YEHOWA HEVALÊN BAŞ DIDE WE

9. (a) Li gor Yûhenna 6:44, Yehowa çi dike? (b) Gava hûn rastî Şahidekî Yehowa tên, hûn wî çi qas nas dikin?

9 Gava hûn rastî kesekî tên, ê ku ne Şahidê Yehowa ye, hûn wî çi qas nas dikin? Dibe ku hûn dizanin ku navê wî çi ye û çawa xuya dike, lê hûn wî ji nêzik ve nas nakin. Lê gava hûn rastî Şahidekî Yehowa tên, hûn dizanin ku ew ji Yehowa hez dike û ku ew ferdekî malbata ruhî ya Yehowa ye (Yûhenna 6:44 bixwîne). Milet an koka wî çi be jî, hûn der heqê wî de gelek tiştan dizanin, û ew jî der heqê we de gelek tiştan dizane!

Yehowa dixwaze ku em bibin xwediyê dostên baş û armancên ruhî (Li paragrafên 9-12 binêre)

10, 11. Şahidên Yehowa di kîjan waran de hemfikir in, û hûn ji vê çi feyde distînin?

10 Mesela, zimanên we her çi qas cuda bin jî, “zimanê pak”, yanî zimanê rastiyê yek e (Tsf. 3:9, WDN). Ji ber vê yekê, hûn rind dizanin ku Şahidekî din li Xwedê, li qanûnên exlaqî û li axiriyê çawa dinêre. Bi saya van tiştan, hûn dikarin bi hev bawer bin û dostaniya saxlem û daîmî ava bikin.

11 Ji ber ku hûn xizmetkarên Yehowa ne, li seranserê dinyayê bi milyonan dostên we hene. Ji xeynî Şahidên Yehowa, kê keremeke ew qas mezin stendiye?

YEHOWA ARMANCÊN RAST LI BER WE DATÎNE

12. Hûn dikarin ji xwe re kîjan armancên ruhî daynin?

12 Waiz 11:9–12:1 bixwîne. Ji aliyê ruhî ve, armancên we çi ne? Mesela, hûn dikarin xîret bikin ku Kitêba Pîroz her roj bixwînin. An jî hûn dikarin li xizmeta xwe hunerên xeberdan û hînkirinê bi pêş bixin. Gava hûn netîceyên baş bi dest dixin an kesên din pesnê we didin, ma hûn dilşad û kêfxweş nabin? Bi rastî jî gerek wisa be, çimkî bi vî awayî hûn wek Îsa daxwaza Xwedê dixin cihê pêşîn (Zeb. 40:8; Mtl. 27:11).

13. Wê çima baş be ku hûn pey armancên ruhî herin?

13 Eger hûn bala xwe bidin xizmeta Yehowa, hûnê bi saya vî îşî bi rastî bextewar bibin. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Di karê Xudan de herdem xîretkêş bin; çimkî hûn dizanin ku bi Xudan re keda we ne badîhewa ye” (1. Kor. 15:58). Ji aliyê din ve, kesên ku dikevin pey mal û milk nagihîjin bextewariya rastîn. Eger ew pir zengîn bibin jî, hundirê dilê wan vala dimîne (Lûqa 9:25). Em vêya ji serpêhatiya Silêman Padîşah rind dizanin (Rom. 15:4).

14. Serpêhatiya Silêman çi rêyî me dide?

14 Dewlemendiya Silêman bêhesab bû. Carekê, wî dixwest biceribîne ka dewlemendî bi rastî bextewarî û kêfxweşiyê dide an na (Waiz 2:1-10). Loma wî ji xwe re xanî, baxçe û park çêkirin û hemû tiştên ku dilê wî dixwestin bi dest dixistin. Gelo vê yekê jê re bextewarî anî? Silêman wisa got: “[Min] li hemû karên ku destên min kirine û li keda bona kirinê kişandime nihêrtim û a vay, gişt vala ye û ... tu qezenc tunebû” (Waiz 2:11). Gelo hûnê ji serpêhatiya Silêman ji xwe re dersan bistînin?

15. Bawerî çima muhîm e, û li gor Zebûr 32:8 çi feydeyan tîne?

15 Yehowa naxwaze ku hûn dersên jiyanê bi kul û derdan bielimin. Ji bo ku hûn guh bidin Xwedê û daxwaza wî di jiyana xwe de têxin cihê pêşîn, helbet bawerî lazim e. Baweriyeke wisa pir biqîmet e û tu caran poşman nake. Yehowa “hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr” nake (Îbr. 6:10). Ji ber vê yekê, xîret bikin ku baweriya we zêde bibe. Hûnê bibînin ku Xwedê her tim xêra we dixwaze (Zebûr 32:8 bixwîne).

XWEDÊ AZADIYA RASTÎN DIDE WE

16. Gerek em azadiya xwe çawa bi kar bînin?

16 Pawlos wisa nivîsî: “Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye” (2. Kor. 3:17). Belê, Yehowa ji azadiyê hez dike, û wî xwesteka azadiyê xistiye dilê we jî. Lê belê, ew dixwaze ku hûn azadiya xwe bi aqilmendî bi kar bînin û serê xwe nexin belayê. Kesên ku li pornografiyê temaşe dikin, bêexlaqiyê dikin, bi sporên bitalûke ve mijûl dibin, narkotîkan bi kar tînin an bi zêdeyî alkolê vedixwin helbet heta dereceyekê heyecan an kêfê distînin. Lê paşê, netîce pir xerab dibe. Gelek kesên wisa nexweş dikevin, dibin bindestên van tiştan an jî dimirin (Gal. 6:7, 8). Aşîkar e ku “azadiya wan” sexte ye (Tît. 3:3).

17, 18. (a) Eger hûn guh bidin Xwedê, hûnê çawa azad bibin? (b) Azadiya Adem û Hewayê ji halê mirovên îroyîn çawa cuda bû?

17 Ma we qet dîtiye ku kesek seba guhdayîna qanûnên Xwedê nexweş ketiye? Helbet na! Gava hûn guh didin Xwedê, siheta we baş dibe û hûn bi rastî azad dibin (Zeb. 19:7-11). Bi ser de, gava hûn azadiya xwe bi aqilmendî bi kar tînin, hûn hem ji Xwedê re hem jî ji dê û bavê xwe re nîşan didin ku hûn zêdetir azadiyê heq dikin. Xwedê dixwaze azadiya bêqisûr bide xizmetkarên xwe yên dilsoz. Kitêba Pîroz vê azadiyê wek “azadiya bilind ya zarokên Xwedê” bi nav dike (Rom. 8:21, KP).

18 Adem û Hewayê ev azadî tehm kiribû. Li baxçeyê Adenê, ji wan re tenê tiştek qedexe bû: Gerek wan mêweya dara zanîna qencî û xerabiyê nexwara (1. Mû. 2:9, 17). Bi texmîna we, gelo ev qanûn sert bû? Helbet na! Bînin ber çavê xwe ku îro, mirov çi qas qanûnan datînin. Lê belê Xwedê tenê yek qanûn dabû Adem û Hewayê.

19. Xwedê çi cure azadiyê dide?

19 Hîkmeta Yehowa pir mezin e. Ew bi hezaran qanûnan nade we. Li şûna vê, ew bi sebir alî we dike ku hûn guh bidin qanûna hezkirinê. Ew dixwaze ku hûn li gor prensîpên wî bijîn û ji xerabiyê nefret bikin (Rom. 12:9). Li Weaza li ser Çiyê, Îsa bala guhdarên xwe kişand ser koka xerabiyê (Met. 5:27, 28). Li dinyaya nû, Îsa wê her kesî perwerde bike ku ew wek wî ji rastiyê hez bikin û ji neheqiyê nefret bikin (Îbr. 1:9). Wekî din, ewê hiş û bedena we bigihîne bêqisûriyê. Li wê demê, hûnê êdî ji bandor û netîceyên gunehkariyê bifilitin. Belê, hûnê bigihîjin “azadiya bilind”, a ku Yehowa soz daye we!

20. (a) Yehowa azadiya xwe çawa bi kar tîne? (b) Gerek em Xwedê çawa ji xwe re bikin nimûne?

20 Tenê Yehowa bi temamî azad e. Lê belê ew azadiya xwe çawa bi kar tîne? Li gor sînorên ku hezkirin datîne! Mîna vê, ew dixwaze ku em jî bi hezkirinê bijîn – bi hezkirina Xwedê û bi hezkirina mirovan (1. Yûh. 4:7, 8). Loma ji bo ku em bigihîjin azadiya rastîn, gerek em Xwedê ji xwe re bikin nimûne.

21. (a) Dawid li rêberiya Yehowa çawa dinêrî? (b) Li meqaleya din, emê çi bibînin?

21 Gelo hûn qîmetê didin tiştên baş, ên ku Yehowa dide we – mesela xwarina ruhî, hevalên baş, armancên rast û hêviya azadiya rastîn? (Zeb. 103:5). Ma hûn jî bi Dawid hemfikir nînin, ê ku wisa got: “Tu rêya jiyanê xuyayî min dikî, li hizûra te kêfxweşiya zêde heye; ji destê te yê rastê dilxweşî kêm nabe” (Zeb. 16:11, KP). Li meqaleya din, emê hin cewherên din bibînin, yên ku li Zebûra 16an derbas dibin. Bi saya van melûmatan, hûnê bi zelalî fehm bikin ku hûn çawa dikarin bi rastî bextewar bibin.